15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî ye. Mi minasebeta 15’ê Gulanê sazî û rêxistinên kurd ji 8’ê gulanê ve dest bi çalakiyên ji bo ziman kirine. Bernameyên cuda tên li dar xistin. Di çarçoveya 15’ê Gulanê de li Navçeya #Bismil# a #Amedê# jî ji bo zarokan bernameyek pêk hat. Çalakî di pêşengiya Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî de ji bo 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî tên lidarxistin.
Rêveberên MED-DER, MA Muzîkê li taxa Seyrantepe ya navçeya Bismil a Amedê bernameyek li dar xistin. Destpêkê li erbaneyan xistin û meşiyan. Piştri meşê rêveberên MED-DER û MA Muzîkê alfebaya kurdî fêrî zarokên kirin. Li pey fêrkirina tîpan serçavê zarokan boyax kirin û resm xêz kirin. Zarokan, li ser potekî spî tiştên ku xeyal kir xêz kirin.
MA Muzîkê jî ritma muzîkê fêrî zarokan kirin û zarokan bi hev re strana Aram Tîgran a “Zimanê Kurdî” gotin. Herî dawî bi hevre govend gerandin û belav bûn.[1]
Tämä tuote on kirjoitettu (Kurmancî - Kurdîy Serû) kieli, klikkaa kuvaketta
avata kohteen alkukielellä!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Tämä tuote on katsottu 1,639 kertaa
Kirjoita oma kommenttisi tuote!