Kirjasto Kirjasto
Haku

Kurdipedia on suurin monikielinen lähteistä kurdien tietoja!


Search Options





Tarkennettu haku      Näppäimistö


Haku
Tarkennettu haku
Kirjasto
Kurdi nimet
Tapahtumien aikajärjestys
Lähteet
Historie
Käyttäjän Kokoelmat
Aktiviteetit
Etsi Apua?
Julkaisu
Video
Luokitukset
Satunnainen erä!
Lähetä
Send artikkel
Send bilde
Survey
Palautetta
Yhteystiedot
Millaista tietoa tarvitsemme!
Standardit
Käyttöehdot
Tuote Laatu
Työkalut
Noin
Kurdipedia Archivists
Artikkeleita meille!
Lisää Kurdipedia sivustoosi
Lisää / Poista sähköposti
Vierailijat tilastot
Erätilastot
Fonter Kalkulator
Kalenterit Muunnin
Kielet ja murteet sivut
Näppäimistö
Kätevä linkit
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Kielet
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Tilini
Kirjaudu sisään
Jäsenyys!
Unohtuiko salasana!
Haku Lähetä Työkalut Kielet Tilini
Tarkennettu haku
Kirjasto
Kurdi nimet
Tapahtumien aikajärjestys
Lähteet
Historie
Käyttäjän Kokoelmat
Aktiviteetit
Etsi Apua?
Julkaisu
Video
Luokitukset
Satunnainen erä!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Palautetta
Yhteystiedot
Millaista tietoa tarvitsemme!
Standardit
Käyttöehdot
Tuote Laatu
Noin
Kurdipedia Archivists
Artikkeleita meille!
Lisää Kurdipedia sivustoosi
Lisää / Poista sähköposti
Vierailijat tilastot
Erätilastot
Fonter Kalkulator
Kalenterit Muunnin
Kielet ja murteet sivut
Näppäimistö
Kätevä linkit
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Kirjaudu sisään
Jäsenyys!
Unohtuiko salasana!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Noin
 Satunnainen erä!
 Käyttöehdot
 Kurdipedia Archivists
 Palautetta
 Käyttäjän Kokoelmat
 Tapahtumien aikajärjestys
 Aktiviteetit - Kurdipedia
 Apua
Uusi kohde
Elämäkerta
Sharaf Khan Bidlisi
02-08-2024
شادی ئاکۆیی
Tilastot
Artikkelit
  530,221
Kuvat
  107,403
Kirjat
  19,967
Liittyvät tiedostot
  100,871
Video
  1,470
Kieli
کوردیی ناوەڕاست 
302,827
Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,914
هەورامی 
65,832
عربي 
29,215
کرمانجی - کوردیی سەروو 
17,004
فارسی 
8,902
English 
7,400
Türkçe 
3,597
لوڕی 
1,691
Deutsch 
1,479
Pусский 
1,134
Française 
334
Nederlands 
130
Zazakî 
89
Svenska 
62
Հայերեն 
50
Español 
43
Italiano 
43
لەکی 
37
Azərbaycanca 
24
日本人 
19
中国的 
15
עברית 
14
Norsk 
14
Ελληνική 
13
Fins 
12
Polski 
5
Тоҷикӣ 
3
Ozbek 
3
Esperanto 
2
Português 
2
Srpski 
1
Kiswahili سَوَاحِلي 
1
ქართველი 
1
Cebuano 
1
Hrvatski 
1
ترکمانی 
1
Ryhmä
Fins
Kirjasto 
4
Artikkelit 
3
Tilastot ja selvitykset 
1
Elämäkerta 
1
Paikkoja 
1
Kuva ja kuvaus 
1
Kartat 
1
MP3 
323
PDF 
30,442
MP4 
2,394
IMG 
196,392
Kirjasto
Serhildan - Kurdien kansann...
Kirjasto
Layla
Kuva ja kuvaus
Talvimaisema kotiseudultani...
Elämäkerta
Sharaf Khan Bidlisi
Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de eşîrên kurd
Ryhmä: Artikkelit | Artikkelit kieli: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Sijoitus Kohde
Erinomainen
Erittäin hyvä
Keskimääräinen
Huono
Huono
Lisää kokoelmiin
Kirjoita oma kommenttisi tuote!
Kohdetta historia
Metadata
RSS
Hae Googlella liittyviä kuvia valitun kohteen!
Hae Googlella valitun kohteen!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Cebuano0
Esperanto0
Fins0
Hrvatski0
Kiswahili سَوَاحِلي0
Norsk0
Ozbek0
Polski0
Português0
Pусский0
Srpski0
Тоҷикӣ0
Հայերեն0
ქართველი0
中国的0
日本人0

Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de eşîrên kurd

Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de eşîrên kurd
=KTML_Bold=Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de eşîrên kurd=KTML_End=
=KTML_Underline=#Sedat Ulugana# =KTML_End=

Bi destpêkirina Şerê Cîhanê yê Yekemîn, bakurê rojhilatê Kurdistanê gavbigav tê dagirkirin. Di sala 1915’an de dagirkeriya Ûris a li heremên Serhedê her diçe zêde dibe. Di vê navberê de bi sedhezaran ermen ji aliyê artêşa Osmanî û çekdarên kurd, çerkez, tirk ve tên qetilkirin. Ji ber vê sedemê hêzên ermen ên di nav artêşa Ûris de cih girtine, dikin ku ji kurdan tolê hilgirin; lewma eşîrên kurd neçar dimînin û dibin alîgirê dewleta Osmanî. Li ser hewildanên Ebdurezaq Bedirxanê alîgirê Ûris, serekê alayên eşîra ertoşiyan derbasî aliyê Ûris dibe, lê çend roj şûn de li herêma Elbaqê ji aliyê “Teşkilat-ı Mahsusa” (îstixbarata Jon Tirkan a hemdemî) ve tê kuştin.2 Îttihatçî di van salan de hewil didin ku êdî Kurdistanê bê ermen û kurd bihêlin.
Di destpêka Şerê Cîhanê yê Yekemîn de, dewleta Osmanî dixwaze ji alayên eşîran baştir îstifade bike. Bi vê armancê wan jinûve saz dike, vê carê jî navê van alayan dike “Alayên Îhtiyatî yên Siwarî” û wan bi Artêşa Çaremîn ve girêdide. Li gor arşîvan, di wîlayeta Erziromê de 5 alay li Xinûsê, 2 alay li Hesenqeleyê, 6 alay li Agiriyê, 2 alay li Bazîdê; di wîlayeta Wanê de 2 alay li Erdîşê, 2 alay li Bêgiriyê, 2 alay li Qelqeliyê, alayek li Elbakê, alayek li navenda Wanê; di wîlayeta Bitlîsê de 2 alay li Milazgirê; di wîlayeta Dîyarbekirê de alayek li Cizîrê, alayek li Sêwerekê, alayek li Wêranşarê û 2 alay jî li Mêrdînê tên bicihkirin. Paşê bi beşdarbûna tevahiya van alayan, qolordiyek siwarî derdikeve holê ku bajarên wek Erdîş, Agirî, Xinûs, Wêranşar û Wanê navendên vê qolordiyê bûn. Serleşkerên van alayan serbazên Osmanî bûn û serekên eşîran jî berdestiyê wan bûn.
Li ser dagirkirina Agiriyê ya ji aliyê Ûris ve, peywira vê qolordiya ku ji Alayên Îhtiyatî yên Siwarî çêbûye dibe girtina xeta Xamûr-Elajgirê (Zêdka). Dema ku şer li hêla Erziromê dijwar dibe, Enwer Paşa pêngava Sariqamûşê dide destpêkirin, di encama vê pêngavê de hema bibêje dewleta Osmanî artêşa xwe winda dike. Nêzî 60 hezar leşker li çiyayên Allahûekberî diqerisin û dimirin. Di nav wan de 5 hezar kes jî endamên Alayên Îhtiyatê yên Siwarî bûn. Piştî ku pêngav bi ser nakeve, wek leşkerên artêşa Osmanî, endamên alayan jî direvin û dibin firar. Ji aliyekî ve mafdar bû ku dewletê tu tişt nedabû wan, di destên wan de tenê tivingên martînî yên bêkalîte hebûn, heta cil û bergên wan jî ji kîsê wan bûn. Li aliyê din, dewletê di bin navê “seferberlîk”ê de ji eşîran her tişt standibûn ku vê yekê jî debara wan xistibû xetereyeke mezin. Lê alay dîsa jî li ber xwe didin û li hin deran bi ser dikevin. Mînak, serekê alaya eşîra Cîbran a duyemîn Xalit Begê Cibrî di şerê Hesenqelayê de derbeyên giran li Ûris dixe û lewma bi rutbeya “Albay”tiyê tê teltîfkirin; Ebdulmecîd Begê