Hewlêr (Rûdaw) - Cenazeyên 14 welatiyên ku di teqîna #Silêmaniyê# de canê xwe ji dest dabûn, li goristana Kelekinê bi amadebûna bi hezaran merivên wan û şêniyên Silêmaniyê, rayedarên hikûmetê û partiyan hatin veşartin.
Cîgirê Serokê #Herêma Kurdistanê# Cafer Şêx Mistefa beşdarî merasîma veşartina cenazeyan bû û ragihand ku îro piştî nîvro Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê ji bo beşdariya şîna qurbaniyan serdana Silêmaniyê bike.
Şeva 17ê Mijdara 2022an li bajarê Silêmaniyê ji ber teqîna tanka gaza LPGê maleke 3 qatî hilweşiya û 15 kesan canê xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn.[1]
Tämä tuote on kirjoitettu (Kurmancî) kieli, klikkaa kuvaketta
avata kohteen alkukielellä!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Tämä tuote on katsottu 919 kertaa
Kirjoita oma kommenttisi tuote!