Bibliotek Bibliotek
Søk

Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!


Search Options





Avansert søk      Keyboard


Søk
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Verktøy
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Min konto
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
Søk Send Verktøy Språk Min konto
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Tilfeldig element!
 Vilkår for bruk
 Kurdipedia Archivists
 Dine tilbakemeldinger
 Bruker samlinger
 Kronologi av hendelser
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjelp
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 519,092
Bilder 106,718
Bøker 19,304
Relaterte filer 97,343
Video 1,392
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) il...
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-...
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-k...
Bibliotek
Det som var vanskelig å lev...
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Jineolojî zanîn, zanatî û zanyariya jinê ye-1
Gruppe: Artikler | Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking element
Utmerket
Veldig bra
Gjennomsnittlig
Dårlig
Dårlig
Legg til i mine samlinger
Skriv din kommentar om dette elementet!
Elementer historie
Metadata
RSS
Søk i Google etter bilder relatert til det valgte elementet!
Søk i Google for valgt element!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Jineolojî zanîn, zanatî û zanyariya jinê ye-1

Jineolojî zanîn, zanatî û zanyariya jinê ye-1
Bi Jineolojiyê re jinan zanista xwe keşif kirin û bi hewldanek mezin dest bi, lêkolînkirina dîroka jinan kirin.
#Qamişlo# – Jineolojî yekem car di sala 2008’an de ji aliyê Rêberê Gelê #Kurd# #Abdllah Ocalan# ve di pirtûka sosyolojiya azadî de hat pêşniyarkirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi vê zanistê diyar dike ku heta jin azad nebin civak jî azad nabe her wiha diyar dike ku azadiya jinan asta azadiya civakê diyar dike. Jineolojî cara ewil di sala 2011’an de rêxistinbûna xwe li çiyayên azad ava dike. Her wiha yekem car konferansa xwe di sala 2015’an de bi tevlibûna 140 delegeyan pêk tîne. Di konferansê de biryar hatibû girtin ku jineolojî şaxên xwe belavî tevahî cîhanê bike û xwe bigihîjîne tevahî jinên cîhanê.
Em bi vê dosyaya xwe dixwazin Jineolojiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pênase bikin û bi xwendekarên xwe re parve bikin.

Çima Jineolojî
Pêwîstiya zanista Jineolojî zanisteke erênî ye. Li dijî zîhniyeta seqet û perçebûyî hatiye afirandin. Jixwe yek ji berhemên ked û fikrandina jinan e. Tiştên nû li jiyanê zêde dike ji bo wê jî qadeke berfireh û zanisteke dewlemend şîrove dike. Zîhniyetên serwer û ji halketî civakê ji hev xistibûn, mirov dikare ji bingeha Jineolojiyê ve sereraskirinek çêbike û pê re jî civakê vegerîne pergala wê ya rast a civakê bi hev re jiyanê. Jineolojî bi îdiaya ku bibe zanista jiyanê, zanista jinê, zanista jiyana civakî û zanista hevjiyana azad radibe. Jineolojî xwe dispêrê aliyên hundirîn ên dinyaya jinan û potansiyala ku di cîhana wan de heye ji bo ku derkevin holê û bi mirovahiyê re werin parvekirin dixebite. Li kêlek wê yekê tundiya li dijî jinan, rastiya dagirkerî, biçûkxistina jinan, bîrdoziya ku pê hatiye tunekirin, înkar û qirkirina jinan, li ser van yekan kar dide meşandin. Her wiha armanca Jineolojiyê ew e ku pergala civakî ya dayiksalarî ava bikin, bi rêxistin bikin û bidin meşandin. Jineolojî kesayeta jinan di aliyê, dad, bereket, aştî, bîrkarî, hesabên zirav, eyarkirina dem, jîrekiya analîtîk û hestiyarî de lêkolîn dike. Jineolojî tiştên aîdê jinan ku beriya hezar salan hatine dizîn yek bi yek keşif dike û dibe bersiva çima Jineolojî. Jineolojî çanda fedîkirinê ya ku şaristaniyê di derdora nasnameya jinan de honandiye perçe dike. Jineolojî nirxên jinan veduguherîne rastiyê, zanebûna wan xurt dike, belge dike û ji dîroka jinan re dihêle. Jineolojî di sedsala 21’ê de xwe bi rêxistin kir û hedef dike ku rastiya jinan a ku hatiye tunekirin ronî bike. Jineolojî koletiya ku li ser jinan hatiye ferzkirin ji holê radike û pênaseya wê ya rast derdixîne holê.

