Kirjasto Kirjasto
Haku

Kurdipedia on suurin monikielinen lähteistä kurdien tietoja!


Search Options





Tarkennettu haku      Näppäimistö


Haku
Tarkennettu haku
Kirjasto
Kurdi nimet
Tapahtumien aikajärjestys
Lähteet
Historie
Käyttäjän Kokoelmat
Aktiviteetit
Etsi Apua?
Julkaisu
Video
Luokitukset
Satunnainen erä!
Lähetä
Send artikkel
Send bilde
Survey
Palautetta
Yhteystiedot
Millaista tietoa tarvitsemme!
Standardit
Käyttöehdot
Tuote Laatu
Työkalut
Noin
Kurdipedia Archivists
Artikkeleita meille!
Lisää Kurdipedia sivustoosi
Lisää / Poista sähköposti
Vierailijat tilastot
Erätilastot
Fonter Kalkulator
Kalenterit Muunnin
Kielet ja murteet sivut
Näppäimistö
Kätevä linkit
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Kielet
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی
Kurmancî
هەورامی
Zazakî
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Tilini
Kirjaudu sisään
Jäsenyys!
Unohtuiko salasana!
Haku Lähetä Työkalut Kielet Tilini
Tarkennettu haku
Kirjasto
Kurdi nimet
Tapahtumien aikajärjestys
Lähteet
Historie
Käyttäjän Kokoelmat
Aktiviteetit
Etsi Apua?
Julkaisu
Video
Luokitukset
Satunnainen erä!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Palautetta
Yhteystiedot
Millaista tietoa tarvitsemme!
Standardit
Käyttöehdot
Tuote Laatu
Noin
Kurdipedia Archivists
Artikkeleita meille!
Lisää Kurdipedia sivustoosi
Lisää / Poista sähköposti
Vierailijat tilastot
Erätilastot
Fonter Kalkulator
Kalenterit Muunnin
Kielet ja murteet sivut
Näppäimistö
Kätevä linkit
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی
Kurmancî
هەورامی
Zazakî
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Kirjaudu sisään
Jäsenyys!
Unohtuiko salasana!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Noin
 Satunnainen erä!
 Käyttöehdot
 Kurdipedia Archivists
 Palautetta
 Käyttäjän Kokoelmat
 Tapahtumien aikajärjestys
 Aktiviteetit - Kurdipedia
 Apua
Uusi kohde
Elämäkerta
Sharaf Khan Bidlisi
02-08-2024
شادی ئاکۆیی
Tilastot
Artikkelit
  536,183
Kuvat
  109,324
Kirjat
  20,200
Liittyvät tiedostot
  103,566
Video
  1,526
Kieli
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
306,160
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
89,682
هەورامی - Kurdish Hawrami 
65,966
عربي - Arabic 
30,176
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
17,836
فارسی - Farsi 
9,480
English - English 
7,523
Türkçe - Turkish 
3,667
لوڕی - Kurdish Luri 
1,690
Deutsch - German 
1,642
Pусский - Russian 
1,140
Français - French 
347
Nederlands - Dutch 
130
Zazakî - Kurdish Zazaki 
91
Svenska - Swedish 
70
Polski - Polish 
54
Español - Spanish 
53
Italiano - Italian 
51
Հայերեն - Armenian 
50
لەکی - Kurdish Laki 
37
Azərbaycanca - Azerbaijani 
27
日本人 - Japanese 
21
中国的 - Chinese 
19
Norsk - Norwegian 
17
Ελληνική - Greek 
15
עברית - Hebrew 
15
Fins - Finnish 
12
Português - Portuguese 
9
Ozbek - Uzbek 
7
Тоҷикӣ - Tajik 
7
Esperanto - Esperanto 
5
Catalana - Catalana 
4
Čeština - Czech 
4
ქართველი - Georgian 
4
Srpski - Serbian 
3
Hrvatski - Croatian 
3
Kiswahili سَوَاحِلي -  
2
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Cebuano - Cebuano 
1
балгарская - Bulgarian 
1
हिन्दी - Hindi 
1
Lietuvių - Lithuanian 
1
Ryhmä
Fins
Kirjasto 
4
Artikkelit 
3
Tilastot ja selvitykset 
1
Elämäkerta 
1
Paikkoja 
1
Kuva ja kuvaus 
1
Kartat 
1
MP3 
323
PDF 
31,241
MP4 
2,511
IMG 
200,323
∑   Yhteensä 
234,398
Kirjasto
Serhildan - Kurdien kansann...
