Kirjasto Kirjasto
Haku

Kurdipedia on suurin monikielinen lähteistä kurdien tietoja!


Search Options





Tarkennettu haku      Näppäimistö


Haku
Tarkennettu haku
Kirjasto
Kurdi nimet
Tapahtumien aikajärjestys
Lähteet
Historie
Käyttäjän Kokoelmat
Aktiviteetit
Etsi Apua?
Julkaisu
Video
Luokitukset
Satunnainen erä!
Lähetä
Send artikkel
Send bilde
Survey
Palautetta
Yhteystiedot
Millaista tietoa tarvitsemme!
Standardit
Käyttöehdot
Tuote Laatu
Työkalut
Noin
Kurdipedia Archivists
Artikkeleita meille!
Lisää Kurdipedia sivustoosi
Lisää / Poista sähköposti
Vierailijat tilastot
Erätilastot
Fonter Kalkulator
Kalenterit Muunnin
Kielet ja murteet sivut
Näppäimistö
Kätevä linkit
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Kielet
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Tilini
Kirjaudu sisään
Jäsenyys!
Unohtuiko salasana!
Haku Lähetä Työkalut Kielet Tilini
Tarkennettu haku
Kirjasto
Kurdi nimet
Tapahtumien aikajärjestys
Lähteet
Historie
Käyttäjän Kokoelmat
Aktiviteetit
Etsi Apua?
Julkaisu
Video
Luokitukset
Satunnainen erä!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Palautetta
Yhteystiedot
Millaista tietoa tarvitsemme!
Standardit
Käyttöehdot
Tuote Laatu
Noin
Kurdipedia Archivists
Artikkeleita meille!
Lisää Kurdipedia sivustoosi
Lisää / Poista sähköposti
Vierailijat tilastot
Erätilastot
Fonter Kalkulator
Kalenterit Muunnin
Kielet ja murteet sivut
Näppäimistö
Kätevä linkit
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Kirjaudu sisään
Jäsenyys!
Unohtuiko salasana!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Noin
 Satunnainen erä!
 Käyttöehdot
 Kurdipedia Archivists
 Palautetta
 Käyttäjän Kokoelmat
 Tapahtumien aikajärjestys
 Aktiviteetit - Kurdipedia
 Apua
Uusi kohde
Elämäkerta
Sharaf Khan Bidlisi
02-08-2024
شادی ئاکۆیی
Tilastot
Artikkelit
  530,104
Kuvat
  107,389
Kirjat
  19,961
Liittyvät tiedostot
  100,848
Video
  1,470
Kieli
کوردیی ناوەڕاست 
302,827
Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,914
هەورامی 
65,832
عربي 
29,215
کرمانجی - کوردیی سەروو 
17,004
فارسی 
8,902
English 
7,400
Türkçe 
3,597
لوڕی 
1,691
Deutsch 
1,479
Pусский 
1,134
Française 
334
Nederlands 
130
Zazakî 
89
Svenska 
62
Հայերեն 
50
Español 
43
Italiano 
43
لەکی 
37
Azərbaycanca 
24
日本人 
19
中国的 
15
עברית 
14
Norsk 
14
Ελληνική 
13
Fins 
12
Polski 
5
Тоҷикӣ 
3
Ozbek 
3
Esperanto 
2
Português 
2
Srpski 
1
Kiswahili سَوَاحِلي 
1
ქართველი 
1
Cebuano 
1
Hrvatski 
1
ترکمانی 
1
Ryhmä
Fins
Kirjasto 
4
Artikkelit 
3
Tilastot ja selvitykset 
1
Elämäkerta 
1
Paikkoja 
1
Kuva ja kuvaus 
1
Kartat 
1
MP3 
323
PDF 
30,442
MP4 
2,394
IMG 
196,392
Kirjasto
Serhildan - Kurdien kansann...
Kirjasto
Layla
Kuva ja kuvaus
Talvimaisema kotiseudultani...
