Mihemedê #Cemîlê Seyda# kurê Cemîlê Seyda bû, yê bi nav û deng, ewê ku di sala 1925 an de beşdarî di şoreşa #Şêx Seîd# kiribû. Piştî beravêtina şoreşê, ew jî wek tevayî hevalên xwe binxetî xeta fransî bibû ango hatibû Sûriyê.
Li sûriyê Fransîzan ew jî dûrî sînorê tikiyê kiribûn, û mîna şoreşgerên Serhildana Şêx Saîd, ew jî kirbûn bin rûniştina zorê de li Şamê. Di sala 1937 an de dema ku serhildana Dêrsimê destpê kir, Cemîlê Seyda di gel Evdilrehîm, birayê Şêx Seîd û çarde peyayên din derbasî tikiyê bûn, pêleke baş di xaka Kurdistana bakur re meşiyan ku xwe bi Seyd Riza ve bigihînin, lê mixabin bi rêde yek ji hevalên wan bi navê Huseynê Sawirlî, ku ajanê mîtê Tirkan bû, li wan mikur hat.. û wiha di nav wan û leşkerên tirko de bû şer û ceng. Di encam de Cemîlê Seyda û hevalên wî tev hatin kuştin.
Berî mirina Cemîlê Seyda wî heyfa xwe ji Huseynê Sawirlî stand û ew kuşt. Ji wê hingê ve Mihemedê Cemîlê Seyda jî bi bavê xwe re binxet dibe.
li Şamê dixwîne û li ber destê Mîr Celadet Bedirxan fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî dibe. Di çend salên dawîn de, wî çend pirtûk bi zimanê kurdî berhev kiribûn wek:
-Ferhenga Jîn, Kurdî- Erebî, sala çapkirinê ne diyar e.
-Elfabêya Nûjena Kurdî, 1995
-Jînenîgariya bavê min Cemîlê Seyda, 2000
Ew di roja 09/08/2005an de, li bajarê Qamişlo çûye berdilovaniya Xwedê û di eynî rojê de, ew di goristana taxa Qudûr Beg, de di rex melle Ehmed Namî û şêx Maşoq û Kemal û Şêxmûs de hatiye veşartin.[1]