Kirjasto Kirjasto
Haku

Kurdipedia on suurin monikielinen lähteistä kurdien tietoja!


Search Options





Tarkennettu haku      Näppäimistö


Haku
Tarkennettu haku
Kirjasto
Kurdi nimet
Tapahtumien aikajärjestys
Lähteet
Historie
Käyttäjän Kokoelmat
Aktiviteetit
Etsi Apua?
Julkaisu
Video
Luokitukset
Satunnainen erä!
Lähetä
Send artikkel
Send bilde
Survey
Palautetta
Yhteystiedot
Millaista tietoa tarvitsemme!
Standardit
Käyttöehdot
Tuote Laatu
Työkalut
Noin
Kurdipedia Archivists
Artikkeleita meille!
Lisää Kurdipedia sivustoosi
Lisää / Poista sähköposti
Vierailijat tilastot
Erätilastot
Fonter Kalkulator
Kalenterit Muunnin
Kielet ja murteet sivut
Näppäimistö
Kätevä linkit
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Kielet
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Tilini
Kirjaudu sisään
Jäsenyys!
Unohtuiko salasana!
Haku Lähetä Työkalut Kielet Tilini
Tarkennettu haku
Kirjasto
Kurdi nimet
Tapahtumien aikajärjestys
Lähteet
Historie
Käyttäjän Kokoelmat
Aktiviteetit
Etsi Apua?
Julkaisu
Video
Luokitukset
Satunnainen erä!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Palautetta
Yhteystiedot
Millaista tietoa tarvitsemme!
Standardit
Käyttöehdot
Tuote Laatu
Noin
Kurdipedia Archivists
Artikkeleita meille!
Lisää Kurdipedia sivustoosi
Lisää / Poista sähköposti
Vierailijat tilastot
Erätilastot
Fonter Kalkulator
Kalenterit Muunnin
Kielet ja murteet sivut
Näppäimistö
Kätevä linkit
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Kirjaudu sisään
Jäsenyys!
Unohtuiko salasana!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Noin
 Satunnainen erä!
 Käyttöehdot
 Kurdipedia Archivists
 Palautetta
 Käyttäjän Kokoelmat
 Tapahtumien aikajärjestys
 Aktiviteetit - Kurdipedia
 Apua
Uusi kohde
Elämäkerta
Sharaf Khan Bidlisi
02-08-2024
شادی ئاکۆیی
Tilastot
Artikkelit
  530,282
Kuvat
  107,431
Kirjat
  19,970
Liittyvät tiedostot
  100,891
Video
  1,470
Kieli
کوردیی ناوەڕاست 
302,903
Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,911
هەورامی 
65,838
عربي 
29,220
کرمانجی - کوردیی سەروو 
17,065
فارسی 
8,947
English 
7,404
Türkçe 
3,597
لوڕی 
1,691
Deutsch 
1,480
Pусский 
1,133
Française 
335
Nederlands 
130
Zazakî 
90
Svenska 
63
Հայերեն 
50
Español 
45
Italiano 
44
لەکی 
37
Azərbaycanca 
24
日本人 
20
中国的 
16
Ελληνική 
14
Norsk 
14
עברית 
14
Fins 
12
Polski 
7
Esperanto 
5
Ozbek 
4
Português 
3
Тоҷикӣ 
3
Hrvatski 
2
Srpski 
2
Kiswahili سَوَاحِلي 
2
ქართველი 
2
Cebuano 
1
ترکمانی 
1
Ryhmä
Fins
Kirjasto 
4
Artikkelit 
3
Tilastot ja selvitykset 
1
Elämäkerta 
1
Paikkoja 
1
Kuva ja kuvaus 
1
Kartat 
1
MP3 
323
PDF 
30,466
MP4 
2,394
IMG 
196,465
Kirjasto
Serhildan - Kurdien kansann...
Kirjasto
Layla
Kuva ja kuvaus
Talvimaisema kotiseudultani...
Elämäkerta
Sharaf Khan Bidlisi
Qedrî Can
Ryhmä: Elämäkerta | Artikkelit kieli: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Sijoitus Kohde
Erinomainen
Erittäin hyvä
Keskimääräinen
Huono
Huono
Lisää kokoelmiin
Kirjoita oma kommenttisi tuote!
Kohdetta historia
Metadata
RSS
Hae Googlella liittyviä kuvia valitun kohteen!
