Kirjasto Kirjasto
Haku

Kurdipedia on suurin monikielinen lähteistä kurdien tietoja!


Search Options





Tarkennettu haku      Näppäimistö


Haku
Tarkennettu haku
Kirjasto
Kurdi nimet
Tapahtumien aikajärjestys
Lähteet
Historie
Käyttäjän Kokoelmat
Aktiviteetit
Etsi Apua?
Julkaisu
Video
Luokitukset
Satunnainen erä!
Lähetä
Send artikkel
Send bilde
Survey
Palautetta
Yhteystiedot
Millaista tietoa tarvitsemme!
Standardit
Käyttöehdot
Tuote Laatu
Työkalut
Noin
Kurdipedia Archivists
Artikkeleita meille!
Lisää Kurdipedia sivustoosi
Lisää / Poista sähköposti
Vierailijat tilastot
Erätilastot
Fonter Kalkulator
Kalenterit Muunnin
Kielet ja murteet sivut
Näppäimistö
Kätevä linkit
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Kielet
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Tilini
Kirjaudu sisään
Jäsenyys!
Unohtuiko salasana!
Haku Lähetä Työkalut Kielet Tilini
Tarkennettu haku
Kirjasto
Kurdi nimet
Tapahtumien aikajärjestys
Lähteet
Historie
Käyttäjän Kokoelmat
Aktiviteetit
Etsi Apua?
Julkaisu
Video
Luokitukset
Satunnainen erä!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Palautetta
Yhteystiedot
Millaista tietoa tarvitsemme!
Standardit
Käyttöehdot
Tuote Laatu
Noin
Kurdipedia Archivists
Artikkeleita meille!
Lisää Kurdipedia sivustoosi
Lisää / Poista sähköposti
Vierailijat tilastot
Erätilastot
Fonter Kalkulator
Kalenterit Muunnin
Kielet ja murteet sivut
Näppäimistö
Kätevä linkit
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Kirjaudu sisään
Jäsenyys!
Unohtuiko salasana!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Noin
 Satunnainen erä!
 Käyttöehdot
 Kurdipedia Archivists
 Palautetta
 Käyttäjän Kokoelmat
 Tapahtumien aikajärjestys
 Aktiviteetit - Kurdipedia
 Apua
Uusi kohde
Elämäkerta
Sharaf Khan Bidlisi
02-08-2024
شادی ئاکۆیی
Tilastot
Artikkelit
  530,268
Kuvat
  107,431
Kirjat
  19,970
Liittyvät tiedostot
  100,889
Video
  1,470
Kieli
کوردیی ناوەڕاست 
302,873
Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,906
هەورامی 
65,838
عربي 
29,220
کرمانجی - کوردیی سەروو 
17,041
فارسی 
8,947
English 
7,404
Türkçe 
3,597
لوڕی 
1,691
Deutsch 
1,480
Pусский 
1,133
Française 
335
Nederlands 
130
Zazakî 
90
Svenska 
63
Հայերեն 
50
Español 
45
Italiano 
44
لەکی 
37
Azərbaycanca 
24
日本人 
20
中国的 
16
Ελληνική 
14
Norsk 
14
עברית 
14
Fins 
12
Polski 
7
Esperanto 
5
Ozbek 
4
Português 
3
Тоҷикӣ 
3
Hrvatski 
2
Srpski 
2
Kiswahili سَوَاحِلي 
2
ქართველი 
2
Cebuano 
1
ترکمانی 
1
Ryhmä
Fins
Kirjasto 
4
Artikkelit 
3
Tilastot ja selvitykset 
1
Elämäkerta 
1
Paikkoja 
1
Kuva ja kuvaus 
1
Kartat 
1
MP3 
323
PDF 
30,463
MP4 
2,394
IMG 
196,456
Kirjasto
Serhildan - Kurdien kansann...
Kirjasto
Layla
Kuva ja kuvaus
Talvimaisema kotiseudultani...
Elämäkerta
Sharaf Khan Bidlisi
Şeva Yelda yê de (Şevçile)
Ryhmä: Artikkelit | Artikkelit kieli: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Sijoitus Kohde
Erinomainen
Erittäin hyvä
Keskimääräinen
Huono
Huono
Lisää kokoelmiin
Kirjoita oma kommenttisi tuote!
