Kirjasto Kirjasto
Haku

Kurdipedia on suurin monikielinen lähteistä kurdien tietoja!


Search Options





Tarkennettu haku      Näppäimistö


Haku
Tarkennettu haku
Kirjasto
Kurdi nimet
Tapahtumien aikajärjestys
Lähteet
Historie
Käyttäjän Kokoelmat
Aktiviteetit
Etsi Apua?
Julkaisu
Video
Luokitukset
Satunnainen erä!
Lähetä
Send artikkel
Send bilde
Survey
Palautetta
Yhteystiedot
Millaista tietoa tarvitsemme!
Standardit
Käyttöehdot
Tuote Laatu
Työkalut
Noin
Kurdipedia Archivists
Artikkeleita meille!
Lisää Kurdipedia sivustoosi
Lisää / Poista sähköposti
Vierailijat tilastot
Erätilastot
Fonter Kalkulator
Kalenterit Muunnin
Kielet ja murteet sivut
Näppäimistö
Kätevä linkit
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Kielet
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Tilini
Kirjaudu sisään
Jäsenyys!
Unohtuiko salasana!
Haku Lähetä Työkalut Kielet Tilini
Tarkennettu haku
Kirjasto
Kurdi nimet
Tapahtumien aikajärjestys
Lähteet
Historie
Käyttäjän Kokoelmat
Aktiviteetit
Etsi Apua?
Julkaisu
Video
Luokitukset
Satunnainen erä!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Palautetta
Yhteystiedot
Millaista tietoa tarvitsemme!
Standardit
Käyttöehdot
Tuote Laatu
Noin
Kurdipedia Archivists
Artikkeleita meille!
Lisää Kurdipedia sivustoosi
Lisää / Poista sähköposti
Vierailijat tilastot
Erätilastot
Fonter Kalkulator
Kalenterit Muunnin
Kielet ja murteet sivut
Näppäimistö
Kätevä linkit
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Kirjaudu sisään
Jäsenyys!
Unohtuiko salasana!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Noin
 Satunnainen erä!
 Käyttöehdot
 Kurdipedia Archivists
 Palautetta
 Käyttäjän Kokoelmat
 Tapahtumien aikajärjestys
 Aktiviteetit - Kurdipedia
 Apua
Uusi kohde
Elämäkerta
Sharaf Khan Bidlisi
02-08-2024
شادی ئاکۆیی
Tilastot
Artikkelit
  530,199
Kuvat
  107,414
Kirjat
  19,969
Liittyvät tiedostot
  100,871
Video
  1,470
Kieli
کوردیی ناوەڕاست 
302,852
Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,913
هەورامی 
65,837
عربي 
29,220
کرمانجی - کوردیی سەروو 
17,040
فارسی 
8,951
English 
7,403
Türkçe 
3,597
لوڕی 
1,691
Deutsch 
1,480
Pусский 
1,133
Française 
335
Nederlands 
130
Zazakî 
90
Svenska 
63
Հայերեն 
50
Español 
45
Italiano 
44
لەکی 
37
Azərbaycanca 
24
日本人 
20
中国的 
16
Norsk 
14
עברית 
14
Ελληνική 
13
Fins 
12
Polski 
7
Esperanto 
5
Ozbek 
4
Português 
3
Тоҷикӣ 
3
ქართველი 
2
Cebuano 
1
Kiswahili سَوَاحِلي 
1
Hrvatski 
1
Srpski 
1
ترکمانی 
1
Ryhmä
Fins
Kirjasto 
4
Artikkelit 
3
Tilastot ja selvitykset 
1
Elämäkerta 
1
Paikkoja 
1
Kuva ja kuvaus 
1
Kartat 
1
MP3 
323
PDF 
30,450
MP4 
2,394
IMG 
196,443
Kirjasto
Serhildan - Kurdien kansann...
Kirjasto
Layla
Kuva ja kuvaus
Talvimaisema kotiseudultani...
