Kirjasto Kirjasto
Haku

Kurdipedia on suurin monikielinen lähteistä kurdien tietoja!


Search Options





Tarkennettu haku      Näppäimistö


Haku
Tarkennettu haku
Kirjasto
Kurdi nimet
Tapahtumien aikajärjestys
Lähteet
Historie
Käyttäjän Kokoelmat
Aktiviteetit
Etsi Apua?
Julkaisu
Video
Luokitukset
Satunnainen erä!
Lähetä
Send artikkel
Send bilde
Survey
Palautetta
Yhteystiedot
Millaista tietoa tarvitsemme!
Standardit
Käyttöehdot
Tuote Laatu
Työkalut
Noin
Kurdipedia Archivists
Artikkeleita meille!
Lisää Kurdipedia sivustoosi
Lisää / Poista sähköposti
Vierailijat tilastot
Erätilastot
Fonter Kalkulator
Kalenterit Muunnin
Kielet ja murteet sivut
Näppäimistö
Kätevä linkit
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Kielet
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Tilini
Kirjaudu sisään
Jäsenyys!
Unohtuiko salasana!
Haku Lähetä Työkalut Kielet Tilini
Tarkennettu haku
Kirjasto
Kurdi nimet
Tapahtumien aikajärjestys
Lähteet
Historie
Käyttäjän Kokoelmat
Aktiviteetit
Etsi Apua?
Julkaisu
Video
Luokitukset
Satunnainen erä!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Palautetta
Yhteystiedot
Millaista tietoa tarvitsemme!
Standardit
Käyttöehdot
Tuote Laatu
Noin
Kurdipedia Archivists
Artikkeleita meille!
Lisää Kurdipedia sivustoosi
Lisää / Poista sähköposti
Vierailijat tilastot
Erätilastot
Fonter Kalkulator
Kalenterit Muunnin
Kielet ja murteet sivut
Näppäimistö
Kätevä linkit
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Kirjaudu sisään
Jäsenyys!
Unohtuiko salasana!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Noin
 Satunnainen erä!
 Käyttöehdot
 Kurdipedia Archivists
 Palautetta
 Käyttäjän Kokoelmat
 Tapahtumien aikajärjestys
 Aktiviteetit - Kurdipedia
 Apua
Uusi kohde
Elämäkerta
Sharaf Khan Bidlisi
02-08-2024
شادی ئاکۆیی
Tilastot
Artikkelit
  530,446
Kuvat
  107,454
Kirjat
  19,984
Liittyvät tiedostot
  100,916
Video
  1,470
Kieli
کوردیی ناوەڕاست 
302,903
Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,911
هەورامی 
65,838
عربي 
29,220
کرمانجی - کوردیی سەروو 
17,065
فارسی 
8,947
English 
7,404
Türkçe 
3,597
لوڕی 
1,691
Deutsch 
1,480
Pусский 
1,133
Française 
335
Nederlands 
130
Zazakî 
90
Svenska 
63
Հայերեն 
50
Español 
45
Italiano 
44
لەکی 
37
Azərbaycanca 
24
日本人 
20
中国的 
16
Ελληνική 
14
Norsk 
14
עברית 
14
Fins 
12
Polski 
7
Esperanto 
5
Ozbek 
4
Português 
3
Тоҷикӣ 
3
Hrvatski 
2
Srpski 
2
Kiswahili سَوَاحِلي 
2
ქართველი 
2
Cebuano 
1
ترکمانی 
1
Ryhmä
Fins
Kirjasto 
4
Artikkelit 
3
Tilastot ja selvitykset 
1
Elämäkerta 
1
Paikkoja 
1
Kuva ja kuvaus 
1
Kartat 
1
MP3 
323
PDF 
30,466
MP4 
2,394
IMG 
196,465
Kirjasto
Serhildan - Kurdien kansann...
Kirjasto
Layla
Kuva ja kuvaus
Talvimaisema kotiseudultani...
Elämäkerta
Sharaf Khan Bidlisi
Xwençe V
Ryhmä: Kirjasto | Artikkelit kieli: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Sijoitus Kohde
Erinomainen
Erittäin hyvä
Keskimääräinen
Huono
Huono
Lisää kokoelmiin
Kirjoita oma kommenttisi tuote!
Kohdetta historia
Metadata
RSS
Hae Googlella liittyviä kuvia valitun kohteen!
Hae Googlella valitun kohteen!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Cebuano0
Esperanto0
Fins0
Hrvatski0
Kiswahili سَوَاحِلي0
Norsk0
Ozbek0
Polski0
Português0
Pусский0
Srpski0
Тоҷикӣ0
Հայերեն0
ქართველი0
中国的0
日本人0

