#Diyarname#
Li navçeya Çemçemal a #Silêmaniyê# 3 pirtûkên nû hatîn çapkirin û bi merasimek danasîna wan hat kirin.
Li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê li Hola Rewşenbîrî danasîna 3 pirtûkên nû ku bi soranî hatibûn çapkirin hat kirin. #Megbeyî Jiyanim# a nivîskar #Aso Jiyandost#, #Gule Pemeyeke# ya nivîskar Raz Letîf Feteh û Hemûman le Enfandabûyin a nivîskar Letîf Fatih Receb hani nasandin ku her sê jî bi soranî ne.
Li gor nûçeya Rojnewsê di merasimê de nivîskar Letîf Fatîh Ferec axivî, bal kişande ser naveroka pirtûka xwe û got: “Pirtûka min qala enfalê û serdema #Enfal#ê ya li Çemçemalê dike. Niha çend pirtûkên din li ber destê min in. Ezê hewl bidim ku di salvegera Enfalê de bigihînim ber destên xwendevanan.”
Nivîskar Ferec Wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê jî rexne kir û wiha got: “Wezaret di çapkirina pirtûkan de alîkariya nivîskaran nake. Tevî ku hejmarek zêde ya xwendekarên zanîngeh û peymangehan hene û pêwîstiya wan bi çavkaniyên zanistî hene, lê ji ber ku alîkarî nayê kirin, ew çavkaniyên tên belavkirin, tîrajek kêm tên çapkirin.”
[1]
Tämä tuote on kirjoitettu (Kurmancî - Kurdîy Serû) kieli, klikkaa kuvaketta
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
avata kohteen alkukielellä!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Tämä tuote on katsottu 1,196 kertaa
Kirjoita oma kommenttisi tuote!