$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Hêvî Welat
Nav paşnav: Silvana Mihemed
Cihê jidayikbûnê: Heleb
Dayik-Bav: Resmiye-Nûrî
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Mijdara 2022 / Zap
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Hêvî di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû û ji ber polîtîkayên rejîma Baas a Erebkirina Rojavayê Kurdistanê neçar ma koçî bajarê Helebê bike. Hevrêya me Hêvî ku li hemberî êrîşên qirkirina nasname û çanda azad a Kurd bi çandeke li ser esasê berxwedanê hat mezinkirin, weke jineke ciwan a Kurd ji temenê xwe yê biçûk de di nava lêgerîna têkoşînê de bûye. Hevrêya me ya ku hêj di temenê biçûktiya xwe de derfeta naskirina partiya me PKK’ê hebû, bi Şoreşa Azadiyê ya Rojava re bi felsefeya Rêber Apo re eleqe û meraqeke mezin hebû. Hevrêya me ya ku bi awayekî aktîf di nava pêvajoya şoreşê de cih digire, timî xwestiye berpirsyariya mezin a şoreşgerî ya ku di temenê xwe yê ciwan de girtiye ser milê xwe, ji bo gelê me bibe xwedî pêşerojeke azad, bi awayekî rast bi cih bîne. Hevrê Hêvî ku cihê xwe di eniya herî pêş a şer de girt û li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer kir û xwedî tecrûbeyek mezin bû, ji dil bawer dikir ku gelê me wê bi PKK’ê re xeyalên xwe yên azadiyê pêk bîne û di sala 2017’an de tevli refên têkoşînê bû.
Hevrêya me ya ku bi perwerdehiya dîtiye tecrûbeya xwe ya leşkerî kûrtir kiriye û di taktîkên gerîla yên serdema nû de pispor bûye, li Zapê tevli berxwedana dîrokî ya li dijî artêşa Tirk a dagirker bûye. Hevrêya me ya ku di gelek taktîkên gerîla de pispor bû û di pratîkê de bi cih anî, di demek kîn de xwe li gorî erdnîgariya dijwar a Zagrosê amade kir.Hevrêya me timî ji bo felsefeya Rêber Apo hîn bêhtir fêm bike di nava lêhûrbûnê de bû, di pratîka xwe ya serkeftî de bûye şopdarê xeta PKK û PAJK’ê ya mînak û milîtanek YJA Starê ku li gorî mîsyona xwe ya pêşeng tevdigere. Hevrêya me li ser esasê xurtkirina têkiliya rêhevaltiya PKK’ê ya pîroz di her hawîrdorê de ji xwe re esas girtiye, nasnameya jina azad di şexsê xwe de pêk aniye. Hevrê Hêvî di serdema gerîlatî û artêşbûna jinê de bi hêza xwe ya leşkerî û hêza xwe ya pêşketina taktîkî hêzeke girîng bi dest xist, bi girêdayîbûna û dilsoziya xwe ya bi xeta partiyê re bawerî da hevreyên derdora xwe.Hevrê Hêvî ku di demek kin de bi sekna xwe ya milîtanî, şerkirina fedaî û jiyana xwe ya fedekarî derket pêş, bi pratîkeke şayane xeta milîtaniya YJA Starê nîşan da, di bin her şert û mercî de ala têkoşînê bi serbilindî hilda.
Hevrê Hêvî ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker di Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de cih girt û bi awayekî aktîf tev li gelek çalakiyên ku derbên giran li dagirkeran xistin bû, bi hevrêyên xwe reşerê tîmên bitevger bi awayekî serkeftî pêk anî. Hevrêya me Hêvî ligel hemû zehmetiyan jî taybetmendiyên xwe yên milîtaniyê li eniyên şer ên Şehîd Xursî dawam dike û bû yek ji berxwedêrên heta kêliya dawî nehiştin dijmin derbas bibe.Hevrêya me Hêvî, şopdarê xeta fedaiyan û yek ji lehengên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê bû û bi tîpên zêrîn navê xwe di dîroka berxwedana gelê me de nivîsand. Hevrê Hêvî ku di temenê xwe yê ciwantiyê de tev li nava refên têkoşînê bû û veguherî milîtaneke bijartîya ku ji aliyê partiya me PKK’ê ve hatiye afirandin, mîrateyeke têkoşînê ya xurt ji hevrêyên xwe re hişt ku ew ê di hemû jiyana xwe de li pey wan bin.[1]