Elämäkerta
Sharaf Khan Bidlisi
Lİ SER MİJARA “KURD Û HİLBİJARTİN” (4)
Ryhmä: Artikkelit | Artikkelit kieli: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Sijoitus Kohde
Erinomainen
Erittäin hyvä
Keskimääräinen
Huono
Huono
Lisää kokoelmiin
Kirjoita oma kommenttisi tuote!
Kohdetta historia
Metadata
RSS
Hae Googlella liittyviä kuvia valitun kohteen!
Hae Googlella valitun kohteen!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Cebuano0
Esperanto0
Fins0
Hrvatski0
Kiswahili سَوَاحِلي0
Norsk0
Ozbek0
Polski0
Português0
Pусский0
Srpski0
Тоҷикӣ0
Հայերեն0
ქართველი0
中国的0
日本人0

Cano AMEDÎ

Cano AMEDÎ
Lİ SER MİJARA “KURD Û HİLBİJARTİN” (4)
=KTML_Underline=Cano AMEDÎ=KTML_End=
Piştî salên 1990 an şûnde, di hemû waran de, bi taybetî di warê xebatên legal de PKK hegomanya xwe dîyar kir. Ew kesên di nav rêxistinên xwe de, dijberî û xirabîya hevalên xwe dikirin, weke xezînakî bibînin ber bi PKK ve kişîyan. Enerjî û tecrubên xwe, hêz û qewetên xwe radestî pkk`ê kirin. Tiştê pkk`ê dixwest çavek bû, lê wan her dû çav jî dîyarî kiribûn.
Li ser navê rewşenbîrî û hêvîyên postan, li Ewropa, Stenbol û Amedê xewn didîtin û berbe Bekaa`yê ve diherikîn. Yên “bi siûd bûn” di vegerê de, lotik davêtin.
Pîvan û mercên xwe îspatkirinê, înkara ked û xebatên berîya pkk`ê bû. Li hevalên xwe yên berê şûr kişandin, weke şert dabûn ber wan! Şert û mercên bîatkirinê, ked û pîrozbahîyên xwe, fikir û ramanên xwe, hêjayî û dîroka xwe, binpêkirin bû. Divîya ew nîrxên netewî bavêtina sergo!.. Lê mixabin gelek jê bê şik û bê pirs, xwe ser dev avêtin kûraya sergo!
Ji salên 1990 an şûnda xebatên vekirî û veşartî (dizî) ji alî me hemûyan ve ayan û beyan in. Rêxistinên dervayî PKK`ê, “destên xwe şûştin û legana hevîr bi dîwar ve daliqandin” Qada xebatên veşartî û eşkera tenê di bin bandora sîyaseta PKK`ê de diherikî.
Bingehên rêxistinên din û gelek kesên cüda, wargeha sîyaseta PKK`ê weke cîhê “hêvî”yê dîtin. Hêzbûn tiştek ewha ye, gava di kûrahîya asoyê de ronîyek derewîn jî xûya bike kerr, lal û kor jî xwe lê digirin.
Gava xewnên post, maqam û kursîyan xurt be, bîhna berjewendîyên rojane û xeyalên pereyan zêde be, ne îlke, ne bername, ne jî pîvanek rêxistinî dimîne. Ev derûnî gava baş bê analîzkirin, ez bawer im emê bigihîjin bersîva gelek pirsan. Ev jî bi serê xwe mijarek girîng e. Divê mirov pirsan ji xwe û derdora xwe bike. Çima, ji bo çî û hwd divê em xwe bigihîjinin bersîva pirsên din.
Sîstema Kemalist, piştî salên 1980an û şunda, enerjî û potansîyela tevgera rizgarxwazên netewa Kurdistan, di bendava pûçkirinê de fetisand. Lê dîsa jî, li ser bingeha netewî hêzbûnek çênebe, mîsyoner û aktorên xwe di kozikan de zîndî digirtin, carnan jî bo hêvîyan vemirînin bayê “yekîtî”yê geş dikirin. Bi transfer û projeyên tarî “şêrgeleyên” ji mala xwe re nedibûn, weke “pakrewanên” demkî pêşkêşî civatê dikirin. Ev aktorên hanê, di demên hilbijartinan de, li ber derîyên serdestan, li ser yek lingî rêz dibûn û serkêşîya govêndê dikişandin û dikişînin.
