$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Mervan Taşdemîr
Nasnav: Zagros
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dem û cihê şehadetê: 2016 / Cûdî
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Zagros li bajarê welatparêz ê Serhedê li Mûşê li nava malbateke welatparêz û dilsozê çanda xwe ji dayik bû. Ji ber ku derdora lê mezin bû taybetmendiyên Kurdîtiyê diparast û ji bo vê têdikoşiya, hevrêyê me Zagros jî di nava vê rastiya têkoşînê de mezin bû. Ji zarokatiyê ve bala hevrêyê me Zagros çû ser partiya me û hêza wê ya pêşeng gerîla. Her tim dixwest tevlî nava refên gerîla bibe. Dema ku mezin bû û hate temenê ku karibe têbikoşe, di sala 2013'an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Perwerdeya xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê li herêma Botanê wergirt, ji şerê bi dehan salan ê gerîlatiyê tecrûbe wergirt û bû gerîlayekî şareza. Hevrêyê me Zagros ku perwerdekirina xwe ji xwe re kir yek ji armancên sereke, her ku di felsefeya Rêbertî de xwe kûr kir, bandora neyînî ya sîstemê ya li ser kesayetiya xwe yek bi yek avêt û hîn bêhtir bû yê xwe. Her ku li cewhera xwe vegeriya pê hesiya ku hîn bêhtir azad dibe. Lewma ti carî xwe ji perwerdekirina xwe venegirt, her tim pêşketin ji xwe re kir esas. Ji sala 2015'an û pê ve ku êrîşên dijmin destpê kirin, li herêma Cûdî li dijî dijmin kete nava têkoşîneke çalak. Piştî ku dijmin li Berxwedana Xwerêveberiyê komkujî li gelê me kir, hevrêyê me Zagros li hemberî vê yekê gelekî bi hêrs bû. Ji bo tola komkujiyên li gelê me hatin kirin hilîne, tevlî gelek çalakiyan bû. Ji bo Şerê me yê Gel ê Şoreşgerî bi ser bikeve bi her awayî têkoşiya, nesekinî û li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmetê. Hevrêyê me Zagros ku bi hevrêtiya xwe ya cewherî û rêbaza xwe ya tevlîbûna fedaî timî bû milîtanekî pêşeng, 28'ê Mijdara 2016'an li herêma Cûdî li dijî operasyona dagirkeran heta nefesa xwe ya dawî şer kir û gihîşt şehadetê. Weke hevrêyê wî, em soz didin ku ala şoreşê ya ku hevrêyê me Zagros radestî me kiriye bi rengekî ku hêjayî şehîdên me yên hêja bibin bi ser bixînin.[1]