Kohdetta historia
Metadata
RSS
Hae Googlella liittyviä kuvia valitun kohteen!
Hae Googlella valitun kohteen!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Cebuano0
Esperanto0
Fins0
Hrvatski0
Kiswahili سَوَاحِلي0
Norsk0
Ozbek0
Polski0
Português0
Pусский0
Srpski0
Тоҷикӣ0
Հայերեն0
ქართველი0
中国的0
日本人0

Şeva Yelda yê de (Şevçile)

Şeva Yelda yê de (Şevçile)
Şeva Yelda yê de (Şevçile)
Di nava gelên Arî de li gel peyva ”Yêlda” ji vê şevê re ”şeva Çile”, destpêka Çile ya pêşîn jî dibêjin. Ev peyv wek ”Yelda û Yalda” jî tê nivîsandin. Bi dîtina min forma rast ”Yêlda” ye. Peyva ”Yêlda” tê wateya dayînê /zayînê, yanê şeva dayînê, şeva bûyînê, şeva ku xwedawendê rojê Mîthra xwe daye /Xwe-da. Hin jî di cihê peyva ”Mîthra” de peyva ” Mihrdad /Mîrdad” bikartînin. Ev şev li gor salnameya Gregoryanî rastê şeva roja 20 kanûnê bi 21 kanûnê ve girê dide, tê. Di nava anane û kevneşopiyên kevn de du çileyên zivistanê hene. Ya yekem bi vê şeva Yêlda ve destpêdike. Yanê çil rojê zivistanê yê yekem, ya din jî li pey wê tê.
Peyva ”Yêlda” bi aliyê hin kesan ve bi aramî ve jî were girêdan, ne rast e. Ev nexweşiyeke her tiştî bi samiyan ve giredanê bêtir tişteke din nine. Di Kurdî û bi giştî di koma zimanê Arî de lêkera ”dan” herwiha peyvên weke ”da, dadan, dadê, dayîk, Xweda, Yêzdan” hene. Ev di bingehê Ariya kevn de jî xuya dike. Bi Somerî ”gan /dagan / dî – gan” di farsî de ”dadan” û di hîndî de ji ”yêndana /yan dena” tê gotin. Bi taybetî jî peyva ”Yêzdan” û peyva ”Yêlda” gelek nêzê hev in. Ji wê jî mirov bi hêsanî dikane bibêje ku ev peyveke xas Arî ye.
Ev baweriyeke ji Zerdeştî kevntir, yy dema baweriya Mithraîzmê ye. Di salnameya kevn de vê şevê meha Azar /Attur (agir) yanê meha Mijdarê diqede, meha ”Day /dey” dest pê dike. Peyva ”day” ji lêkera ”dayînê” tê. Ji vê mehê re çileya zivistanê ya yekem jî hatiye gotin. Di vê şeva ku 20an bi 21ê meha kanûnê ve girê dide de, li nîvkada bakur şeva herî dirêj e. Li nîvkada başûr jî şeva herî kurt û roja herî dirêj e. Ji vê şevê û pê ve tevgere gera cihanê xwe diguherîne û li nîvkada bakur şev her diçe kurt û roj ji dirêj dibe. Bi zimanê gel destpêka dagera Rojê ye. Di baweriya gelê Arî ya berê, ango Mithraîzmê de ev roj roja ji durreya gerdûnê xweafirandina xwedawende rojê Mithra Xwe-da ye. Herwiha di baweriya Mîthra de ”Başî /çakî ya ku li dij bedbûnê (Xirabiyê) di nava şer de ye, vê şevê bi her awayî bi ser ketiye. Her wiha ronahi jî li dij tarîtiyê.” Ev serkeftina başiyê wek cejna Arî yan jî Îndo-Arî (Aryanî) jî tê zanîn. Ev têgîhîştin di baweriya Zerdeştiyê de jî rûniştiye.