Ez bawer im gelek ji me dîrok û çîroka xebatên pêvajoyên UGD, HEVKARÎ, TEVGER, hewldanên ENÎYA KURDÎSTANÎ, PYSK û her wekî dinê baş nizane. Ev hewldan, xebat û karên hevpar çima bi ser neketin?
Aktor, berpirsîyar, û şahidên wan deman îro çi difikirin? Ev mijar, ji bo rêxistinên me çiqas girîng bû, çîhê pirsê ye?
Ger ev proje jî li gor berjewendîyên netewî û li gor stratejîyek netewî bihata meşandin, gelo îro wê rewş çewa bûya?
Ev hewldanên li ser bingeha xebatên hevkarî û yekrêzîya nav mala Kurd, çima bûbû kelemek û xulamokên dagîrkeran diêşand?
Hinek alîyên sîyasî û çepgirên tirk ji bo ev hewldan û xebatên hêja bi sernekevin, gelek alozî û pirsgirêkên mezin derxistin. Mîsyoner û hevalbendên wan jî li gor talîmatan tevgerîyan û rê li ber hilweşandin û têkçûnê vekirin. Ev jî rûpelek rastîya dîroka me ye.
Pêvajoya damezrandina HEP, DEP, ÖZDEP, HADEP, DEHAP, DTP, ÖZGÜR PARTÎ, DBP, HDP bi serê xwe mijarek cûda û girîng e!
Di destpêka damezrandina HEP Û DEPê de, hemû alîyên hêzên Kurd beşdarî wan xebatan bûn. Pêşkêşî û piştevanîya xebatên vekirî kirin. Kadro û bername bi giranî di bin bandora wan de bû, lê belê çek, hêz û bandora tirsê, di destê pkk`ê de bû.
Demek şûnda, kadroyên rêxistinên din û hinek rewşenbîr li dijî talîmatên bîatkirinê/teslîmbûnê xwe vekişandin. Beşek mezin bîat kir an jî bi wê pêvajoyê bawerbûn û îrada xwe radestî pkk`ê kirin. Encamên wê pêvajoyê jî dîyar e û em hemû şahidê wan rojan e!
Ev rêgeh, heta îro çima alternatîfek Kurdî, radestî gelê kurd nekir? Li ser navê gelê Kurd, ji bo çi guncavkirina Kemalîzmê/Îttihat Terakî weke erk tê dîtin? Dîzayinkirina tevgera Kemalist, çima bi xwîna xortên Kurd tê avdan, dibê baş bê zanîn!
Ev potansîyel û enerjîya gelê Kurd radestî PKKê kirîye, heta îro li tu welatî û li tu beşî çênebûye! Ev bi serê xwe rastîyek e û em dibînin û dijîn. Serkeftin û destkeftîyên hemû alîyan hene, lê belê li Bakûr tu mafekî an destkeftîyek li holê tune ye!
Tenê bi sîyaseta “netewa demokratîk” li çar beşên Kurdistanê, ji bo “demokrasî û demokratîkbûna” dewletên dagîrker û netewên serdest xwîna xort û kêçên Kurd tê rijandin û hêjî didome.
Erdnîgarîya gelê Kurd, bûye laboratûvara şerê reş! Artêşên dagîrkeran weke tatbîkatan bikin bi hevra şerê gelê Kurd dikin. Ev sîyaseta “Kêroşk bireve, Tajî bigire!” her diçe rê li ber birînên nû vedike. Ev rastîyên hanê, ji alîyê gelek derdoran ve tê zanîn, lê belê “hêvî”, xewn û xeyalên “kursîyan” lîstoka sê meymûnan bi wan şêrîntir dike!
Heta niha, di hemû demên hilbijartinên derbasbûyî de, nebîyên Enver, Talat û Cemal Paşa, weke mufettişên umumî/giştî pêşkêşîya civata Bakûr kirine! Ev mekanîzma tarî û bi hêz, sîyasetê dîzayn dike, rêxistinan ji hev belav dike, bi transfer û mîsyonerên xwe, rê li ber yekîtî û hevkarîyên rasteqîn digirin!
