Bibliotek Bibliotek
Søk

Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!


Search Options





Avansert søk      Keyboard


Søk
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Verktøy
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Min konto
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
Søk Send Verktøy Språk Min konto
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Tilfeldig element!
 Vilkår for bruk
 Kurdipedia Archivists
 Dine tilbakemeldinger
 Bruker samlinger
 Kronologi av hendelser
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjelp
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 522,751
Bilder 105,761
Bøker 19,701
Relaterte filer 98,633
Video 1,420
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) il...
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-...
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-k...
Biografi
Gelawesh Waledkhani
BERBISKA ZER
Gruppe: Bibliotek | Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking element
Utmerket
Veldig bra
Gjennomsnittlig
Dårlig
Dårlig
Legg til i mine samlinger
Skriv din kommentar om dette elementet!
Elementer historie
Metadata
RSS
Søk i Google etter bilder relatert til det valgte elementet!
Søk i Google for valgt element!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

BERBISKA ZER

BERBISKA ZER
Navê pirtûkê: BERBISKA ZER
Navê nivîskar: #Omer Dilsoz#
Cihê çapkirina pirtûkê: Stanbul
Navê çapxaneyê: Avesta
Sala çapê: 2012

“Berbiska Zer”, ji sê pencereyan pêk tê; di ya ewil de serhatiya Sînema parêzer û hevalên wê heye. Ya duyem, Sînema piçûk û Berjenê berxvan û tiştên li dora wan diqewimin ji xwe re dike mijar û di pencereya sêyem de, komeke kontra tê çiyayê Bestanê, komek gerîlayên çavdêr li wê derê ne, rageşiya navberê tê vegotin.
Ev kitêb, bi kurtî hewl dide demeke tarî ya Kurdistanê bide ber ronahiyê û hewl dide paşperdeya bûyerên tarî ku tenê em ji nûçeyên êvarê, bi fesla çend çirkeyan guh lê dibin, xwestiye dest deyne ser. Roman ji nûçeyekê dest pê dike û bi ser wê me dibe piştperdeya ku di nûçeyê de nayê gotin lê mimkûn e pêk hatibe.
Di vê romanê de, mafê gotinê bo hemû aliyên bûyerê; hemû aliyên şer û yên ku pişt re li ser bermahiyên şer hewl didin ‘gunehên şer’ ronî bikin, terxan dike û guhê xwe dide ‘serpêhatî; dubendî, hatûçûyînên derûnî û ruhî’ yên her du aliyên şer ên kirde û lêqewmiyan.
Taybetiya Berbiskê jî ew e ku bi wê rastiya bûyerê ronî dibe.
Xeber, Xewn û Travma
Berbiska Zer, deşîfrekirina heyamekê ye. Bi vê vegotinê nivîskarî xwe bi ber ruhê ax û miletekî ve kişandiye. Ev ax û milet ji bo edebiyatê ‘çaleke tije hestî ye’ û hestiyên vê axê dibe ku hahanka rabin ser xwe û biaxivin. Ev zindîbûn dibe ku bi nûçeyekê be dibe ku bi xewnekê be, dibe ku bi travmayekê be. Lewra li ser axeke ku “Tu kîjan bihosta vî welatî devê tevirî bighîniyê dê kiloxên serê mirovan, parçeyên bedenên riziyayî, hestiyên bêserosûnkirî û nebedîkiriyan jê hilbavêjin.” (rp.17) de derfeta xilasiya ji nexweşînên psîkolojîk û travmatîk nîn e. Heta ruhê axeke wiha bi xwe nexweş e. Her çi qas bi nûçeyekê dest pê kiribe jî, romana Omer Dilsozî, ji du xewnan pêk tê. Pêşî em xewna/ên Sînemê dibînin. Dû re xewna Bilbilo tê ku em têdigihên ku vê xewnê, xewna/ên Sînemê jî rapêçaye.
Xewna ewil ya ku bi nûçeyekê jî xwe dide dest nîşan kirinê xewna Sînemê ya ku xwe hema bêje di hemû çaviyên berhemê de nîşan dide ye. “Zînê, xwîçêgorî, ev çend şev e xewa şevan li min heram e, hema kengî çavên xwe deynim ser hev, hestî têne ber çavên min…” (rp.16) jixwe berhem jî wiha dest pê dike: “Temaşevanên hêja, iro jî çaleke tijî hestî hate dîtin…” (rp.9)