Kirjasto
Layla
Kuva ja kuvaus
Talvimaisema kotiseudultani...
Elämäkerta
Sharaf Khan Bidlisi
Rojnameya Kurdî û hizrên Simkoyê Şikak
Ryhmä: Artikkelit | Artikkelit kieli: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Sijoitus Kohde
Erinomainen
Erittäin hyvä
Keskimääräinen
Huono
Huono
Lisää kokoelmiin
Kirjoita oma kommenttisi tuote!
Kohdetta historia
Metadata
RSS
Hae Googlella liittyviä kuvia valitun kohteen!
Hae Googlella valitun kohteen!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
کرمانجی0
هەورامی0
لوڕی0
لەکی0
Zazakî0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Français0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Catalana0
Cebuano0
Čeština0
Esperanto0
Fins0
Hrvatski0
Kiswahili سَوَاحِلي0
Lietuvių0
Norsk0
Ozbek0
Polski0
Português0
Pусский0
Srpski0
балгарская0
Тоҷикӣ0
Հայերեն0
ترکمانی0
हिन्दी0
ქართველი0
中国的0
日本人0

Simko Shikak

Simko Shikak
$Rojnameya Kurdî û hizrên Simkoyê Şikak$
#Kakşar Oremar#
$Xizmetên Çandî û Navroka Rûpelên Rojnameya Kurd$
Di 25 salên jîyana sîyasî ya serdema şoreş û desthilatdariya Simkoyê Şika de, em rastî hinek karên wî yên girîng tên ku hingî cîbicîkirin û pêkanîna wan ne hêsan bû. Bihayê wan karên han bi li ber çavgirtina îmkan madî û derfên civakî-siyasî ên kêm û taybetî pir bilinde. Sala 1912-13an bi hevkarîya Ebdulrezaq Bedirxan( 1864-1918 ) kovara bi navê KURDISTAN tê weşandin. Li bajarê Xoyê komeleya bi navê GIHANDANIYÊ tê çêkirin ku tê de armanc pêgihandin û perwerdekirina zarok û ciwanên Kurd e. Dîsa li sala 1916an, xwendingeheke Kurdî ji zarokên Kurd re tê vekirin û Simko bi hemû hêza xwe ya sîyasî û madî pişta wê pêngava mezin jî digire. Di warê aborî de, malîyat ji bazirgan û dewlemendên herêma desthilatdarîyê tê standin û ew bi hemû hêza xwe dixwaze ku gel ji hikûmdarîya wî razî û memnûn bin. Helbet tevahîya van kar û xebatên weha divê li gor derfetên wê serdemê bêne nirxandin.
Rojnameya “ Kurd ”, peyvdara desthilatdarîya Simkoyê Şikak bû ku bi texmînî tenê 6-7 hejmar jê derketine. Rûpelên wê dêr bi dêr xwedî naverokeke pir dewlemend bû û peyamên sîyasî-civakî yên wê serdemê tê de cî digirtin. Bi xwendin û şirovekirina wan gotar û peyamên wê, rêyeke tijî ronahî li ber me vedibe ku em baştir bîr û ramanên Simkoyê Şikak û armancên şoreşa wî binasin. Armancên wî çi bûn û çima serî hildabû li dijî desthilatdarên nelayîq û sîstema desthilatdar ku li Îran û Kurdistanê xwedî berpisrên sitemkar û xerabker bû. Wî çend caran bi bîra wan anîbû ku her tişt: “Ne bi zorê ye, belkî bi dorê ye!” Û êdî dewrana wan jî divê bê dawîya xwe. Weha jî kir û di dema çend salan de nîvê axa Rojhilatê Kurdistanê azad kir. Simko wekî bazekî, nêçîra koremaran dikir; ew koremarên ku jehra xwe bi ser jiyana xelkê de belav kiribûn.