Sîpkî di şerê bi şûran de ji şanzdeh cihên xwe birîndar dibe,6 lê dîsa jî Ûris têk dibe. Di vî şerî de Ebdulmecîd Beg topeke Ûris desteser dike ku ev yek bûye mijara kilamên dengbêjan jî. Di van rojan da Qadir Cemîl Paşa (ku wê demê zabit bû) Ebdulmecîd Beg ziyaret dike û dibe şahidê wan mercên xerab ên ku alayên eşîra Sîpkan tê de bûn. Heta wisa ku çawişekî ji artêşa Osmanî ferman dide Ebdulmecîd Begê ku rutbeya wî albay e.8 Kor Huseyn Paşayê serekê alayên eşîra Heyderî Ûris li Koprîkoyê dide sekinandin. Merûf Axayê serekê alaya eşîra Bekiran li Geliyê Zîlan dîsa pêşiya Ûris dibire ku heya jiyana xwe ji dest dide. Alayên kurdan bi can û dil li hemberî Ûris şer dikin. Dizanin ku dema dîl bikevin, fedaiyên ermen ên di nav artêşa Ûris de cih digirin wê ji wan heyfa xwe hilgirin. Lewma sûbayên Osmanî jî her dem vê tirsê tînin bîra wan. Lê ev hewldanên alayan ên dilsoz jî têra rawestandina Ûris nakin û di adara 1916’an de Bedlîs û Mûş ji aliyê Ûris ve tên dagirkirin.
Dema ku Ûris dikeve Serhedê, hema bêje tu leşkerên Osmanî li wir namînin. Hêzên herêmî jî belawela bûne û hinek ji wan jî bi malbatên xwe ve reviyane herêma Diyarbekir û Rihayê. Piştî ku artêşa Osmanî hêzên xwe yên Çeneqeleyê dikişîne herêma Bedlîsê, bilez ji hêzên kurdan ên herêmî û binmayiyên Alayên Îhtîyatî yên Siwarî yekîneyên nû çêdike û navê van yekînayan jî dike “Alayên Milîsan ên Minekar”. Vê carê di nav van alayan de serekên wek Fetilla Begê Hesenî, Kor Huseyn Paşayê Heyderî tune ne, ew bi malbatên xwe ve çûne. Lê Ebdulmecîd Begê Sîpkî, Hecî Mûsa Begê Xweytî, Cemîlê Çetoyê Pencînarî û Mala Eliyê Ûnisê Qewmê Çiyê li cihê xwe mane û li hemberî Rûs şer kirine. Tiştekî din ê balkêş jî ew e ku di nav vê pergala leşkerî ya nû de êdî yekîneyên ku serektiya wan şêx û meşayîx dikin hene.
Alaya Eşîra Xweytî ya Siwarî di bin emrê Hecî Mûsa Begê Xweytî de di Geliyê Bedlîsê de şer dike û nahêle Ûris derbasî herêma Botanê bibe. Yekîneyên bi navên Mufrezeya Şêx Seîdê Nûrsî, Tabûra Milîsan a Şêx Mesûm, Alaya Milîsan a Şêx Şerîf, Alaya Milîsên Darikî, Alaya Milîsên Eşîra Xiyan, Tabûra Milîsên Pencînarî, Alaya Milîsan a Cemîlê Çeto, Tabûra Milîsên Çepaxçûrê û Tabûra Mala Elîyê Ûnis (Tabûra Milîsên Sasonê) jî li çar aliyên Bedlîsê şer dikin.
Bi taybetî, Mufrezeya Seîdê Nûrsî heya tevî şerê ku di navenda Bedlîsê de diqewime dibe û li Gokmeydanê bi şûr û xenceran şer dike. Di dawiya vî şerî de, Seîdê Nûrsî û xwendekarê wî yê meşhûr Ebdurahîm Rehmî Zapsû dîl dikevin. Dema ku herêma Bedlîsê bi tevahî dikeve destê Ûris, êdî li xeta Botanê jî tevahiya kurdan çekan radikin. Di xeta Darahênê, Qulp û Dêrsimê de alayên nû tên çêkirin, ji van alayan yek jî Alaya Milîs a Eşîra Hesenanli ya Duyemîn bû ku serekê wê jî Seyîd Riza bû.
