Kurd û Qonaxa Piştî DAIŞê
Nêçîrvan Rojava
“Rêxistina radîkal (#DAIŞ# ) dixwest ku şaristaniya me tune bike, lê em bi yekîtiya xwe bi ser ketin”.
Bi vê gotinê, Serokwezîrê Iraqî Heyder El-Ebadî; hilweşîna DAIŞ’ê wekî rêxistineke leşkerî ya bisazûmen , ragihand. Di heman demê de Rûsyayê, dawiya DAIŞ’ê li Sûryayê ragihand, anku pela DAIŞ’ê weke hebûneke leşkerî û xwedî proje, li Rojhilata Navîn hate tewandin.
Aniha çav jî li ser qonaxa piştî DAIŞ’ê ne, ku gelek civîn, hevdîtin û amadekarî ji bo sazkirina zemînekê ji danûstandinên Rêjîm û Rikberiya Sûrî re, tên kirin.
Qonaxa çareya polîtîkî hil dibe.
Rûsya, aliyekî mezin ji van amadekariyan digire ser milê xwe, bo lidarxistina Sûçî.
Aniha Rûsya ji hemî aliyên polîtîkî dixwaze ku nihanan (Tenazulat) bikin, da bigihêjin rêkeftinekê ku aloziyên Sûryayê pê çare bibin.
Daxwaza Rûsyayê ya navborî, her wiha weke nameyeke veşartî ji rêjîma Sûrî re ye, ku ew jî derbasdarîkirina wan nihanan e.
Sûçî dê li gor biryarên Cinêvê çareyeke berdewam be, ew jî li gorî ku Rûsya da xuyakirin.
Ev jî diyar dike ku hîn Amerîka li qada Sûrî bizava xwe berdewam dike, tevî ku Rûsya dixwaze xwe bike xwediya çareyê; lê hîn di bin sîwana Cinêvê de tevdigere. (Anku ne dûr ji nerîna Amerîkî)
Piştî ku DAIŞê gelek wêran bi serê gelên herêmê de anîn, êdî ji rojeva cîhanî derket û di dîroka Rojhilata Navîn de bû rûpeleke reş a tewandî.
Di hindurê vê tevgera bilez de, gelo Kurd li kû derê cihê xwe digirin? . Tê dîtin ku Kurd ta niha û tevî kontrolkirina zêdeyî 30% ji zemîna Sûrî, hîn bi fermî weke şandeyekê ku doza kurdî gengeşe bike, beşdarî civînan nebûye.
Kesên ku beşdar dibûn jî ancax dikarîn nûnertiya malbata xwe bikin(?) Û bê ku bi taybetmendiyeke Kurdî guftûgoyan bikin.
Di dema dawî de û piştî pêşketina têkiliyên HSD’ê bi herdu hêzên navdewletî Rûsya û Amerîka re (Ta asta hildana aleya YPG’ê bi aleya Rûsî re); dibêtiyeke mezin tê nîşankirin ku êdî Kurd bi navê Federaliya Bakurê Sûryayê beşdarî danûstandinan bibin.
Egera vê beşdarbûnê xurtir dibe dema ku mirov li hin tiştan dinêre; ew jî serkeftina hilbijartinên encûmenên xwecihî yên ku berî demeke kurt li Rojava saz bûn, û hejmareke mezin ji gel tevlî bû ku asta tevlîbûnê gihaşte 67% li gorî Encûmena Jorîn a Hilbijartinan.
Li gel seredana şandeyên Perlemana Başûrê Kurdistanê û hin rêxistinên navdewletî ku teşeyek ji rewabûnê li wan hilbijartinan kir. Ev sekeftin dergeha tevlîbûna civînan dikare veke, lê belê hêj jî aliyekî din ji tevgera Kurdî bê helwest tê xuyakirin.
Dibe ku hin daxuyaniyên PKK’ê li ser mijara rûniştina bi PDK’ê re û gihaştina çareyekê ji rewşa Kurdî bi giştî re, bandorekê li aliyên polîtîkî li Rojava bike, ku awayek ji nêzîkatiyê di navbera wan de çêbe û nerîn heya astekê ji hev nêz bibin. Lê belê dem dibore û Kurd aniha pêwîstiya wan bi daneheva mala Kurdî heye bêtir ji çi demê, ku cihekî xwe li gorî azwerên gelê Kurd di qonaxa nû de bigirin.
Weke me got, Amerîka ji rewşa Sûrî bi taybet û rewşa Rojhilata Navîn bi giştî dûr neketiye.
Û ragihandina Trump ji Orşelîmê re (Qudis) wekî peytexata Israîlê ye, vê yekê tekez dike.
Ev gav, dibe ku di dîmenê Rojhilata Navîn de bibe destpêkek ji hin guhertinên ji kok ve, û terazûya hêzan ji nû ve saz bike.
Pirsa balkêş jî ew e, Gelo dê helwesta Ereban ji vê gavê çi be?
Sûrî û Rojavayê Kurdistanê, dê ji van guhertinan ne dûr bin. Lewre di vê rewaşa hestyar de pêwîst dike ku Kurd bijardeyên xwe bi hûrbînî di ber çavan re derbas bikin û sûd ji serhatiyên xwe bigirin ku ya dawî ji wan rûdana li Kerkûkê bû, da ku heman janê jiyan nekin û mafên xwe bi dest bixin.[1]