Kirjasto Kirjasto
Haku

Kurdipedia on suurin monikielinen lähteistä kurdien tietoja!


Search Options





Tarkennettu haku      Näppäimistö


Haku
Tarkennettu haku
Kirjasto
Kurdi nimet
Tapahtumien aikajärjestys
Lähteet
Historie
Käyttäjän Kokoelmat
Aktiviteetit
Etsi Apua?
Julkaisu
Video
Luokitukset
Satunnainen erä!
Lähetä
Send artikkel
Send bilde
Survey
Palautetta
Yhteystiedot
Millaista tietoa tarvitsemme!
Standardit
Käyttöehdot
Tuote Laatu
Työkalut
Noin
Kurdipedia Archivists
Artikkeleita meille!
Lisää Kurdipedia sivustoosi
Lisää / Poista sähköposti
Vierailijat tilastot
Erätilastot
Fonter Kalkulator
Kalenterit Muunnin
Kielet ja murteet sivut
Näppäimistö
Kätevä linkit
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Kielet
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Tilini
Kirjaudu sisään
Jäsenyys!
Unohtuiko salasana!
Haku Lähetä Työkalut Kielet Tilini
Tarkennettu haku
Kirjasto
Kurdi nimet
Tapahtumien aikajärjestys
Lähteet
Historie
Käyttäjän Kokoelmat
Aktiviteetit
Etsi Apua?
Julkaisu
Video
Luokitukset
Satunnainen erä!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Palautetta
Yhteystiedot
Millaista tietoa tarvitsemme!
Standardit
Käyttöehdot
Tuote Laatu
Noin
Kurdipedia Archivists
Artikkeleita meille!
Lisää Kurdipedia sivustoosi
Lisää / Poista sähköposti
Vierailijat tilastot
Erätilastot
Fonter Kalkulator
Kalenterit Muunnin
Kielet ja murteet sivut
Näppäimistö
Kätevä linkit
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Kirjaudu sisään
Jäsenyys!
Unohtuiko salasana!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Noin
 Satunnainen erä!
 Käyttöehdot
 Kurdipedia Archivists
 Palautetta
 Käyttäjän Kokoelmat
 Tapahtumien aikajärjestys
 Aktiviteetit - Kurdipedia
 Apua
Uusi kohde
Elämäkerta
Sharaf Khan Bidlisi
02-08-2024
شادی ئاکۆیی
Tilastot
Artikkelit
  530,074
Kuvat
  107,386
Kirjat
  19,961
Liittyvät tiedostot
  100,848
Video
  1,470
Kieli
کوردیی ناوەڕاست 
302,827
Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,914
هەورامی 
65,832
عربي 
29,215
کرمانجی - کوردیی سەروو 
17,004
فارسی 
8,902
English 
7,400
Türkçe 
3,597
لوڕی 
1,691
Deutsch 
1,479
Pусский 
1,134
Française 
334
Nederlands 
130
Zazakî 
89
Svenska 
62
Հայերեն 
50
Español 
43
Italiano 
43
لەکی 
37
Azərbaycanca 
24
日本人 
19
中国的 
15
עברית 
14
Norsk 
14
Ελληνική 
13
Fins 
12
Polski 
5
Тоҷикӣ 
3
Ozbek 
3
Esperanto 
2
Português 
2
Srpski 
1
Kiswahili سَوَاحِلي 
1
ქართველი 
1
Cebuano 
1
Hrvatski 
1
ترکمانی 
1
Ryhmä
Fins
Kirjasto 
4
Artikkelit 
3
Tilastot ja selvitykset 
1
Elämäkerta 
1
Paikkoja 
1
Kuva ja kuvaus 
1
Kartat 
1
MP3 
323
PDF 
30,442
MP4 
2,394
IMG 
196,392
Kirjasto
Serhildan - Kurdien kansann...
Kirjasto
Layla
Kuva ja kuvaus
Talvimaisema kotiseudultani...
Elämäkerta
Sharaf Khan Bidlisi
Leşkerekî Dîrokzan, Şair û Felsefevan: Mihemed Emîn Feyzî
Ryhmä: Artikkelit | Artikkelit kieli: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Sijoitus Kohde
Erinomainen
Erittäin hyvä
Keskimääräinen
Huono
Huono
Lisää kokoelmiin
Kirjoita oma kommenttisi tuote!
Kohdetta historia
Metadata
RSS
Hae Googlella liittyviä kuvia valitun kohteen!
Hae Googlella valitun kohteen!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Cebuano0
Esperanto0
Fins0
Hrvatski0
Kiswahili سَوَاحِلي0
Norsk0
Ozbek0
Polski0
Português0
Pусский0
Srpski0
Тоҷикӣ0
Հայերեն0
ქართველი0
中国的0
日本人0

