$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Serhed Hesekê
Nav paşnav: Îsmaîl Hasan Îbrahîm
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Dayik-Bav: Îlham-Hasan
Dem û cihê şehadetê: Metîna 02-02-2023
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Serhed li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber ku malbat û derdora wî welatparêz bû, hîn di temenê biçûk de partiya me PKK û Rêber Apo nas kir. Bi Şoreşa Azadiyê ya Rojava re rastiya Rêber Apo, Şoreşa Kurdistanê ya bi pêşengiya wî hîn bêhtir ji nêz ve nas kir û fêhm kir. Hevrêyê me Serhed di nava şert û mercên Şoreşa Azadiyê ya Rojava de kete ciwantiyê û têkşoîna hêzên azadiyê yên Rojava ji nêz ve şopand ku êrîşên çeteyan û rejîmê bi fedakarî û berdêleke giran têk birin. Hêzên azadiyê yên Rojava ku gelê me diparêzin û paşeroja azad roj bi roj xurt dike, ji ber ku ji felsefeya Rêber Apo sûdê werdigirin, hevrêyê me Serhed jî hîn bêhtir xwe nêzî Rêber Apo û partiya me PKK'ê kir. Weke ciwanekî Kurd xwe li hemberî gelê me berpirsyar dît, xwest ku têkşoîna xwe li çiyayên Kurdistanê bimeşîne ku çavkaniya şerê me yê azadiyê ye. Li ser vê bingehê sala 2015'an berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Serhed li qada Zapê dest bi gerîlatiyê kir û bi tevlîbûna xwe ya bi xwestek û bi coş di demek kurt fêrî jiyana çiya û gerîla bûye. Bi perwerdeyên ku dîtine, rastiya Rêbertî û PKK’ê ji bo gelê me wateya wê û dîroka gel û Partiya me hîn baştir fêmkiriye. Hevrêyê me Serhed piştî ku xwe bi awayek îdeolojîk pêş xist, xwe di qada leşkerî de jî kir xwedî tecrube û bû gerîlayek profesyonel. Hevrêyê me Serhed li dijî êrîşên dijmin ku ji sala 2015’an û şûn ve di serî de Zap li ser hemû Herêmên Parastinê yên Medyayê dayî destpêkirin, her tim li çeperê herî pêş bû û di jiyana xwe ya gerîlatiyê de ji destpêkê û vir ve di çalakiyan de cih girt û derbên giran li dijmin xistiye. Hevrêyê me Serhed piştî her çalakiya ku tevlî bûye, li ser wê çalakiyê lêhêrbûn kiriye û waneyên pêwîst ji bo xwe derxistiye û di demek kurt de bû xwedî tecrûbeyên mezin. Ev tecrubeyên xwe bi hevrêyên xwe re parve kiriye û ji tecrubeyên hevrêyên xwe sûd wergirtiye. Bi vî awayî di tarzê şer ê gerîla de, bû xwedî tecrubeyên girîng. Bi van tecrubeyan, ji bo taktîkên gerîla bi awayek hîn dewlemendtir bên bikaranîn, lêhêrbûnên kûr kiriye. Hevrêyê me Serhed dîsa tarzê şer ê dijmin di demek kurt de çareser kir û bû xwedî zanist. Ji bo ku li hemberî êrîşan tedbîrên pêwîst werin girtin, bûye pispor. Hevrêyê me Serhed piştî demekê li qada Zapê ma, derbasî qada Metînayê bû û demek dirêj li qada Metînayê pratîk meşand. Herî zêde li qadên Hekarî û Çarçêlê maye û li van qadan di amadekariyên ji bo şerek pêkan de, ked daye. Ji xebatên binesazî, heta amadekariyên tuneyên şer tevlî gelek xebatên pratîkê bûye. Bi pêşniyarên ku kirine bû sedem ku amadekariyên şer bi awayek hîn xurtir bê domandin û di vê wateyê de her tim hewl daye ku pêdiviyên erkê pêşengiyê bîne cih.
Bûye yek ji pêşengên me ku li hemberî êrîşên dijmin ên sala 2022’an li ser qada Girê Hekariyê, pêşengî ji berxwedanê re kiriye. Ji ber ku qada Girê Hekarî baş nas dikir, tevlêkariyên girîng di çalakiyan de kiriye. Ji amadekariyên gelek çalakiyan heta rêxistinbûna wê, di gelek pêvajoyan de cih girtiye. Lê her tim wî bi xwe jî xwestiye ku di van çalakiyan de cih bigire, ji bo vê yekê pir israr kiriye. Hevrêyê me Serhed di encama van israrên xwe de, roja 2’ê Sibata 2023’an tevlî çalakiyên li Girê Hekarî li dijî çeperên dijmin hatin kirin de, bû û weke hevrêyên xwe yên din tevî hemû zor û zehmetiyan di xwesteka dijmin ji Girê Hekariyê avêtinê de, israr kiriye û ji bo vê yekê her cure fedakarî girtiye ber çavê xwe. Hevrêyê me Serhed tevlîbûna xwe ya fedayî bi tarzê xwe yê şer ê fedayî yê di vê çalakiyê de car din nîşan daye û ji bo serkeftina mûtleq heta nefesa xwe ya dawî li dijî dijmin şer kir û şehîd bû. Hevrêyê me Serhed bi sekna xwe ya fedakar, kedkar, tecrubeya xwe ya di qada şer de û dilnizimiya xwe kariye di dilê hemû hevrêyê xwe de cih bigire û her tim wê rêya me hevrêyê xwe ronî bike.[1]