библиотека библиотека
Поиск

Kurdipedia является крупнейшим источников информации курдским курдам!


Параметры поиска





Расширенный поиск      Клавиатура


Поиск
Расширенный поиск
библиотека
Имена для курдских детей
Хронология событий
Источники
История
Пользователь коллекций
виды деятельности
Помощь в поиске?
Публикация
видео
Классификации
Случайная деталь!
Отправлять
Отправить статью
Отправить изображение
Опрос
Ваше мнение
контакт
Какая информация нам нужна !
Стандарты
Правила использования
Параметр Качество
Инструменты
Нарочно
Архивариусы Курдипедии
Статьи о нас !
Kurdipedia Добавить на ваш сайт
Добавить / удалить e-mail
Статистика посетителей
Статистика статьи
Конвертер шрифтов
Календари Конвертер
Проверка орфографии
Языки и диалекты страницы
Клавиатура
Удобные ссылки
Расширение Kurdipedia для Google Chrome
Cookies
Языки
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Мой счет
Вход
Членство !
Забыли пароль !
Поиск Отправлять Инструменты Языки Мой счет
Расширенный поиск
библиотека
Имена для курдских детей
Хронология событий
Источники
История
Пользователь коллекций
виды деятельности
Помощь в поиске?
Публикация
видео
Классификации
Случайная деталь!
Отправить статью
Отправить изображение
Опрос
Ваше мнение
контакт
Какая информация нам нужна !
Стандарты
Правила использования
Параметр Качество
Нарочно
Архивариусы Курдипедии
Статьи о нас !
Kurdipedia Добавить на ваш сайт
Добавить / удалить e-mail
Статистика посетителей
Статистика статьи
Конвертер шрифтов
Календари Конвертер
Проверка орфографии
Языки и диалекты страницы
Клавиатура
Удобные ссылки
Расширение Kurdipedia для Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Вход
Членство !
Забыли пароль !
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Нарочно
 Случайная деталь!
 Правила использования
 Архивариусы Курдипедии
 Ваше мнение
 Пользователь коллекций
 Хронология событий
 виды деятельности - Курдипедиа
 Помощь
Новый элемент
библиотека
КУРДСКИЙ ЯЗЫК (Диалект корманджи)
20-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
библиотека
ИСТОРИЯ ЭТНОСОВ КАЗАХСТАНА (1991–2016 гг.)
17-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
биография
НУРЕ ДЖАВАРИ
13-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
биография
Георгий Мгоян
01-02-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
биография
Победоносцева Кая Анжелика Олеговна
29-01-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
биография
Пашаева Ламара Борисовна
18-01-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
библиотека
КАВКАЗСКIИ КАЛЕНДАР НА 1856 годь
28-11-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
библиотека
Участие курдов в Великой Отечественной войне 1941 — 1945 гг
17-11-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
биография
Чатоев Халит Мурадович
17-11-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
библиотека
КУРДЫ СОВЕТСКОЙ АРМЕНИИ: исторические очерки (1920-1940)
17-11-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Статистика
Статьи 524,223
Изображения 106,134
Книги pdf 19,755
Связанные файлы 99,212
видео 1,439
Языки
کوردیی ناوەڕاست 
300,622

Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,757

هەورامی 
65,719

عربي 
28,771

کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,198

فارسی 
8,374

English 
7,161

Türkçe 
3,568

Deutsch 
1,456

Pусский 
1,121

Française 
321

Nederlands 
130

Zazakî 
84

Svenska 
56

Հայերեն 
44

Español 
39

Italiano 
39

لەکی 
37

Azərbaycanca 
20

日本人 
18

עברית 
14

Norsk 
14

Ελληνική 
13

中国的 
11

биография
ВАСИЛЬЕВА ЕВГЕНИЯ ИЛЬИНИЧНА
биография
ВАЗИРИ НАДЫРИ
биография
СИМА СEМEНД
биография
РУДEНКО МАРГАРИТА БОРИСОВНА
биография
Джангир ага Хатифов
Kurdên Batûmê
Курдипедия — крупнейший многоязычный источник курдской информации!
Категория: Статьи | Язык статьи: Kurmancî - Kurdîy Serû
Делиться
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Рейтинговая статья
Отлично
очень хороший
Средний
неплохо
плохой
Добавить в мои коллекции
Ваше мнение о предмете!
предметы истории
Metadata
RSS
Поиск в Google для изображений, связанных с выбранным элементом !
Поиск в Google для выбранного элемента !
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Kurdên Batûmê