Leşkerekî Dîrokzan, Şair û Felsefevan: Mihemed Emîn Feyzî

Leşkerekî Dîrokzan, Şair û Felsefevan: Mihemed Emîn Feyzî
#Leşkerekî Dîrokzan, Şair û Felsefevan Mihemed Emîn Feyzî (1862-1929)#
Nivîsandin û Amadekirin: #Rohat Alakom#

#Seîd Veroj# yek ji wan nivîskarên kurd yên xîretkar û berhemdar e. Ev çend sal in bi bîyografiyên navdarên kurd ra mijûl e. Bi taybetî kesên ku di dawîya sedsala 19an û destpêka sedsala 20an da jîyane, gelek bala wî dikşîne. Weşanên perîyodîk yên kurdî ku di nîvê pêşîn ê sedsala 20an da li Stembolê û cîhên din derketine mijareke din e ku nivîskar hem wan wek çavkanî bi kar tîne, hem jî wan dide nasîn. Yek ji van kesayetîyan jî #Mihemed Emîn Feyzî# ye (1862-1929) ku Seîd Veroj jîyana wî hildaye bin mercekê û kirîye mijara pirtûkeke nû. Dema min ev xebata xwend bona ku çend gotinan di derbarê wê da binivîsim, min dît ku çiqas mijarên heweskar û kêrdar hene ku haya me heta niha jê çênebûye. Lê belê niha em bi saya vê xebata Seîd Veroj û xebatên din hem vî nivîskarê kurd baştir nas dikin û hem jî di derbarê dîroka kurdên Stembola kevin da dibin xweyîyê agahî û zanyarîyên kêrhatî û nû.
Helbestvan û nivîskarê kurd Mihemed Emîn Feyzî jîyana xwe li Silêmanîyê, Mûsil, Bexda û Stembolê derbas kirîye. Çûye gelek welat û bajaran, wî beşeke wextê xwe jî di rê da bihurandîye. Wî ji sê tiştan gelek hez kirîye: Kitêb, çek û hesp. Ew kesekî piralî bûye, wek nivîskar, helbestvan, leşker, mamoste û dîrokzan hatîye nasîn. Xwendina xwe ya pêşîn û navîn li Silêmanîyê, lîse li Bexdayê xelas kirîye. Paşê diçe Stembolê, li wir xwendegeha bi navê Mühendishane-i Berri-i Hümayun qeyda xwe çêdike. Piştî vê xwendinê dibe zabitê topavêjîyê. Wî li çend cihan mamosteyî jî kirîye, di warê zanistên matematîk, edebîyat, dîrok û coxrafyayê da gelek zana bûye. Hê dema zarok bûye ji ber du qezayên şewatê, ji pêyên xwe birîndar dibe.
Di destpêka sedsala 20an da bajarê Stembolê wek paytextê Împaratorîya Osmanî hertim mirov ber bi xwe dikşand, wek bajarekî ku parzemînên Asya û Ewrûpayê digehîne hev dihate nasîn. Ev bajarê pir-netew bi rengînîya xwe herwiha bûye navendeke gulvedena çand û hişyarbûna neteweyî ya kurdî. Mihemed Emîn Feyzî wek em di vê xebatê da jî dibînin navê xwe di dîroka kurdên Stembola kevin da jî nivîsîye. Ew çend caran çûye Stembolê û li wir maye. Dema ew li Stembolê di xwendegeha Mühendishane-i Berri-i Hümayun da topavêjî fêr bûye, çend sal li Stembolê jîyaye û paşê dawîya jîyana xwe jî li vî bajarî derbas kiriye. Wî bi dehan pirtûkên xwe li Stembolê weşandine û dibêje: “Min hemû meaşê xwe yê yuzbaşîtîyê dida çapxaneyên Îranî û Ermenîyan”. Paşê gelek nexweş û belengaz dikeve. Yek ji wan kurdan tê hesibîn ku salên dawîn yên jîyana xwe di nav xizanî û bêkesîyê da derbas kirîye. Birayekî wî bi navê Abdulfetah ku li Stembolê Zanîngeha Harbîyê da dixwind, di sala 1895an da ji ber nexweşîyeke giran wefat dike. Ev bûyer li ser wî tesîr û bandoreke mezin dike. Mihemed Emîn Feyzî dema Stembolê maye, xeberên mirina dê û bavê jî digihêjin wî.
