$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Rênas Navdar
Nav paşnav: Osman Sevmîş
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Adîle-Alaattîn
Dem û cihê şehadetê: Zap 21-04-2017
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Rênas li Geverê ji dayik bû ku vê herêmê bi dehan lehengên dilxwazên azadiyê ji nava xwe afirandiye û têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bi xurtî meşandiye. Hevrêyê me Rênas li nava malbateke welatparêz mezin bû û ji zarokatiyê ve partiya me PKK nas kir û bû heyranê gerîla. Di nava jiyanê de ti carî jirêzêbûn qebûl nekir û her tim serketin ji xwe re kir esas. Ji bo bersivê bide pirsgirêkên gelê me her tim xwe berpirsyar dî tû ev yek di têkoşîna xwe de jî nîşan da. Bi ciwantiya xwe re tevlî gelek karî bû, ji xwe re kir wezîfe ku timî di nava têkoşîna şoreşgerî de be. Bi taybetî dema diçû zanîngehê bi lêkolîn û xwendinên xwe şert û mercên qirkirinê yên li ser gelê me têne ferz kirin baştir fêhm kir û gihîşt wê baweriyê ku divê têkoşîn bi rêbazeke tûj bê meşandin. Êrişên dewleta Tirk a mêtinger ên bi xwe û bi destê çeteyan li dijî gelê me yê li Şengalê û destketiyên Rojavayê Kurdistanê dihat kirin, her wiha komkujiyên li gelek herêmên Kurdistanê yên di dema Berxwedana Xwerêveberiyê de kir ku hevrêyê me Rênas hîn bi biryardarî tevlî nava têkoşînê bibe û sala 2015'an beşdarî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Rênas piştî ku tevlî nava refên gerîla bû bi zîrekiya xwe zû hînî jiyana li çiyê û gerîla bû û xwe timî bi pêş xist. Baweriya xwe bi wê yekê anî ku tenê bi gerîlatiyeke profesyonel û şareza faşîzm dikare bê têkbirin û gelê me azad bibe. Ji bo vê jî hewl da ku pîvanên Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk di kesayetiya xwe de bi cih bike. Ji aliyê leşkerî ve perwerdeyên pisporiyê wergirt û bi agahiyên ji van perwerdeyan bi des xistî bi rengekî serketî xiste pratîkê. Di şer û jiyanê de timî li pêş bû. Hevrêyê me Rênas bû fermandarekî gerîla yê mînak. Li qada Şengalê di şerê azadiyê yê gelê me Êzidî yê dijî çeteyên DAÎŞ'ê de li kêleka gelê me cih girt û bi rengekî çalak beşdarî gelek çalakiyan bûn. Piştî ku wezîfeya xwe ya li Şengalê temam kir, ji nû ve vegeriya çiyayên Kurdistanê qada azadiyê û demeke dirêj li Zapê kar. Li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, her tim li refên herî pêş têkoşiya. Hevrêyê me Rênas li gel nasnameya xwe ya şervaniyê her wiha bi jidilbûn, durustî û dilnizimiya xwe her tim bû hevrêyekî li pêş.[1]