Kesên wekî Mihemed Temedon îdia dikin ku navê rojnameya serdema Simko berê: “Rojî Kurd û Şewî Ecem” bû, lê logoya hejmara yekem di destê me de ye ku roja pêncşemê, 12ê meha Şewala sala 1340î ya Hicrî-Qemerî ( 08.06.1922 a zayînî ) li Urmiyê hatiye weşandin. Rojname heftane bû û tevî ku hejmara duduyan hîn peyda nebûbû, lê divê ew hejmar jî di 15.06. 1922yan de hatibe weşandin. Hejmara sisêyan jî, ku hemû rûpelên wê di destê me de hene, roja duşemê, 28ê Zulqeideya sala 1340î ( 23.07. 922 )an hatiye weşandin. Werin em 6 rûpelên wê rojnameyê vedin ka çi tê de ye:
Rojname heftane û di nava du xêzan de bi Kurdîya naverast û bi tîpên Erebî weha li ser hatiye nivîsandin:
“ Rojnameke sîyasî, edebî, exbarî, sermeqale tercume dekirê be Farisî denûsê Kurdek bo hemû Kurdan. ”
Li alîyê rastê yê rojnameyê jî weha hatiye nivîsandin:
“ Cîgey îdare Wirmê
Çapxaney Xîret
Modîr: Mihemed Turcanî
Meqalatek menfeitî Kurdan tê da bê werdegîrê.
Carê le her hefte da yekek çap dekirê
12 mang Şiwal 1340.”
Li vir, xala herî balkêş ew e ku birêveberên rojnameyê bi awayekî zelal didin diyarkirin ku tenê ew gotar têne belavkirin ku di ber berjewendîya Kurdan de bin.
Di naverasta rûpela yekê yê rojnameyê de, sûreta Al Umran, ayeta 103an hatiye nivîsandin:
“We i`tesimû bi heblillah cemîen we la teferreqû – واعتصموا بحبل الله جميعاً و لا تفرقوا”(1)
Li jêr wê ayetê jî du destên hevgirtî hene ku wekî sembola yekîtî û tifaqê hatine diyarkirin. Di nîvê rûpela yekê yê rojnameyê de jî navê rojnameyê “Kurd” hatiye nivîsandin.
Li alîyê çepê jî weha hatiye nivîsandin:
“ Heqê rojnamê pêşekî werdigîrê. ”
Bihayê rojnamê yê nav û derveyî welat jî weha hatiye diyarkirin:
” Daxile: Salek 50 Qiran. Şeş mang 27 Qiran
Xarice: Salek 60 Qiran. Şeş mang 35 Qiran
Qîmetî yek nusxe deh Şahî
Qîmetî îlanan her dêrî du Qiran. ”
\rojnameya_kurd_simko_kaksar_rewanbej08Nêrîn û daxwazên Simkoyê Şikak
Tevî ku ew hê ciwan û li pey kuştina bab û birayê xwe li herêmê bûye kesekî xwedî karîzma, lê mirovekî dûrbîn û xwedî ramanên Kurdayetîyê. Simko xwedî armancên pîroz û dîrokî bû. Ji hemû kar û xebatên çandî, rewşnebîrî û sîyasî yên ku di serdema serîhildana Simko de li Kurdistanê hatine kirin, mirov hingî dizane ka çima ji hêla desthilatdar û Îranîyên nasyonalîst ve ew qas rik û kîn li hemberî Simko hebû ku hîn jî ew dijberî bi dawî nebûne. Heta rewşenbîrên wê serdemê jî tevî ku baş dizanîn Riza Şahê Pehlewî dê welêt ber bi sîstemeke dîktator ve bibe, dîsa jî xwe ji vegotin û nivîsandina rûdanên rast vedidizin û bi bêşermî li dijî şoreşgerên Kurd û armancên wan ên sîyasî dinivîsin.