Di sala 1918an da carekî dî vedigere Stembolê, ew pêşîyê li taxa Mehmûd Paşa, di Xana Baltacî da dimîne. Li vir rojekê diz dikevin mala wî, çend zêr û dabançeya wî didizin. Li Bexdayê jî diz dikevin mala wî, gelek sîkeyên (pere) welatên dereke û tiştên din berhev dikin dibin û di cara dawîn da ji cil û kincên xwe dibe. Paşê wiha dibêje: ”Li nik min ewladek û merivekî min tunebûn ku werin hewara min”. Çawa em dibînin ew birayê xwe, dê û bavê xwe winda dike, ew û jina xwe hev ber didin, bi kurtî hemû nêzîk û nasên xwe winda dike. Di jîyana wî da her windakirin hebûye. Ji ber ku erzantir bûye ji alîyê Ewrûpayê bar dike, diçe alîyê Asyayê li Uskûdarê di odeya xanekê de jîyana xwe dibihurîne.
Berî ku wefat bike, gelek nexweş dikeve, şeş nexweşxaneyan diguhirîne! Nîvê bedena wî felc dibe, di dawîyê da wî hildidin “Nexweşxaneya Nexweşên Aqil û Sinîr a Bakirkoyê.” Tenêmayîn, nexweşî û bêîmkanîyên aborî sê faktorên mezin in ku rûyê rehetîyê nedane wî. Di sala 1929an da ew di mala kal-pîran û bêkesan da (Darulaceza) wefat dike ku li taxa Qasimpaşayê bûye. Dema ew dimire li pey xwe tenê bi dehan pirtûk û navekî bi qedir dihêle: “Mihemed Emîn Feyzî Begê Silêmanî”. Navê wî paşê derbasê Ansîklopedîya Stembolê ya navdar jî dibe. Ev ansîkolopedî ji alîyê Reşad Ekrem Koçu da hatîye weşandin (1958). Ew di vê ansîklopedîyê da wek “Feyzî Begê Kurd” (Kürd Feyzi Bey) hatîye nasandin. Angorî Reşad Ekrem Koçu, dema Emîn Feyzîyê Kurd dimire ew li goristana tekkeya li binê Okmeydanîyê tê veşartin.
Mihemed Emîn Feyzî piştî ku di sala 1913an da teqawud dibe, di sala 1914an da derdikeve gereke Ewrûpayê. Welatên wek Awusturya, Fransa û Swîsrê digere, bajarên Vîyana, Parîsê û Zurîh dibîne. Ew qasî 13 rojan li Vîyanayê, 12 rojan li Parîsê dimîne û diçe Zurîhê jî. Paşê vedigere Stembolê. Vê rêwîtîya vegerê qasî 11 rojan ajotîye. Mihemed Emîn Feyzî yek ji wan kurdan e ku ji bo gerê û tendûristîya xwe derketîye derve, çûye Ewrûpayê li çend welatan maye. Dema dîroka kurdên Ewrûpayê di pêşerojê de bê nivîsîn, bêguman navê Mihemed Emîn Feyzî û kesên wek wî dê bên bi bîr anîn.
Ronakbîr û pêşengên kurd ku li Stembolê dimînin piştî Şerê Cîhanê yê Yekem li dora mijara parastina mafên kurdan yên neteweyî berhev dibin û hewldanên xwe tîr û zêdetir dikin. Çend sazîyan ava dikin, rojname û kovaran diweşînin, dest bi çalakîyên demokratîk û modern dikin. Mihemed Emîn Feyzî jî wek kesên din yên ji Kurdistana Başûr hatine Stembolê, tevî vê seferberbûnê dibin. Bi nivîsên xwe yên di derbarê dîroka kurd, bi amadekirina pirtûkên wek Encûmen-î Edîbanî Kurd û Şuûn-î Kurdistan dixwaze alîkarîya tevgera kurd ya hişyarbûn û çandî bike. Ew bûye endamê Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (1918). Pirtûka wî ya bi navê Encûmen-î Edîbanî Kurd ku ji 142 rûpelan pêk tê qala 15 helbestvanên kurd û berhemên wan dike. Ev çavkanîya wek berevoka yekem ya helbestên kurdî tê hesibîn. Mihemed Emîn Feyzî di kovara Kurdistanê da ku di van salan da li Stembolê derdiket bi rêzenivîsa bi sernavê Kurdistana Bedbext çend nivîs weşandine. Di nivîsa yekem ya bi navê “Navê kurd ji kî derê hatîye?” da, ew dîyar dike ku kurd, ji nifûsa ku li Kurdistanê dijî ra tê gotin ku piranîya wê ji çîyan pêk tê. Li ser têkilîyên navê welatê medan Medya û hin peyvên kurdî disekine, mînakên Kurmanc û Kermanşahê dide. Gorî wî peyva “Kurdmad” paşê bûye Kurdmanc-Kurmanc. Di nivîsa duwem ya bi navê “Forma rastîya zimanê kurdî çi ye?” da, ew li hemberî wê dîtinê derdikeve ku dibêjin kurdî milekî farisî pêk tîne. Gorî Mihemed Emîn Feyzî ne kurdî û ne jî