Xwençe V

Xwençe V
Navê pirtûkê: Xwençe V
Navê nivîskar: Zeynelabidîn Zinar
Cihê çapkirina pirtûkê: Stockholm
Navê çapxaneyê: Yekîtiya Nivîskarên Kurd
Sala çapê: 1991

Xwençe cild V
Ez vê pirtûka xwe pêşkêşê Nexweşxana Xaça Sor Beşa Îşkencedîtan ya li Stockholmê dikim...
Gelek tiştên rast hene eger ji meriv re dij bin jî, dema ku meriv de- stê xwe datîne ser wijdana xwe, bê daxwaz meriv wan rastiyan qebûl dike û bi devê xwe dibêje. Dîsa gelek tiştên rast hene herçiqasî meriv bi devê xwe nabêje jî, lê timî dilê meriv dibêje. Bêguman her merivek yan rêxistinek yan jî hikûmetek ji xwe re pilanekî, programekê çêkiriye daye pêşiya xwe û li wê gorê dimeşe. Îcar yek ji wan çaxê zanibe ku di şaşiyê de ye, dîsa jî mîna xwe dike û bêsekan li şaşiya xwe didomîne. Lê belê tu tişt mîna wijdana meriv ku rastiyê bêje, tune! Lê mixabin heçîka yên bihêz û zirp in, hiç guh nadin wijdana xwe û lê guhdarî nakin. Lewra yên karbidest, ew bixwe ne. Îcar heçî yên bêhêz û jar in jî herçiqasî guh didin wijdana xwe û lê dihisin, lê belê vêca êdî tiştek ji destên wan nayê ku bikin.
Îro rewşa Kurdan li diyarî çavan e, ku dijmin çi bi serê wan ve tînin. Xasma ew zarûkên bêxwedî ku dê û bavên xwe wenda kirine û hay ji wan tunin. Ew kal û pîrên ji herdu çavan kor ku ji ber dijmin direvin û riya xwe nabînin ku herin. Ew pîrekên ku termê zarûkên wan li ber wan in û bi zikê birçî li ser wan digirîn û şin dikin. Ew kesên nigxwas û bêkinc ku bi rojan di nav herî û qeşemê de ji ber dijmin direvin û li rê diçin jî, lê tirsa çekên kimyawî wan pê nade hisandin ku dicemidin. Herweha bi hezaran siqûmatên wisa yên din...
Îcar eger ez ne Kurd bûma, ji ber wê belengaziya Kurdan dîsa jî min ê ji wan re alîkarî bikira. Lê eger baweriya min bi olekê tuneba, dîsa jî min ê ji Kurdan re dua bikira. Eger ez serbirê merivan bûma, ji ber belengazkirina Kurdan dîsa jî min serê gunehkarên wan jê nedikir. Herweha eger ez nêçîrvanek bûma, dîsa jî min rawilên Kurdistanê nedikuştin. Çimkî rawil û trûdiyên li Kurdistanê jî tev birîndar bûne û li erdê perşikandî û çokquraftî mane. Bêguman di vê Dinya medeni de ji Kurdan pê ve perişan û belengaz, jar û bindest, bêxwedî û naçar, bêmaf û bêpar wekî din kes tune! Îcar divê ku em Kurd tev vê yekê rind zanibin, eger em pişta xwe ne bi destên xwe bixwirînin, xêra xwirandina bi destên xelkê ji me re tune! Çimkî di vê medeniyeta li dawiya Sedsala Bîstî de Çêlekê bi destiyê qazme ve rêx kiriye û qazi nikare biryara şerîetê (di layê Kurdan de) bide!
Ev yek rastî ye ku Rim di têrrê de nayê veşartin, ha wisa Roj jî bi perdê nayê vegirtin. Lê belê îro dijminan rima me jî di têrrê de veşartine û roja me jî bi perdê vegitine. Çimkî ev 65 sala in ku zimanê kurdî çand û folklora wî qedexe kirine û bi xwînê nixumandine. Bêguman ev xwînxwarî û hovîtiya ku îro li Kurdan tê kirin, hê jê zêdetir li ziman û çanda wan jî tê kirin. Îcar çaxê ku ziman nebe, hebûna meriv jî tune.
Bêguman dema neteweyek sist û nezan be û di derbareya siyasi de ji heqê xwe neyê der û eger ziman û çanda wî li diyarî çavan nebin, çu kes hebûna wî qebûl nake û wî nanase. Lê belê rewşa ziman û çanda kurdî ne ji wê qebîlê ye ku nehatibin naskirin û nû derketibin holê. Lewra îro li dinê her kes wan dinase û pê dizane. Lê ji 1923 an ve ye ku dijminan felekê li me çep gerandine. Bêguman tiştê herî girîng jî ev e ku dijminên me çar hikûmetên ji eyni ola me ne. Îcar li me wek mesela ve gotina pêşiyan hatiye kirin: Eger diz ji malê be, ga di kulekê re derdixe!
Çewa ku li diyarî çavan e, ji Peymana Qesreşêrînê 1639 an ve ye, ku polîtîkayeke sistematik li ser Kurd û Kurdistanê tê meşandin û ew hêjî berdewam e. Bi taybetî jî ev sê-çar miletên cîranên Kurdistanê xasma politikaya oli bi awayekî wisan xirab bikar anîne ku ji Kurdan bo meseleyên oli kur û bav, keç û dê, xwişk û bira, xizm û pisman hemuyan kirine dijên hevdu û şexsiyeta wan ya netewî taromar kirine. Lê belê her çiqasî ew wahşet û hovîtî hatine bikaranin jî, dîsanê nikaribûne Kurdan ji koka wan dûr bixînin. Lewra li pêşberî wê yekê çi dema ku fırseta zana û rewşenbîrên Kurd çêbûye, bi awayên cihê xwe dane eşkerakirin û ji bo azadiya xwe lipikîne.
Berxwedana zimanê Kurdî ya li hemberî dijminan, ji medeniyeteke pir kevn û çandeke dewlemend tê. Ekene di şûna Kurdan de eger neteweyekî din buya, niha hebûna xwe nedinasî û mina Qiptiyên Misrê ji rûpelên tarixê wenda bûbûn. Lê belê zimanê kurdî yek ji dewlemendtirîn zimanên Hindo-Ewrûpî ye. Ji ber hindê dijminan her çiqasî li hember tarîxê rûreşîne mezin kirine; ziman û folldora kurdî qedexe kirine, bermaya wan ji xwe re birine û bo xwe re kirine mal û serwet, lê neteweyê Kurd di nav xwe de pêre pêre xwe bixwe ew valayî dagirtiye û nehiştiye kêmasî têkeve nav de.