Ev Anane û baweri bi rengê cûda di nava hemû gelên Arî /Aryen de tê pîrozkirin. Di dema Medan de xwerû di MEHRGEDEHan (Mala rojê) û li dor wê dihat pîrozkirin. Mixabin bi têkçûna Medan re ev hatiye ji bîrkirin. Di nivîsên mixî yên Bestûnê de Darios radigine ku bavê wî di ser gelek Mehrgedehên Medan de girtiye û ew di komkujiyê re derbaskirine. Di dema Xaldiyan /Ûrartûyan de jî hin nişaneyên pîrozkirina vê rojê hene. Mînak li ser keleh û kevnebajarê Girêsora (Bostankaya) Milazgirê perestgeha rojê heye. Li ser wê perestgehê nîşaneyên dagera rojê jî di forma relyefan de xuya dike. Ev jî tê wê wateyê ku wê demê jî ev roja xeta tarîtî û ronayiyê ji hev diqetîne, bi baweriyeke têr hatiye pîrozkirin. Ji ber ku me li ser xaka xwe serweriyeke serbixwe avan ekiriye. Ev rastiyên dîroka me jî di tariyê de mane.
Dewleta Îranê firsenda di dest xwe de bi kar aniye û ji zû ve ev roj weke cejneke xwe ya netewî bi tevahiya cihanê daye pejirandin. Her wiha Persan Zerdeştî jî bi xwe dane destpêkirin. Dema mirov di nava çavkaniyên Ewropiyan de li vê mijarê digere, tenê peyva ”Cejna Persan” derdikeve pêşiya mirovan. Bes, daneyên dîrokî bi aşîkarî nîşanî me didin ku Persan ev cejn ji Medan wergirtiye û ji xwe re kirine mal. Di nava Kurdan û gelên din de hin cudahiyên awayê pîrozkirine hene, heta li hin cihan ji ber baweriya îslamê reng ji guherîne. Mînak li Eyaleta Fars di nava xwarinê pîrozkirinê de hinar û zebeş tinene, tenê hin çerezên zuha hene. Lê di nava Kurdan de hinar di dema pîrozkirinê de rola bingehîn dilize. Egerê vê jî gelek zelal e, lew re berê ku Kuroşê kurê Kambîs I. ê dekbaz Serweriya Med biruxîne, ev anane di nava Persan de yan hîç tinebû, yan jî ev cejn bi melûlî hatiye pîrozkirin. Lewre ti nişaneyên wê di nava kavîlên Pasar Gedehê de nine. Lê ev şeva xwerû di nava Medan de pîrozbahiyeke taybet û bi rengê netewî bû.
Hinar û şeva Yêlda
Nîşaneya vê şeva Yêlda ya bingehîn ”Hinar” e. Taybetiya hinarê ev e: Hinar mînak û semboleke teqina yekem e. Dema hinar biteqe, her hebeke hinarê wek stêrkên li ezmanan bi aliyekê ve diçe, kêliya tirîjê ronahiyê lê de, her hebek bi rengek cuda, xweru jî bi şînîya ezman dibiriqe. Lema Kurdên Yarsanî ji teqîna yekem yanê ji ”Urkinal /Big Bang” re ”Kun vekun /Kunar vekunar” yanê teqîn û belavbûn gotine. Kurt û Kurmancî têkiliya peyva ”hinar” û ”Kunarê /teqîn” bi hev re heye. Dibe ku ji ber vê têgîhîştinê jî hinar bûbe remza vê şeva pîroz. Kî dixwaze rengê vê rastiyê bibîne, dikane hinarekê bi weş li erdê xwe û lê binêre.
Di nava Kurdan de rengê cuda yê ”Şeva Yêlda”
=KTML_Bold=1) Li Hamedan / EKBATAN ”Şeva Yêlda”=KTML_End=
Şêweya pîrozbahiya li Hamedanê ji dema Medan vir ve maye û ji rengê xwe tirîjek jî wenda nekiriye. Li Hamedanê rupoşeke qutnî davêjin ser xonçe /mase, hinar, zebeş û çerezên cûda li ser xonçe /maseyê tê rêzkirin. Li gel wê jineke salmezin /Pîr li ber xonçeya bi hinar, zebeş û çerezên cûda hatiye xemilandin rûdine, helbestan dixwîne. Bi giranî jî navê hin kesan tê hildan û li ser navê wan helbest tê xwendin. Di dema xwendinê de zarokek ser 12 salî re ta û derziyê digire, li ser caweke taze û neşûştî navê kesên ji bo wan helebest hatiye xwendin dineqişîne. Hin jî bi qelemên rengînê yan jî bi hubra Mehrgedehan wan navan li ser caw dinivîse. Ji wî karî re ”Kohkiluye” dibêjin. Li pey jî bi navê ”Methil Xanî” çîrokên xwerû tên vegotin. Her wiha bi navê ”Kilîla Behrê /Tasa Behrê” ji bo belengazan xwarinek jî tê çêkirin û belakirin.