Hae Googlella valitun kohteen!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Cebuano0
Esperanto0
Fins0
Hrvatski0
Kiswahili سَوَاحِلي0
Norsk0
Ozbek0
Polski0
Português0
Pусский0
Srpski0
Тоҷикӣ0
Հայերեն0
ქართველი0
中国的0
日本人0

Qedrî Can

Qedrî Can
Jînenîgariya Qedrî Can
Çaxê mirov bixwaze lêkolînekê an nivîsandinekê li ser helbestvanekî an nivîskarekî çêbike, berî her tiştî, pêwîst e mirov, li nivîs û berhemên wî vegere û serpêhatiya jiyana wî nas bike, û li hin çavkanî û jêderan vegere. Wê gavê ez bawer im karê mirov wê tekûz û pir hêja be. Lê çaxê ku, tu nivîsandin li ser jiyana wî helbestvanî/nivîskarî tune bin, û berhemên wî, di kovar û rojnameyên ku di destpêka sala sîhî de derketibin û di yek pertûkê de nehatibin civandin, û tu çavkanî û jêder-pêvî çend gotarok- li ber destan tune bin, ez bawer im wê karekî ne pir hêsan be
Yek ji van helbestvanan helbestvanê me Qedrî can e. Berhemên Qedrî canî nehatibûn komkirin û li ser jiyana wî pir têvilî hebûn. Em bawer in nivîsên nivîskar ayîna hundirê wî ye. Berhemên Qedrî can rûpelin ji jiyana wî ne. Bi taybetî ew berhem û nivîsandinên ku mîna bîranînên zarotiyê bi awayekî çîrokî hatine nivîsandin. Di baweriya me de, çavkanî û jêderê rast û dirust berhem û nivîsên wî ne.
Qedrî can, ew bixwe ji xelkê Dêrika çiyayê Mazî ya paşroyê bajarê Mêrdînê ji Bakurê Kurdistanê ye.
Piraniya nivîskar û rewşenbîrên ku li ser jiyana wî nivîsandine, û bi taybetî li ser dîroka zayîna wî, ne wek hev gotine. Herdû nivîskarên Kurd M.Uzun û Firat Cewerî dibêjin:”Di sala 1919-an de hatiye dinê”, lê mamoste Izedîn Mistefa Resûl mîna Rewşen Bedirxan dibêje: ”Di sala 1916 -an de hatiye dinê”. Diyar e, ku mamoste Izedîn Mistefa Resûl ev dîrok ji pertûka Rewşenê (Rûpelin Ji Toreya Kurdî) wergirtiye. Rojnamevan Hesen Qeya di rojnameya (Dîmoqratî) û li ser zimanê malbata helbestvan gotiye:”Di sala 1911-an de hatiye dinê”, Nivîskar Edîb Nadir ew jî di gotara xwe de ya di kovara (Metîn) de daye belavkirin dibêje: ”…Qedrî can di sala 1911-an de hatiye dinê û di sala 1972-an de miriye”, lê nivîskar Silêman ‘Elî di gotara xwe de ya di rojnameya (Armanc) de hatiye belavkirin dibêje:” Qedrî Can di destpêka babilîska bîstan de hatiye dinê”, bê ku dîrokê bi cî bike, lê Perofesor Qenatê Kurdo di pertûka xwe de (Tarîxa Edebiyeta Kurdî) de, qet behsa dîroka zayîna wî nake.
Piştî tevgereke dûr û dirêj, û pirsîneke hûr û kûr, me du reşbelek li ser zayîna wî peyda kirin. Ev herdû reşbelek dudiliyê di vê mijarê de nahêlin û dîroka bûyîna Qedrî Can bi zelalî bi cî dikin, û li ber çavan diyar dikin. Reşbelekek jê (Wesîqeya jinanînê), û ya din (nasnameya xwendinê) ye. Di herdû reşbelekan de, bûyîna Qedrî can sala 1911-an bi cî dike.
Ji hêlekê din ve, me gotibû çîrokên Qedrî can rûpelin ji serpêhatiyên jiyana wî ne.