Rojnameya Kurd wekî yekemîn rojnameya Kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê, xwedî hinek taybetmendîyên berbiçav e:
Bi du zimanan, Kurdî û Farisî, hatiye weşandin.
Bi du zaravayên Kurdî, anku Kurmancî û Soranî, hatiye amadekirin û weşandin.
Di rojnameyê de, ji hêla lîderên şoreşê ve, rêbaz û armancên şoreşa Kurdistanê hatine şirovekirin.
Rewşenbîrên navdar û sernas li dora Simko hebûn: Mîrza Ebo Elhesen Seyfulquzat ( 1876-1945 ), Mihemed Turcanîzade, Ehmed Turcanîzade, Ebdulrezaq Bedirxan( 1864-1918 ) û kesekî kêmnaskirî bi navê Mihemed Cemaledîn Elhekarî ku wekî qazîyê wî yê karên dadwerîyê bû.(2)
Ji naveroka rojnameyê tê kifşê ku wan xebat kiriye da ku sîstema xwe ya desthilatdarîyê bidin rûniştandin û bêhtir bi gel bidine naskirin. Her weha pê re jî ji dijmin û dewletên biyanî re îspat bikin ku ew ne ajaweçî, talanker û tevlihevkar in, lê berevajî wê, şoreşa wan xwedî armancên bingehîn, sîyasî û civakî ye.
Di rûpela yekê ya hejmara sisêyan a rojnameya Kurd de, kesek bi navê Mihemed Cemaledîn Elhekarî bi zaravayê Kurmancî nivîsek belav kiriye. Wî di dawîya nivîsê de weha nivîsîye: “ Qazîyê Simko, Mihemed Cemaledîn Elhekarî. ”
Li vir, du pirs derdikevin holê: Ew kes kî ye û aya Simko qazîyekî wî hebû ku şêwira xwe pê kiriye û ramanên xwe pê re parve kirine ku di pey re jî di nav raya giştî de belav bike? Naveroka nivîsê xwedî hin peyamên sîyasî ye ku armancên serhildana Simko didin xuyanîkirin û ji hêla din ve jî behsa sîyaset û rêbazên çewt ên dewleta Îranê li Kurdistanê dike. Nivîs bi du zimanan û bi awayê jêr (bi Kurmamcî û li hember jî bi zimanê Farisî) hatiye belavkirin û ez jî li vir, nivîsê wekî orjînala wê, lê bi tîpên Latînî dinivîsim û radixim ber çavên we:
\rojnameya_kurd_simko_kaksar_rewanbej01“ Çar sal e wiqûatêt li wan serhedan waqêi dibin, bi wasita xezetêt(3) xwe bi navê şeqawet(4) îlan dikin(5). Mirovêt dûr jî çi ko ji heqîqeta şolî(6) bêxeber in, bi wî terzî dizanin, hal ewe heqîqeta şolî ne we ye. Me hêvî heye cerîda(7) Kurdan îro û paş ve rastîya dê şêt(8) wiha binivîsît da xelq heqîqetê bizanit:
Di wê babê(9) da çend xeberan ez dê bêjim:
Bal her kesî meilûm e ku di wê herba umemî(10) da, Îranê bêterefîya xwe îlan kiribû. Hal ewe miletê çi dewletêt miharib(11) hindî Kurdêt keftî di serheda Îranê da mutezerzir nebûye(12) û ewe li meydanê ye û her kes bawer neket bilan(ê) bêt bibînît. Ne nifûs, ne mal bo Kurdên feqîr nemaye. Aya ewe ji çi bû? Eger Dewleta Îranê -ku heta xwe metbûî(13) wî miletê Kurd ê feqîrkeftî di wî muhîtî(14) dizanî- miharib bû lewra miletê tabiê wî mutezerir bû. Kanê îlan(a) herb di gel kî dewletê kiriye bila bide zanîn. Hal ewe bêterefîya xwe resmen bi defeatan(15) îlan kiriye, her wekî li nik hemî (kesî) meilûm û miqeyd e.