=KTML_Bold=2 – Li Xworezmê /Horasan=KTML_End=
Li Xorezmê bi taybetî di nava Kurdên Xorezmê de, reh û kokên giha yên tên xwarin, bi destê kal û pîran tên civandin, wan bi saetan di sitilan de dikelînin, her wiha şekir jî tevê dikin, (li hin cihan aqit, yan jî şîrava mêwan tevê dikin,) wê kef û ava wê weke şirûbê tevdidin, piştî hinek sar bû, bi qedehan vedixwin. Dibe ku ev jî formeke ”Ava Homa” ya dema Medan be. Ango ji wê demê ve mabe. Lewre ava Homa jî ji gihayên cûda dihat çêkirin. Bêguman li gel wan hinar, zebeş û çerez jî tên danîn. Stran û govend jî jê kêm nabin.
3 – Li Parêzgeha Kermanşanê ango di nava Kurdên Kelhûr de li ser xonçeyê (maseya nizm) bi awayeke taybet xemilandî hinarên reng sor, sêvên rengzer, her wiha sor û kesk. Zebeş, berû, mêweyên çolê û çerezên herêmî bi hostatiya xemla nîgarkêşekî tê bi cihkirin. Ev tev de bi awayê remza rojê tê têgîhîştin. Tê bawerkirin ku ev hêza dil û rengê Rojê diteyîsînin. Li gel wan şîraniyên bi navê ”Rahat-holxum, kek, û nanê birinjî” jî tê patin. Li gelek ciha şîraniyên din jî hene. Her wiha stran û helbest jî kêm nabin.
=KTML_Bold=4 – Li navenda Kurdistana Rojhilat:=KTML_End=
Di pergala dewleta Îranê de ji Sinê bigire hetanî Saqize di resmiyetê de weke eyaleta Kurdistan tê bi navkirin. Li vê herêma Kurdistanê bi navê ”Nanê Sangak” formeke patîleyên bi kelem, pincar her wiha kifteyên pel, îsot û balîcanên dagirtî tên amadekirin. Bêgûman remza Şeva Yelda hinar, zebeş, gûz, berû û çerezên din jî nayên ji bîrkirin.
=KTML_Bold=5 – Li Qazwîna di dema Serhildana Gaumada de keleha berxwedanê bû=KTML_End=
Mixabin ku ev warê şêran niha bi piranî di destê Azeriyên ku navê Kurdî ”azer/î” dizîne û li xwe kirine de ye, lê berê eyaleteke Med, cih û ware Kurd û birayê wan Belûciyan bû. Li vir jî şeva Yêlda bi awayekî xwerû tê pîrozkirin. Li vê herêmê bi taybetî di nav newal û geliyên Elbirûzê de gelek Kurdên Yarsanî hene, herwiha Kurdên nîv şîî jî li vir dijîn. Di nava wan de hê heta îro jî ew kevneşopiyên berê nehatine jibîrkirin. Yan jî Kurdên di nava azeriyan de helyane bûnin Azerî (Azerî naveke Kurdîye, lê Tirkan ew dizîne û ji xwe re kirine mal.) Wekî farisan çerez datînin. Hinar kêm tê dîtin, lê li herêmê xwerineke taybet ya bi masiyan tê çêkirin. Gelek kes ji bo vê xwarinê di dema şeva Yêlda de carinan berê xwe didin wir.