Geliyê Zîlan herêmeke çîyayî ye ku dikeve bakurê behra Wanê û bi şiklê îdarî bi Erdîşê ve giredayî bûye heya roja me. Gelî, ji sê çiqan pêk tê; Çiqa Hecîdêran, Çiqa Hemoyan û Çiqa Bekiran. Van çiqan navên xwe ji heman eşîran (Hecîdêrî, Hemoyî, Bekirî) girtine. Dema ku Alayên Hemîdiyê hatine çêkirin, van her sê eşîrên mezin û eşîra Kalkî, Îskî û Mikaîlî konfederasyoneke bi navê “Ademan” ava kirine û tevî alayan bûne. Eşîrên din ên herêmê yên bi navên Torin, Xeloyî, Ecoyî tevî konfederasyona “Heyderî (Heyderan)” dibin. Ev her du konfederasyon paşê Geliyê Zîlan di navbera xwe de beş dikin ku sînor jî “Çemê Geliyê Zîlan” bûye. Di herêmê de hem alayên Heyderan û hem jî alayên Ademan hebûne. Ev her du konfederasyonên eşîran çend caran ji bo zozanên wek “Tucî”, “Gulîzer” û “Walî Beg” êrîşî hev kirine. Her çiqas Mela Mihemedê Zîlanî ji eşîra Hecîdêrî bû jî, gundê wî (Bonizî) diket di nav erdê konfederasyona Heyderan. Lewma ew jî êdî di nav alayên Heyderan de cih digire. Lê dema ku “Alayên Milîsan ên Mînekar” pêk tên, êdî rola konfederasyona Ademan zêde çênabe. Alayên Geliyê Zîlan (di fermiyetê de alayên Erdîş, Elcewaz û Panosê) bi taybetî dikevin bin emrê Kor Huseyn Paşayê Heyderî. Serekên alayên Ademan ên wek Mihemedê Evdî Axayê Mikaîlî firar bû, Qulîxanê Heso (ji ber ku dema Wan ketibû destê Ûris, wî jî Erdîş û Çaxirbeg talan kiribûn) girtî bû, Silêmanê Mamê (ji ber ku tevî operasyonên li dijî Şêx Şabedîn bûbû) ji aliyê gel ve hatibû îzolekirin û Meroyê Biro jî ji aliyê Ûris ve hatibû kuştin. Lewma êdî li herêmê tu reqîbên Kor Huseyn Paşayê Heyderî nemabûn. Dema ku beşek ji alayên Milîsên Ademan (taybetî ji eşîrên Bekiran û Hemoyan) bi mînekarî derbasî aliyê Kor Huseyn Paşa dibin, Paşa jî çend gundên Elcewazê (Qerekeşîş, Axçira, Arînçkûs, Xornas, Pargat, Sîpan ku berê ev gund ên ermenan bûn û paşa ew talan kiribûn) dide wan. Dema ku Ûris ji Wanê vedikişe, êdî li herêmê tenê yekîneyên ermenan dimînin. Qulîxanê Heso vê firsendê baş bi kar tîne, (ku ji hefsê reviyabû) ji çiyê berjêr dibe û tevî eşîrên din êrîşî Erdîşê dike û Erdîşê ji ermenan distîne. Ji ber vê yekê, ji aliyê dewletê ve tê efûkirin.
Di dawiyê de mirov dikare bibêje ku yekîneyên leşkerî yên kurdan peywira xwe baş anîne cih. Piştî ku komara Tirkiyeyê tê avakirin, êdî hewcehî bi van yekîneyan zêde namîne û di nav 15 salan de serekên van alayan tên tesfîyekirin. Kor Huseyn Paşa, Ebdulmecîd Begê Sîpkî û Hecî Mûsa Beg ji ber ku piştgiriya Şêx Seîd kirine, tên mişextkirin. Paşê Hecî Mûsa Beg û Kor Huseyn Paşa direvine Sûriyeyê, li wir Hecî Mûsa Beg nexweş dikeve (dibe zatûre) û di sala 1928’an de dimire; Kor Huseyn Paşa ji aliyê lawê wî yê bi navê Medenî ve di 1929’an de tê kuştin. Ebdulmecîd Begê Sîpkî li mişextiyê (Qeyserî) di sala 1930’an de ji ber krîza dil dimire. Esedê Xalit, di salên 1920’î de li gor îdiayan dewlet jehrê didê û ew dikuje. Seîdê Nûrsî jiyana xwe li mişextiyê derbas dike. Xalit Begê Cibrî di 1925’an de û Seyît Riza jî 1938’an de tên dardakirin.
Dewlet dîsa jî wek saziyeke alîkar “milîstî”yê ji holê ranake û diparêze; alîgirên xwe yên eşraf û di çarçoveya feodalîteyê de endamê eşîrên bêhêz û bêpopularîte di bin vê saziyê de berhev dike û di serhildanên kurdan de (1921-1938) bi kar tîne.