farisî ji hev çênebûne, her yek çiqlên cihê yên kokeke hevbeş pêk tînin. Di nivîsa sêwem a bi sernavê “Herêma Kurdistanê kî der e?” da, jî ew dibêje ku erdê Kurdistanê, erdê Medyaya berî hezaran salan e. Li derdorê paytextê Medyayê ango Hemedanê (Egbatana) hê jî kurd dijîn. Ji bo nêzîkayî û têkilîyên Medya û Kurdistanê, peyva navê bajarokê Mîdyatê mînak nîşan dide. Nivîseke din jî heye ku ne di rêza Kurdistana Bedbext da hatîye weşandin, wek nivîseke bi serê xwe hatîye amadekirin: “Kurd ji kîjan unsurî ne?”, Mihemed Emîn Feyzî di vê nivîsê da koka kurdan digehîne heta heyama Hezretî Nûh. Ew dibêje ji ber ku Keştîya Nûh li Kurdistanê li serê Çîyayê Cûdî danîye, ewledê Nûh li Kurdistanê cîwar dibin, paşê li hev zêde dibin û li her derê belav dibin. Ew, kurdan ji nû ve dide nasîn: “Kurdên Ewladên Nûh”.
Mihemed Emîn Feyzî bi awayê etîmolojîya populer bala xwendevanan kişandîye ser van mijarên girîng ku îro jî gelek caran tên nîqaşkirin. Seîd Veroj, tiştekî gelek baş kirîye hemû ev nivîsên Mihemed Emîn Feyzî yên kêrhatî wek pêvek di dawîya pirtûka xwe da cîwar kirine.
Mihemed Emîn Feyzî yek ji wan ronakbîr, nivîskar û kesayetîyên kurdan e ku piştî sazkirina Komara Tirkiyê, Stembolê terk nake, heta mirina xwe jî li wir dimîne. Em di pirtûka Seîd Veroj da dibînin ku gelek qeza û belayên mezin tên serê Mihemed Emîn Feyzî. Hemû jîyana wî bi êş û keder derbas dibe. Tiştên ku hatine serê wî wisa zêde ne ku ew êdî nikare wan rêz bike, vebêje û di dawîyê da wan dispêre Xwedayê mezin: ”Tenê Xwedê zane tiştê ku hundurê min şewitand û heland”. Mihemed Emîn Feyzî, pirtûka di derbarê jîyana xwe da ango “Eserî Heyatî Feyzî” bi van gotinan diqedîne: ”Velhasil jîyana min ya 60 salî hertim bi keder û bi azar derbas bû”. Ew derd û kulên ku Mihemed Emîn Feyzî rastî wan hatîye, jîyan li wî heram û reş kirîye. Berhema wî ya bi navê “Eserî Heyatî Feyzî” wek romaneke piçûk ya otobîyografîk dikare bê hesibîn. Xwezila her nivîskarekî kurd serpêhatî, jîyan û bîranînên xwe bi vî awayî binivîsîya û qeyd bikira. Drama vî nivîskarê kurd tam mijara romanekê ye. Romana wî hê nehatîye nivîsîn, kîngê hat nivîsîn, belkî tenê em wê demê dikarin jana hundurîn ya “Mihemed Emîn Feyzî Begê Silêmanî” baştir nas bikin.
[1]
Tämä tuote on kirjoitettu (Kurmancî - Kurdîy Serû) kieli, klikkaa kuvaketta avata kohteen alkukielellä!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Tämä tuote on katsottu 89 kertaa
Kirjoita oma kommenttisi tuote!
HashTag
Lähteet
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kovarabir.com/ 14-05-2024
Liittyvät tiedostot: 1
liittyy kohdetta: 3
Ryhmä: Artikkelit
Artikkelit kieli: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 10-04-2023 (1 Vuosi)
Asiakirjan Tyyppi: Alkukielellä
Kaupungit: Istanbul
Kaupungit: Van
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Tuote Laatu: 99%
99%
Lisääjä ( ڕاپەر عوسمان عوزێری ) on 14-05-2024
Tämä artikkeli on tarkistettu ja julkaistu ( سارا ک ) 14-05-2024
Tämä kohta on hiljattain päivittänyt ( ڕۆژگار کەرکووکی ) on: 03-07-2024
URL
Tämän tuotteen mukaan Kurdipedia n Standardit ei ole viimeistelty vielä!
Tämä tuote on katsottu 89 kertaa
Kurdipedia on suurin monikielinen lähteistä kurdien tietoja!
Kuva ja kuvaus
Talvimaisema kotiseudultani, Urmiyesta Itä-Kurdistanista vuonna 2011