=KTML_Bold=6 – Li ba Yarsanî /Kakaiyan=KTML_End=
Yarsanan bi her awayî piraniya reng, anane û têgihîştinên berê parastine, lema Yarsanan têgîhîştin, tê weteya rastiyên xwe têgîhîştinê. Li vir hem di vê şeva pîroz de bi vêxistina ”şevçira” (findên şimayê) wateyekê didin vê şevê û hem jî weke remza ”Kun vekun /Kunar vekunar” Hinar, mewîj û şerab tê pêşkêş kirin. Xwerû jî di deme hilhatina rojê û çûyîna ava de, bi zimanê wan ”Îzeti Mîrşîn” yanê sewaneyên pîroz, gulbang û dîrozan bi nalîna tembûrê re pêşkeş dikin. Ev pîrozbahîya xwerû ya li ba Yarsaniyan hetanî 15ê meha yekem didome. Ango pîrozbahiyê hetanî roja paqijiyê ku Yarsanî jê re ”Xawênkarî” dibêjin, didomînin.
=KTML_Bold=7 – Di nava Farsan de=KTML_End=
Li Îranê bi fermî nasîna vê rojê re pîrozkirin di nava Farsan de jî rûniştiye. Li eyaleta ku wek Fars hatiye binavkirin jî, ev roj tê pîrozkirin, lê ji baweriyeke bêtir, weke fermibûn û cejna dewletê hatiye pejirandin.
Li Farsê hinar di nava çerezan de tine. Ev cudahiyeke di navbera Kurd û Farsan de ye. Li ba wan Rengînak (mêweyek), xurme, zebeş û çerezên zuha hene. Li gel stranan û lîstina baskan şeva Yêlda tê pîrozkirin.
=KTML_Bold=8 – Li ba Kurdên Êzdî ”Cejna Êzî”=KTML_End=
Li ba Kurdên Êzdî ”Şeva Yêlda” rengeke din wergirtiye. Dibe ku bi vî awayî rengê herî kevn jî hatibe parastin. Ev Cejna Mîthra di bin navê sê cejnan de tê pîrozkirin. Yek Cejna Şêşims, Şems navê rojê û Xwedayê rojê ye. Ev nav di zimanê Huriyan de Şîlîg, Sîm /îm, bi Xaldî Şîlîg, li ba Sûmeran Şims /Şa /zalag, Akadi ”Şamaş” roj û navê xwedayê rojê ye. Ya duduyan ”Cejna Xwidan” e, ev xwedanê du wateyî ye; yek navê Xwedê, yek jî di wateya xwedî lê derketinê de ye. Cejna sisyan û a dawîyê jî bi navê cejna ”Ezî” tê pîrozkirin. Cejna Êzî cejna xwedayê rojê ye, ango cejna Mithra ye. Ji ber ku Xweda ev cihan diyariyê me kiriye, bi awayî spasî piştî sê roj rojiyê tê pîrozkirin. Her wiha tê bawerkirin ku Xwedê berê cihan rip û rût afirandiye, Di meha Newrozê de jiyan afirandiye. roja Çarşemiya Sor afirandin temamkiriye. Her sal ji ber rojên salan, yan jî sala zêdekê rojên pîrozkirinê cudane, Cejna Êzî bi giranî di navbera 16 – 21 meha Kanûnê de li cihê navê ”Yêlda” di bin navê ”Êzî” de tê pîrozkirin. Dema mirov wateya şeva Yêlda û cejna Êzî û her wiha cejna Xawenkariya Yarsaniyan dirûberîne, dibîne ku hersê jî, di heman wateyî de ne. Yanê tê de dagera rojê, afirandina cihanê û sipasdarî heye. Wê rojê ji şîraniyan bigire hetanî xwarinên cûda çerez û hinaran her tişt tê pêşkêş kirin.
=KTML_Bold=9 – Gaxend, Kalê Gaxendê=KTML_End=
Li Dêrsimê, yanê ji Kocgîri bigire hetanê Gimgim û Xinûsê jî, vê rojê rengek cûda wergirtiye û di bin serenavê ”Gaxendê” de tê pîrozkirin. Di naveroka wê de serketina başiye ya li dij xirabîyê, yan jî serketina ronahiyê ya li dij tarîtiye, ango dagera rojê û destpêkek nû heye. Her çendî di vir de rola hinarê nemabe jî, bi heman mabestê tê pîrozkirin. (Dibe ji ber ku mêweya hinarê, ne mêweyeke vê herêmê ye, lema wateya xwe wendakiribe.) Lê geşt heye, şîranî heye, pîrozkirin heye, têkçûyîna xirabiyê û serketina başiyê, her wiha destpêkek nû heye.