Kurdên Batûmê
=KTML_Bold=Kurdên Batûmê=KTML_End=
#Rohat Alakom#
#19.09.2020#
Batûma ku wek mexreca Kurdistanê hatiye dîtin, bona kirîn û firotina ligel welatên derve wek hewcedariyekê hatiye dîtin. Rûsya li dijî vê pêşniyarê derketiye û gotiye ku erdê Batûmê yê wan e.
Batûm bajarekî Gurcistanê ye ku li qiraxê Behra Reş e. Di Kurdî de carina wek Batim derbas dibe. Ev bajara ji sala 1564an heta 1878an ji 300 salan zêdetir di nav sînorê Osmanî de cih girtiye. Piştî Şerê 1877-1878 dikeve destê Rûsan. Osmanî di vî şerî de mecbûr man ku tezmînateke (cirm) mezin a şer bidine Rûsan. Dema Osmaniyan mêze kir ku ew nikarin bidin, li şûna vê tezmînatê, wek bedel #Qers#, Erdexan û Batûm ji Rûsyayê re hîştin. Vê rewşê qasî 40 salan heta sala 1918 berdewam kir. Bi zimanê Osmanî ji van hersê bajaran re Elwiye-i Selâse hatiye gotin û bûye mijara gelek nîqaşan.

