Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Çewligê ya #Bakurê Kurdistanê#, du xwendekarên lîseyê şer kirin û yek hat kuştin.
Li gor zanyariyan, li Taxa Karşiyakayê ya Çewligê di navbera xwendekarên lîseyê B.Y. ê 16 salî û U.Î. yê 16 salî ji ber sedemeke nehat zanîn nîqaş derket. Di encama nîqaşê de xwendekaran şerê hevdu kirin û U.Î bi kêrê li B.Y. da û ew bi giranî birîndar kir.
Piştî agahdarbûna ji bûyerê, hêzên polîs û tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin.
Li gor zanyariyan, B.Y. ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneya Dewletê ya Çewligê hat veguhestin, lê tevî hemû midaxeleyan canê xwe ji dest da.
Herwiha kujer U.Î. ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.[1]
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet
for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 681 ganger
Skriv din kommentar om dette elementet!