=KTML_Bold=10 – Qirdik, Kalo – Pîrê, Kosegelî=KTML_End=
Di nava Kurdên misliman de jî ev ”Şeva Yêlda” di bin navên ”Qirdik, Kalo-Pîrê, Kosegelî, Bûka Baranê” de tê pîrozkirin. Ango ji wateya xwe ti tiştekî wenda nekiriye, bes hinek rengê pîrozkirinê guheriye. Di naveroka wê de jî serketina ronahiyê li dij tarîtiyê heye. Pîrozbahiya vê roje, roja 20 meha kanûnê, ango destpêka çileya yekem dest pê dike hetanî nîve meha çile, anagorî salnameya Gregoryan nîvê meha yekem didome. Di vir de jî qewitandina xirabiyê, demên tarîtiyê, vegera başiyê û Rojê bingeh tê girtin. Her wiha ji bo vê rojê geşt tê dayîn, ciwan li hev kom dibin, li gel xwarinê bi şahiyekê vê rojê pîroz dikin. Demên berê, mînak; di salên şêstî de mezinên gund jî tevê vê pîrozbahiyê dibûn.
=KTML_Bold=11 – Noel /Weihnachten=KTML_End=
Noel (Cristmas / Weihnachten) a gelê xiristiyan jî bi vê şeva ”Yêlda” re têkildar e. Hemû Lêkolînerên Ewropî û welatên xiristiyanan dizanin ku Îsa ne di 24 Kanûnê de, li destpêka payîzê hatiye dunê. Lewre di hemû belgeyan de tê ragihandin ku yek; pez hê li çolê bûne. Ya dudyan hersê pîrozwerên ku ji welatê Partan (Kurd) hatine, xwe li stêrka sibehê girtine û wisa hatine. Stêrka sibê gerstêrka Venûsê ye, ew salê du caran xuya dike, yek di meha Adar û Nîsanê de, yek jî dawiya meha heştan û meha nehan ango Îlon (rezber) de xuya dike. Li gel vê baş tê zanîn ku Romayiyan jî diyardeya dagera rojê pîrozkirine û ev roj wek roja rojbûna xwedawend Saturun hatiye pejirandin. Li ba gelên xiristiyan berê di nava Bîzansan de hatiye pîrozkirin, dû re derbasê Romayê bûye. Û li Ewropê belav bûye. Mirov dema li ser înternetê lê bigere vê rastiyê dibîne, lema pêdivî bi belgeyan tine. Dîsa jî min lînka vê mijarê zelal dike li jêr daye.
Nikolaus yan jî kalê Noelê keşeyeke Pamfîlyan e û ji Milatê ye. Berê li parêzgeha Mugla, Antalya, Rodosê hetanî dihat digîhîşt Denizliyê gelê pamfîlî dijiya, beşeke wan di nava Grêkan de, beşek jî di nava Tirkan de heliyan û têkçûn. Tê gotin ku zimanê vî geli nêzikê zimanê Lîdiyan bûye. Keşeyê bi navê Nîkolaus keşeyeke gelê Pamfîlî bû ye. Nikolaus di dema xwe de komeke çekdar ava kiriye, bi alikariya wan keştiyên dewlemendan şêlandiye, li belengaz û zarokan belav kiriye. Di pêvajoya salan de vî rengê kalê noelê girtiye. Dara Noelê ji baweriya Alman ya kevn hatiye. Wan jî wekî Kurdan agir pîroz diditin.
=KTML_Bold=Çavkanî:=KTML_End=
1. Lêkolînên min û têbiniyên ji çavkaniyên cûda.
2. Nirxandinên min yên li ser bawerî û cejnên Kurdan. Her wiha lêkolînên min yên li ser cejnên cuda yên baweriya Êzdayetiyê.
3. Nirxandinên li ser Mîtolojiyên kevn.
4. https://www.allventure.com/de/impressionen/die-yalda-nacht-daspersische-weihnachten.html
5. http://www.irankultur.com/tag/yalda-nacht/
6. https://blog.nomad-reisen.de/yalda-nacht-wintersonnenwende-iran/
Jêder:Çandname[1]
Tämä tuote on kirjoitettu (Kurmancî - Kurdîy Serû) kieli, klikkaa kuvaketta avata kohteen alkukielellä!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Tämä tuote on katsottu 733 kertaa
Kirjoita oma kommenttisi tuote!