Di sala 1920an de piştî guhartina rewşa herêmê Qers û Erdexanê careke din bûne erdê Tirkiyeyê û Batûm jî ji Rûsyayê re ma. Dema Batûm perçeyekî Rûsan e, hejmara Kurdên misilman li wir her diçe kêm dibe. Beşek ji wan tên li çend bajarên Osmanî cih dibin wek Samsun û Tokatê. Angorî Salnameya Qafqasê ya sala 1908an qasî 3000 Kurd li herêma Batûmê diman. Angorî jimara nifûsê di sala 1939an de li herêma Acara ku Batûm li wir dima qasî 6000 Kurd hebûne. Bajar li hêla Acarayê dimîne ku niha herêmeke Gurcistanê pêk tîne. Nifûsê bajarê Batûmê 190 hezar kes tê hesibîn.
=KTML_Bold=BATÛM: BENDEREKE SERBEST BONA KURDISTANÊ=KTML_End=
Piştî hilweşandina Împaratoriya Osmanî çawa tê zanîn di sala 1920an de tam berî 100 salan li Fansayê Peymana Sewrê tê îmzekirin. Berî vê gelek hevdudîtin û konferans pêk tên. Dema Konferansa San Remoyê piştî Şerê Cîhanê yê Yekem li Îtalyayê civiya yek ji wan mijarên ku hatine nîqaşkirin jî qedera Kurdistanê bûye. Rojnameyên bi tarîxa 20/4 1920 diyar dikin ku di konferansê de pirsgirêka Kurdistanê jî hatiye nîqaşkirin. Bona ku Kurdistan ji derve re vebe tê gotin ku bendera Batûmê wê bibe xweyê statûyeke serbixwe û serbest. Batûma ku wek mexreca (dergehê derketinê) Kurdistanê hatiye dîtin, bona kirîn û firotina ligel welatên derve wek hewcedariyekê hatiye dîtin. Nûçeyeke din dinivîse ku Rûsya li dijî vê pêşniyarê derketiye û gotiye ku erdê Batûmê yê wan e. Wek tê zanîn Împaratoriya Rûsyayê ew devera berê dagir kiribû. Rojnameya 'Svenska Dagbladet' dinivîse ku pirsgirêka Kurdistanê çareser bûye. Komîsyonek wê bê şandin bona ku rewş û mercên Kurdistanê di cih de lêbikole. Di nûçeyeke din de hatiye nivîsîn ku bona Kurdistanê xwemuxtarî hatiye pêşniyarkirin û karên di vî warî de berdewam in. Komîsyoneke ji sê kesan pêkhatî (Îngîltere, Fransa û Îtalya) wê saz bibe, navenda wê li Stembolê. Gelê Kurd di nav demekê de dikare ji Yekîtiya Neteweyan daxwazê bike bona serxwebûnê.
=KTML_Bold=KOÇBERIYA KURDAN BER BI BATÛMÊ=KTML_End=
Piştî Şerê Çaldiranê Osmaniyan Kurdên sunnî di sedsala 16an de li bakurê Ahiska û Batûmê li herêmeke bi navê Kakhaberê cîwar kirine. Lêkoler dibêjin ku di sala 1944an de Stalin ev Kurdên Kakheberê sirgûnî Kirgizistan û Sibiryayê kirine. Di straneke bi navê Xatê Xanûm de wiha tê gotin:
Wezê bidime te du sê zêrên memudîye
Go, bê qetera deva Batimêye (Batûm)
Navra sora di palêye
Keriyê qerqaş donzde tîra di mexelê
Revê hespa di adêye.
Di folklora Kurdî de jî carina mirov rastî navê Batûmê tê, wek Batim jî derbas dibe. Eger mirov di vî warî de lêkolîneke fireh pêk bîne belkî rastî agahî û zanyariyên din jî bê. Yek ji wan stranên Radyoya Erîvanê ku dengbêja Kurd Kubara Xido dibêje, strana bi navê Hesûkê ye. Di rêzeke vê stranê de wiha tê gotin: 'bilivin em herine Batûmê.
=KTML_Bold=ZIMANÊ KURDÊN BATÛMÊ=KTML_End=
Piraniya Kurdên Batûmê zaravayê Kurmancî dipeyîvin. Beşek ji wan jî Kurdên Êzdî ne, li bajarên Tiflis, Rustavi, Batûm û Telavî dijîn. Dema zimanzanê Kurd Qanadê Kurdo di sala 1939an de diçe seredana Kurdên Batûmê bona lêkolînên zaravayên Kurdî, ew li wir gundekî bi navê 'Gundê Kurdên Zaza' keşif dike. Angorî Qanadê Kurdo li wir zaravayê Zazakî (Dimilkî) dihate peyivîn û li wî gundî qasî 25 malbatên Kurd hebûne. Qanadê Kurdo di sala 1985an de di derbarê vî gundî de wiha dibêje: “Sala 1939 min ev qisên jêrîn ji zarê du xortên Zaza nivîsîne. Wî wextî Zaza li perê (qeraxê) Batûmê, li aliyê roavayê, du kîlometir nêzîkî Batûmê li gundekî de dijîn, wî wextî ji wan re digotin Gundê Kurdên Zaza, qasî 25 mal di wî gundî hebûn. Niha dibêjin, ew gund bûye pareke bajarê Batûmê, li şûna wî xanmanê 6-7 qatî çêkirine, Zaza belav bûne. Hinek ji wan çûne ketine nav gundên Acaran, Gurcan, hinek jî li Batûmê de mane, ketine ser xebata li nav şeher. Niha ez haj wan nînim, çi hatiye serê wan, bi çi îş û karî ve mijûl in, kes tiştekî nizane, li nav 46 salan de gelek tişt hatiye guhastinê”. Lêkolînên Qanadê Kurdo di derbarê zaravayê Zazakî de di sala 2016an de wek pirtûk tê weşandin. Di vê pirtûkê de dema ew gramera vî zaravayê Kurdî nîşan dide, carina nimûneyên xwe ji devoka Kurdên Batûmê pêşkêş dike.