[accordion title=”Çavkanî” load=”show”]1- Prens Shachovsky û Kamil Bedirxan ji Çarê Ûris re raporekê dinivîsin, Aris Arda, “Sovyet Arşivinde Kürtler” www.newroz.com: “ di destpêka şer de di bin serektiya Resûl Beg û Eyup Paşa (Eyub Paşayê Kaskî) de hejmareke pir ji Alayên Hemîdiyê derbasî aliyê me bûn. Lê sed heyf ku ew sûbay û tevahiya kesên ku derbasî aliyê me bûbûn re muameleyên xerab hatin kirin, dest dirêjî namûsa wan hat kirin, mal û milkê wan hatin talankirin. Ev jî bu sedem ku yên din nebin alîgirê me. Minak, Hesen Begê Hertoşî di serî de bi xwesteka xwe teslîmî Ûris bûbû. Lê ji wî re pir bêedebî hat kirin û ew jî ji me reviya û paşê jî bû dijminekî çavsor ê Ûris. Bi teşwîqkirina Ermeniyan, leşkerên Ûris zulmeke mezin li Kurdan kirin. (…)”
2- Celîlê Celil, Otobiyografya-Abdurezzak Bedirhan- wer: Ahmed Cuni, Peri, İstanbul, 2000, r36
3- Ahmet İhsan ve Şürekası, Ordu Salnamesi, Matba-i Osmani Şirketi, İstanbul, 1332, r.900-960
4- Emekli Kurmay Yarbay Süleyman İzzet Yeğinatı, Büyük Harbin Başında 2. İhtiyat ve Nizamiye Süvari Tümenleri ile Aras Cenup Müfrezesinin Muharebeleri, Genelkurmay Başkanlığı Askeri Matbaa İstanbul, 1939, r.14-17
5- Birinci Dünya Harbinde Türk Harbi, Kafkas Cephesi, 3. Ordu Harekâtı, cild.2, Genelkurmay Başkanlığı Yayını, Ankara 1993, r. 39
6- Mehmet Şerif Fırat, Doğu İlleri ve Varto Tarihi, Türk Kültürünü Araştırma Enstitüsü, Ankara, 1983, r.143
7- Ev kilam ji aliyê Dengbêj Reso û Dengbêj Şakiro ve hatiye gotin:
(…)
Hey dunyayê ax hey dunyayê hayê hayê
ezê li diyarê Dutaxê diketim
bi dar û bî ye
hucûm hucûma bavê Xalis Kekê Mexsê ye
(…)
bi zora şûr ajotiye li ser topê ye
topa Ûris standiye ji destê alayê ye
hey wayê ax dunyayê hey wayê
8- Zinar Silopi (Kadri Cemil Paşa), Doza Kurdistan- Kürt Milletinin 60 Seneden Beri Esaretten Kurtuluş Savaşı Hatıratı, Stewr Basım evi, Banever, 1969, r.39-41
9- ATASE Arşivi, Klasör: 2673, Dosya: 178, Fihrist: 5-2
10- B.C.A, No.30-18-1-1 / 4-49-1 (20 sibat 1338)[/accordion]
[1]
Tämä tuote on kirjoitettu (Kurmancî - Kurdîy Serû) kieli, klikkaa kuvaketta avata kohteen alkukielellä!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Tämä tuote on katsottu 578 kertaa
Kirjoita oma kommenttisi tuote!
HashTag
Lähteet
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/ - 15-07-2023
liittyy kohdetta: 6
Ryhmä: Artikkelit
Artikkelit kieli: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 20-10-2020 (4 Vuosi)
Asiakirjan Tyyppi: Alkukielellä
Maa - Alue: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Tekijänoikeus Tämän tuotteen on myönnetty Kurdipedia mukaan kohteen omistajalle!
Tuote Laatu: 99%
99%
Lisääjä ( ئەڤین تەیفوور ) on 15-07-2023
Tämä artikkeli on tarkistettu ja julkaistu ( سارا ک ) 18-07-2023
Tämä kohta on hiljattain päivittänyt ( ئەڤین تەیفوور ) on: 29-05-2024
URL
Tämän tuotteen mukaan Kurdipedia n Standardit ei ole viimeistelty vielä!
Tämä tuote on katsottu 578 kertaa
Kurdipedia on suurin monikielinen lähteistä kurdien tietoja!
Kuva ja kuvaus
Talvimaisema kotiseudultani, Urmiyesta Itä-Kurdistanista vuonna 2011