\rojnameya_kurd_simko_kaksar_rewanbej02Eger miharib nebû, miletê tabiê wî çira hinde mehû û mutezezir bû. Elbet ewî sebeb heye bilê sebebê wê ewe ye ku Dewleta Îranê muqtedir nebû (ku) miletê tabiê xwe ji pinca(16) ecnebîyan mihafize biket. Dewletêt micawirî(17) wî ku miharib bûn, hatine nav milkê wî ehalî û miletê tabiê wî mehw û perîşan kirin. Paş ku du dewletêt xarcî ji nav milkê wî paş ve çûn, Îranê dîsa îdara xwe ya zalimane teisîs kir. Miletê Kurdan fikirî ewe ne careke herçî zemanê yek ecnebî hez ket daxil miklî dibît, miletî mehû diket, kes lê napirsît. Zêde(tir) ji wê û bi rikî û tekalîfêt mafoqeltaqet(18) û cirîmêt bêqanûn(19) hindî hez diket ji Kurdan distînît, li keyfa xwe mesref diket, ne mektebekê, ne fabrîqekê, ne rêyekê, ne pirekê, ne eczaxanekê, hasilî çu(ti) eserêt medenîyetê bo Kurdan teisîs naket, çi kesê hez diket bê siwal û cewab dikujît, digirît, ne qanûn, ne şerîet, ne sîyaset çu(ti) destûrekê emel naket(20). Roja lazim jî bît, miletê tabiê xwe nikarit mihafize biket. Belke(î) bi xwe jî hawî(21) ecnebîyan miletê tabiê xwe diherişînît her wekî çar salan ber(î) niha Kurd û Ermenîyêt (di nava) milkê Îranê da ku çend esran(22) heta niha wekî biran derbas dikirin, Îranî tehrîk kirin berdane hemû nifûsa Kurdan bi destê Ermenî û Asûrîyan wa mehû kirin. Namûsa Kurdan bi destê Ermenî û Asûrîyan ji nav birin; Ermenî û Aşûrî weke zarokên xweştivî birin nik xwe û ew hembêz kirin. Di destpêka kar de Kurdistan teşwîq û terxîb kirin û gotin: Meger Ekrad Misilman nînin, çira întiqama xwe ji Asûrî û Ermenan nastînin? Wan ser Kurdan gelek şolêt wiha kirine. Kurdên feqîr ji wê zulmê, ji wê cebirê bêtab man, êdî tehemula wam nema, mecbûr bûn îdia kirin madam Dewleta Îranê neşêt me mihafize bikit û ji xeyr(î) zulmê çu(ti-çi) muamilêt dîtir di gel me naket, bilan destê xwe ji me bikêşît em bo xwe dê îdara xwe bikin û milk û cîyê xwe jî dê mihafize bikin. Kurdên feqîr çi ku wasita neşirê, û mirovêt wan li nav meclisa dewletan tinebûn ji bo wê fikira xwe ji xeyr silahî çu wasite(yên) dîtir nedîtin, dest dane silaha xwe, Ecem hêdî hêdî ji nav xwe derxistin, ewên ku mayî jî înşelah dê dema nêzîk da ji eceman tamîz kin. Eceman ew fikire dizanî, sebebê êqdama Kurdan dizanî, belê rastî nedigot(in), digot(in) Kurd şeqawetê dikin, her dem orduyek tertîb dikir, sewq dikire ser Kurdan, belkî Kurdan temamen mehû ket, şocaeta xwe ya fitrî îzhar kirin, (lê) di hemî şeran da xalib bûn. Niha şol gehiştîye derecekê, nêzîk e Ecem bo xwe jî mexlûbîyeta xwe(23) û xalibîyet û heqanîyeta Kurdan îqrar ket, eger îqrar neket jî weqayêi dê şehadetîyê li heqîqetê bidin, mecala înkarîyê namînit. Ew wiqûatêt(24) çar sal e di wî muhîtî (de) diqewimit sebeb ew bû ku min erz kir, şeqawet nîne madfia heqî ye(25).