Wek mînak înformatorekî wî wiha gotiye: 'Ez nêzana kengê ma ze Romêra ameîma' (Kurmancî: Ez nizanim, kengî em ji Romê hatine). Ev agahiya kurt ji aliyekî de nîşan dide ku Kurd ji berê de li herêmê hebûne. Ev Kurdan hemû di sala 1944an de dema Şerê Cîhanê yê Duwem de sirgûnî komarên Asiya Navîn dibin. Di malperake Kurd de bi zimanê Tirkî nivîseke balkêş bi navê 'Ev Kurdên Smaîlkî Kî Ne?' hatiye weşandin. Ev Kurdên li komarên Kirgizistan û Qazaxistanê dijîn. Kurmancên li derdorên wan ji wan re 'Cêc' dibêjin û ew jî Kurmancan re 'Kocum' dibêjin. Ew nizanin ev peyv ji ku derê tên. Li Serhedê li herêma Qersê dema kesek ji zimanê yê din fam neke û zimanan tevlihev bike jê re dibêjin 'Filankes cêc e'. Belkî jî wan ji ber cihêbûna zimanê xwe ji aliyê kesên din ve bi vî navî hatine navandin. Li aliye Agiriyê jî dema yek di derbarê yekî de yan jî şêniyê deverekê de tiştekî neçê bêje peyva 'cêc' bi kar tînin, wek mînak 'Cêcê Eleşgirtê'. Di nav wan de kesên kal û pîr ji xwe re 'Simaîlkî' jî dibêjin. Bi giştî wek Kurdên Batûmê tên nasîn. Ev kesên ku wek 'Cêc' yan jî 'Simaîlkî' tên nasin wisa xuya dibe piştî sirgûnê careke din jî venegeriyane. Nifûsê wan qasî 17 hezaran tê hesibîn. Zimanê wan nêzîkî Zazakî ye, lêbelê ew nizanin ji kîjan dever û herêma Kurdistanê hatine Batûmê.
=KTML_Bold=KURDÊN BATÛMÊ DERBASÎ NAV TIRKIYÊ DIBIN=KTML_End=
Di van salên dawîn de diyar bû ku li gelek cih û navenden bakurê Tirkiyê gundên Kurdan hene. Wek mînak li derdorê bajarê Samsûnê ji dehan zêdetir gundên Kurdan berî salan ava bûne. Kesekî ku di derbarê van gundan de agahiyan pêşkêş dike di cihekî de dibêje ku gelek kesên ji gundê Corakê, tê gotin ku hela hê tapûyên erdên wan yên ku li bajarê Batûmê mane, hene. Corak li ser qezaya Bafrayê ye. Li gundekî din yê Samsûnê bi navê Derekoyê jî Kurdên ku ji Batûmê hatine lê dijîn. Heta niha ew li vir qasî 130 salan ligel cînarên xwe di nav aştiyê de jiyane. Navê Kurdên Batûmê ku hatine van deverên Tirkiyê, carina di berhemên edebî de jî derbas dibin, wek mînak di romaneke Behzat Ay de dema Rasim Axa qala gundê xwe dike, ew dibêje ku Kurdên Batûmê jî paşê ligel Gurciyan koçberî gundê wan kirine. Bûyerên romanê li hêla gundên qezaya Bafrayê (li ser Samsunê ye) derbas dibin. Bi kurtî gelek kesên ku koçî bakurê Tirkiyê kirine bi navê Kurdên Batûmê hatine binavkirin.
=KTML_Bold=DANASÎNEKE KURDÊN BATÛMÊ=KTML_End=
Heta niha di derbarê Kurdên Batûmê de lêkolîneke fireh nehatiye nivîsîn. Yek ji wan lêkolerên Sovyeta Kevn Memoyê Xalit (1938-1991) di rojnameya 'Rêya Teze' de nivîseke kurt bi navê 'Kurdên Batûmê û Pêştaçûyîna Wan' di derbarê Kurdên Batûmê de weşandiye. Angorî Memoyê Xalit, gelek Kurdên ku di salên 1914-1918an de piştî Şerê Cîhanê yê Yekem koçî Gurcistan û Ermenistanê kirine, demekê şunda berê xwe dane Batûmê, çûne li wir mane. Erdê Batûmê erdekî gelek adan e. Memoyê Xalit diyar dike ku di nav bajêr de qasî 30 malbatên Kurd hene ku bi kar û xebatên gelekî cihê re mijûl dibin. Ew di vê nivîsa xwe de çend malbatên Kurd ku li Batûmê dijîn dide nasîn. Yek ji wan malbata Cimşîdê Nado ye ku heft zarokên wî xwendina bilind qedandine. Nivîskar bi yek ji wan keçikên wî ya bi navê Nazê re dizewice ku di Unîversîteya Batûmê Fakûlteya Edebiyatê de Zimanê Rûsî û Almanî xelas kiriye. Paşê qala malbata Letîfê Bedo û Efoyê Hesen dike ku di nav halxweşiyê de dijîn. Memoyê Xalit di demeke gelek zû de, di sala 1991an de di qezayeke trafîkê de can dide. Eger ew bijiya bêgûman îro belkî di derbarê Kurdên Batûmê de me dikaribû em bibin agahiyên gelekî berfireh.