11721882_898510383537420_1497514478_n
Di sala 1943-an de, çîroka (Serencem), di rojnameya (Roja Nû) de hatiye nivîsîn, dibêje: ”…Serencam jî rûpelek ji wan pelan e… Berî bîst û pênc salan bû.. Bi meh û hefteyên xwe, bi şev û rojên xwe, bîst û pênc sal… Di nav hundirê mala me de, ji nişkave, hay û hoyek çêbû: birayê min Fethî, piştî …du sê rojan dimir…”. Li ser gotina Qedrî can, heger em bîst û pênc salan ji dîroka nivîsandina çîrokê hilînin, dîroka mirina birayê wî zelal dibe, ku di sala 1918-an de miriye. Li cihekî din ji çîrokê dibêje: “Her êvarên zivistanê…, ji zarokên mîna min şeş-heft salî, tije dibûn…” Heger dîsa em ji 1918-an dîroka mirina birayê wî Fethî, heşt salan bikujin, dîroka bûyîna wî ji me re zelal dibe, ku di sala 1911-an de hatiye dinê. Bi vê gotinê Qedrî can bixwe bûyîna xwe diyar dike û di tu reşiyê de nahêle.
Li vir gotina M.Uzun û F.Cewerî şaş derdikevin, û gotina Dr.Izedîn Mistefa Resûl û Rewşen Bedirxan jî şaş in . Ji ber ku zarokekî di temenê du salan de nikare vê bûyerê bîne bîra xwe û ne jî xwe navkoyê vê çîrokê diyar bike. Nemaze çaxê ku em dibînin Qedrî can di hejmara yekê de ji kovara HAWARê, ya ku di sala 1932-an de derdiket, gotarek daye weşandin. Di wê demê de, temenê wî bîst û yek salî bû. Heger em dîroka M. Uzun û Firat Cewerî rast bigrin, gerek temenê wî sêzde salî be çaxê di HAWARê de nivîsandiye. Ev jî ne rast e. Ji ber ku li gorî gotina hemû lêkolînvan û nivîskaran, nivîskarê herî biçûk yê di kovara HAWARê de nivîsandiye, Dr. Nûredîn Zaza ye, ne Qedrî can e. Lê li ser dîroka Izedîn Mistefa Resûl û Rewşen xanimê wê temenê wî şazde salî be dema di kovara HAWARê de nivîsîye. Ev jî ne rast e, ji ber ku di wê demê de bi Reşîdê Kurd re li Qonyayê dixwend.
Navê wî yê rast Ebdilqadir ‘Ezîz can e. Di nasnameya xwendevaniyê de hatiye; Qedrî ‘Ezîz can e. Navê diya wî ‘Eyşê ye. Ji xelkên Dêrika çiyayê Mazî ye. Di destpêka xortaniya xwe de tevlî tevgera welatparêzan dibe. Ji ber sedemên ramyarî dûrî welatê xwe dikeve. Berê xwe dide Binya Xetê. Di vî warî de, Cegerxwînê nemir di bîranînên xwe de dibêje:(.. Du xortên ciwan ji Kurdistana Turkiyê hatine Amûdê, xwendina xwe ya lîse xelaskiribûn, herdû xort Qedrî can û Reşîdê Kurd bûn”, ji hêlekê din ve hevalê wî Dr.Xalid Qotreş dibêje: ”Qedrî can ji ber sitema Turkan xwendina xwe nebir serî, di sala didiwan ji xwendina xwe (Mala Mamostan =Dar el-mû’elimîn) reviya û hate Sûriyê”. Lê di reşpeleka xwendinê de, diyare ku ew di sala çaran de bû, li bajarê Qoniyayê dixwend. Dr.Xalid Qotreş gotina xwe berdewam dike:”Di sala 1928-an de temenê wî (17)-e salî bû dema hatiye Sûriyê. Di salekê de, hînî zimanê Erebî bûye. Li bajarê Selemiyê xwendina (mala mamosteyan) yên çandiniyê dixwîne. Piştî ku xwendina xwe kuta dike, li bajarê Entakyê dibe mamoste”. Li wir zanyarê mezin Memdûh’ Selîm nas dike.
Qedrî can li bajarê Qamişlo û Amûdê mamosteyî dike. Li gorî gotina şagirtê wî Mustefa Kurê Hesen Hişyar dibije: “(Di sala 1942-an de Qedrî can li bajarê Amûdê kargîrê dibistanê bû). Li bajarê Şamê, Taxa Kurdan, û derdûra wê jî mamosteyî kiriye. Piştî demekê, li wizareta perwerdiyê mîna rêvebirê kar xebitiye. Li wir jî pir dirêj nake, li tomara giştî ya karkirên dewletê kar dike. Demek tê re naçe tevlî Komkarên Azadîxwazan dibe, û mîna endamekî zîrek, di nav de, cih digre. Qedrî can mîna mirovekî xebatkar , ramyar û rewşenbîr tê naskirin.