Elämäkerta
Sharaf Khan Bidlisi
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (287): Riswakirina binpêkirinên “Firqê nehan/El’firqe El’tasî’e”
Ryhmä: Asiakirjat | Artikkelit kieli: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Sijoitus Kohde
Erinomainen
Erittäin hyvä
Keskimääräinen
Huono
Huono
Lisää kokoelmiin
Kirjoita oma kommenttisi tuote!
Kohdetta historia
Metadata
RSS
Hae Googlella liittyviä kuvia valitun kohteen!
Hae Googlella valitun kohteen!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Cebuano0
Esperanto0
Fins0
Hrvatski0
Kiswahili سَوَاحِلي0
Norsk0
Ozbek0
Polski0
Português0
Pусский0
Srpski0
Тоҷикӣ0
Հայերեն0
ქართველი0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (287): Riswakirina binpêkirinên “Firqê nehan/El...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (287): Riswakirina binpêkirinên “Firqê nehan/El...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (287): Riswakirina binpêkirinên “Firqê nehan/El’firqe El’tasî’e”, Basmîşkirin û dizîneke çekdarane ji maleke Bajaroka “Reco” re, veşartina “Isma’îl” ya zorane li dirêjahiya pênc heyvan, jiholêrakirina daristan û zaretgeha “Parsexatûnê” ya Êzdî, serpereştiya Turkiyê ji “Gupikên Buhiştê/Bera’êm El’cene” re, geregoşî û dizîna çiloyê tirî û vêrgiyên “Ebo Emşe”

Turkiyê û peyên wê yên Sûrî bi derewîn dibêjin Herêmên Sûrî yên di bin desteseriya wê de hêmin û aram in, û herweha Milîseyên Hemahengiya/Kiwalisyona Sûrî – Ixwanî jî dibêjin ew sivîlan û malmewdanên wan ên di çarçewa bandewariya wan de diparêzin, di heman dema ku endam û anîndeyên jê ve nêzîk weke diz û çetan tevdigerin, tiştên dixwazin didizin û gendeliyê li ser erdê çêdikin, û her binpêkirinekê dikin, bê çavdêrîkirin û lêpirsîn!
Ev jî hin heyînên li ser rewşên serwerkirî ne:
= Anîndeyekî ji “Encarê” binpêkirin û tewanên “Firqê Nehan” dicersîne û berbat dike:
Weke rastîhevkirinekê ji tiştê me berê belav kirî re, û digel agahiyine nû yên ku me ji jêdereke xwecihî wergirtine, anîndeyê bi “Ebo Ehmed” tê navdan û ji Bajaroka “Encara” – Gundewarê Heleb ê Rojava (yê ku malbata wî ji dagîrkirina herêmê sala 2018an. Z ve, dest daniye ser malina li Gundê “Memala Rojava” – Navça Reco, û zaroyên wî berê di nav refên Milîseyên “Firqê Nehan” -ên gund desteser dikin- de bûn), di perçevîdiyoke ku li ser Toreya “Tîktokê” belavkirî de, binpêkirin û tewanin ku milîs û endamên “Firqê” di dermafê Kurdan û herêma wan de kirine dicersîne. Ev jî hin ji wan in:
– Bindestkirina Kurdan û bi zorê standina zêtê zeytûna ji wan.
– Wergirtina tibabeke diravî qasî /80/ hezar Dolar Emrîkî (nirxê hesinê riya tirênê yê ku ji xeta tirênê hatiye dizîn).
– Dizîna nîv kîlo zêr ji mala Hemwelatî “Luqman Isma’îl Ehmed” li Gundê “Memala Rojava” û sersedembûna berdana hevjîna wî.
Û “Ebo Ehmed” serkêşên “Firqê Nehan” (Ebo Celal – El’neqîb “Ebid El’nasêr Celal Şelûh ” ji Bajarê “Darazê” – Gundewarê Heleb a Rojava, cîgir û xwarziyê wî “Haron Reşîd“/Darazê, “Racî El’hilo“, “Ehmed Mi’êkî“) bi awakî aşkere tewanbar dike, û bi rengekî ne aşkere jî nîşanî binpêkirinên “Ehmed Ibrahîm El’teqiş” dike, yê ku pismamê wî “Ebo Ela’i El’teqiş – berpersiyarekî Asayêşa Leşkerî li Reco” ji bo necersandinê ji herêmê bi dûr xistiye.
