$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Nîrvana Nînhûrsag
Nav û paşnav: Zerrîn Abîç
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê dê û bav:Turkan - Selahattîn
Dîrok û cihê şehadetê: 26’ê Tebaxa 2022’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Gelê me yê Qoserê ku ji salên destpêkê yên Têkoşîna me ya Azadiyê li Bakurê Kurdistanê kadroyên pêşeng tevlî nav têkoşîna azadiyê kiriye, bi bawerî û fedakariyeke bênavber dilsoziya xwe ya bi partiya me PKK’ê re didomîne. Dema ku êrîşên dijmin gelekî zêde bûn jî, xwedî li Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê derket, bi helwesta xwe ya welatparêzî, bi sedan zarokên xwe yên qehreman şand refên gerîla û ji bo hemû gelê me yê Kurdistanê bû mînak. Hevrêya me Nîrvana di nava rastiyeke wisa ya gel de, di malbateke welatparêz de ji dayik bû û mezin bû. Ew bi çanda kûr a ku gelê me bi hezaran salan ji malbata xwe û hawîrdora xwe stendiye, mezin bûye. Ji bo vê jî her tim ew girêdayî azadiyê bû û wê rewşa mêtingeriya li ser gelê me tu carî qebûl nekiriye.Hevrêya me Nîrvana ku ji biçûkatiya xwe partiya me nas kir, di ciwaniya xwe de jî xwestiye weke jineke ciwan berpirsyariyên xwe yên li hemberî gelê me bi cih bîne. Di dema xwendina xwe ya zanîngehê de ciwanên Kurd ên wekî xwe welatparêz nas kir û di nav zanîngehê de tevlî xebatên ciwanan bû. Lê di sala 2014’an de ku ji bo gelê me serdemeke girîng e, dema çeteyan êrîşî Şengal û Rojava kirin, hevrêya me biryar da ku têkoşîna xwe xurttir bike. Dema ku çeteyan li ser jinên Kurd û gelên Kurd qetlîam kir û jin li bazarên koleyan firot, van êrîşan xeta têkoşînê ya hevrêya me diyar kir. Hevrêya Nîrvana ku di wê baweriyê de bû, li hemberî çeteyên ku êrîşên herî hovane li dijî gelê me pêk tîne, têkoşîna çekdarî dikare bibe bersiv. Li ser vî esasî wê berê xwe daye Şoreşa Azadiyê ya Rojava û tevlî nav refên têkoşînê bûye.
Hevrêya me Nîrvana piştî perwerdeyeke demkurt çû eniyên ku şer lê dijwar bû, bi cesaret û helwesta xwe ya bi biryar hêz da rêhevalên xwe û di warê leşkerî de ji tecrubeyên hevrêyên xwe sûd wergirt. Hevrêya me Nîrvana ku ji bo li hemberî çeteyan bi awayekî serketî li ber xwe bide, xwest zêdetir li ser taktîk û şêwazê şer de xwe kûr bike. Bi hişmendiya ku bi şerekî ku bi taktîkek rast were kirin, wê xwe perwerde kir. Hevrêya me Nîrvana di qada sabotajê de ya ku hesasiyet, zanebûn, sebir û afirîneriya taktîkî ya bilind pêwîst dike xwe bi pêş ve bir, bi sedan mayinên çeteyan bêbandor kir û bi vî rengî pêşî li komkujiyên li ser gelê me girt. Hevrêya me Nîrvana ku di vê xebata ku bi cesaret û sebreke mezin bi rê ve bir, bi ser ket. Ew li Minbic û Tebqayê tevlî çalakiyên serkeftî yên li dijî çeteyan bû û hewl da ku berpirsyariyên xwe yên li hemberî gelê me bi cih bîne. Hevrêya me Nîrvana ku ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve bi hevrêtiyeke xwe ya jidil, bi tevlîbûna xwe ya bênavber û bi daxwaza ji her hevrêyên xwe tiştekî fêr bibe, ji aliyê hemû hevrêyên xwe dihat hezkirin. Hevrêya me Nîrvana bi îradeyeke mezin, bi şehadetan û bi fedakariyeke bêhempa ya ji bo Rêbertî zehmetiyên ku jiyabû derbas kir, her tim serkeftinên mezintir bi dest xist. Hevrêya me Nîrvana ku di sala 2018’an de li dijî êrîşa dijmin a li ser Efrînê de, çû eniyên şer di her kêliya berxwedanê de bi têkoşîneke mezin û fedekariyek mezin hewl da gelê me biparêze. Piştî ku Efrîn hat dagirkirin û komkujî li ser gelê me hatin kirin, soz da ku tola van komkujiyan ji dewleta Tirk bistîne û biryar da ku bi awayekî xurt tevlî nav refên gerîla bibe.
Hevrêya me Nîrvana piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, di serî de armanca wê ev bû ku di felsefeya Rêbertiyê de xwe kûr bike û di kesayeta xwe de Îdeolojiya Azadiya Jinê biafirîne. Ji bo vê jî tevî komek hevrêyên xwe yên jin, derbasî pêvajoya perwerdeyê bû. Di pêvajoya perwerdeyê de hewl da ku Îdeolojiya Azadiya Jinê ya Rêbertiya me fêm bike û bi serkeftî pêk bîne. Bi yekkirina helwesta pîroz a jinên Mêrdînî ya bi îdeolojiya Rêbertiyê re, ber bi jina azad ve gavên xwe yên destpêkê avêt. Hevrêya me Nîrvana ku di gelek qadên cuda de xebitî, piştî ku perwerdeya xwe bi serkeftî qedand, tecrubeyên xwe yên leşkerî bi hevalên xwe re parve kir. Li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dijmin ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê xwest hêrsa xwe ya li dijî dijmin bike bingeha têkoşîneke serkeftî û bi israr berê xwe da qadên şer. Dixwest tevî hevrêyên xwe yên di tunelan de wekî tîmên gerok şer dikin, ew jî şer bike. Ji bo ku bigihêje vê armancê, di nava tîmên gerok cih girt û berê xwe da Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ku destanên qehremaniyê yên mezin lê hatin nivîsandin. Di nav tîma gerok de wê barê hevalên xwe yên di tunelên şer de sivik kir û bi çalakiyên xwe girêdana xwe ya bi wan re diyar kir. Di çalakiya serkeftî ya di 26’ê Tebaxa 2022’an de, wê bi fedakarî şer kir û heta nefesa xwe ya dawîn girêdayî nirxên azadiyê maye.[1]