Actual
Kirjasto
Serhildan - Kurdien kansannousu Vanissa
01-01-2013
هاوڕێ باخەوان
Serhildan - Kurdien kansannousu Vanissa
Kirjasto
Layla
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Layla
Kuva ja kuvaus
Talvimaisema kotiseudultani, Urmiyesta Itä-Kurdistanista vuonna 2011
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Talvimaisema kotiseudultani, Urmiyesta Itä-Kurdistanista vuonna 2011
Elämäkerta
Sharaf Khan Bidlisi
02-08-2024
شادی ئاکۆیی
Sharaf Khan Bidlisi
Uusi kohde
Elämäkerta
Sharaf Khan Bidlisi
02-08-2024
شادی ئاکۆیی
Tilastot
Artikkelit
  530,074
Kuvat
  107,386
Kirjat
  19,961
Liittyvät tiedostot
  100,848
Video
  1,470
Kieli
کوردیی ناوەڕاست 
302,827
Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,914
هەورامی 
65,832
عربي 
29,215
کرمانجی - کوردیی سەروو 
17,004
فارسی 
8,902
English 
7,400
Türkçe 
3,597
لوڕی 
1,691
Deutsch 
1,479
Pусский 
1,134
Française 
334
Nederlands 
130
Zazakî 
89
Svenska 
62
Հայերեն 
50
Español 
43
Italiano 
43
لەکی 
37
Azərbaycanca 
24
日本人 
19
中国的 
15
עברית 
14
Norsk 
14
Ελληνική 
13
Fins 
12
Polski 
5
Тоҷикӣ 
3
Ozbek 
3
Esperanto 
2
Português 
2
Srpski 
1
Kiswahili سَوَاحِلي 
1
ქართველი 
1
Cebuano 
1
Hrvatski 
1
ترکمانی 
1
Ryhmä
Fins
Kirjasto 
4
Artikkelit 
3
Tilastot ja selvitykset 
1
Elämäkerta 
1
Paikkoja 
1
Kuva ja kuvaus 
1
Kartat 
1
MP3 
323
PDF 
30,442
MP4 
2,394
IMG 
196,392
Kurdipedia on suurin monikielinen lähteistä kurdien tietoja!
Kuva ja kuvaus
Talvimaisema kotiseudultani, Urmiyesta Itä-Kurdistanista vuonna 2011
Folders
Tilastot ja selvitykset - Maa - Alue - Tilastot ja selvitykset - Tyyppi tilastot - Voting & Referendum Kirjasto - Kirja - Kirjasto - Kieli - Murre - Fins Kirjasto - Maa - Alue - Ulkopuolella Kirjasto - Publication Type - Kirjasto - PDF - ❌ Kirjasto - Kirja - Artikkelit - Kirja - Artikkelit - Kieli - Murre - Fins

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.75
| Yhteystiedot | CSS3 | HTML5

| Sivu sukupolven aika: 1.313 toinen!