Şaredariya #Til Temir#ê dest bi projeya ronîkirina kolanan a bi enerjiya rojê kir.
Tevî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê jî Şaredariya Gel a Til Temirê xebatên xwe yên xizmetguzariyê didomîne.
Şaredariya Gel a navçeyê dest bi projeya ronîkirina kolanan bi enerjiya rojê kir.
Şaredariyê 116 lembeyên bi enerjiya rojê dixebitin, li kolanên sereke yên navçeyê danîn.
Rêveberê Nîvîsgeha Fenî ya Şaredariya Gel a Til Temirê Goran Mihemed diyar kir ku wan dest bi danîna lembeyan li ser rêya M4, Taxa Şehîd Omer Baravî, Taxa Ehmed Şewqî, Çerxerêya Şehîd Qendîl kiriye.
Li gorî Goran Mihemed, lêçûna vê projeyê 8 hezar û 900 dolar e.[1]
ANHA
Tämä tuote on kirjoitettu (Kurmancî - Kurdîy Serû) kieli, klikkaa kuvaketta
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
avata kohteen alkukielellä!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Tämä tuote on katsottu 714 kertaa
Kirjoita oma kommenttisi tuote!