Qazîyê Simko-Mihemed Cemaledîn Elhekarî.”
\rojnameya_kurd_simko_kaksar_rewanbej05Para Edebî ya Rojnameya Kurd
Di beşê edebî (wêjeyî) de jî peyamên balkêş hene ku helbesteke mamosta Seyful-Quzat bi awayê jêr hatiye belavkirin:
Qismet Edebî (eser qelemî Axay Seyfu’l-Quzat)
“ Kurdîne, ta key ême le kêwan mîsalî dêw / Bêyn û biçîn û bo me nebê qet xudan û xêw?
Xelkî hemû le bax û le şaran a kêfxoş / Êmeş bilaw û bêsere mawîn le deşt û kêw.
Reşmal e mal û keşk û penîr e meta’î me / Qesr û serayî xelkî dî ye pir le zêr û zêw.
Jêrdestî û îta’etî bêgane ta be key? / Şerm e le bo me, hênde bijîn bênîşan û nêw.
Her mîlletê le la we heqî xoy be deste we / Kurdê ke ser helênê, delên bo te ser bizêw.
Azadî, serbexoyî, mîrî û gewreyî / Dawa biken be zar û ziman û didan û lêw.
Her kes ke pirr tewawî heqî babî xoy newê / Ew bêbeş e le Kurdî, derî ken, neyate nêw.”(26)
\rojnameya_kurd_simko_kaksar_rewanbej04Ew di helbesteke xwe ya din de behsa lîderê Şoreşa Kudistanê, Simkoyê Şikak dike û ji gel daxwaz dike ku bihagiranîya wî baş bizane:
“ Kurdan Kurdekan be Xuda rojî xeyret e / Des deyne xenceran û pêyawane bêne lêw.
Simko (Xuda) ke dawe be me sahib û reîs / Şukrî bikeyin bezar û ziban û didan û lêw.
Meqsud(î) wî eme: Ke heq(î) me bidate me / Teklîf(î) meş wiha ye feday bîn be nêr û mêw.”
Di rûpelên din ên rojnameya Kurd de, şiroveya qanûnên hikûmetê hene û bi giştî behsa sîstema desthilatdarîyê hatiye ravekirin. Li ser vê mijarê nivîsek bi farsî li jêr nav-nîşanê « meramê ma – Armanca me « hatiye nivîsandin ku bidirêjî û elbete bi zimanekî sade li ser daxwazên xwe yên meşrû nivîsandine.
Emiliano Zapata û Simkoyê Şikak
Emiliano Zapata (1879-1919) şoreşgerekî Meksîkayî bû. Ew gundîyekî Çermsor bû ku li dijî kedxwarîya feodal û hakimên herêma xwe serkêşîya şoreşekê kiribû. Karkerên gundî yên di kargehan de bi rêxistin kirin û di destpêka serîhildana xwe de ji sê parên axa welêt parek rizgar kir. Di pişt re ji hemû axa Meksîkayê, hemû başûrê welêt bi dest xist. Lêbelê serokkomarê wê demê yê bi navê Carranza xwest reforma zevî û axê ya ku E. Zapata dabû destpêkirin rawestîne û bi komployekê bi merema hevdîtinên sîyasî ew lehengê xizmetkarê berjewendîyên gel, kuşt. Zapata dema ku ji alîyê hêzên dewletê ve li cihekî bi navê Cuernavacayê hate kuştin, 39 salî bû.
\rojnameya_kurd_simko_kaksar_rewanbej06\Xala balkêş ew e ku di awayê kuştina Zapata û Simko de wekhevî pir in. Her du jî şoreşger û di dema hevdîtinên sîyasî têne kuştin. Yek rêberê Şoreşa Meksîkayê û yê din jî serokê Şoreşa Kurdistanê ye. Dijberên her duyan jî dîktator û mirovên virek û sextekar bûn ku pişta wan ne bi hêza gel, belkî hêzdarên kedxwar bûn. Her du jî di dîroka welat û gelê xwe de wekî “qehremanên milî”, xwedî navekî xweş in.