Û li gor jêdereke xwecihî, ji berî sê salan herdu bira “Luqman /31/sal û Mes’ûd /35/sal kurên Isma’îl” rastî fişar û tuhmetan ji aliyê serkêşekî firqê ve hatin, yê ku zêr ji mala “Luqmên” diziye û herdu bira çend heyvan bi tuhmeteke çêkirî revandine, û ji ber wê ew rastî işkencekirineke mekin hatine, û piştî berdana wan jî “Mes’ûd” û “hevjîna Luqmên” di bin zorê de reviyane Ewropa, û “Luqman” jî neçar bûye ku bi bavê xwe yê kalemêr re li gund bimîne.
= Basmîşkirineke çekdarane ji maleke Bajaroka “Reco” re:
Li şeva 02.05.2024an. Z, giropeke çekdar mala hemwelatiyê Kurd “Selah Hisên – bi “Pişnegerî” tê navdan” – ji xelkê Gundê “Hec Cemala” li orta Bajaroka “Reco” basmîş kirin, bexaxê şênberê hişbrînê ji bo pûçkirina “Selah û hevjîna wî û keça wan” hate bikaranîn, paşê jî tibabeke diravî/2500/Dolar Emrîkî, zêrmêr (gerden û bazing) ji stû û destê hevjîna wî û /13/teneke zêtê zeytûna (her yek 16 KG sade) û hin tiştên din hatin dizîn.
Û dema ku zêt bi matorên dutekerî bo Mala dizekî bi “El’eswed” tê navdan (ji xelkê Xota – Gundewarê Şamê û berê endamekî Milîseyên “Ceyş El’îslam”) hatin guhestin, Milîseyên Asayêşa Leşkerî çend ji wan (dora/20/kesan) bi tuhmetên dizînê di nav giropine cuda de (yên endam di nav refên Milîseyên “Ceyş El’îslam/berê û Lîwa’i El’şemal û Firqê Nehan” de, û merivên hina ji wan jî di nav refên Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Reco” de hene) girtin, û nemaze serekê wê giropa çete yê bi “Ehmed” tê navdan ji biryargeha asayêşa ku ew girtiye hate revandin.
Û asayêşê di danesera/kampaniya xwe de hemwelatiyine Kurd ên bêsûc jî (“Idrîs Mihemed” – berber, “Mihemed Umer Heskêlo” – çaksazkerê matorên duloqî, “Ciwan Xilosî Hebeş”, “Mistefa Sebrî”, “Xelîl kurê Şiblo”) bi behaneya têkildariyê bi hin dizan re girtin, û tûşî lêdanê û sixêfan kirin, ta ku piştî çend katan hatin berdan.
Û li gor jêdereke xwecihî, hejmara dizînên ji malên Kurd li Bajaroka Reco di navboriya heyvekê de çêbûne gihîşte dora/20/an, û vê re jî lêxistina xwediyên malan û kêmrûmetkirina wan û gefkirina wan bi kuştinê, lê eger yek ji wan jî giliyekî pêşkêşî “asayêşê” bike, divê /150/Pereyê Turk bide.
= Girtinine bêsûcane:
Destlatên dagîrkeriyê ev girtin:
– Li 17.11.2023an. Z, dema ku Hemwelatî “Isma’îl Mihemed Zekî Elî /25/sal” ji xelkê Gundê “Gemrûkê” – Navça Mabeta ji ciyê penaberiyê – Bajarê “Heleb” gihîşte derdora Bajarê “Cerablusê”, ji bo vegera li gundê xwe, Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” ew zorane revandin û veşartin, û ta niha çarenûsa wî nediyar e; Lê merivên wî nexwestin hewaldin û bi navbênciyan re têkildarî kirin, û pere jê hatin xwestin û wan jî dora/9/hezar Dolar Emrîkî weke reşwet dan, bi hêviya kanibin ciyê wî nas bikin û bi berdandibidin, lê bê encamdan!
