Kurd, hevgirtin û serxwebûn
#Samî TAN#
Cih û giraniya kurdan di qada siyasî ya Tirkiye û Rojhilata Navîn de her ku diçe zêdetir û diyartir dibe. Bi namzediya Selahattîn Demîrtaş a ji bo serokkomariyê re cih û giraniya kurdan di siyaseta Tirkiyeyê de hê zelaltir tê dîtin. Li Tirkiyeyê hemû mirovên ku azadî û demokrasiyê dixwazin êdî bi çavekî din li tevgera azadiya gelê kurd dinêrin. Gelek rewşenbîr didin zanîn ku kurd bi vê têkoşîn û helwesta xwe nûneriya hêvî û daxwazên hemû gelan dikin.
Ev yek di serî de desthilatiya AKP’ê, hemû dagirker û nokeran ditirsîne. Ji ber vê yekê Berdevkê Hikûmetê Huseyîn Çelîk dibêje, “Eşq û evîna Demîrtaş ketiye dilê dijberên Erdogan.” Şêwirmendê Erdogan Yalçin Akdogan diangêje ku Demîrtaş ji doza kurdî dûr ketiye. Heke jê were dê ala rengî rake û bi dirûşma “Kesk û sor û zer e/ Spî û gehwer e/ Silavê lê kin, silavê lê kin/ Ey xortên kurdan, ey keçên kurdan!” biqîre û dakeve kolanan, Helbet dê çend kurdên ku li dijî hemû kirinên PKK’ê ne û ji bo ku êrîşî PKK’ê bikin li hincet û hevalbendan digerin jî dê bidin pey wî.
Çawa be ew canik û camêr bawer dikin ku dê Erdogan û Îsraîl ji wan re Kurdistanê ava bikin. Nizanin ku Kurdistana ew dibêjin, digel hemû êrîş û astengiyan, digel hemû zordestî û çavsoriyan jî bi berxwedana li Kobanê ava dibe. Ew ji bîr dikin ku siyaset bi hêzê tê kirin, heke hêza te tune be, tu çendî mafdar bî jî kes guh nade hêvî û daxwazên te, lê heke hêza te hebe, her kes guh dide dengê te; ji bêgavî be jî hêvî û daxwazên te li ber çavan digirin.
Em benî û rişikên dûv hebanê bidin aliyekî, em vegerin ser mijara xwe. Bi têkoşîna gelê kurd re hevsengiyên li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê serobino dibin. Ji ber ku gelê kurd bi hêz û vîna xwe li ber dide, kes nikare pê bilîze û wî li gorî berjewendiyên xwe bi kar bîne, giraniya wî zêdetir û cihê wî berbiçavtir dibe.
Ev yek gelekî li zora dagirkeran diçe, lewre ew ji mêj ve hîn bûne ku kurd bibin xulam, berdestî û leşkerên wan. Kurdan ji Selahedînê Eyûbî bi vir de ji bo xelkê kar kiriye, xizmeta bîr û baweriya dagirkeran kiriye. Îro kurd dixwazin ji bo azadî û rizgariya xwe xebatên bikin, li rojava kurd bi vê bîr û baweriyê li ber xwe didin.
Digel vê yekê jî hezar heyf û mixabin hê jî hinek kurd di nav refên neyaran de şer dikin. Bala xwe bidin çeteyên DAÎŞ’ê jî gelek kurd di nav refên wan de hene. Bala xwe bidin hîzbulkontraya ku xwe bi navê Huda-par bi rêxistin kiriye. Li her derê xwîna kurdan tê rijandin, ew hê jî qala Mescid-î Aksayê dikin. Dijminên kurdan di bin navê DAÎŞ’ê de Kurdistan dorpêç kiriye, Laleş Nûranî di bin dorpêça çeteyên xwînrêj de ye, ew hê qala Qudsê dikin. Serokê Filîstînê jî dibêje, “Avabûna Kurdistanê dê bibe xencerek di nav dilê ereban de.” Bala xwe bidin Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê ya Tirkiyeyê, dibêje, “Em ê di hilbijartinên serokkomariyê de piştevaniya Erdogan bikin.” Hê jî bi milyonan kurd li şûna ala azadiyê, ala reş a dagirkeran li ba dikin û piştevaniya AKP’ê bikin.
Kurd êdî ber bi serkeftin û azadiyê ve diçin, lê belê dagirker jî li gorî xwe dest davêjin hinek dek û dolaban, dîsa dubendî û nakokiyan dixin nava kurdan. Dixwazin kurdan ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin. Bo nimûne Tirkiyeyê hemû aboriya başûrê Kurdistanê xistiye destê xwe, başûrî hemû pêdiviyên xwe ji Tirkiyeyê bi buhayekî giran dikirin. Tiştên ku mirov dikare li Tahtakaleya Stenbolê bi erzanî bikire, li başûr bi buhayekî giran tên firotin. Piştre jî qala serxwebûnê dikin, gelo Kurdistaneke ku bazara wê ji hêla dagirkeran ve hatiye vegirtin dê çendî karibe serbixwe bijî?
Kurt û kurmancî, heke em naxwazin derfeteke din jî ji destê ve derkeve, pêwîst e em rojekê berî roja din konferansa xwe ya neteweyî pêk bînin, kongre û hikûmeta xwe ya neteweyî bi awayekî demokratîk ava bikin, ahengekê di navbera hêzên xwe yên parastinê pêk bînin. Hingî em dikarin serxwebûna başûrê Kurdistanê jî, xweseriya Rojava jî pêk bînin û biparêzin.
Kaynak: Kurd hevgirtin û serxwebûn - Amîda Kurd
[1]