Navê pirtûkê: NETEWEYÊN KÊMÎNE
Navê nivîskar: ALAIN-G. GAGNON
Navê wergêr: Ergîn Openg
Wergera ji ziman: Ingilîzî
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Lîs
Sala çapê: 2006
Armanca serekî ya vê xebata girîng û biwext ew e rêç û rêkarên nû pêşkêş bike wisa ku neteweyên kêmîne bikarin pê bixebitin ji bo azadkirin û bidestxistina selahîyetan di nav federasyonên ku ew tê de ligel neteweyên din dijîn û bi wan re di nav şirîkatîyên cuda de ne. Gagnon van federasyonan wekî “federasyonên pirneteweyî” bi nav dike û hewl dide vê têgehê wekî cureyeke cuda û taybet ya federasyonê binecih bike. Pêşnîyara wî ew e ku cemawerê neteweyên kêmîne divê fikra du rêçên nû yên hev-temamker bikin ber bi federalîya pirneteweyî ve. Rêça ewil, divê ew ji bo rizgarî û azadbûna neteweyî bixebitin –bi şiklê bikaranîna mafê çarenûsî di nav federasyonê de– bi rengê veguhertina federasyonê li ser bingehê muzakereyan wisa ku federasyon rê bide rizgarîya neteweyî û rêxweşker be ji bo binecihbûna wê. Rêça duyê, divê ew di nava neteweya kêmîne de ji bo desthiltdarkirina neteweya xwe bixebitin bi rêya bikaranîna hêz û selahîyetên xwe yên çarenûsî û bi awayên nû yên beşdarîya sivîl û çandî di jîyana cemawerî ya neteweya xwe de.[1]
Huomautus: PDF-tiedoston tämä kirja ei ole saatavilla, auttakaa Kurdipedia saat tämän tiedoston! Lähetä kirja Tämä tuote on kirjoitettu (Kurmancî - Kurdîy Serû) kieli, klikkaa kuvaketta
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
avata kohteen alkukielellä!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Tämä tuote on katsottu 573 kertaa
Kirjoita oma kommenttisi tuote!