Wekî me gotî, Qedrî can di hejmara pêşî ji kovara HAWARê de nivîsîye. Edîb Nadir dibêje:”Di 15-5-1932-an de, Qedrî Can, bi pêşewaziya mîrê Kurdan Celadet Bedirxan,di eniya dî de, eniya çandeyê de, nivîskarekî afirandî, stêrka wî geş bû, û têkoşerekî şervan bû.
Di sala 1936-an de Qedrî Can helbesta xwe (Reya Teze) nivîsîye.”Ev helbest (Reya Teze), helbesta pêşîn e. Ev dîrok, bûye mîna qûnaxeke nû di toreya Kurdî de, hem di nûjankirina helbesta Kurdî, ji hêla ruxsar û naverokê de, hem bûye bîhnokek di navbera herdû qûnaxan de; qûnaxa nuhbûn û ya kevneşopiyê de. Ew qûnaxa kilasîk, û qûnaxa nûxwaziya bi mînake spehî û hevdemî û resenî di yek demê de gihandiye hev, û di nav xwe de hilgirtiye.
Di sala 1944-an de piştî nasîna Qedrî Can bi ramana Markisî û Lênîniyê ve, qûnaxeke nû di ramana wî de destpêbûye. Bûye dostê ramana qomonistan. Silêman Elî dibêje :(Qedrî Can di nav rêzên partiya Qomonistên Sûriyê de kar dikir). Lê Dr. Qenatê Kurdo bi vê yekê razî nabe, dibêje:(Qedrî Can endamek ji endamên partiya Dîmoqrat ya Kurd li Sûriyê bû). Dr.Xalid Qotreş bi herdiwan jî razî nabe û dibêje: ”Qedrî Can, ne Partî û ne jî Qûmûnîst bû. Xebatkar û welatparêzekî pêşketî bû. Mîna min endamê Komela Xoybûnê bû). Ez bawer im ku mirovekî welatparêz û pêşverû bû, mîna gelek xortên wê demê bawerî bi riya qomonîstiyê tanî. Lê bi tu partiyan xwe girênedabû.
Di sala 1957-an de, di meha Tîrmehê de, Qedrî Can bi girûpek xortên Kurd re beşdarî Mihricana Ciwanên Cîhanê yê Şeşan li Moskoyê dibe. Li wir, diçe serdana serdarê Kurdan Barzanî û helbesta xwe ya bi navê (Serdarê Kurdan Berzanî) diyarî wî dike. Di sala 1958-an de, piştî vegera Berzanî, li bajar Bexdadê careka din hevûdû dibînin. Di wê dîtinê de, nameyekê bixêrhatinê dispêre destê serdarê Kurdan, û di kovara Hêwa û Azadî de, helbesta xwe ya bi navê (Şêr Hat Welat) belav dike.
11774303_898510596870732_923682305_n
Di çaxê ku, li Moskoyê bû. Diçe li nik Prof-Qenatê Kurdo. Di vî warî de Prof-Q.Kurdo dibêje: ”Ewî ji bajarê Adêsê ji min ra birqî (têlêgram) bi kurmancî, bi van xeberan şandibû” tê de nivîsî bû” Ez Qedrî Can im, tevî xortan tê me festîvalê dixwazim te bibînim”. Qedrî Can çend helbestên xwe yên ne belavkirî, bi xêza destê xwe, diyarî Qenatê Kurdo dike. Qenatê Kurdo dibêje: ”..Deftera çend şê’rên xwe yên çapnekirî pêşkêşî min kir….Ji wan şê’ra, şê’ra wî ya bi sernavê “Ez Diçim Mosko” wextê Festivalê bi rûsî hatibû çapkirinê û li rojnama “Îzvêstiya da”. Navê wan şê’ra ev in: ”Ez Diçim Mosko, Begê Axir Zeman, Reya Teze, Gula Sor”.
Di nav salên (1959-1961)-an de, li zindana Mezê girtî bû. Seydayê Cegerxwîn dibêje:”Qedrî Can du-sê caran derbasî zindana Mezê bûye). Ji bo xebata ramyarî û toreyî çend salan li Libnan û Îraqê maye.
