$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Yakûp Aslan
Nasnav: Şerzan Agirî
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Fehîme-Tahîr
Dem û cihê şehadetê: 2016 / Serhed
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me şerzanli navçeya Avkevir a Agiriyê ku weke qadeke girîng a berxwedanê ya dîroka Kurdsitanê tê naskirin, li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber welatparêziya derdorê û mezinbûan bi destanên Berxwedana Çiyayê Agirî, hestên welatparêziyê bi hevrêyê me Şerzan re timî li pêş bû. Bi taybetî baweriya xwe pê anî bû ku têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya partiya me PKK'ê wê gelê me teqez bi ser bixîne. Ji bo vê jî kete nava lêgerîna têkoşînê. Dema ku li Zanîngehê dixwend, tevlî nava karên ciwanan bû. Hevrêyê me Şerzan di vê pêvajoyê de partiya me hîn bêhtir ji nêz ve nas kir. Her wiha bi nirxandin û ji nêzîkatiyên ku şahidî jê re kir, rûyê qirker ê dijmin nas kir. Her ku rastiya dijmin nas kir, biryardarî û daxwaza xwe ya ji bo têkoşînê jî mezin kir. Ji ber ku hevalên zarokatiyê yên hevrêyê me Şerzan ji aliyê dijmin ve hatin şehîdxistin, hevrêyê me Şerzan ji bo xwedîderketina li bîranîna hevalên û hilanîna tolê ya ji dijmin, biryar da tevlî nava refên gerîla bibe.
Sala 2015'an beşdarî nava refên gerîla bû, bi avantaja ku li Bakurê Kurdistanê gerîlatiyê bike di nava pratîkê de ma û di demeke kurt de veguehrî gerîlayekî şareza. Pîvanên bingehîn ên gerîlatiyê di nava şer de hîn bû, ev rewş jî bû sedem ku gavên girîng biavêje. Ji bo hilanîna tola hevalên xwe yên zarokatiyê di her kêliyê de xwe kûr kir ku derbê li dijmin bixe. ji ber vê yekê timî bi hevrêyên xwe re nîqaş kir ku taktîkên çalakiyan ên dewlemend biafirîne. bi encamên ji van nîqaşan wergirtî li dijî dijmin gelek çalakî pêk anî. Hevrêyê me Şerzan ku xwe li pêşberî Rêberê me û gelê me timî berpirsyar didît, ti carî xwe têr nedît. Lewma ji bo têkoşînê hîn bêhtir mezin bike, her tim hewl da. Hevrêyê me Şerzan li eyaleta Serhedê li gelek qadan têkoşiya, gelek zor û zehmetî bi sekna xwe ya bi îrade ji holê rakir. Bi samîmiyeta xwe ya hevrêtiyê, bi durustiya xwe ya tevlîbûnê li nava hevreyên xwe bû cihê hurmetê, bû milîtanek ku timî dihate xwestin pê re kar bê kirin. Piştî pratîka serketî ya du salan, ji bo nirxandina pêvajoya pratîkê, ji bo xwe di mijara gerîlatiya serdema nû û îdeolojiya Apoyî de kûr bike, demekê di bin sîwana eyaletê de beşdarî nava karên akademiyê bû. Di pêvajoya akaddemiyê de pratîka xwe bi berfirehî nirxand. Tespîta wê yekê kir ku di tevlîbûna xwe de ji aliyê îdeolojîk bêhtir aliyê hestewarî li pêş e û li ser felsefeya Rêber Apo xwe bêhtir kûr kir. Her wiha taybetmendiyên kesayetiya çewt ên ku dijmin li nava kesayetên Kurd bi taybetî jî ciwanên Kurd ava kiriye, bandora van taybetmendiya a li ser xwe bi samîmî nirxand û hewl da ji holê rake. Hevrêyê me Şerzan ji bo saleke nû ya têkoşînê xwe ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve xurt kir û di 6'ê Cotmeha 2016'an de di operasyona dijmin a li qada Kirê Tûtax ê herêma Tendurekê de bi fedaî şer kir, kir ku gelek leşkerên dijmin bêne cezakirin. Di êrîş û şerê giran de heta nefesa xwe ya dawî bi fedaîtî şer kir, şehîd bû û tevlî karwanê nemiran bû[1]