Parêzerekî Kurd li herêma #Efrîn#ê ya Rojavayê Kurdistanê, di bin îşkenceyê de hat kuştin.
Çavkaniyeke taybet ji bajarê Efrînê, ji Rûdawê re ragihand ku parêzerê bi navê Luqman Hemîd Henan ku berî du rojan ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve hatibû revandin, îro Pêncşemê 22ê Kanûna 2022yan, cenazeyî wî radestî malbata wî hat kirin.
Heman çavkaniyê diyar kir ku Luqman Henan Hemîd, “serê vê sibê bi îşkenceya di zîndaneke îstixbarata Tirkiyê li Efrînê de jiyana xwe ji dest daye.”
Luqman Henan xelkê gundê Hec Qasima yê navçeya Mabeta ya Efrînê ye û temenî 45 salî bûye û li taxa Mehmûdiyê yê bajarê Efrînê rûdinişt.
Luqman Henan beriya niha jî ji aliyê çekdarên grûpa Sultan Murad ve hatibû girtin û piştî çend mehan bi fidyeyê hatibû berdan.[1]
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî), klikk på ikonet
for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 1,309 ganger
Skriv din kommentar om dette elementet!