Yek ji wan keçên Kurd ku di salên 1980yê de di warê atletîzmê de navdar bûye Marina Têlman Xelîlova ye. Ew di sala 1961an de li bajarê Batûmê hatiye dinê. Tevî gelek pêşbaziyên atletîzmê bûye. Ne tenê li komarên Sovyetê her wiha çûye çend welatên Ewropa û Afrîkayê, di vî warî de jêhatîbûn û zîrektiya xwe nîşan daye.
=KTML_Bold=KNUT HAMSUN RASTÎ KURDÊN BATÛMÊ TÊ=KTML_End=
Nivîskarê Norwêçî yê navdar Knut Hamsun (1859-1952) cara yekem di sala 1899an de dema bi jina xwe ya yekem li Qafkasyayê, Îranê û Tirkiyeyê maye, li van deveran rastî Kurdan jî hatiye. Wek tê zanîn wî di sala 1920an de Xelata Nobelê ya Edebiyatê wergirtiye. Di gernameyên xwe de navê Kurdan dide, wan bi kurtî be jî dide nasandin. Knut Hamsun berî ku vegere welatê xwe, ew rastî Kurdên Batûmê û keriyên pezê wan tê. Hamsun wê demê carekê nexweş dikeve û dixwaze ji xwe re dermanekî peyda bike. Lêbelê tu tiştek êşa wî nade sekinandin. Knut Hamsunê dema di vê rewşa nebaş de ye, di cihekî gernameya xwe de ji nişkêva wiha dibeje: “Divê ez ji vî cihî dûr bikevim berî ku ez her tiştî bibînim, herim nav daristanê û maleke Kurd bibînim”. Gelo çima wê demê maleke Kurd tê bîra Knut Hamsun? Hevgirêka van gotinên nediyar û bêbersîv, bêguman hewas û meraqa me ya di derbarê Hamsun de hîn jî zêdetir dike. Lêbelê em ji notên gernameya Hamsun (1903) derdixin ku Kurd hê berî salên 1918an li vir bûne, gundên wan li Batûmê hebûne, aboriya xwe bi xweyîkirina heywanan rêve birine. Piştî van nêrînan derdikeve holê ku Kurd him di nav bajarê Batûmê de û him jî li dora bajêr xweyê gundan bûne. Hatina wan jî ne di carekê de, wisa xuya dibe ku di demên cihê de li pey hev pêk hatiye. Angorî lêkoler Memoyê Xalit Kurd di salên 1918an de hatine Tiflîsê û ji wir jî paşê barî Batûmê kirine.
=KTML_Bold=KURDÊN KU RÊYA WAN LI BATÛMÊ KETINE=KTML_End=
Dema em li çavkaniyan dinêrin em dibînin ku di dîrokê de carina hin Kurd hatine Batûmê û demekê li wir mane. Yek ji wan Akifê Wanî ye. Lêkolerê Kurd Abdurrahman Adak dema li ser wergerên Tirkî yên destana Mem û Zîn disekine, di cihekî de dibêje ku yek ji wan kesan ku ev destan wergerandiye Tirkî Akifê Wanî ye. Di sedsala 19an de wek burokratekî hatiye nasîn û demekê li Batûmê maye. Angorî Jaba: “Piştî demekê Akifê Wanî bûye muteserifê Batûmê û di sala 1863yan de bêyî ku wergera xwe xilas bike li wê derê koçî dawî kiriye”. Seîd Kurdî dema di sala 1910an de ji Rûsyayê vedigere, ji Stembolê li ser Batûmê re tê Wanê. Yek ji wan Kurdan jî Ebdurezzaq Bedirxan e ku rêya wî li Batûmê ketiye.
=KTML_Bold=HIN BÛYER LI HERÊMÊ=KTML_End=
Rojnameyên biyanî di sedsalên kevin de diyar dikin ku herêma Batûmê û dorberê wê; ji aliyê keleş û zorbemêrên Kurd ve hatine girtin, pêkol û kontrolkirin. Car caran navê Kurdan tevî bûyerên wek talankirin, şêlandin û revandina keçan bûne. Dema komeke turîstên Îtalî ji Batûmê dixwaze here Qafqasyayê bûyerek tê serê wan. Di nav komê de keçeke xweşik bi navê Teresa Crowler hebûye ku li Îngîltereyê hatiye dinê. Di rê de rastî Kurdekî tên ku navê wî Ben Asar bûye. Ew dibe evîndarê vê keçikê û wê direvîne. Lêbelê keçik dema firsendê dibîne li hespekî siyar dibe direve. Paşê bi alîkariya şivanekî digihêje koma hevalên xwe. Nûçegihanekî Îngîlîz di sala 1855an de li Batûmê rastî Kurdekî tê. Kincên wî Kurdî bala wî dikşîne. Bi destan wêneyekî wî çêdike. Bi alîkariya wergêrekî bi wî Kurdî re sohbet dike. Paşê derdikeve holê ku karê vî zorbemêrê Kurd, talan û kuştin e.
=KTML_Bold=ENCAM=KTML_End=
Di derbarê Kurdên Batûmê de çawa xuya dibe agahî û zanyariyên hûralî li ber destên me tunene. Bi saya lêkoler Qanadê Kurdo, Memoyê Xalit û çend çavkaniyên biyanî em ji hebûna wan agahdar dibin. Ez hêvî dikim ku lêkolînên di derbarê hebûna Kurdên li vî bajarê xweşik de, di pêşerojê de zêdetir bibin.