Îcar ji ber van sedemên li jor e, dema ku meriv bala xwe dide zaravayê kurmancî, tê de cûre-cûre devok têne xuyakirin. Heta hinek gundên Kurdan yên cîran hene ku di navbera wan de navbereke pir kin jî heye, lê ew hin bêjeyên ji hev cuda bilêv dikin ku hîç naşûfine hevdu. Bikurtî ez dikarim vê bibêjin: Zimanê kurdî ji ber esîlbûn û dewlemendiya xwe ya taybetî -ji derveyê hin bêje û termên ku ji tîna olê peyda bûne -semaxa tiştên biyanî di nav xwe de nake.
Min di destpêka 1985 an de programekî dirêj bo nivîsandina Xwençe hazir kiribû. Li gorî programê divabû ku deh cild pirtûk derketibana. Lê belê ji ber hin sedemên taybetî niha min programa xwe bi temamkirina Xwençe V da sekinandin. Lê ez bi umîd im di pêş de ku dê programa xwe bigehînim dawî. Herweha min di ber nivîsandina van pênc cildan de, çend pirtûkên klasik jî yên ku ji aliyê nivîskar û helbestvanên Kurd ve di demên cihê-cihê de berê bi tîpên Erebî hatibûne nivîsandin, wergerandine tîpên Latênî û dane çapkirin.
Bêguman ji hemû dem û çaxan bêtir, Neteweyê Kurd îro muhtacê alîkarî û wefadariyeke pir zêde ye. Lewra her ku diçe û teknîka dinê nûjentir dibe, dijmin jî êrîşên xwe nûjentir dikin û metodên demokratî yên cihê-cihê li Kurdan dihonin. Îcar ya girîngtirîn ev e ku di van salên dawî de, ji xeynî faşîst û xwînxwarên dijminan êdî çepên wan jî dest pê kirine ango bi dostî qaşo riya rastiyê nîşanê me didin, dibin alîkar û teşqeleyên herî mezin bo me çêdikin! Nexwe madem rewş ev e, îcar li hember vê wahşet û hovîtiya dijminan, çi ji ki tê li gorî destdana xwe eger ji gelê xwe re bibe alîkar, ew berpirsyariya xwe bi cih tîne û li hember dîrokê xwe rûsipî dike.
Ez di dawiya 1984 an de ji Kurdistanê reviyam û çûm li Swêdê ciwar bûm. Lê belê ew işkenceya di 178 rojan de ku Cunta Faşîst a Tirkiyê li min kiribû, êdî baweriya min nemabû ku ez ê hîn bijîm. Lê Xaça Sor min girt binê tedawiyê û pênc salan ez tedavî kirim. Bi wê yekê ez hin bi hin xweş bûm û mîna ku ji nû ve bêm dinê çavên min ruhn û tîrêjdar bûn. Îcar ji ber ku di wan salên tedawiyê de aboriya malbata min ji aliyê Dewleta Swêd ve dihate kirin, min zemanê xwe tev dida ser nivîsandinê.
Ji wan 23 pirtûkên ku min ew pêşkêşî Pirtûkxana Kurdistanê kirine, piraniya wan bi alîkariya diravî ya Dewleta Swêdê, lê ji aliyê weşanxaneyên Kurdan ên cihê ve hatine çapkirin (Li dawiya pirtûkê binêre). Herweha di van iş û karên min de gelek heval û dostên kurdperwer jî bo min alikariya xwe nehêvişandine. Îcar ez bi dilgermî spasiyên xwe pêşkêşê Dewleta Swêd, Xaça Sor û wan heval û dostên welatparêz dikim û bo wan serkeftin û jiyaneke dirêj divêm.
Xwençe, cilt V, bi rewş û naveroka xwe, dewama her çar cildên pêşiya xwe ye û li ser du beşan hatiye sazkirin.
Beş - I Kilamên evînî û gelêrî:
Di destpêka pirtûkê de helbesteke min bixwe ya bi navê Pêşkêşê Xaça Sor ku min ew bo Xaça Sor diyarî kiriye heye. Yên din, li ser evîn û evîndaran hatine gotin. Îcar me ew ji dengê şerîtên kîjan hozanî girtibin, navên wan jî li bin hatine nivîsandin. Lê heçîka yên gelêrî, navê tu kesî li dawiya wan tune. Li vir jimara wan 56 e.
Beş - II
A) Serpêhatî:
Bêguman ji ber ku jiyana Kurdan gelekî bi teşqele ye, meselokên serpêhatiyên wan jî pir hene. Ji wan me tenê du heb li vir nivîsîne. Yek serpêhatiya Kafir Mistê ye û ya din jî ya Malbata Emer Axa ye. Ew herdu serpêhatî di nav xelkê de hem bi stranî hem ji mîna çîrok bi devkî têne gotin.
B) Meselok:
Li nav Kurdan gelek meselokên pirtexlît yên bi babet û naveroka xwe ji hev cuda hene. Me ji wan 16 heb li vir nivîsîne.
C) Meselokên Rawilan:
Li vir meselokên rawilan çar heb hene. Lê belê ya bi navê Zira Kerê û Lota Devê helbesteke mamoste Cegerxwîn bû, ku me şiroveya wê bi awayê pexşan nivisiye.
D) Çîrok:
Di pişka çîrokan de li vir 18 heb hene. Lê eger ev çîrok berfireh bibin û bi awayekî xweş bêtin nivisandin, ji wan her yekê pirtûkeke mezin derdikeve û hêjane ku li ser wan filim jî bêne çêkirin.
Ev karê min yê nivîsandina stran, serpêhatî, meselok û çîrokan tenê berevkirin e û daxistina wan ya nivîsê ye. Lewra ez li wan çu lêkolîn nakim û li rastî û şaşiya wan nagerim. Çimkî ew kar dê piştre çêbibe û îşê hunermendên wan e.
Ez bi kutakirina Xwençe, cildê pêncan pir kêfxweş im ku fersend çêbû û min pareke hindin ji wê çanda qedexekirî ji dev û dengan girt û daxist nivîsê. Îcar ez bi umîda temamkirina her deh cild Xwençe niha li vir dawî tînim û bi daxistina wê di Pirtûkxana Kurdistanê de kêfxweş û şad im.
12.09.1991
Zeynelabidîn Zinar[1]

