Nivîsgeha Weqfa Jinên Azad a Sûriyê bi dirûşma “Vegerandina bedewabûnê ji tiştên berê re” pêşangeha 4`emîn a karên destan li Minbicê li dar xist.
Di pêşangehê de peyker û karên destan ên ji bo xemilandinê, hatin pêşandan. Ev berhem ji madeyên berê ku nema tên bikaranîn, hatine çêkirin. Armanc jî xuyakirina bedewabûna karên destan û pêşxistina vê behreyê li cem jinan e.
Gelek jin ji Kobanê û MInbic tev li pêşangehê bûn ku li navenda Weqfa Jinên Azad a li Minbicê li dar ketiye. Endamên saziyên civaka sivîl û komîteyên jinan tev li vekirina pêşangehê bûn.
Beriya pêşangeh ji aliyê xwişka şehîd Nadîn Xeşan, Nesrîn Xeşan ve bê vekirin, endama weqfê Hacir Nasîf axivî û got: “Em hewl didin piştgiriya jinan bikin û behreyên wan pêş bixin. Weqfa li rex jinan e û hewl dide wan pêş bixe.”
Pêşangeha yekemîn li Kobanê, ya duyemîn li Sirînê û ya sêyemîn li navçeya Qenayê ya Konbanê bû.
Tê payîn pêşangeh heta sibe berdewam bike.
[1]
Tämä tuote on kirjoitettu (Kurmancî - Kurdîy Serû) kieli, klikkaa kuvaketta
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
avata kohteen alkukielellä!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Tämä tuote on katsottu 2,308 kertaa
Kirjoita oma kommenttisi tuote!