Gelek caran ez gotar, lêkolîn û hevpeyvînên bi nivîsevanan re yên di malperan de tên weşandin, nemaza yên di warê toreya #kurdî# de dixwînim.
Carekê, di nava malperan de, ez pêrgî hevpeyvîna malpera Welatê Me ko bi nivîskar Konê Reş re kiribû, hatim.
Min hevpeyvîn bi germî xwend. Mixabin xwendina wê ne tenê ez tengijandim, lê belê li vê yekê hişyar kirim.
Gelo çima?
Konê Reş di hevpeyvînê de, helbestvanên helbesta #klasîk# û nivîskarên kurdên Rojava yên nifşê berê di nivîsa xwe de wan bi nav dike û dibêje:
… Wek: Dîwanên #Cegerxwîn# û Osman Sebrî û kesên ko dane ser şopa wan wek: Seydayê Tîrêj, Yûsivê Berazî, Omerê Lealê, Mele Nûriyê Hesarî, Seydayê Palo û Keleş…(Konê Reş)
Mixabin nivîskarê me, Namî ji nava karwanê van helbestvanan dûr dike û wî wek helbestvanekî wê demê nabîne.
De ka werin em ji xwe û ji Konê Reş bipirsin:
Gelo Mela Ehmedê Namî bi helbestên xwe yên kilasîk û dîwana helbestan ya bi navê Daxwazneme, ji wan helbestvanan nayê jimartin?
Gelo Namî bi nivîsandin, çapkirin û weşandina pirtûka Agirê Sînema Amûdê, ew serpêhatiya xemgîn ko ji windabûnê parast û ta roja îro kurdên Kurdistanê nifş li pey nifşan bi wê serpêhatiyê agahdar dibin û wê bibîrtînin, nabe nivîskar?
Gelo Konê Reş helbestên Namî di nava rûpelên zêrîn yên rojnama Hawar û kovara Ronahî de ne xwendine?
Namî di kovara Ronahî ya ko Mîr Celadet Bedirxan li Şamê diweşand gotarek bi navê Mehkema Hawarê û Deyndarê Şermendede de dibêje:
….Ez kurek ji kurên Hawarê dihatim hesab kirin û min xizmetên gelekî mezin jê re kiri bûn….
Namî
Birêz Konê Reş di nameya xwe ya di jubîleya zîvîn, 25 salî ya koçkirina seyda Mela Ehmedê Namî li Bajarê Qamişlo de dibêje:
Dema ko mirov Mela Ehmedê Namî bi bîr tîne an li ser diaxife, derhal pirtûka wî (Agirê Sînema Amûdê) û sirûda wî
Pêşkevin em serfirazin miletê kurdî
Yan mirin em dê bibînin yan jîna kurdî (Namî)
Têne hiş û bîra mirov û pêre pêre jî hevalên wî wekî Cegerxwînê Hesarî, Osman Sebrî, Qedrîcan, Mela Abduselam Nacî, Mela Ehmed Zivingî, Mela Ehmedê Palo, Ehmed Nafiz Zaza û gelekên din…
Mela Ehmedê Namî, yek ji wan mirovan bû, ewên ko her dem û gav bi kul û êş û janên gelê xwe re girêdayî bû, bi refê pêşengên gelê kurd re bû, ew refê ko bingehê rewşenbîriya kurdî li Sûriyê danîn…
Gelo Konê Reş van gotinan ne li gor bîrûbaweriyên xwe dibêje? Yan ji bîr dike bê çi gotiye?
Profesor Celîlê Celîl di serdana bajarê Qamişlo de û di nava civateke xortên bajêr de, di warê toreya kurdî de dipeyivî. Dema gotin hate ser pirtûka Agirê Sînema Amûdê weha got:
Dema min pirtûka Namî, Agirê Sînema Amûdê xwend, Namî bi wê serpêhatiyê û rengê nivîsîna wê ez giriyandim.
Belkî gelek caran û di gelek nivîsandinên nivîskarên bi zimanê kurdî de jî, eger nivîs di warê helbestê de be, nivêskar navên helbestvanan rêz dike wek: Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrîcan, Tîrêj, Keleş…û di dawiya rêzkirna wan navan de dibêje: Û hinên din… Û eger nivîs bi zimanê erebî be, dibêje: وغيرهم û herweha ne tenê di vê hevpeyvînê de, belkî di gelek gotar û lêkolînan de Namî û hin nivîskar û helbestvanên mîna wî tên jibîr kirin weke Hesen Hişyar, Mela Eliyê Topiz, Mela Ehmedê Zivingî, Mela Ebdilselam Nacî Cizîrî!
Wek nimûne.
Di programek e Kurdistan Tv de ya bi navê Rengê Rojava 2013.04.28. Nivîskar Taha Xelîl di warê rewşenbîriya kurdî de navên hin rewşenbîran binav dike wek Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrîcan û Selîm Berekat…Lê nehate bîra wî ko Namî jî yek ji wî refê rewşenbîrên wê demê bû.
Destxweşî ji her nivîskarekî re, ko di roja îro de rûmetekê ji welatparêz, xebatkar, ronakbîr û rewşenbîrên gelê xwe re, li gor kar û xebata wan ya bi nerx digre. Ew jî ne minetek e, lê belê ew ji mafên wan yê xuristî ye.
Nivîskar ronakbîrê miletê xwe ye. Jê tê xwestin û li gor wê rûmeta ko milet jê re digre, wilo jî divabî hinekî bi wijdan be û mafê tu kesî ne qurmiçî ne.
Digel silavan.
Samî Ehmed Namî
Stokholm.[1]
Samî Namî