Ji bo gihîştina raza jiyanê
Mirov û civaka ku wate nede jiyanê û di nava bêwateyê de bifetise pir zehmet e ku bigihîje raza (sir) jiyanê. Divê ruxmê hemû rastiya jiyanê ya bi êş û îşkence mirov ji xwe pirsa “kî ye” bike. Kesên ku vê pirsî jî ji xwe bikin jin bi xwe ne. Loma jineolojî teqez dike jin, xweza û civak her çiqas hatibe kuştin jî wê di dawiyê de bigihîje raza jiyanê ya jinan. Her wiha ji bo gihîştina raza jiyanê girêdana jin, jiyan û civakê esas digre.

Ji bo avakirina hevjiyana azad
Xwezaya jiyanê dualî ye, yek mêr ya din jin e. Ger têkiliyek watedar di navbera her du zayendan de hebe, wê jiyan, xweza, azadî û wekhevî baş û bi xweşî bimeşe û berdewam bike. Her wiha xwezaya jin û mêr hev temam dike. Rewşên van her du zayendan ku ji aliyê desthilatdaran ve ji xwezayên xwe hatine dûrxistin û biyanîkirin. Lêkolîn, sedem û encamên mudaxeleyên ku hêzên desthilatdar pêk anîne di berpirsyariya Jineolojî de ye. Dîsa her du zayend ku di aliyê azadî û estetîkê de, ji nû ve bigihîjin hev, rêgezên dildariyê bi pêş bixin, berpirsiyarî û îdeaya Jineolojiyê ye. Di heman demê de Jineolojî bi xwe navê bipêşxistina teoriya hevjiyana azad û sosyolojiya wê ye. Pêşxistina sosyolojî û jiyana rast hevjiyana azad bi xwe ye. Her wiha Jineolojî di destpêkê de hevjiyan û têkiliya heyî analîz dike, bi nav dike, çareserî û projeyên wê bi pêş dixe. Di roja me ya îro de bi taybetî mêr, nikare jinê mîna mirovek, dostek, hevsereke jiyanê û hevjiyana ruhî bibîne. Ji ber ku çanda desthilatdariya mêr, jinê mîna bindesta xwe, metîngera xwe, jina xwe, yara xwe û milkê xwe dibîne. Her wiha di roja îro de her du zayend jî di aliyê ruhî de hev qetil dikin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di vê xalê de wiha dibêje: “Divê mirov baş zanibe ku hevjiyana azad bi awayekî civakî hatiye avakirin. Ev civak di navbera mê û nêr de pêk nayê, di navbera jinîtî û mêrîtiya civakî ya avakirî de pêk tê. Divê neyê jibîrkirin ku avabûna hegemonîk her du cînsan jî seqet kirine, têkiliyên di navbera her du zayendan de bi bandor kiriye û weke têkiliya hegemonîk xwe nîşan daye.” Loma îdiaya Jineolojiyê ew e ku beriya her tiştî bi naskirin û watedayîna xwezaya jin û mêr wê jiyanî bike. Loma teoriya hevjiyana azad wê ji bo jineolojiyê bibe yek ji qadên esasî.

