Ev jî dibe şaşitiyek ku zarok ji wan wêneyan bireve. Ji ber ku wênevan ev wêne ji derekê girtî ye ango nehatiye afirandin paşê wênevan hinekî guhertinan li ser çêdike û dibêje qediyaye, lewma tu girêdan di navbera nivîs û wêneyê de namîne.” (Mihemed Mimerî, Rexne li ser çîrokên zarokan, Malpera: Dunya Weten, 2010.)
Hîngê divê em vê pirsê bipirsin, gelo dema ku nivîskarê çîrokên zarokan çîrokekê dinivîsîne, dizane ku çi peyv û çi xeyal guncavî temenê zarokan e? Gelo wênevan dizane çi karakter û reng ji bo xêzkirina temenê zarokan pêwîst e? û dizane divê çîrokên zarokan bi çi şêwazî bin?
Dîsa em di çîrokên Serê Şevê Çîrokek, Selîm Temo de dibînin ku 31 çîrok di hundirê pirtûkekê de hatine komkirin, nivîs bi tîpên pir hûr û paragraf û rêzên xêzan bi hev re zeliqî ne ango pir nêzikî hev in. Gelo zarok wê çi ji vê çîrokê fêm bike? Gelo dikare bixwîne? Lê gava em didin dest zarokekê/î çawa lê dinêre, pirtûkê davêje.
Dîsa jî gava me ji zarokên Pêşdibistana (keskesora Alan a Kobanê) ji (Şahoz Elî, Mîrxaz Teyfûr, Şîrîn Dawid û çend zarokên din)( Pêşdibistana keskesora Alan, Kobanî, 2020) ku temenê wan ji 5 heta 10 salî ne, çîroka bi navê Mîro Paqijiyê dike ya Mem Bawer ji wan re xwend:
“Sîmoreyê got: Na, min diranên xwe firçe nedikirin.
Soro got: “Wê çaxê diranên te kurmî bûne.”(Mem Bawer, Mîro Paqijiyê dike, r.22.23, Hîva, 2014)
Em bala xwe bidin van hevokan, gava ku me ji zarokan re ev hevok tevî wêneyê xwendin, hemûyan ev pirs kirin. “Ka çima di wêneyî de diranên kurmîbûna Sîmoreyê nexuya ye?”
Her weha em bala xwe wêneyeke din ji heman çîrokê tevî wêneyê
“Çûn gulfiroş û ji sîmoreyê re qevda nêrgizan û dawiyê jî hinek gwîz standin. Û her çar heval rasterast bi aliyê mala sîmoreyê ve çûn” (Mem Bawer, Mîro Paqijiyê dike, (r.18.19), Hîva, 2014.)
Di vir de derbas dibe ku dê hevalên Sîmoreyê ji ber nexweşiya wî ya diranan jê re qevdek nêrgiz û hinek gwîz bistînin, wekî nivîs derbas dibe. Di vê wêneyê de tenê rengê gulan û hevalan xuya ye. Lewma dîsa zarok ji me pirsî: “Ka di wêneyî de gwîz tune ye?”
Ev gotar dê berdewam be…[1]