Qedrî Can piraniya berhem û nivîsên xwe di kovar û rojnameyên ku li Sûriyê û Libnanê derdiketin (HAWAR, Ronahî û Roja Nû), belav dikir. Çend helbest li Îraqê, di Kovara Hêwa, Gelawêj û rojnameya Azadî de jî belav kir.
Pêvî çîrok û helbestan, çend gotarên wî di kovara (Hawar, Ronahî û Roja Nû)de hene. Ji wan: ”Silêman Bedirxan, Gelo Ne Wisa Ne, Bihara Dêrikê, Şîna Xalê Min, Inqîlaba Sor, û Yaney Serkewtin”.
Qedrî Can yek ji nivîskarê pêşîn e, ku di van kovar û rojnameyan de nivîsiye. Evî nivîskarî li kêleka helbestan kurteçîrok, gotar û karê wergerandinê jî kiriye. Ji hêlekê din. Alîkarî di wergerandina romana (Şivanê Kurd) ya Erebê Şemo de, kiriye, û pêşgotina dîwana yekê ya Seydayê Cegerxwîn nivîsîye.
11758985_898509460204179_2001503669_n
Ji destpêka sala şêstî ta bi sala heftêyî, tu berhemên wî, bi dest me neketin. Me ji keça wî Dr. Şêrîn Can û mala wan pirsî, lê mexabin tu destnivîs an reşbelek li nik wan tune bûn.
Qedrî Can rojên dawîn ji jiyana xwe li bajarê Şamê bûrandiye.
Di meha Tebaxa sala 1972-an de, li şarê Şamê, li taxa Kurdan li goristana Şêx Xalidê Neqşebendî hatiye veşartin.
Di sala 1939-an de jin aniye. Du kur û keçek wî ji xanima wî (Neylûfir) hene.
Zayîna zarokên wî ev in: Mizgîn 1943-an, Şêrîn 1945-an, Serwer 1948-an.
Çîrok û helbestên Qedrî can:
Piraniya naverokên nivîsên Qedrî Can li ser xwendevanên dibistanan û cîhana jiyana wan e. ji hêlekê din ve li ser gerdiş û serpêhatiyên Kurdan in. Bi awayekî jîwerî û rewan dihingive dilê xwêner. Mînakekê dide ber çavên te -yeveneke çîrokî yan helbestî bi ruxsareke pir sipehî diyar dike, tu dibêjî qey wênekêş e. Ew mînak bi kamîreya xwe girtiye, xwe bera nava kûrahiya derûnê te dide. Lê di wê kûrahiyê de pir dirêj nake, zû zû tê der, û reng û salixdanên diyardekan dirave û rê li ber rûçikên kesatiyên çîrokên xwe dûz û şayik dike, derûnên wan diyar û zû dide naskirin.
Naveroka çîrokên Qedrî Can di cîhana bîranînan û demên bûrî de digere, mîna: Bîranînên Zarotiyê, Birayên Xwînê, Xewn û Sawêr, û Berhaweyên Kurdî. Pir dûrî ramyariya rojane ya gerim diçe. Lê bîna niştimanperweriyê ji hemiyan tê. Naverokên çîrokên wî tersî naverokên helbestên wî ne. Pirniya mijarên helbestên wî bi ramyariya rojane ve têne girêdan.
Çîrokên wî ev in: (Hawar Hebe Gazî Li Dû Ye), (Gundê Nûava), (Besreka Zêrîn), (Hêva Çardeşevî), (Sond), (Guneh), (Rojên Derbasbûyî), (Sehên Zozanan), (Gulçîn), (Nêçîra Berazan), (Serencam), (Muhra Silêman), (Roviyê Xapînok).
Li gorî xwendina me ji çîrokên Qedrî Can re, diyar e, xwediyê yek şêweyî ye. Di hemû çîrokên xwe de, astayê hûnandina nivîsandinê pir nêzî hev in. Ji niha/dema niho destpê dike û xwe bera nav dema bûrî dide, çîrokê şirove dike, dîsa vedigere li ser dema niha û dawiya çîroka xwe tîne.
11758923_898509240204201_83815097_n
Li gorî hûnandina çîrokan, em dibînin du asta hene, ev jî du astayên di bahewayê çîroknivîs, dem û çîrokbêjê de, ku ew bixwe nivîskar e, çîrokê dibêje û dipesinîne. Ew hevparê çîrokê ye. Astayên çîrokbêj û bahewayê wî tev li hev dibin.