Li pey şehîdbûna her du lîderan, ji hêla gel ve gelek stran û helbest hatine gotin û nivîsandin, lê bi qasî ku li ser Zapata filmên sînemayê, konferans û semînar hatine çêkirin û lidarxistin, mixanin li ser Simko xebatên weha kêm in. Dema Simko tê şehîdxsitin, helbesta jêr li her derê dikeve ser zarê xelkê:
“ Rijandî namerd xwênî merdanit / Tolet estênît lawî Kurdanit.”
Di folklora Kurdî de, nêzî 20 stranan ji hêla dengbêj û hunermendên Kurd ve li ser Simko û endamên din ên malbata wî hatine gotin. Kawîs Axa, Şakiro, Hecî Ebdulkerîm, Kazo û Şehram Dostanî hinek ji wan kesan in ku bi peyvên xweş li ser jîyan, qehremanî û şerê mêrxasên Kurd, kilamên xweş gotine. Di kilamên dengbêjên me de, li ser zilim û zora serdestan û hejarî û liberxwedana bindestan, bi zelalî behsa gelek rûdanên nexweş tê dikin.
$Jêder û Têbînî$
(1). Wateya wê ayetê weha ye: “Û hûn tev lepên xwe biavêjin benê Xwedê û ji hev belav nebin.”
(2). Lêkolîna min a li ser jîyan û kesayetîya wî heye lê hîn bi dawî nebûye. Bes a girîng ew ji Colemêrgê bû û kesekî pir zana û şoreşger bû. Dema dibîne ku Rojhilatê Kurdistanê azad dibe, xwe digihîne cem Simko û wekî qazîyê wî pê re kar dike.
(3). Rojnameyên
(4). Tevlihevkar, têkder.
(5). Belav dikin, diweşînin.
(6). Ji rastîya kar û şixul.
(7). Rojname.
(8). Dikare.
(9). Di vê derbarê de, li ser vê mijarê.
(10). Yanî di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de (1914-1918).
(11). Dewletên şerker, dewletên di halê şer de.
(12). Rastî xisar û zîyanê nehatiye.
(13). Girêdayî.
(14). Cih, herêm.
(15). Bi caran. Çendîn caran.
(16). Ji destê.
(17). Dewletên cîran.
(18). Li derveyî sînorê hêza wan.
(19). Cezayên li derveyî qanûnê.
(20). Cî bi cî nake.
(21). Wekî, mîna, bi awayê.
(22). Çend qirnan, çend sedsalan.
(23). Şikestin û binketina xwe.
(24). Bûyer, rûdan.
(25). Parastina maf û emekê ye.
(26). Ew helbest di nava Kurdan de naskirî ye û xwedî peyamên civakî û sîyasî ye ku rewşa Kurdan a serdema Qacarî û Riza Pehlewî bi eşkeretî dide xuyanîkirin. Mamosta Seyful-Quzat, bi zimanekî wêjeyî û xweş, gilî û gazinên xwe ji dagirkerên welatê xwe vedibêje.[1]

Tämä tuote on kirjoitettu (Kurmancî) kieli, klikkaa kuvaketta avata kohteen alkukielellä!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Tämä tuote on katsottu 1,339 kertaa
Kirjoita oma kommenttisi tuote!
HashTag
liittyy kohdetta: 22
1. Elämäkerta Simko Shikak
1. Päivämäärät ja tapahtumat 08-10-2015
1. Kirjasto SIMKO
2. Artikkelit Rojnameyên Destpêkê
Ryhmä: Artikkelit
Artikkelit kieli: Kurmancî
Publication date: 08-10-2015 (9 Vuosi)
Asiakirjan Tyyppi: Alkukielellä
Maa - Alue: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Tuote Laatu: 99%
99%
Lisääjä ( ئاراس حسۆ ) on 19-01-2023
Tämä artikkeli on tarkistettu ja julkaistu ( سارا ک ) 20-01-2023
Tämä kohta on hiljattain päivittänyt ( سارا ک ) on: 19-01-2023
URL
Tämän tuotteen mukaan Kurdipedia n Standardit ei ole viimeistelty vielä!
