Navê pirtûkê: HELEQETÎYÊD PISMAMTÎYÊ DI NAV KURDAN DE
Navê nivîskar: EMÎNÊ EVDAL
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Lîs
Sala çapê: 2011
Emînê Evdal di dema xwe a kêmderfet û kêmtêkilî de bi berfireyî jîyan û kar û têkilîya Kurdan a dema xwe û a berî dema xwe pêşberî me dike. Ev berhema li ber destê we ji sê beşên sereke û beşa tekstan pêk hatiye. Nivîskar di beşa yekê de li ser jîyana kar a Kurdên dema xwe nivîsîye. Xwedîkirina heywanan, amadekirina pêdivîyan, karê cotkarî û çandinîyê û biparvekirina van karan bi hûrgilî di vê beşê de hatine nivîsîn. Beşa duduyan li ser sazbûna malbatê, endamên malbatê û têkilîyên ber û êlên Kurdan e. Sernavên beşa sisêyan jî; Nîşan û Sîmbolêd Beran û Qebîlan, Wexta Zewacê, Wexta Heyfhilanînê, Wexta Bûyîna Zaran, Wexta Mîratxwarinê, Wexta Hebandinê û Wexta Navdanînê ne. Wekî din di beşa tekstan de çar çîrokên ji zargotina Kurdî hene.[1]
Huomautus: PDF-tiedoston tämä kirja ei ole saatavilla, auttakaa Kurdipedia saat tämän tiedoston! Lähetä kirja Tämä tuote on kirjoitettu (Kurmancî - Kurdîy Serû) kieli, klikkaa kuvaketta
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
avata kohteen alkukielellä!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Tämä tuote on katsottu 551 kertaa
Kirjoita oma kommenttisi tuote!