Qedrîcan û Helbest:
Alaya helbesta nuhbûn û nûjeniyê li cîhana toreyê hilda jor. Toreya miletê Kurdî bi kok û rehên wê yên resen ve girêda û ji êmîş û kaniyên welatê xwe vexwar. Mamoste Rojê Lîsko dibêje:”Em dikarin helbestvan Qedrî Can sazkarê helbesta Kurdî ya nûjen, digel Şêx Nûrî û Pîremerd û Goran bibînin”.
Helbesta Kurdî ya nû, bi şêweya nû, di navbera herdû şerên cîhanê de, bi serkêşiya Qedrî Can dest bi gulvedana xwe kiriye. Guhertinin bingehî di helbesta Kurdî de kirine. Berê helbestê ber bi cîhaneke nûtir vekiriye. Helbesta Kurdî ji kêşan û pêlewazên helbesta ‘Erebî qut kiriye. Ne tenê nûbûn di şêwe û kêşan de kiriye, belê nûbûn di ziman, raman, jiyana civakî û ramyariyê jî de kiriye. Bi nerîneke nû li efsane û jiyana civakî dinêrî. Zimanê wî yê helbestî rewan û pir hêsan e. Gelek ji helbestên wî bûn stiran, û li ser zimanê gel dihatin gotin. Nemaze helbesta wî ya bi nav û deng (Berzanî Berzanî), (Begê Axir Zeman), (Loriya Bedirxan), ya pir bi hostayî hatiye hûnandin.
11749688_898509763537482_1188149737_n
Helbestên wî yên di salên 1930-î de, hatine nivîsîn, tev kilasîk in. Mîna: (Loriya Bedirxan), (Tabûta Bi Xwîn), (Cegerxwîn), (Şîn Li Ser Giyanê M.Seyda),û….htd.
Qedrî Can helbestin li ser beg û axan jî nivîsîne. Şerê qata serdest û kedxwer kiriye. Mîna helbestên wî: (Begê Axir Zeman), (Hesenker)…
Gelek caran Qedrî Can helbestên biyanî û bîranînan jî dinivisand. Mîna: (Name Ji Xortên Cizîrê Re), (Xewna Hişyariyê), û … htd.
Bêguman hemû helbestên Qedrî Can li ser Kurdayetî û niştimanperweriyê ne.
Çend helbestên ku bi bûyer û demê ve têne girêdan nivîsîne. Mîna: (Çardehê Gelawêjê), (Name Bo Êstegehê Radyo Tehran), (Cejna Oktober), û….htd.
Hin helbestin şoreşgerî û miletperwerî jî nivisandiye. Mîna: (Gula sor), (Niştiman Birîndar e), (Karwanê Demê), (Li Zindanê Şoreşa Me), (Heyva Sor), (Dadê), (Di Şorezarekê De) û (Reya Teze) ya bi nav û deng, û…..htd.
Qedrî Can û Wergerandin:
Rewşenbîrekî mîna Qedrî Can, jîr û jêhatî, jê nedûr e, ku giringî û pêwistiya wergerandinê jî haydar bibe. Evî nivîskarî, çîroka nivîskarê Misrî (Menfelûtî) ya bi navê (Tayek Porê Sipî) wergerandiye zimanê Kurdî.
Pertûka rêbarê Rûs Grigorî Pêtrof (Di welatê zembeqê Gewir De), li ser daxwaza Dr.Ehmed Nafiz werdigerîne zimanê Kurdî, di rojnameya Roja Nû de, mîna gotaran, perçe perçe, xelek bi xelek dide belavkirin.
11755038_898509980204127_854288526_o
Qedrî Can hêvî dike ku xortên Kurdan jî mîna wan xebatkar û têkoşeran bin, nifşên nû li ser perwerdeyeke niştimanperwerî û kurdayetî xwedî bibin. Welatê xwe yê bindest ji zorkeran rizgar û riha bikin û [1]bi azadî û serxwebûnê şa bibin.
Ev nivîser di rojnameya “Bûyerpress” de hatiye weşandin .. Hejmar (24) 1.8.2015
Tämä tuote on kirjoitettu (Kurmancî - Kurdîy Serû) kieli, klikkaa kuvaketta avata kohteen alkukielellä!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Tämä tuote on katsottu 550 kertaa
Kirjoita oma kommenttisi tuote!
