$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Zîlan Besê
Nav û Paşnav: Sîmav Hesen
Cihê Jidayikbûnê: Hesekê
Navê Dayikê-Bav: Kevser – Mehemed
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Zap/ Nîsana 2022’an
$Kurtejiyana şehîd:$
Heval Zîlan a ku ji bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê ye û li Hesekê ji dayik bûye. Malbata hevala me Zîlan hê ji dema destpêka partiya me di nav xebatan de cih girtine û ji bo geşbûna têkoşîna me, malbatê gelek berdêl daye. Vê malbata me ya hêja gelek şehîdên wan hene, bi destpêkirina Şoreşa Azadiyê ya Rojava re di nav xebatên şoreşê de cih girtine û hewl dane peywirên xwe yên welatparêziyê bi cih bînin. Heval Zîlan jî di temenekî ciwan de dest bi şoreşgeriyê kiriye, bi enerjî û coşa xwe derketiye pêş û gelek kes tevlî nav refên şoreşê kiriye. Bi heyecana ku ji îdeolojiya azadiya jinê ya Rêbertiya me wê fêm kiriye ku azadî bêyî têkoşînê nayê bidestxistin. Li ser vî esasî berê di nav hêzên azadiyê yên Rojava de cih girtiye, ji bo azadî û parastina wê ked daye. Di sala 2016’an de hatiye çiyayên Kurdistanê û tevlî nav refên gerîlayan bûye. Di nav refên gerîlayan de jî dev ji heyecan û lêgerîna azadiyê bernedaye û têkoşiyaye. Bi perwerdehiya leşkerî re bûye gerîlayeke profesyonel a YJA Starê ji bo ku tarza leşkerî ya serdema nû were pêkanîn, wê kedeke fedaî daye. Heval Zîlan gelekî israr kiriye ku li Zapê şer bike û di vê israra xwe de bi ser ketiye. Heval Zîlan bi helwest û têkoşîna xwe ji hemû rêhevalên xwe re bûye mînak. Di berxwedana dîrokî de ew jî wekî rêhevalên xwe yên berê bûye yek ji mînaka bêhempa ya milîtaniya Apoyî û di êrişa çekên kîmyewî ya dijmin de şehîd bûye. Wê bi têkoşîna xwe diyar kiriye ku wê tu hêz nikaribe îradeya gerîlayên azadiyê yên li ser xeta îdeolojiya Apoyî bişkîne.[1]