Pirsa Kurd û Îslam
İkram Oguz
Çend roj berê nivîskarê rojnama Star Yusuf Zîya Comert, di kuncikê xwe da digot, „Îslam çawa pirsa Kurdî çareser dike?“
Min bi xwe jî carcaran ev pirs ji xwe pirsîye û bersiva xwe jî tim daye.
Gor raya min, pirsa Kurd ne tenê bi rîya Îslamê, gor krîterên Marksîzm û Liberalizmê jî bi hêsanî tê çareserkirin. Bese ku mirovên ku xwe dîndar dibînin gor şertên Îslamê, yên ku xwe Marksist û Lîberal ji dibînin gor krîterên wan idolojîyan bifikrin û gor fikrên xwe jî bijîn.
Bi awayekî din mirov dikare bêje, kîngê gotin an jî bawerî û kirinên mirovan yek be, mirov dikare hemû proplemên civakî di navbera xwe da çareser bike.
Bawerî û gotina ku di jîyanê da neyê cîh, ew çiqwas xwedî tesîr dibe bila bibe, wek bendê zirav tim berdayîye û ba li kîjan alî were, ew jî li wî alî diçe.
Dîn an jî idolojî, ew jî rast neyên bikaranîn, himê wan çiqas rast û zexm dibin bila bibin, ew, ji rastîya pêkhatina xwe dûr dikevin û tesîra wan a li ser civatê an jî li ser mirovan roj bi roj kêm dibin.
Bawerîya ku ji wan tê kirin, ji binîva wunda nebe jî, ew bîr û bawerî tenê bi hinek sembolan tên mehdûtkirin.
Ji ber wê yekê jî di derheqê pirsgirekeke civakî da tu car nikarin rolek mezin bilîzin, hata carcaran ew bi xwe dibin sebebê mezinîya pirsgirekan…
Misal Kurd û Tirk…
Sedî sed nebe jî piranîya Kurd û Tirkan musilman in û bîr û bawerîyên wanên olî jî yek in. Gor bîr û bawerîyên wan ên olî, wezîfeyê wan ên ji bo dinya vîyalî û wîyalî jî kifş in. Lê mixabin ev bawerîyên wan ên hevpar nikarin pirsgirekên di navbera wan da hene, çareser bikin…
Herdu alî jî bawerîya xwe bi Xwedê û Pêxamber tînin. Hemû nebin jî, dîsa pirranîya wan her pênc şertên îslamê tînin cîh. Di her firsendê da, wek Serokwezîrê Tirk Erdoxan, biratîya olî bê tirs û bê xof tînin ziman.
Gor şerê navbera wan, îro jî piranîya Kurdan bi wan bîr û bawerîyan li Tirkan dinêrin û tu xirabîyek li wan nakin. Hata sirf ji bo biratîya olî pirranîya wan ji gelek xalên nasnameya xwe ya netewî jî fereqat dikin.
Mîsal, li pê meleyên Tirk nimêj dikin, ji mele zêde fem nekin jî, îbadetên xwe di camîyan da bi Tirkî îfa dikin.
Li himber wan Tirk çi dikin?
Ew jî, qala biratî û wekhevîya olî dikin…
Qala heq û huquqên dikin…
Kîngê ku Kurd daxwaza wekhevî û mîrata biratîyê bikin, Tirk Ometa Mihemed û biratîya olî ji bîr dikin û Kurdan bi Zerduştîya wan tawanbar dikin.
Rast e, berî Îslamê Kurdan jî wek Pers û Afganan bawerîya xwe bi Zerdûştîyê dianîn û gor prensîbên Zerdûştîyê dijîyan. Piştî hatina Îslamê ew jî dîsa wek gelên Rojhilata Navîn bi pirranî wergerîyan ser dînê Îslamê û bûn musilman. Ji Kurdan hinek Kurdên Êzdî, îro jî bawerîya xwe bi Zerdûştîyê tînin û gor wê dijîn. Kurdên musilman jî çiqwas gor şert û şûrtên Îslamê bijîn jî, di jîyana xwe ya îroyîn da hê gelek îbadetê Zerduştîyê wek orf û adet bikartînin.
Mirov dikare bêje ku mesele ne Zerdûştîya Kurdan e, ne jî ji kêmasîya olî ye…
Mesele di gotin û kirinên Tirkan da ye.
Kîngê ku Tirkên wek Erdogan bawerîya xwe bi Xwedê tînin û xwe oldar bi nav dikin, wek gotinên xwe, di kirinên xwe da jî şert û şûrtên Îslamê bi kar bînin, wek gotina Yusuf Zîya Comert, wê demê pirsa Kurd jî bê şer û bê çek, bi biratî tê çareserkirin.
Heger hata nuha nehatibe çareserkirin, ew jî tê vê wate yê ku, Tirk ji wek Ereb û Farisan bi gotinên xwe, tenê ji xwe ra musilman in.
Dema ku mirov di bîr û bawerîyên xwe da durist nebe û tiştên ku ji bo xwe dixwaze wan ji bo neyarên xwe jî nexwaze û şert û şûrtên bawerîyên xwe di jîyana xwe da bi kar neyne, qasî ku zirarê dide xwe û neyarên xwe, ew qasî jî dide bîr û bawerîyên xwe…
Ji ber vê yekê ye ku îro li her dewerên dinê, xwîna mirovan wek ava çemê derê biharan diherike…
Ji bo sekinandina şer û xwîna diherike, biratîya karker û gelan, an jî biratîya oldaran têrê nake…
Ji ber ku; xwîna ku dirije ya zarokên karker û gundîyane û ji xwalîyê jî erzan e…
Ji bo xwîn rijandinê jî çek û rext pêwîst in, ew ji di destên dewlemend û dewletên mezin da ne…
Mirovatî û bir û bawerî, tu xema kesî nîne, ew jî nanê feqîr û fuqara ne…[1]