Actual
Kirjasto
Serhildan - Kurdien kansannousu Vanissa
01-01-2013
هاوڕێ باخەوان
Serhildan - Kurdien kansannousu Vanissa
Kirjasto
Layla
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Layla
Kuva ja kuvaus
Talvimaisema kotiseudultani, Urmiyesta Itä-Kurdistanista vuonna 2011
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Talvimaisema kotiseudultani, Urmiyesta Itä-Kurdistanista vuonna 2011
Elämäkerta
Sharaf Khan Bidlisi
02-08-2024
شادی ئاکۆیی
Sharaf Khan Bidlisi
Uusi kohde
Elämäkerta
Sharaf Khan Bidlisi
02-08-2024
شادی ئاکۆیی
Tilastot
Artikkelit
  530,221
Kuvat
  107,403
Kirjat
  19,967
Liittyvät tiedostot
  100,871
Video
  1,470
Kieli
کوردیی ناوەڕاست 
302,827
Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,914
هەورامی 
65,832
عربي 
29,215
کرمانجی - کوردیی سەروو 
17,004
فارسی 
8,902
English 
7,400
Türkçe 
3,597
لوڕی 
1,691
Deutsch 
1,479
Pусский 
1,134
Française 
334
Nederlands 
130
Zazakî 
89
Svenska 
62
Հայերեն 
50
Español 
43
Italiano 
43
لەکی 
37
Azərbaycanca 
24
日本人 
19
中国的 
15
עברית 
14
Norsk 
14
Ελληνική 
13
Fins 
12
Polski 
5
Тоҷикӣ 
3
Ozbek 
3
Esperanto 
2
Português 
2
Srpski 
1
Kiswahili سَوَاحِلي 
1
ქართველი 
1
Cebuano 
1
Hrvatski 
1
ترکمانی 
1
Ryhmä
Fins
Kirjasto 
4
Artikkelit 
3
Tilastot ja selvitykset 
1
Elämäkerta 
1
Paikkoja 
1
Kuva ja kuvaus 
1
Kartat 
1
MP3 
323
PDF 
30,442
MP4 
2,394
IMG 
196,392
Kurdipedia on suurin monikielinen lähteistä kurdien tietoja!
Kuva ja kuvaus
Talvimaisema kotiseudultani, Urmiyesta Itä-Kurdistanista vuonna 2011
Folders
Paikkoja - Maa - Alue - Paikkoja - Kaupungit - Erbil Paikkoja - Paikka - Artikkelit - Kirja - Artikkelit - Kieli - Murre - Fins Artikkelit - Asiakirjan Tyyppi - Alkukielellä Artikkelit - Kirja - Kirjasto - Maa - Alue - Ulkopuolella Kirjasto - Kirja - Kirjasto - Kieli - Murre - Fins

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.75
| Yhteystiedot | CSS3 | HTML5

| Sivu sukupolven aika: 2.484 toinen!