Huomautus: PDF-tiedoston tämä kirja ei ole saatavilla, auttakaa Kurdipedia saat tämän tiedoston! Lähetä kirja
Tämä tuote on kirjoitettu (Kurmancî - Kurdîy Serû) kieli, klikkaa kuvaketta avata kohteen alkukielellä!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Tämä tuote on katsottu 450 kertaa
Kirjoita oma kommenttisi tuote!
HashTag
Lähteet
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | institutkurde.org
Liittyvät tiedostot: 1
liittyy kohdetta: 1
Ryhmä: Kirjasto
Artikkelit kieli: Kurmancî - Kurdîy Serû
Asiakirjan Tyyppi: Alkukielellä
Maa - Alue: Sweden
Publication Type: No specified T4 1434
Published more than once: Yes
Technical Metadata
Tuote Laatu: 89%
89%
Lisääjä ( ڕاپەر عوسمان عوزێری ) on 23-07-2022
Tämä artikkeli on tarkistettu ja julkaistu ( سارا ک ) 23-07-2022
Tämä kohta on hiljattain päivittänyt ( ڕۆژگار کەرکووکی ) on: 19-05-2024
URL
Tämän tuotteen mukaan Kurdipedia n Standardit ei ole viimeistelty vielä!
Tämä tuote on katsottu 450 kertaa
Attached files - Version
Tyyppi Version Toimittajatunnuksesi
Kuvatiedostoa 1.0.142 KB 23-07-2022 ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع.
Kurdipedia on suurin monikielinen lähteistä kurdien tietoja!
Kuva ja kuvaus
Talvimaisema kotiseudultani, Urmiyesta Itä-Kurdistanista vuonna 2011