Ev nivîs cara yekem di ‘Nûbiharê’ de hatiye weşandin.[1]
Этот пункт был написан в (Kurmancî - Kurdîy Serû) языке, нажмите на значок , чтобы открыть элемент на языке оригинала!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Эта статья была прочитана раз 703
Хэштег
Источники
[1] Веб-сайт | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.gazeteduvar.com.tr
Связанные предметы: 7
библиотека
биография
Даты и события
Изображение и описание
Статьи
Категория: Статьи
Язык статьи: Kurmancî - Kurdîy Serû
Дата публикации: 19-09-2020 (4 Год)
Классификация контента: отчет
Классификация контента: Исследование
Классификация контента: География
Страна - Регион: Грузия
Тип документа: Исходный язык
Тип публикации: Цифровой
Технические метаданные
Параметр Качество: 99%
99%
Эта запись была введена ( سارا ک ) в 13-07-2024
Эта статья была рассмотрена и выпущена ( Хавре Баххаван ) на 17-07-2024
Эта статья была недавно обновлена ​​( Хавре Баххаван ) на: 13-07-2024
URL
Этот пункт в соответствии со стандартами Курдипедии pêdiya еще не завершен!
Эта статья была прочитана раз 703
Прикрепленные файлы - Version
Тип Version Редактирование имени
Фото файл 1.0.182 KB 13-07-2024 سارا کس.ک.
Kurdipedia является крупнейшим источников информации курдским курдам!
биография
Джангир ага Хатифов
библиотека
КУРДСКИЙ ЯЗЫК (Диалект корманджи)
Статьи
Саратовский Курдистан
биография
Мусаелян Жаклина Суреновна
Статьи
V. МЕЖДУНАРОДНЫЙ КУРДСКИЙ СИМПОЗИУМ Мела Махмуд Баязиди & Август Жаба и их наследие
Изображение и описание
Кочевники огня из Месопотамии (1908)
Изображение и описание
Шейх Aбдель- салям Барзани с вице-консулом России в Урмии Н.М. Кирсановым 1914
библиотека
КУРДЫ СОВЕТСКОЙ АРМЕНИИ: исторические очерки (1920-1940)
Изображение и описание
Сыканье (1907 г.)
Археологические места
Замок Срочик
Статьи
Курды в Великой отечественной войне: краткий очерк
биография
Омархали Ханна Рзаевна
биография
Аристова Татьяна Фёдоровна
Статьи
Издательский дом (Зангезур) в Кыргызстане
библиотека
ИСТОРИЯ ЭТНОСОВ КАЗАХСТАНА (1991–2016 гг.)
библиотека
Участие курдов в Великой Отечественной войне 1941 — 1945 гг
биография
Чатоев Халит Мурадович
биография
Пашаева Ламара Борисовна
биография
ХАРИС БИТЛИСИ - Idris Bitlisi
библиотека
КАВКАЗСКIИ КАЛЕНДАР НА 1856 годь
Изображение и описание
Курдянки В Национальных Костюмах 1928
Статьи
Палестина и Курдистан: партизанская дружба
биография
ОЛЬГА ИВАНОВНА ЖИГАЛИНА
Изображение и описание
Тбилиси (1903 г.)
биография
Демирташ Селахаттин
биография
Георгий Мгоян