Ji bo ronîbûna jinê were avakirin
Bi hezaran salan e ku rastiya jinê di tarîtiyê de hatiye hiştin, ji bo ku di tarîtiyê de bifetise gelek karên qirêj û kiret hatine meşandin. Jineolojî armanc dike ku rastiya jinan a ku hatiye tarîkirin ber bi ronîbûnê ve bibe. Her wiha armanc dike ku zanista jineolojiyê di nava civakê de bi pêş bixe da ku dîroka jinan ber bi ronîbûnê ve biçe. Jineolojî ji bo ku cîhana tarî ya li derdora jinan hatiye honandin, beden, ruh û aqilê wê ber bi ronîbûne ve bibe gelek xebatên kûr dimeşîne. Ji bo qirkirina jinan bisekine û bingeha saxlam a azadiya jinan were avakirin bersiva herî guncaw Jineolojî ye.

Zanyarî, zanist û zanîna jinê
Mêrên serdest ên ku zanîn, zanatî û zanyariya jinê dizîn, îro careke din bi derketina Jineolojiyê re jin vedigerin zanyariya xwe. Di dîroka civakî ya hezar salan de zanîn bi kombûna ceribandinên civakî hatiye avakirin. Aqilê nêr ê desthilatparêz, tevî hemû qurnazî, dek û dolabên xwe li hemberî jîrekiya jinê ya hestiyar û bi sehek têk çûye, bi bin ketiye. Cîhana mêrsalarî dîroka ku ewqas sal nehatiye jiyîn hesab kiriye û hemû zanînên hêja ji destên jinan diziye. Zanîn bê ruh nabe loma jinan zanatî, zanîn, zanist û zanyariyê ji ruhê axê û demekê xwedî kirine. Jin xweşîkî û rengê jiyanê bi civakê re dike yek û wiha nirxên pîroz dixe nava wan. Ji bo ku ruhê zanista jinê careke din vegera cewhera xwe bersiva herî guncaw Jineolojî ye. Jineolojî teqez dike ku ew di hewza zanyariya jinê de her dem dijî û roj bi roj şîn dibe.

Ji bo şoreşa di zanista civakî de
Bêguman zanista civakî encax dikare bi zanista Jineolojiyê û derdora jinê bi pêş bikeve. Jineolojî bi xwe li ser zanistên civakî bi tena serê xwe mudaxeleyek e. Ger Jineolojî di aliyê pênase, bergehî, avahiyên zanînê, awayên zanîn û lêkolînê û rêbazên rast de xwe bi rêxistin bike û civakî bibe dikarin îdea bikin ku qeyrana îro zanista civakî dijî dê bibe hêza çareseriyê. Koka tevahî zanistan civakî ye, yanî afrîneriya jinê ye. Zanista civakî bi dest, ruh, dil û hezkirina jinê dikare asoyên din vebike û cîhanên cuda keşif bike. Tevahî tevgerên jinan ên ku ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin, wê bi fikra zanista civakî ya Jineolojî xwe bispêrin û wê bibin namzedên pêşketinê. Hêza têgihîştina jinan a der barê xwe de wê bi hêza pêşxistina zanistên civakî re paralel bibe. Jineolojî bi navenda jinan wê îdiaya avakirina zanista civakî bi îradeya xwe tevahî valahiyan tijî bike, jirêderketina wan sererast bike û ji aqilê mêr ê serdest paqij bike.

Ji bo pêşxistina rêbaza lêkolîneke li gorî rastiya jinan
Pêşxistina rêbazên lêkolînê yên li gorî jinan xizmeta pêşketina fikir û çalakiyên azadiyê, Jineolojî dimeşîne. Civakbûn li derdora jinan hatiye honandin û tu xebatên civakî tune ye ku jin tê de cih negirin. Di lêkolînkirina dîroka civakî de ger rast were destgirtin, şert e ku jin tê de hebin. Ger dîrok rast were dîtin wê roja îro rast were xwendin. Jineolojî dîroka civakî, roja îro, siyaset, civak, ekolojî, demografya, tenduristî, perwerde û aborî lêkolîn dike û di çarçoveya jinê de li van xalan dinêre. Her wiha jineolojî bi riya lêkolînê hest, hîs, dilovanî, merhemet, taybetmendiyên jinê yên xweşik lêkolîn dike. Di tevahî dîrokê de kîjan rêbaz, ji aliyê kê ve, çawa li ku derê hatine bikaranîn, li ser vê nêrînê Jineolojî bi asoyên fireh û kûr dikole. Di heman demê de Jineolojî mîtolojî, ol, felsefe, zanist û rêbazên bikaranînê lêkolîn dike û dinirxîne.

