$6 Kurmancîya Yekgirtî (Zimanê Standard)$
#Şahînê Bekirê Soreklî#
Hêviya gellek Kurdan ew bû ku zêdebûna hejmara dezgehên Kurdî yên televizyonê û pêşkevtina beza ya teknolojiya elektronî dê ji bo pêşvexistina nivîsandina Kurdî gellekî sûdmend bin. Rast jî ta nuha hinek kelk di vî warî de hatiye bidestxistin. Mixabin tirsa li holê nuha ew e ku va sûda em li bendê bûn ne bêyî ziyan be. Di dezgehên kurdî yên radyo û televizyonê her rojnamevanek/pêşkêşerek ligor dîtina xwe peyvan û tîpan bi kar dihîne. Li nik wan ne hevkarî û koordinasyoneke di warê nivîsandinê û ragîhandina peyvî de heye, ne jî, mixabin, haya hinekan ji berhemên nivîskarên xwedî berhemên qenc heye, da ku sûdê ji wan wergirin.
ÇEND NIMÛNEYÊN NEWEKHEVÎYÊN DI NIVÎSANDINA KURMANCÎ DE
- Lêkera “bûn”ê (Bi Înglizî: verb to be / Almanî: sein/ E’rebî: فعل الكون):
Çawa ku di zimanên wek înglizî, almanî û fransî de bi serê xwe dihêt nivîsandin di Kurdî de jî ev lêker bi serê xwe ye, ji navan û şanan (sîfatan) cihê dihêt nivîsandin. Mixabin hinek nivîskarên me weha nakin û li şûna ku binivîsînin “ew kurd e,” bo nimûne, “ew kurde” dinivîsînin.
Di kurmancî de du şêweyên vê lêkerê hene, yek ji bo nav û şanên ku tîpa dawîn di peyvê de bêdeng e û yek ji bo ewên ku tîpa dawîn di peyvê de bi deng e (peyvên dengî: e, ê, i, î, o, u, û):
Ez dûr im/ Ez li Mosko me// tu dûr î/ tu li Mosko yî// ew dûr e/ ew li Mosko ye// em dûr in/ em li Mosko ne// hûn dûr in/ hûn li Mosko ne// ew dûr in/ ew li Mosko ne.
- Tê û dihê/ dihêt
Kurmancî jî wek zimanên din di şêweya xwe ya devokî de peyvan kurt dike yan ji bo “telafuzê” hêsan dike. Lê di zimanê nivîsandina standard de peyv bi pirranî wek şêweya orijînal dimînin. Bi saya vê yekê ye ku zimanê standard wek yê devokî zû bi zû nahêt guhertin. Li vir raber bikim ku cudabûna di navbera şêweyên devokî yên kurdî û şêweya nivîsandinê de gellekî ji cudabûna ku di hinek zimanên din de heye kêmtir e (E’rebî bo nimûne), lê li milê din, ji zimanekî wek înglizî bêtir e. Di zimanê E’rebî de şêweya devokî li gellek herêman hema-hema wek zimanekî bi serê xwe ye û ji zimanê nivîsandinê gellekî dûr e. Bala xwe bidin van nimûneyên ji şêweyên E’rebiya devokî û ya nivîsandinê:
Li Misir: iddêto filûs e’şan xatir mirato. (Min pere ji bo xatirê jina wî danê)
Li Sûriyeyê: Ëtêto misriyyat mîşan xatir merto.
Zimanê nivîsandinê: E’ëteytuhû niqûden lî eclî xatirî zewcetîhî.
أعطيته نقوداً لأجْل خاطر زوجته
Li Misir: Izzeyyek ye wad? (Lawo tu çawa yî?)
Li Lubnanê: Kîfeek ya’ zelemê?
Li beşine Sûriyeyê: Işlonek xeyyo?
Di nav e’şîrine şawî de: Iş halek?
Bi zimanê nivîsandinê: keyfe halûke ya hatha (ya recul)?
حالك يا رجل؟ كيف
Yek ji zimanên ku tê de şêweyên axaftinê û nivîsandinê gellekî ji hev nêzik in zimanê înglizî ye. Va yeka ne her dem weha bûye. Rojên îroj înglizî zimanekî lîberal e û ji guhertinê/liserxwezêdekirinê natirse. Lê dîsa jî têgihîştina naveroka berhemên wêjeyî yên kûr û gellek dokumentên qanûnî ji bo xelkê ne hêsan e. Bi gotineke din, Tevî lîberalîzma înglizî jî cudabûneke ne biçûk di navbera îngliziya devokî ya xelkê û ya fermî-qanûnî û akadêmî de heye.
- Di Kurdî de lêkera “hatin” xwediya rolên pirr grîng e. Ew hem wek lêkereke bi serê xwe ye, wek di vê hevokê de: Azad ji welêt hat (dihêt, dê bihêt…), hem jî lêkereke alîgir e (auxiliary verb) wek di van hevokên “pasîv” de:
Goşt li dawetê hat xwarin.
Pere li wir hatin bidestxistin.
Bac ji wan dihê (dihêt) girtin.
Va roja her sal dihê (dihêt) bibîrhanîn.
Ji ber ku kurmancî ji zimanekî nivîskî bêtir wek zimanekî devokî bi dirêjiya sedsalan domandiye, şêweya devokî ya “dihê”/ “dihêt” li gellek deveran bûye şêweya nivîskî jî: “tê.” Ligel ku bikarhanîna “tê” bi encama vê yekê ne şaş e jî ew ligor rêzimaniya nivîsandinê ne durist e û baştir e ji bo standardê nehêt bikarhanîn.
- Peyvên bi hev re dibin jêder (mesder / infinitive) li dû lêkerên alîgir bi hev de dihên nivîsandin, wek yek-peyv. Bala xwe bide van nimûneyên li jêr:
A: Xwedîyê gund va bîra deh salan bi kar hanî.
B: Bîr deh salan ji alîyê xwedîyê gund ve hat bikarhanîn.
A: Ewropiyan “Hindîyên Sor” li Amerîka hema-hema tune kirin.
B: “Hindîyên Sor” li Amerîka hema-hema hatin tunekirin.
Di hevokên B de lêkera “hatin” rola xwe wek lêkereke alîgir dileyize û di van hevokên “pasîv”مبني للمجهول de peyvên ku bi hev re bûnî jêder wek yek peyv dihên nivîsandin. Mixabin gellek kes bi şaşî weha dinivîsînin: “… hatin tune kirin.”
Bala xwe bide cudatîya di navbera wateyên van her du şêweyan de: “Tunekirin” wateya “nehîştin” yan “jiholêrakirin” dide. “Tune kirin,” li milê din wê wateyê dide ku hinekan kesek/ komek ji holê rakirin.
Bala xwe bide van her du peyvên almanî: zusammen (tev) / arbeiten (karkirin). Dema her du peyv di peyvekê de dibin yek peyv (infinitiv) ew peyva yekgirtî weha dihêt nivîsandin: zusammenarbeiten = tevkarkirin (NE: “tev kar kirin,” çimkî “tev kar kirin” wateyeke din dide û ne jêder e. Bala xwe bide van her du hevokan:
A: “Wan bi salan tev (bi hev re) kar kirin.”
B: Tevkarkirin xweş e.
Bi gotineke din: Dema du peyv yan bêtir bi hev re bibin jêder, ew wek peyvekê dihên nivîsandin, ne wek peyvên ji hev cuda.
[1]