Действительный
биография
ВАСИЛЬЕВА ЕВГЕНИЯ ИЛЬИНИЧНА
23-11-2013
Хавре Баххаван
ВАСИЛЬЕВА ЕВГЕНИЯ ИЛЬИНИЧНА
биография
ВАЗИРИ НАДЫРИ
24-11-2021
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ВАЗИРИ НАДЫРИ
биография
СИМА СEМEНД
29-11-2021
ڕاپەر عوسمان عوزێری
СИМА СEМEНД
биография
РУДEНКО МАРГАРИТА БОРИСОВНА
04-12-2021
ڕاپەر عوسمان عوزێری
РУДEНКО МАРГАРИТА БОРИСОВНА
биография
Джангир ага Хатифов
30-08-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Джангир ага Хатифов
Новый элемент
библиотека
КУРДСКИЙ ЯЗЫК (Диалект корманджи)
20-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
библиотека
ИСТОРИЯ ЭТНОСОВ КАЗАХСТАНА (1991–2016 гг.)
17-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
биография
НУРЕ ДЖАВАРИ
13-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
биография
Георгий Мгоян
01-02-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
биография
Победоносцева Кая Анжелика Олеговна
29-01-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
биография
Пашаева Ламара Борисовна
18-01-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
библиотека
КАВКАЗСКIИ КАЛЕНДАР НА 1856 годь
28-11-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
библиотека
Участие курдов в Великой Отечественной войне 1941 — 1945 гг
17-11-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
биография
Чатоев Халит Мурадович
17-11-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
библиотека
КУРДЫ СОВЕТСКОЙ АРМЕНИИ: исторические очерки (1920-1940)
17-11-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Статистика
Статьи 524,223
Изображения 106,134
Книги pdf 19,755
Связанные файлы 99,212
видео 1,439
Языки
کوردیی ناوەڕاست 
300,622

Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,757

هەورامی 
65,719

عربي 
28,771

کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,198

فارسی 
8,374

English 
7,161

Türkçe 
3,568

Deutsch 
1,456

Pусский 
1,121

Française 
321

Nederlands 
130

Zazakî 
84

Svenska 
56

Հայերեն 
44

Español 
39

Italiano 
39

لەکی 
37

Azərbaycanca 
20

日本人 
18

עברית 
14

Norsk 
14

Ελληνική 
13

中国的 
11

Kurdipedia является крупнейшим источников информации курдским курдам!
биография
Джангир ага Хатифов
библиотека
КУРДСКИЙ ЯЗЫК (Диалект корманджи)
Статьи
Саратовский Курдистан
биография
Мусаелян Жаклина Суреновна
Статьи
V. МЕЖДУНАРОДНЫЙ КУРДСКИЙ СИМПОЗИУМ Мела Махмуд Баязиди & Август Жаба и их наследие
Изображение и описание
Кочевники огня из Месопотамии (1908)
Изображение и описание
Шейх Aбдель- салям Барзани с вице-консулом России в Урмии Н.М. Кирсановым 1914
библиотека
КУРДЫ СОВЕТСКОЙ АРМЕНИИ: исторические очерки (1920-1940)
Изображение и описание
Сыканье (1907 г.)
Археологические места
Замок Срочик
Статьи
Курды в Великой отечественной войне: краткий очерк
биография
Омархали Ханна Рзаевна
биография
Аристова Татьяна Фёдоровна
Статьи
Издательский дом (Зангезур) в Кыргызстане
библиотека
ИСТОРИЯ ЭТНОСОВ КАЗАХСТАНА (1991–2016 гг.)
библиотека
Участие курдов в Великой Отечественной войне 1941 — 1945 гг
биография
Чатоев Халит Мурадович
биография
Пашаева Ламара Борисовна
биография
ХАРИС БИТЛИСИ - Idris Bitlisi
библиотека
КАВКАЗСКIИ КАЛЕНДАР НА 1856 годь
Изображение и описание
Курдянки В Национальных Костюмах 1928
Статьи
Палестина и Курдистан: партизанская дружба
биография
ОЛЬГА ИВАНОВНА ЖИГАЛИНА
Изображение и описание
Тбилиси (1903 г.)
биография
Демирташ Селахаттин
биография
Георгий Мгоян
Folders
биография - пол - Мужские биография - нация - курд Статьи - Страна - Регион - Северного Курдистана Статьи - Страна - Регион - Западного Курдистана библиотека - Страна - Регион - бывшего Советского Союза и Россия Статьи - Страна - Регион - бывшего Советского Союза и Россия Статьи - Страна - Регион - Курдистан биография - Люди типа - Писатель библиотека - Тип документа - Исходный язык Статьи - Тип документа - Исходный язык

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| контакт | CSS3 | HTML5

| Время создания страницы: 0.641 секунд!