Li kantona Şehbayê bi dirûşma Na ji nêzîkbûna rejîmên Tirkiye û Sûriyê bi terorîstên Heyet Tehrîr El Şam re, belê ji Sûriyeya demokratîk re komxebata #MSD#’ê dest pê kir.
Komxebat ji aliyê Meclisa Sûriya Demokartîk (MSD) ve tê organîzekirin û li Hola Şehîd Axîn Welat a Çand û Hunerê ya li navçeya Fafîn a kantona Şehbayê dest pê kir.
Siyasetmedarên ji herêma Efrînê û bajarê Helebê û endamên yekitî û saziyên sivîl ên herêmê beşdarî komxebatê bûne.
Di komxebatê de dê 3 beşên sereke hebin; rastiya dewleta Tirk û terorîstên Heyet Tehrîr El Şam di aloziya Sûriyê de, bandorên nêzîkbûna Tirkiye-Sûriye bi terorîstên Heyet Tehrîr El Şam re li ser rewşa Sûriyê û helwesta gelê Sûriyê û civaka navneteweyî li hember terorîstên Heyet Tehrîr El Şam.
Tê payîn ku fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) #Mazlûm Ebdî# û hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser #Bedran Çiya Kurd# bi rêya Zoomê beşdarî komxebatê bibin.
Di destpêka komxebatê de li ser dîroka avabûna Heyet Tehrîr El Şam (El Nusra ya berê) û sûcên ku di aloziya Sûriyê de pêk anîne, her wiha li ser nêzîkbûna wê bi dagirkeriya Tirk re, sînevîzyonek hat nîşandan.[1]
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî), klikk på ikonet

for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 1,245 ganger
Skriv din kommentar om dette elementet!