Actual
Kirjasto
Serhildan - Kurdien kansannousu Vanissa
01-01-2013
هاوڕێ باخەوان
Serhildan - Kurdien kansannousu Vanissa
Kirjasto
Layla
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Layla
Kuva ja kuvaus
Talvimaisema kotiseudultani, Urmiyesta Itä-Kurdistanista vuonna 2011
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Talvimaisema kotiseudultani, Urmiyesta Itä-Kurdistanista vuonna 2011
Elämäkerta
Sharaf Khan Bidlisi
02-08-2024
شادی ئاکۆیی
Sharaf Khan Bidlisi
Uusi kohde
Elämäkerta
Sharaf Khan Bidlisi
02-08-2024
شادی ئاکۆیی
Tilastot
Artikkelit
  530,446
Kuvat
  107,454
Kirjat
  19,984
Liittyvät tiedostot
  100,916
Video
  1,470
Kieli
کوردیی ناوەڕاست 
302,903
Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,911
هەورامی 
65,838
عربي 
29,220
کرمانجی - کوردیی سەروو 
17,065
فارسی 
8,947
English 
7,404
Türkçe 
3,597
لوڕی 
1,691
Deutsch 
1,480
Pусский 
1,133
Française 
335
Nederlands 
130
Zazakî 
90
Svenska 
63
Հայերեն 
50
Español 
45
Italiano 
44
لەکی 
37
Azərbaycanca 
24
日本人 
20
中国的 
16
Ελληνική 
14
Norsk 
14
עברית 
14
Fins 
12
Polski 
7
Esperanto 
5
Ozbek 
4
Português 
3
Тоҷикӣ 
3
Hrvatski 
2
Srpski 
2
Kiswahili سَوَاحِلي 
2
ქართველი 
2
Cebuano 
1
ترکمانی 
1
Ryhmä
Fins
Kirjasto 
4
Artikkelit 
3
Tilastot ja selvitykset 
1
Elämäkerta 
1
Paikkoja 
1
Kuva ja kuvaus 
1
Kartat 
1
MP3 
323
PDF 
30,466
MP4 
2,394
IMG 
196,465
Kurdipedia on suurin monikielinen lähteistä kurdien tietoja!
Kuva ja kuvaus
Talvimaisema kotiseudultani, Urmiyesta Itä-Kurdistanista vuonna 2011
Folders
Kirjasto - Kirja - Kirjasto - Kieli - Murre - Kurdi - Sorani Kirjasto - Kieli - Murre - Fins Kirjasto - Maa - Alue - Ulkopuolella Kirjasto - Publication Type - Kirjasto - PDF - ❌ Artikkelit - Kirja - Artikkelit - Kieli - Murre - Fins Kirjasto - Kirja - Artikkelit - Kirja -

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.75
| Yhteystiedot | CSS3 | HTML5

| Sivu sukupolven aika: 2.687 toinen!