Parêzerê iraqî Hesen Selman bang kir ku divê binpêkirinên mafên mirovan û bikaranîna #çekên kîmyewî# li dijî #Başûrê #Kurdistan#ê# ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve werin lêpirsînin.
Li gorî ajansa Rojnewsê, parêzer Hesen Selman diyar kir ku di encama êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî û qedexekirî de gelek welatî bûn qurban.
Selman diyar kir ku desthilatên Iraqê ne amade ne ku Enqerê di aliyê navneteweyî de hesab bikin, sivîlan ji êrişên kîmyewî yên li dijî Herêma Kurdistanê biparêzin. Divê dewleta Tirk ji cezayê nefilite.
Selman eşkere kir ku parêzerên Iraqî xwe amade dikin ku belgeyên îsbatkirina bikaranîna çekên kîmyewî û qedexekirî li hundirê Iraqê ji hêla dewleta Tirk ve, pêşkêşî parlamentoya Iraqê bikin.[1]
(fr)
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)), klikk på ikonet
for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 1,572 ganger
Skriv din kommentar om dette elementet!