– Ji deh rojan ve, Hemwelatî “Îmad Reşîd Hebeş /50/sal” ji xelkê Bajaroka “Be’idîna”, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û milîseyên asayêşê ve, bi tewanbariya têkildariyê bi Rêvebiriya Xweser (RX) a berê re, di wexta lêvegera wî ji “Encûmena Xwecihî li Reco” re ji bo derxistina nasnamê, piştî vegera wî ji ciyê penberbûnê “Heleb” bo cî û warê xwe ji dora heyvekê ve, bi ser ku wî tenê demeke kin -weke ajovanekî sivîl- li ba (RX) a berê kiribû; Û paşê ew bo navenda Efrînê hate guhestin.
– Li 03.04.2024an. Z, Hemwelatî “Sedîqe Şêx Bilo /55/sal” ji xelkê Gundê “Baliya” -Navça Bilbilê, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên asayêşê ve, bi tuhmeta têkildariyê bi (RX)a berê re, piştî gihîştina gundê xwe bi dora bîst rojan ji Heleb – ciyê penaberiyê; Û piştî heftakê ji bendkirinê hate berdan û vêrgiyeke diravî li ser hate ferzkirin.
= Şewtandinek li Hirşê “Parsexatûnê” û jiholêrakirina Zaretgeha Êzdî:
“Berevaniya Sivîl li Efrînê” got ku tîpên/tîmên wê li 04.05.2024an. Z agirek li Hirşê “Parsexatûnê” – Bakurê Bajarê “Ezazê” vemirandine, û ji dîtina wêneyên belavkirî qutkirina mebestkirî û fere ya berê ji darên wê re xuya dibe; Cîgeh bi navê zaretgeha olî ya Êzdî “Parsexatûnê” ya li joriya wê tê binavkirin, û ji Rojhilat ve li hafa Gundê “Qestelê Cindo” û ji Başûr Rojhilat ve jî li hafa Bajarê “Ezazê”, û girêdayî Navça Şera – Efrînê; Û eger li herdu wênyên ku “Gogel Êrs” li (28.01, 2018an. Z berî dagîrkirinê, û 26.07.2022an. Z piştî dagîrkirin û qutkirinê) girtine bê vegerandin û bi hev re bêne beramberkirin, bi zelalî dê qirkirina daristaneke îhracê li ser rûbereke dora /40/hiktarî -bi rengekî nêzîkî tevahiyê- bi sedema qutkirina berdewam û rêbazkirî were xuyakirin, herweha jî jiholêrakirina zaretgehê û qutkirina daristana wê ya temenmezin, ji aliyê Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” û anîndeyên ji wan ve nêzîk.
= Serpereştî û lêxwedîderketina Turkiyê ji “Gupikên Buhiştê/Bera’êm El’cene” re:
Weke tekezî li ser serpereştiya fermî û rêvebirina rasteqîn ya Turkiyê ya yekser di çarçewa (sazûmaneke dagîrkeriyê hevtewaw ji Herêma Efrînê re û bê lêmikûrhatineke fermî ji Hikometa Erdoxan) de, li 08.05.2024an. Z, (“Ezîz Ektan/Azîz Aktan” – hevrêzê giştî ji warên olî re li Bakur, “Umer Sezer/Ömer Sezer” – serpereştvanê sêwiyan/ra’î El’eytam, “Dr. Adêl Şahîn” – îmam û gotarbêjer li Istanbûlê/El’fatêh) seredana gulîstanên perwerdeya zarokan “Gupikên Buhiştê/21/ li Bajarê Efrînê û /4/ li Bajaroka Şera” kirin, bi hevaltiya “Yûsêf Keser – hevrêzê giştî ya warên olî li şaxa zeytûnê, Selah El’dîn Kero – rêvebirê fetwedayînê li Efrînê, Selah Ebo Bekir – rêvebirê giştî yê gulîstanên Gupikên Buhiştê”, ji bo “lêvegerekê ji awayê kar re çêbikin, li ser çalakî û pirograman tekez bikin, û diyariyan ji zarokan re pêşkêş bikin”, û ew tev jî ji bo ku zarokên Sûrî (yên 4-6 salî) di pêvajoya siyaseta Turkirinê ya rêbazkirî de û li rex hînkerên olî yên tundrew hînî ziman û çanda Turkî bikin; Û eger em wêneyên ku bi nûçeya seredanê re hatine belavkirin bidin hûrnêrînkirin, emê bi rengekî beloq tê de nîşan û simbol û alên Turkiyê li ser cîgeh û çalakiyan bibînin û bi ser de jî tabloyeke pêşandkeriyê ji zarokên biçûk re bi “çek û cilên leşkerî”, ewê tersî mafên zarokan û bingehên perwerdekirina rast û durist.
