Sûcdarên qetlîama eremeniya ne kurd in, dewleta tirk e
#Zinarê Xamo#
Serokê belediya bajarê Mêrdînê #Ahmet Türk# li Stockholmê di konferansekê da li ser qetlîama 1915a ya ermeniyan peyivîye û ji ermeniyan, asûrî-suryaniyan li ser navê ”bav û kalên” xwe lêborîn xwestiye, gotiye hin eşîrên kurd jî di qetlîama ermeniyan da hatin bikaranîn.
Ahmet turk ev ne cara pêşî ye ji ermenî, asurî û suryaniyan lêborînê dixwaze. Berê jî çend caran eynî tişt dubare kiriye.
Ahmet Turk ne dîroknas e û di vî warî da tu lêkolîneke wî jî tuneye. Lê dîsa jî wek sûcdarekî, wek neviyê qatilan bi rehetî sûcê kurdan û bav û kalên xwe bi comerdî qebûl dike û li ser navê kurdan lêborînê dixwaze.
Ez ne li dijî uzurxwestinê me, heger hin kurdan, hin eşîran sûc kiribin, bûbin şirîkê vê qetlîamê, ku yên bûne hene, helbet dibê eşkere bibe û were zelalkirin.
Lê ne li gorî çîrokan, dibê dîroknas bi belge û delîl vê yekê îspat bikin. Û dibê meriv guh nede dîroknasên tirk û ermenî tenê, dibê dîroknasên kurd jî gotina xwe bibêjin û bersîvê bidin îdîayan.
Ji ber ku di dema qetlîamê da kurd ne xwedî dewlet bûn û ne jî artêşeke wan hebû. Kurd jî wek ermenan bindest bûn. Heger dewletê hin kurd, hin eşîr di qetlîamê da bi kar anîne ev ne sûcê miletê kurd e, yê dewletê ye. Dewletê ji gelek miletên din jî însan bi kar anîn. Dibê Ahmet Turk viya bizanibe.
Îttîhaçiyan biryara qetlîamê dabûn û ev yek li hin deran bi artêşa xwe û li hin deran jî bi merivên xwe da kirin.
Loma jî wek milet di qetlîama ermeniyan da tu berpirsiyariyeke miletê kurd tuneye, berpirsiyar Dewleta Osmanî ye.
Dewletê, Îttîhatçiyan fermana ermeniyan derxit, ne kurdan. Dewletê ew mecbûrî koçberiya mirinê kirin, ne kurdan. Dewletê ew şandin mirinê, ne kurdan.
Dibê meriv viya bibîne.
Yanî hêza biryara qetçiylîamê da dibê meriv bibîne. Di nava qatilan da çete û piyonên ji her miletî hene. Lê yê li pişt wan, yê emir daye wan dewleta tirk e.
Li alî din di dema şer û qetlîamê da bi sedhezran kurd jî telef bûne, ji alî rûsan û ermeniyan ve hatin kustin û koçberkirin.
Ji Serhedê bi sedhezran kurd berbî başûrê Kurdistanê ve bi çolan ketin û tî û birçî di riyan da mirin û qefilîn.
Îro li gelek bajarên Kurdistana bakur (Riha û qezayên wê, Diyarbekir û hin bajarên din)û li başûrên Kurdistanê bi sedhezaran mahcirên wî şerî û yên wê demê hene. Vana hemû ji ber taşnakan reviyan û bi çolan ketin.
Ji Betlîsê, Agiriyê, Mûşê û Wanê bi dehhezaran kurd ji kêfa nehatin Diyarbekrê, Wêranşarê, Swêregê, Rihayê û bajarên din. Ew ji ber rûsan û ermeniyan reviyan.
Yanî ne ermenî tenê, kurd jî hatin kuştin, ew jî koçberbûn.
Ermenî û xelkên din yên xwe dibêjin, ji dêlî kurd jî yê xwe bibêjin, qala mirî û zirar û ziyanên xelkê dikin, bi yek gotinê jî qala miriyên xwe nakin.
Ma Ahmet Turk dizane di wê qetlîamê da çiqas kurd jî hatin kuştin û koçber bûn? Çima yê kurdan jî nabêje.
Ma kurdan qet zirar nedît?
Ma kurd qet nehatin kuştin?
Dibê meriv mesela uzurxwestinê hewqasî yekalî û sivik negire. Tirk dixwazin qetlîama wan bi plan û program kiriye têxin hustuyê kurdan. Û hin siyasetmedarên kurd jî bi dilxwazî û pir bi hêsayî vî sûcî qebûl dikin, ew jî dixin hustiyê kurdan.
Kurd ne berpirsiyar û sûcdarê qetlîama ermeniyan in, sûcdar îttîhatçî û tirk in, dewleta tirk e. Lê ji kurdan, ereban, çeçenan û gelên din jî hin kes bikar anîne.
Ev rast e.
Dewlet nuha jî hin kurdan li hemberî kurdan bikar tîne. Nuha jî bi wan sûc dide kirin. Ji ber ku dewlet emir dide, organîze dike loma jî sûcdar jî ew e.
Bikaranîna hin kurdan bi daxwaz, tolereransa û emrê dewletê bûye. Dewletê nexwesta, nehîşta, piştgirî nedayê kurdekî jî nikanîbû tiliya xwe berbî ermeniyekî bikira. Dema kir jî dibê bigirta, ceza bikira.
Heger ne daxwaza dewletê bûya ewê qatil û çete bihatana girtin. Lê em dizanin ji ber vê yekê dewletê kes negirtiye, kes ceza nekiriye. Bira cezakirin li wir bimîne, walî, mamûr û kesên sûc kirin û tevî qetlîamê bûn xelat kirin, îmkanên mezin dan wan. Di vî warî da gelek belge hene.
Dema zanîn kêm be meriv ji dîroka xwe bêpar be meriv bi rehetî û bi comertî xwe dike berpirsiyarê sûcên wiha mezin.
[1]