HashTag
Lähteet
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://buyerpress.com/
liittyy kohdetta: 5
Ryhmä: Elämäkerta
Artikkelit kieli: Kurmancî - Kurdîy Serû
Ihmiset tyyppi: Story-kirjailija
Ihmiset tyyppi: Kirjailija
Ihmiset tyyppi: Runoilija
Kansakunta: Kurdi
Kieli - Murre: Kurdi - Badini
No specified T3 20: No specified T4 468
No specified T3 82: Dêrik
No specified T3 85: No specified T4 297
Sukupuoli: Mies
Technical Metadata
Tuote Laatu: 99%
99%
Lisääjä ( ئاراس حسۆ ) on 29-05-2022
Tämä artikkeli on tarkistettu ja julkaistu ( هاوڕێ باخەوان ) 30-05-2022
Tämä kohta on hiljattain päivittänyt ( هاوڕێ باخەوان ) on: 30-05-2022
URL
Tämä tuote on katsottu 550 kertaa
Attached files - Version
Tyyppi Version Toimittajatunnuksesi
Kuvatiedostoa 1.0.14 KB 29-05-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia on suurin monikielinen lähteistä kurdien tietoja!
Kuva ja kuvaus
Talvimaisema kotiseudultani, Urmiyesta Itä-Kurdistanista vuonna 2011

Actual
Kirjasto
Serhildan - Kurdien kansannousu Vanissa
01-01-2013
هاوڕێ باخەوان
Serhildan - Kurdien kansannousu Vanissa
Kirjasto
Layla
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Layla
Kuva ja kuvaus
Talvimaisema kotiseudultani, Urmiyesta Itä-Kurdistanista vuonna 2011
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Talvimaisema kotiseudultani, Urmiyesta Itä-Kurdistanista vuonna 2011
Elämäkerta
Sharaf Khan Bidlisi
02-08-2024
شادی ئاکۆیی
Sharaf Khan Bidlisi
Uusi kohde
Elämäkerta
Sharaf Khan Bidlisi
02-08-2024
شادی ئاکۆیی
Tilastot
Artikkelit
  530,282
Kuvat
  107,431
Kirjat
  19,970
Liittyvät tiedostot
  100,891
Video
  1,470
Kieli
کوردیی ناوەڕاست 
302,903
Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,911
هەورامی 
65,838
عربي 
29,220
کرمانجی - کوردیی سەروو 
17,065
فارسی 
8,947
English 
7,404
Türkçe 
3,597
لوڕی 
1,691
Deutsch 
1,480
Pусский 
1,133
Française 
335
Nederlands 
130
Zazakî 
90
Svenska 
63
Հայերեն 
50
Español 
45
Italiano 
44
لەکی 
37
Azərbaycanca 
24
日本人 
20
中国的 
16
Ελληνική 
14
Norsk 
14
עברית 
14
Fins 
12
Polski 
7
Esperanto 
5
Ozbek 
4
Português 
3
Тоҷикӣ 
3
Hrvatski 
2
Srpski 
2
Kiswahili سَوَاحِلي 
2
ქართველი 
2
Cebuano 
1
ترکمانی 
1
Ryhmä
Fins
Kirjasto 
4
Artikkelit 
3
Tilastot ja selvitykset 
1
Elämäkerta 
1
Paikkoja 
1
Kuva ja kuvaus 
1
Kartat 
1
MP3 
323
PDF 
30,466
MP4 
2,394
IMG 
196,465
Kurdipedia on suurin monikielinen lähteistä kurdien tietoja!
Kuva ja kuvaus
Talvimaisema kotiseudultani, Urmiyesta Itä-Kurdistanista vuonna 2011
Folders
Paikkoja - Maa - Alue - Paikkoja - Kaupungit - Erbil Paikkoja - Paikka - Artikkelit - Kirja - Artikkelit - Kieli - Murre - Fins Artikkelit - Kirja - Artikkelit - Asiakirjan Tyyppi - Alkukielellä Artikkelit - Kirja - Artikkelit - Maa - Alue - Finland Kuva ja kuvaus - Maa - Alue -

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.75
| Yhteystiedot | CSS3 | HTML5

| Sivu sukupolven aika: 1.64 toinen!