Ji bo parastina cewherî
Parastina cewherî û rewaya jinê ya ku hatiye şikandin û lewazkirin wê jineolojî bi xebatên xwe parastina cewherî xurt bike û wê nehêle ku tu kes têk bibe. Di tevahî xwezayê de mekanîzmaya parastina cewherî heye. Di destpêka dîrokê de parastina cewherî bi jinê re jî hebû lê serwextiya wan hatiye lawazkirin û parastina wan a cewherî birînên xedar girtine. Jin bi xwe xwedî potansiyel, serwextî û refleksên pir xurt ên parastina cewherî ne û vê yekê jî ji xwezaya xwe girtine. Jineolojî ji aliyê dîrokî û rojane ve aliyên şikestina parastina cewherî lêkolîn dike. Her wiha Jineolojî pirsên mîna feraseta parastina cewherî û rewaya jinan, refleks û ruhê wan kengî û li ku derê bi kîjan rêbazan hatiye şikandin, ev şikestin dinyaya civaka jin û mêr çawa birîndar kiriye gelo ev şikandin wê mîna çarenûsekê berdewam bike, jin wê feraset, refleks û ruhê parastina cewherî û rewa wê çawa ji nû ve bidest bixe dipirse. Parastina cewherî ji bo jinan pirsgirêkek jiyanî û lezgîn e. Her wiha ne tenê di warê fizîkî de, di warê zanist û fikrî de jî parastina cewherî hewce ye. Jineolojî parastina cewherî di warê civakî de wê bi akademiyên jinê bi rêxistin bike.

Bi zimanê cuda jin
Peyva jinê di Kurdî de bi zaravayî kurmancî “jin, jinik, pîrek, afret. Bi zaravayî zazakî cin, cenî. Bi zaravayî soranî afret tê îfadekirin. Di Kurdî û hin zimanên din de koka peyva “jin” û jiyan, xweza û azadî wekhev e. Bi Kurdî jin, jiyan, şên, giyan, cîhan û cih ji heman kokê tên. Dîsa peyvên jîndar, jîndarî, jînde, zindî û peyvên jin û jiyan ji heman kokê tên. Bi Erebî Mer’a, di heman demê de jiyan “aiş” e. Navê Ayşe ji vê kokê hatiye dariştin. Her wiha heyat jî dîsa peyveke mê ye û navekî jinê ye. di Erebî de peyva “Nîsa” ku di maneya “Jinan” de ye û peyva “Însan” yanê mirov e. Bi Tirkî kadin. Bi Îranî xweten-hatun. Bi Hûrîkî aşt. Bi Sumerî nîta. Bi Farisî zen. Bi Ermenkî gîn. Bi Rûmî gyme. Bi Almanî fraû. Bi Latînî femîna. Bi Fransizî femîna. Bi Çînî gyn. Bi Yewnanî gyno. Bi Îbranî îşşa.

Rêwîtiya ber bi xwe ve
Li cîhana hebûna jinan, bi şer, koçberî, fihûş, porno, xizanî, bêkarî, polîtîkayên perwerde, tenduristiya saziyên bavkanî, harbûna hevser û yar, bi gefxwerinê re rû bi rû ye. Îro pergaleke hegemonîk heye ku dixwaze hebûna jinan bi fizîkî û bîrdozî tune bike. Divê jin li hemberî vê pergalê, hebûna xwe biparêzin, ji bo ku bikaribin biparêzin divê hebûna xwe nas bikin û pênase bikin. Jinolojî bi awayek berfireh mîtolojî, ol, felsefe, zanistên ku jinê rast, penase nakin û lêkolîn nakin, analîz û lêkolîn dike. Jineolojî bi keşfên li ser hebûna jinê, wate û wesfên rastîn ên hebûna jinê zelal dike. Ji bo ku jin bizanibin pênc hezar sal ev tundiya bêrehm a tunekirina jinan ji ku derê hatiye, Jineolojî lêkolîna wê dike ka ev êrîş di kîjan dest û dezgehên mêr ên serdest ve hatine afirandin. Di heman demê de jineolojî li ser jiyana jinan ya ku hatiye hepskirin û bedena wan a ku hatiye qetilkirin pênaseyên rast dikie.