Tämä tuote on katsottu 1,339 kertaa
Kurdipedia on suurin monikielinen lähteistä kurdien tietoja!
Kuva ja kuvaus
Talvimaisema kotiseudultani, Urmiyesta Itä-Kurdistanista vuonna 2011

Actual
Kirjasto
Serhildan - Kurdien kansannousu Vanissa
01-01-2013
هاوڕێ باخەوان
Serhildan - Kurdien kansannousu Vanissa
Kirjasto
Layla
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Layla
Kuva ja kuvaus
Talvimaisema kotiseudultani, Urmiyesta Itä-Kurdistanista vuonna 2011
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Talvimaisema kotiseudultani, Urmiyesta Itä-Kurdistanista vuonna 2011
Elämäkerta
Sharaf Khan Bidlisi
02-08-2024
شادی ئاکۆیی
Sharaf Khan Bidlisi
Uusi kohde
Elämäkerta
Sharaf Khan Bidlisi
02-08-2024
شادی ئاکۆیی
Tilastot
Artikkelit
  536,183
Kuvat
  109,324
Kirjat
  20,200
Liittyvät tiedostot
  103,566
Video
  1,526
Kieli
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
306,160
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
89,682
هەورامی - Kurdish Hawrami 
65,966
عربي - Arabic 
30,176
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
17,836
فارسی - Farsi 
9,480
English - English 
7,523
Türkçe - Turkish 
3,667
لوڕی - Kurdish Luri 
1,690
Deutsch - German 
1,642
Pусский - Russian 
1,140
Français - French 
347
Nederlands - Dutch 
130
Zazakî - Kurdish Zazaki 
91
Svenska - Swedish 
70
Polski - Polish 
54
Español - Spanish 
53
Italiano - Italian 
51
Հայերեն - Armenian 
50
لەکی - Kurdish Laki 
37
Azərbaycanca - Azerbaijani 
27
日本人 - Japanese 
21
中国的 - Chinese 
19
Norsk - Norwegian 
17
Ελληνική - Greek 
15
עברית - Hebrew 
15
Fins - Finnish 
12
Português - Portuguese 
9
Ozbek - Uzbek 
7
Тоҷикӣ - Tajik 
7
Esperanto - Esperanto 
5
Catalana - Catalana 
4
Čeština - Czech 
4
ქართველი - Georgian 
4
Srpski - Serbian 
3
Hrvatski - Croatian 
3
Kiswahili سَوَاحِلي -  
2
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Cebuano - Cebuano 
1
балгарская - Bulgarian 
1
हिन्दी - Hindi 
1
Lietuvių - Lithuanian 
1
Ryhmä
Fins
Kirjasto 
4
Artikkelit 
3
Tilastot ja selvitykset 
1
Elämäkerta 
1
Paikkoja 
1
Kuva ja kuvaus 
1
Kartat 
1
MP3 
323
PDF 
31,241
MP4 
2,511
IMG 
200,323
∑   Yhteensä 
234,398
Kurdipedia on suurin monikielinen lähteistä kurdien tietoja!
Kuva ja kuvaus
Talvimaisema kotiseudultani, Urmiyesta Itä-Kurdistanista vuonna 2011
Folders
Paikkoja - Maa - Alue - Paikkoja - Kaupungit - Erbil Paikkoja - Paikka - Artikkelit - Kirja - Artikkelit - Kieli - Murre - Fins Artikkelit - Asiakirjan Tyyppi - Alkukielellä Elämäkerta - Ihmiset tyyppi - Historioitsija Elämäkerta - Ihmiset tyyppi - Elämäkerta - - Elämäkerta - Kansakunta - Kurdi

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.83
| Yhteystiedot | CSS3 | HTML5

| Sivu sukupolven aika: 0.86 toinen!