Navê pirtûkê: Li Şedadiyê Du Jinên Ermen.
Navê nivîskar: Mıhemed Seîd Temel
Cihê çapkirina pirtûkê: Stembol
Navê çapxaneyê: Nûbihar
Sala çapê: 2018
Dewleta Şedadiyan di navbera salên 951 û 1199an de li rojhilatê Qafqasyayê di navbera Çemê Kurê û Erezê de hikûm kiriye. Di bin hukmê vê dewletê de bajarên girîng yên wekî Divîn, Anî û Genceyê hebûn. Di heman demê de Kurdên Rewadî li hêla Azerbeycan û Tebrîzê jî hikûm kirine. Ji vê dewletê hinek eserên wek mizgeft, pir û medrese îro jî li ser piya ne. Şedadî digihêjin Rewadiyan. Rewadî jî silsileya wan digihêje Kurdên Hezbaniyan. Mixabin ev dewleta ku malbata Silhedînê Eyûbî jî ji nav xwe derxistiye ji aliyê gelek kesan ve nayê naskirin. Nivîskarê vê romana dîrokî bi vê kitêbê hewl daye xwe ku reşayiya li ser xanedana Şedadiyan rabike.
[1]
Huomautus: PDF-tiedoston tämä kirja ei ole saatavilla, auttakaa Kurdipedia saat tämän tiedoston! Lähetä kirja Tämä tuote on kirjoitettu (Kurmancî) kieli, klikkaa kuvaketta
avata kohteen alkukielellä!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Tämä tuote on katsottu 227 kertaa
Kirjoita oma kommenttisi tuote!