= Geregoşî û serberdayetî:
– Li şeva 07.05.2024an. Z, di nav du giropên çekdar ji Milîseyên “Ceyş El’şerqiyê” de pevçûnin li hundir biryargeheke wan li Gundê “Hemamê” – Navça Cindirêsê derketin, û li sibehê jî li derbasgeha bi Turkiyê re, û di encamê de sê endam hatin kuştin û hin din jî birîndar bûn, û ew jî bi sedema nelihevkirinê li ser parvekirina xalên qaçaxiya sînorî û dahatên wan.
= Binpêkirinine din:
– Çiloyê hemî rezên tirî li Gundên (“Gemrûkê, Kokanê” – Navça Mabeta, û Gundê “Naza” – Navça Şera) ji aliyê malbatên çekdar û anîndeyên jê ve nêzîk -bi şev û ro- rastî dizînê tên, û hin caran jî li pêş çavên rêbendên ewlekariyê, û ji ber ku bi şêwakî tewşankî tê kirin, ziyan dighêje mêwan û goşiyên qoriq jî jê diweşin; Û milîs jî vêrgiyan li ser werzê çilo yê ji xwediyan re dimîne didin ferzkirin.
– Li Gundê “Hêkiçê” – Navça Cindirêsê, Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat” /300/Dolar Emrîkî li ser her cotarîkî bîrekê ji xwe re dikole yan jî boriyê ava avdanê ji bîrê dikşîne zeviyeke xwe ferz dike.
Bi ser vê tevî de, û xelkê Efrînê baweriyê bi destlatên Dagîrkeriya Turkiyê yên ewlekarî û dadweriyê nakin, di lêkolîn û dadgehkirinên dadmend -yên ji bo parastina jiyan û mafên wan- bi yên binpêkirin û tewanan dikin re, û ew heya kanin berê xwe nadin wan dezgehan û xwe ji endam û serkêşên milîseyan jî bi dûr dixin, da ku rûmeta xwe biparêzin û rastî kiryarên qirêj netên.
12.05.2024. Z – 2636. K
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê
————————–
Wêne:
– “Ebo Ehmed Encara”, ji vîdiyoke di Toreya “Tîktokê” de belavkirî, li destpêka Gulana 2024an. Z.
– Dizîna riya tirênê ya hesinî û perçen ji Pira “Heşargê/Heredere” ya tirêna Rojhilat a Lezgîn li nêzîk G. “Maseka” – N. Reco, ji aliyê Milïseyên “Firqê Nehan” ve.
– “Ebid El’nasêr Celal Şelûh” – serkêşê Milîseyên “Firqê Nehan”, bi hevaltiya “Ebid El’rehman Mistefa” – serokê “Hikometa Sûrî ya Demkî” û “Hesen Hemade” – şalyarê berevaniyê li ba “Hikometa Demkî”.
– “Ehmed Mi’êkî” – serkêşekî “Firqê Nehan”.
– Hemwelatiyê Kurd “Selah Hisên” û hevjîna wî.
– Hirş û Zaretgeha “Parsexatûnê” ya Êzdî (berî û piştî dagîrkirinê).
– Seredana “Ezîz Aktan” ji Gulîstanên “Gupikên Buhiştê” re, û tabloyeke pêşandekirî ji zarokên biçûk re, bi “çek û cilên leşkerî”, 08.05.2024. Z.
[1]
Tämä tuote on kirjoitettu (Kurmancî - Kurdîy Serû) kieli, klikkaa kuvaketta avata kohteen alkukielellä!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Tämä tuote on katsottu 77 kertaa
Kirjoita oma kommenttisi tuote!