HashTag
Lähteet
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://rojevakurd.com/ - 17-06-2023
liittyy kohdetta: 6
Ryhmä: Artikkelit
Artikkelit kieli: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 22-11-2022 (2 Vuosi)
Asiakirjan Tyyppi: Alkukielellä
Maa - Alue: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Tuote Laatu: 99%
99%
Lisääjä ( ئاراس حسۆ ) on 17-06-2023
Tämä artikkeli on tarkistettu ja julkaistu ( سارا ک ) 21-06-2023
Tämä kohta on hiljattain päivittänyt ( سارا ک ) on: 17-06-2023
URL
Tämän tuotteen mukaan Kurdipedia n Standardit ei ole viimeistelty vielä!
Tämä tuote on katsottu 733 kertaa
Attached files - Version
Tyyppi Version Toimittajatunnuksesi
Kuvatiedostoa 1.0.112 KB 17-06-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia on suurin monikielinen lähteistä kurdien tietoja!
Kuva ja kuvaus
Talvimaisema kotiseudultani, Urmiyesta Itä-Kurdistanista vuonna 2011

Actual
Kirjasto
Serhildan - Kurdien kansannousu Vanissa
01-01-2013
هاوڕێ باخەوان
Serhildan - Kurdien kansannousu Vanissa
Kirjasto
Layla
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Layla
Kuva ja kuvaus
Talvimaisema kotiseudultani, Urmiyesta Itä-Kurdistanista vuonna 2011
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Talvimaisema kotiseudultani, Urmiyesta Itä-Kurdistanista vuonna 2011
Elämäkerta
Sharaf Khan Bidlisi
02-08-2024
شادی ئاکۆیی
Sharaf Khan Bidlisi
Uusi kohde
Elämäkerta
Sharaf Khan Bidlisi
02-08-2024
شادی ئاکۆیی
Tilastot
Artikkelit
  530,268
Kuvat
  107,431
Kirjat
  19,970
Liittyvät tiedostot
  100,889
Video
  1,470
Kieli
کوردیی ناوەڕاست 
302,873
Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,906
هەورامی 
65,838
عربي 
29,220
کرمانجی - کوردیی سەروو 
17,041
فارسی 
8,947
English 
7,404
Türkçe 
3,597
لوڕی 
1,691
Deutsch 
1,480
Pусский 
1,133
Française 
335
Nederlands 
130
Zazakî 
90
Svenska 
63
Հայերեն 
50
Español 
45
Italiano 
44
لەکی 
37
Azərbaycanca 
24
日本人 
20
中国的 
16
Ελληνική 
14
Norsk 
14
עברית 
14
Fins 
12
Polski 
7
Esperanto 
5
Ozbek 
4
Português 
3
Тоҷикӣ 
3
Hrvatski 
2
Srpski 
2
Kiswahili سَوَاحِلي 
2
ქართველი 
2
Cebuano 
1
ترکمانی 
1
Ryhmä
Fins
Kirjasto 
4
Artikkelit 
3
Tilastot ja selvitykset 
1
Elämäkerta 
1
Paikkoja 
1
Kuva ja kuvaus 
1
Kartat 
1
MP3 
323
PDF 
30,463
MP4 
2,394
IMG 
196,456
Kurdipedia on suurin monikielinen lähteistä kurdien tietoja!
Kuva ja kuvaus
Talvimaisema kotiseudultani, Urmiyesta Itä-Kurdistanista vuonna 2011
Folders
Artikkelit - Kirja - Artikkelit - Kieli - Murre - Fins Kuva ja kuvaus - Maa - Alue - Kuva ja kuvaus - Kaupungit - Urumiya Kuva ja kuvaus - - Kuva ja kuvaus - - Kuva ja kuvaus - - Kirjasto - Kirja - Kirjasto - Kieli - Murre - Fins Kirjasto - Maa - Alue - Ulkopuolella

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.75
| Yhteystiedot | CSS3 | HTML5

| Sivu sukupolven aika: 0.891 toinen!