Li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li paytexta Fransayê Parîsê di 23’ê kanûnê de êrişek çekdarî pêk hat. Di êrişê de ji pêşengên Endama Konseya Rêveber a KCK’ê #Emîne Kara# (Evîn Goyî), hunermend #Mîr Perwer# (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê kurd #Abdurrahman Kizil# hatin qetilkirin û 3 welatî jî birîndar bûbûn.
Bi hezaran kurd û dostên xwe bi armanca protestokirina Komkujiya Parîsê ya Duyemîn û bîranîna her sê qurbaniyan meş li dar dixin. Meşê ji ber Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya dest pê kir û bi deh hezaran kes dirûşman berz dikin û dimeşin. Kurd û dostên xwe hêrsa xwe li dijî komkujiyê tînin ziman û dixwazin qetlîam bê ronîkirin.[1]
Этот пункт был написан в (Kurmancî - Kurdîy Serû) языке, нажмите на значок
, чтобы открыть элемент на языке оригинала!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Эта статья была прочитана раз 544