Etîk-estetîk
Etîk exlaq û hişmendiya azadiyê ye û estetîk jî li gorî vê hişmendiyê tê avakirin. Estetîk bi xwe jî asta azadiya jiyanê ye. Estetîk û etîk yek ji qadên esasî yên jineolojiyê ne. Jineolojî weke zanista jiyanê bi pêş ketiye, yek ji îdiayên wê yên herî bingehîn zanabûna xweşikiyê, daneheva wê afirandin û ya kirêt pênasekirin û bi şerê bi kirêtiyê re were dayîn, jina bedew û jiyana bedew afirandine. Jineolojî giranî dide guhertin û veguhertinê. Estetîk her dem di tevahî pênaseyan de bi etîkê re ye û tu caran ji hev qut nabin. Jineolojî teqez dike ku rola stratejikê ya etîkê yek jî qadên bingehîn ên zanista jinê ye û bêguman bi estetîkê re di nav girêdanekî xurt de ye. Etîk û estetîka jinan, rastiya jinê ya heyî di şexsiyetên xwe de guhertin, derbaskirin û afirandina nasnameya jina azad e.

Aborî-Ekolojî
Jineolojî aboriyê yek ji qadên xwe dibîne û lêkolîn û projeyan ava dike. Civaka ku ji aboriyê qut bibe nikare bijî, îro tişta ku pergala kapîtalîst dike civakê ji aboriyê qut dike. Jineolojî ji bo ku di vê qadê de bi pêş bikeve, vê qadê mîna teorîk, rêxistinî û çalakvanî dinirxîne. Jineolojî qada aboriyê bi hin rêgezên bingehîn de digre dest. Her wiha perspektîfa teoriya keda dayikê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêş xistiye di diyardeya kedê de dinirxîne. Ji bo pirsgirêka aboriyê rabe divê jin ji nû ve bikevin nava qada aboriyê û faliyetên aboriyê bi destên jinan bi aqil û zîhniyeta wan werin avakirin. Her wiha xebatên aborî ku yek ji şertên bingehîn ê hebûna civakî ye bi tevlibûna hêzên modernîteya demokratîk wê rêxistinkirinê jî bi ser bixin. Ekolojî xwezaya fizîkî û biyolojî ye ku xwe dispêre avahiya civakê. Jineolojî pirsgirêkên ekolojîyê di aliyê zanistê de digre dest. Her wiha paradîgmaya demokratîk, ekolojî û azadîxwaziya jinan esas digre. Pirsgirêkên ekolojiyê desthilatdariya ku çavkaniya van pirsgirêkan e dahûrandin dike. Li ser wê bingehê jineolojî çiqas bikaribe civaka ekolojîk bi pêş bixe ewqas dibe Jineolojî.