Nexweşîya bêaqûbetîyê, di kûraya mêjîyê me de bi cîh kirine. Em nikarin hevdû gohdar bikin, bi hevra tevbigerin an jî bi hevra bimeşin. Ev nexweşî ji qada sîyasetê derketîye, giranîya civatê xistîye bin bandora xwe.
Li ser hesabên partîyên sîstemê, ji bo xulamtî û hîzmetkarîya dagirkeran şerê dêrûnî, şerê navxwo, bi şêweyekî bi sîstem hatîye meşandin û îro jî didome!
Heta niha hewldanên “yekîtî û hevkarîyê”, li ser hesabên dorpeçkirina bingeha hev hatîye meşandin. Gava bawerî û rastî ji holê rabe, nexweşîyên dêrûnî dest pêdike. Ger hinek jê wan lîstokan weke serkeftinekê nîşan bidin, ev problemek nexweşîya dêrûnî ye!
Em hemû baş dizanin û dibînin ku li rojhilata nêzîk û li kurdistanê guhertinên demkî û dîrokî pêktên. Kengî û li ku wê erdhêj çêbibin, ne dîyar e.
Civatên xwe bi rêxistin kirine, her dem dikarin xwe biparêzin, lê civatên bê rêxistin her tim li ber ba û bahozan dikevin tayê. Mînakên herî balkêş pêvajoya şerê cîhanê ya yekem û duyeme! Bi taybetî jî ji bo gelê Kurd minakek girînge!
Pêvajoya îro em bi hevra dijîn, bi serê xwe mijarek cûdaye û divê kûr û dirêj bê dîrxandin.
Dîrokê, her dem nîşan kirîye ku civat û gelên nexwedî, asoyek netewîbin nikarin biserkevin. Gava stratejî û bernameyek netewî tune be, parastina destkeftîyên rojane demkîye. Hêzbûn û rêxistinbûn li gor demê dirize, pûç dibe. Lê gava armanc dewletbûn û destkeftîyên bi axê ve girêdayî be, her dem mirov bi ser dikeve. Pêşketin û serfirazî bi bername û rêgehek zelal mumkun e!
Kesayet û hêzên li gor bayê desthilatdaran tevdigerin û helwest digirin, parêzvanî û piştevanîya sîstemê dikin, xwe dixapînin, gel dixapînin. Kirasê dewlet dixwaze li gelê Kurd bike, em ne mecbûrin bi parêzin an berevanîya şaşî û xeletîyan bikin. Em ne mecbûrin piştevanî û hevaltîya ew kes û derdorên fikrên serxwebûnê û dewletbûna Kurdistanê, avêtine teneka sergo bikin. Ew derdorên xwe û keda xwe înkar dikin, li gor daxwazên desthilatdaran tevdigerin, berjewendîyên gelemperî li gor berjewendîyên hîzbî bin pê dikin, nikarin rêgehek guhertinê pêşkêşî civatê bikin.
Guhertin wesfekî şoreşgerîyê ye, Şoreşger berîya her tiştî divê, di mejîyê xwe de, di jiyana xwe de, di rabûn û rûniştina xwe de guhertinan pêk bîne. Di hewldan û tevgera civata xwe de rê li ber guhertinan veke. Ev jî girêdayî, li hevhatina gotin û kirinê ye. Gava kirin û gotin ji hev cûda be, rengê bawerîyê tê guhertin. Ji ber vê yekê em dikarin bi hêsanî bibêjin:
Pêvajoya hilbijartinan ji bo gelek derûdoran weke qaxiza tûrnesolê ye. Nîyet, bawerî, kesayetî, îlke, prensîp, pîvan li gor wê testê dîyar dibe.
Sîyaseta li dijî dagirkerî û mêtinkarîyê, li ser stratejîya netewî şîn dibe. Gava daxwazên nêzîk û yên dûrtirîn, li ser stratejîyek netewî neyê damezrandin, nasnameyên jêrîn û nasnameyên jorîn di bin sîwana netewî neyê nîşan kirin.
