Mueyed Teyib di sala 1957'an de, li bajêrê Duhokê ji dayîk bûye. Her li Duhokê xwendiye û paşî di sala 1982'an de, ji ber terora rejîma faşîst ya Bexdayê, nekariye zanîngeha Bexdayê bi dawî bîne. Demekê wî pêşmergeyîtî kir û li hemberî rejîma Baasê têkoşiyaye. Ji ber zordariyên rejîma Baasê demekê welatê xwe terikan û di sala 1983'an li Swêdê bi cih dibe. Her ji sala 1974'an û pê dê, dest bi nivîsîna helbestan kiriye. Helbest û berhemên edebî jî di piraniya rojname û kovarên kurdî de belav kirîne, herwiha di çend rojname, kovar, radyo û televizyonên cude de jî xebitî û nûçegihanî kir.
Di gelek mîhrecanên edebî de beşdarî kiriye. Endamê Yeketiya Nivîskarên Kurd bû li Kurdistana Îraqê û niha jî endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Swêdê ye. Dîwaneka helbestan ji bo çapê amade kiriye. Mueyed Teyib niha birêveberê Weşanxaneya Spîrêz û endamê Meclisa Akademiya Zimanê Kurdî ya Hewlêrê ye. [1]
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet
for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 3,378 ganger
Skriv din kommentar om dette elementet!