Demografya-dîrok
Di qada demografyayê de yek ji rêgezên bingehîn a Jineolojiyê ew e ku feraseta nifûsê ya Malthûswarî analîz bike û ji civakê re vebêje. Demografya jî weke qadên din ên Jineolojiyê bi hev re di nava têkiliyê de tê destgirtin. Felsefeya berdewamkirina nîjadê ya şaş û encamên vê bi aborî, ekolojî, tenduristî, perwerde û polîtîkayê re girêdide. Her wiha demografya di nava zanistan de xwedî dibe, daneyan û vediguhêze van zanistan û wan jî xwedî dike. Zanista felsefe û û sosyolojiyê ji aliyê dîrokê ve xwendin girîng e. Jineolojî dîrokê weke hebûneke di kêliyê de, demek, mekanek û bîrek digre dest. Her wiha jineolojî li şûna ku li ser dîroka heyî zêde bike, bi nêrîna jinê ji nû ve avakirina dîrokê pêk tîne. Bi qasî hurmetê dide cudahiya her hebûn, girêdana di navbera wan de xurt ava dike. Li dijî feraseta nêr a diyarker û dûz li ser xetekê, feraseta demekê vedigere, hîs û herikbarî esas digre. Her tiştê civak û xwezayê digre nav xwe cudahiyên wan diparêze û lêgerînên azadiyê di niha de jiyanî dike.

Tenduristî
Jineolojî weke zanistekê têkoşîna zîhniyetê ya bi biçûkdîtin û înkara li ser hebûna jinê re hedef digre. Ev keda tevgera tenduristî ya jinê dibîne û hevparîbûnê dike armanc. Jineolojî tenduristiyê weke qadeke zanistê bi dest digre. Ji bo ev zanyarî tune nebe, di civakê de bipêşxistina hestiyariyê jî di berpirsiyariya Jineolojî de ye. Jineolojî tenduristiyê qadeke xwe dibîne û bi pêş dixe. Her wiha dîroka tibê jî li ber çav digre û her dem materyalan amade dike û lêkolînan der barê tenduristiyê de bi pêş dixe.

Perwerde – Polîtîka
Jineolojî qada perwerdeyê girîng dibîne û her dem bi pêş dixe. Ji dîrokê bigre heta niha xebata esasî ya jinan perwerde bûye ku civaka exlaqî û polîtîk afirandine û meşandine. Jineolojî saziyên perwerdeyê yên civakê ava dike û her cure xebatên akademîk û teorîk bi pêş dixe. Ji aliyê din ve jî ji bo qadên din ên Jineolojiyê ava bike û kadroyên wê biafrîne xebatên berfireh ên perwerdeyê bingeh digre. Jineolojî jina dayik a hêza sereke ya civakîbûnê ye weke afrînera hunera polîtîkayê digre dest û wisa dest bi lêkolîn û vekolanên xwe yên di vê qadê de dike. Polîtîka bi xwe bi azadiya civakî û jiyanîbûnê ve têkildar e. Jineolojî girêdana exlaq, zanist û polîtîkayê qut nake û di qada zanistên civakî de çareseriyan peyda dike. Jineolojî ji bo ku polîtîkaya civakê bi pêş bixe her dem nîqaş, lêkolîn û vekolînê li ser esasên daneyên wê derdixe holê.[1]
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 1,294 ganger
HashTag
Kilder
[1] | کوردیی ناوەڕاست | jineoloji.org
Koblede elementer: 12
Gruppe: Artikler
Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 17-05-2022 (2 År)
Bok: Kvinner
Dokumenttype: Originalspråket
Provinsen: West Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Element Kvalitet: 99%
99%
Lagt inn av ( سارا ک ) på 06-10-2022
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( ئاراس حسۆ ) på 07-10-2022
Dette elementet nylig oppdatert av ( ئاراس حسۆ ) på : 06-10-2022
URL
Dette elementet i henhold til Kurdipedia er Standards ikke er ferdig ennå!
Dette produktet har blitt sett 1,294 ganger
Attached files - Version
Type Version Redaktørnavn
Photo fil 1.0.170 KB 06-10-2022 سارا کس.ک.
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?

Actual
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
24-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Det som var vanskelig å leve med
21-03-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
Det som var vanskelig å leve med
Biografi
Gelawesh Waledkhani
03-04-2022
شەرارە شەمامی
Gelawesh Waledkhani
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 519,092
Bilder 106,718
Bøker 19,304
Relaterte filer 97,343
Video 1,392
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Page generasjonstid : 0.688 andre!