Em bixwazin an nexwazin encamên sîyasetê, ber bi destxistina parlementerî û xewnên kursîyan diherike. Ji ber van sedeman em dikarin bi hêsanî bibêjin siyaset, bi hilbijartinan ve hatîye girêdan. Heta îro, bi vê rêyê tu destkeftîyek ji bo gelê Kurd nehatîye bi destxistin.
Hinek simsar û celebên sîyasetê, li ser navê gelê Kurd, herdem li pey berjewendîyên xwe bezîyane û bêrîka xwe tije kirine. Mînakên herî nêzîk di pêvajoya deh salên dawî de me bi hevre dît. Kî li ser hesabê kê, çewa ked û dîroka hevalê xwe firot, çewa hevalên xwe xapand, çewa navê rêxistina xwe firot û komîsîyona post û kursîyan girt em hemû dizanin.
Pêwîstîya sîyaseta netewî, bi paradîgmayek nû, bi rêgehek kurdî heye. Ji bo armanc û berjewendîyên netewî, divê hemû hêz û alî, ezberên xwe yên heta îro biguherînin, metodên nûjen û stratejîyek girêdayî netewe û axê ava bikin.
Hilbijartin amûrek girîng e û pêwîst e. Dîvê li gor sratejîyek bingehîn mirov vê mijarê cardin binîrxîne. Ger hilbijartin weke wasitayek gihîştina armancên netewî be, li gor bername û prensîbên netewî divê bê pesinandin û hevkarîyek sîyasî pêk bê.
Gelê Kurd, weke aktorekî sereke, dikare bandorek li ser sîyaseta dagirkeran û xulamokan bike! Îradeya mala Kurd, bi hemû renk û şêweyên xwe, gava li ser berjewendîyên netewî, li gor heq û hûqûqê bê darezandin û desthilatdarîya erdnîgarîya xwe, weke armancek sereke hilbijêre, ez bawerim di pêşerojê de barê gelê Kurd û sîyaysetmedaran sivik dibe.
Hilbijartin, li welatekî azad û serbixwe, encamên kar û xebatên sivîl in. Hilbijartin encam û hêzbûna rêxistinek vekirî û meşru ye. Hilbijartin ji bo propaganda, ji bo rêxistinbûnê, ji bo desthilatdarî û xîzmetê dezgeha biryara gel û pejirandina sîyasetek civakî ye.
Partî, grûp, rêxistin, kom û komelên sîyasî li gor stratejî û bernameyên xwe, helwestên xwe diyar dikin. Program û çalakîyên xwe pêşkêşî civatê dikin. Civat sîyaseta wan dipejirîne an na, di encamên hilbijartinên de dîyar dibe. Lê belê ev pîvan û îzahat ji bo welatên hûqûqnas û demokratik in. Ne ji bo welatên dagîrker, mêtinkar û dîktator in!
Dewletek welatê te dagîr bike, hebûna gelê te înkar bike, aborîya welatê te talan bike, qanûnên xwe li ser tunekirina rûmetên te yên dîrokî, çandî, sîyasî û neteweyî sazkiribe, te mecbûrî sondek nîjadperest û înkarkirina hebûna te bike, beşdarîya hilbijartinên vê dewletê, tenê înkara xwe û meşrûkirina sîyaseta vê dewletê ye.
Heger şert meriv bi awakî mecbûr bike jî pîvanên beşdarbûna hilbijartinan, divê ne kursî, ne post, ne berjewendîyên kesayetî û ne jî firotina nîrxên netewî be!
Pîvanên sereke, divê xebatên bi destxistina mafên netewî be. Li ser bingeha berjewendîyên netewî, pîvan parastin û bi destxistina statuyek sîyasî be. Gava ev armanc tunebin, tu cudahîyek me û partîyên sîstemê ji hev namîne. Ev helwest jî wê sîyaseta mêtinkarîyê ya asimilasyon, Turkîyeyîbûn û kedîkirina gelê Kurd meşrû bike!