HashTag
Lähteet
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 08-07-2024
liittyy kohdetta: 204
Asiakirjat
Päivämäärät ja tapahtumat
Ryhmä: Asiakirjat
Artikkelit kieli: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 12-05-2024 (0 Vuosi)
Asiakirjan Tyyppi: No specified T4 356
Document style: No specified T4 1573
Kaupungit: Afreen
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: Arabia
Technical Metadata
Tuote Laatu: 99%
99%
Lisääjä ( ئاراس حسۆ ) on 08-07-2024
Tämä artikkeli on tarkistettu ja julkaistu ( سارا ک ) 19-07-2024
Tämä kohta on hiljattain päivittänyt ( سارا ک ) on: 19-07-2024
URL
Tämän tuotteen mukaan Kurdipedia n Standardit ei ole viimeistelty vielä!
Tämä tuote on katsottu 77 kertaa
Kurdipedia on suurin monikielinen lähteistä kurdien tietoja!
Kuva ja kuvaus
Talvimaisema kotiseudultani, Urmiyesta Itä-Kurdistanista vuonna 2011

Actual
Kirjasto
Serhildan - Kurdien kansannousu Vanissa
01-01-2013
هاوڕێ باخەوان
Serhildan - Kurdien kansannousu Vanissa
Kirjasto
Layla
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Layla
Kuva ja kuvaus
Talvimaisema kotiseudultani, Urmiyesta Itä-Kurdistanista vuonna 2011
02-03-2015
هاوڕێ باخەوان
Talvimaisema kotiseudultani, Urmiyesta Itä-Kurdistanista vuonna 2011
Elämäkerta
Sharaf Khan Bidlisi
02-08-2024
شادی ئاکۆیی
Sharaf Khan Bidlisi
Uusi kohde
Elämäkerta
Sharaf Khan Bidlisi
02-08-2024
شادی ئاکۆیی
Tilastot
Artikkelit
  530,104
Kuvat
  107,389
Kirjat
  19,961
Liittyvät tiedostot
  100,848
Video
  1,470
Kieli
کوردیی ناوەڕاست 
302,827
Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,914
هەورامی 
65,832
عربي 
29,215
کرمانجی - کوردیی سەروو 
17,004
فارسی 
8,902
English 
7,400
Türkçe 
3,597
لوڕی 
1,691
Deutsch 
1,479
Pусский 
1,134
Française 
334
Nederlands 
130
Zazakî 
89
Svenska 
62
Հայերեն 
50
Español 
43
Italiano 
43
لەکی 
37
Azərbaycanca 
24
日本人 
19
中国的 
15
עברית 
14
Norsk 
14
Ελληνική 
13
Fins 
12
Polski 
5
Тоҷикӣ 
3
Ozbek 
3
Esperanto 
2
Português 
2
Srpski 
1
Kiswahili سَوَاحِلي 
1
ქართველი 
1
Cebuano 
1
Hrvatski 
1
ترکمانی 
1
Ryhmä
Fins
Kirjasto 
4
Artikkelit 
3
Tilastot ja selvitykset 
1
Elämäkerta 
1
Paikkoja 
1
Kuva ja kuvaus 
1
Kartat 
1
MP3 
323
PDF 
30,442
MP4 
2,394
IMG 
196,392
Kurdipedia on suurin monikielinen lähteistä kurdien tietoja!
Kuva ja kuvaus
Talvimaisema kotiseudultani, Urmiyesta Itä-Kurdistanista vuonna 2011
Folders
Elämäkerta - Ihmiset tyyppi - Historioitsija Elämäkerta - Ihmiset tyyppi - Elämäkerta - - Elämäkerta - Kansakunta - Kurdi Elämäkerta - - Elämäkerta - Sukupuoli - Mies Kirjasto - Maa - Alue - Ulkopuolella Kirjasto - Kirja - Kirjasto - Kieli - Murre - Fins Kirjasto - PDF - ❌

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.75
| Yhteystiedot | CSS3 | HTML5

| Sivu sukupolven aika: 1.14 toinen!