Ji ber van sedeman divê mirov hemû alternatîfan baş binîrxîne ! Bingeha helwest, pîvan, stratejî û sîyaseta îtîfaqan divê li dijî sîyaseta kedîkirinê bê durustkirin. [1]
Tämä tuote on kirjoitettu (Kurmancî - Kurdîy Serû) kieli, klikkaa kuvaketta avata kohteen alkukielellä!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Tämä tuote on katsottu 642 kertaa
Kirjoita oma kommenttisi tuote!
HashTag
Lähteet
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/ - 15-06-2023
liittyy kohdetta: 6
Ryhmä: Artikkelit
Artikkelit kieli: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 10-05-2019 (5 Vuosi)
Asiakirjan Tyyppi: Alkukielellä
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Tuote Laatu: 99%
99%
Lisääjä ( ئاراس حسۆ ) on 15-06-2023
Tämä artikkeli on tarkistettu ja julkaistu ( سارا ک ) 16-06-2023
Tämä kohta on hiljattain päivittänyt ( سارا ک ) on: 16-06-2023
URL
Tämän tuotteen mukaan Kurdipedia n Standardit ei ole viimeistelty vielä!
Tämä tuote on katsottu 642 kertaa
Kurdipedia on suurin monikielinen lähteistä kurdien tietoja!
Kuva ja kuvaus
Talvimaisema kotiseudultani, Urmiyesta Itä-Kurdistanista vuonna 2011

Actual
Kirjasto
Serhildan - Kurdien kansannousu Vanissa
01-01-2013
هاوڕێ باخەوان
Serhildan - Kurdien kansannousu Vanissa
Kirjasto
Layla
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Layla
Kuva ja kuvaus
Talvimaisema kotiseudultani, Urmiyesta Itä-Kurdistanista vuonna 2011
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Talvimaisema kotiseudultani, Urmiyesta Itä-Kurdistanista vuonna 2011
Elämäkerta
Sharaf Khan Bidlisi
02-08-2024
شادی ئاکۆیی
Sharaf Khan Bidlisi
Uusi kohde
Elämäkerta
Sharaf Khan Bidlisi
02-08-2024
شادی ئاکۆیی
Tilastot
Artikkelit
  530,199
Kuvat
  107,414
Kirjat
  19,969
Liittyvät tiedostot
  100,871
Video
  1,470
Kieli
کوردیی ناوەڕاست 
302,852
Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,913
هەورامی 
65,837
عربي 
29,220
کرمانجی - کوردیی سەروو 
17,040
فارسی 
8,951
English 
7,403
Türkçe 
3,597
لوڕی 
1,691
Deutsch 
1,480
Pусский 
1,133
Française 
335
Nederlands 
130
Zazakî 
90
Svenska 
63
Հայերեն 
50
Español 
45
Italiano 
44
لەکی 
37
Azərbaycanca 
24
日本人 
20
中国的 
16
Norsk 
14
עברית 
14
Ελληνική 
13
Fins 
12
Polski 
7
Esperanto 
5
Ozbek 
4
Português 
3
Тоҷикӣ 
3
ქართველი 
2
Cebuano 
1
Kiswahili سَوَاحِلي 
1
Hrvatski 
1
Srpski 
1
ترکمانی 
1
Ryhmä
Fins
Kirjasto 
4
Artikkelit 
3
Tilastot ja selvitykset 
1
Elämäkerta 
1
Paikkoja 
1
Kuva ja kuvaus 
1
Kartat 
1
MP3 
323
PDF 
30,450
MP4 
2,394
IMG 
196,443
Kurdipedia on suurin monikielinen lähteistä kurdien tietoja!
Kuva ja kuvaus
Talvimaisema kotiseudultani, Urmiyesta Itä-Kurdistanista vuonna 2011
Folders
Kirjasto - Kirja - Kirjasto - Kieli - Murre - Kurdi - Sorani Kirjasto - Kieli - Murre - Fins Kirjasto - Maa - Alue - Ulkopuolella Kirjasto - Publication Type - Kirjasto - PDF - ❌ Kirjasto - Kirja - Kirjasto - Kirja - Artikkelit - Kirja - Artikkelit - Kieli - Murre - Fins

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.75
| Yhteystiedot | CSS3 | HTML5

| Sivu sukupolven aika: 1.281 toinen!