Hevala wê ya pak Zînê her çi qas bi gotineke çandî, “Wişş, Xwedê xêr ke xwîçêgorî, guhê xwe nedê xewn in…” (rp.16.) xewnê şirove bike jî di bin siya nêrînên Freudî de heke em xwe li vê xewnê û li nêrîna Zînê rakêşînin helbet bi hinek hewlên dî em ê karibin xwe bighînin rojên berê yên Sînemê. Ji wir jî xewna dînikê gund Bilbilo ya ku bi her aliyê xwe ve kod û formula romanê ye: “…min şevê dî di xewa xwe de dayika xwe dît. Dayîka min li ber derê mala xwe devê tenûrekê vekir. Tenûr her ku vedibû kûrtir dibû, dibû çaleke tijî agir, dibû tenûreke tijî xwelî. Pişt re min di nav agirê tenûrê de çardeh êzing û bizotên reş î tenî didîtin. Çardeh bizot…Agirekî gur xwe diavête ruyê min, hemû çermê min ji ber dikizirî. Pişt re ez çi bibînim aşvan, heçko di tenûrê de li bin çardeh bizotan avekê jî ji nişke ve dikire bilqebilq û hiltavêt. Komeke hestiyan bi ser diket. Tê de berbiskeke zer hebû; tê de çavên te û neviyên te hebûn.” (rp.231-232)
Bi destpêdana birîna karekteran û bi riya xewnên wan vegotin, xwe digihîne êş û rûhê wan. Sînem parêzer e û bi dûvika xewn û xeberekê girtiye heta jê tê xwe bi ber zarokatiya xwe ve dikişîne; Sînema parêzer, Sînema piçûk ya Berjo ye. Lewma xewn jî nûçe jî rastiya Sînemê ne. Di vê mijarê de dibû ku xwendekarî hinek îşaretên dîtir jî bidîtina. Sînem wexta ku Konemêr/Nûh û neviyê wî Berjen ji bal îtirafker û komandoyan ve tên qetilkirin û binaxkirinê li Sêserê ye. Sînem çiqas diltenik û di cehda tespîtkirina çaleke tijî hestî de be ew qas jî di cehda xwenedayîna dest de ye. Ji bo kesên ku ji zarokatiya wê, jê re mîrat mane re weka xerîbek tevdigere. Ne Gulê ew bi temamî dinase (tenê dişibîne) ne jî ew Gulê nas dike.
Romannûs di hin beşan de xwe bi temamî li psîkolojiyê xweş kiriye û bi pey vederbûna însanî ketiye. “Pêşîkê em ji mala xwe ya ewil, ji zikê diya xwe vedibin/veder dibin û navika me tê birîn… Girîn destpêka hemû jêkvebûnan e…” (rp.20) Li ser vê rêçê di romana Omer Dilsozî de navê herî balkêş Emre/Emo û travmaya wî ye. Bi riya wijdanê Emre, heyamek tê deşîfrekirinê. “Min ji xwe dipirsî; Emre lawo, tu li çi digerî li van çol û çiya?” (rp.59)
Heke vegotina Dilsozî, ya bo Emre, wek beşên pêşî ku wexta Emre li serê çiyê bi hevalên xwe re ye û îşareta travmayeke nûwaze nîşan dide bûna ew dê karekterekî hêja jê derbiketina. Dîsa bi gelek aliyên xwe ve hew dibe lê romannûs her wekî beşên pêşî li ser travmaya ku divê Emre di beşên paşîn de bêtir bijiya nesekiniye. Elameta mezin ya travmaya Emo ya ku xwe di dawiyê de nîşan dide ev e ku hewla ditina wijdanî û ji bo çala tije hestî bide nîşandan derketina wî ya ser rê ye.
Jixwe kêmasiya ku ez dixwazim dest nîşan bikim jî di vir de ye. Romannûsê ku heta tu bibêji baş xwe li binhiş, xewn û psîkolojiyê xweş kiriye çiqas diçe ji vê nêzîkbûnê dûr dikeve. Emreyê hiş û mêjî lihevketî li ser riya Tîjê ku bi ber Sêserê ve diçe de ji bo Sînemê bi Cemîlî re dikeve pêşbaziyê. Ev pêşbazî, ev normalbûn, ji bo karekterbûna Emre/Emo dibe weke avzêmekê.
Di romanê de du kom hene. Ji van koman yek jê kontra ne yek jê jî koma gerîlayan e. Di nav koma gerîlayên ku koma kontrayan raçav dikin de du tişt balê dikişînin. Ya yekemîn bi destxistina estetîka devokên kurmancî ye. Romannûs devokên kurmanciyê bi riya sê gerîlayên serê çiyê, heqîqeten bi awayeke tazî kiriye xisleteke dewlemendiya romanê. Romannûs bi gotinên xwe yên ”…Dijwar bi kurmanciya xwe ya Nisêbînkî dirrre şikeftê, Xebat bi kurmanciya Farqînkî ewakî diçe diçe zikê şikeftan, Rizgar jî bi kurmanciya xwe ya Bazidkî hem daçekan dadiqurtîne hem jî dadayê pê ve dike…”(rp.98) vê serkeftina xwe bi xwe jî bilêv kiribe jî tu mehzûra vê destnîşankirinê, li ber vê estetîka bi destxistî nîn e.
Bi riya van koman xwîner aliyeki herba kirêt jî dibîne. Bi devê Efeyê ku serokê komandoyan e kirêtiya şer wiha tê ziman: “Ev kesine qehremanên rastîn in, berî bi salan me ew şandine çiya nav terorîstan, li wê derê wezîfeyên girîng girtine û bi slan li wir mane, fêrî şert û merc, ziman û taktîkên wan bûne. Heta, belkî gelek caran bi me re ketine şer jî.” (rp.104) û helbet hiş, şuxil û danûstendinên di navbera endamên leşker û rêxistinê de çawa bi rê ve diçin jî xuya dibin. “Belî bû, her kes, na na, nexêr ne her kes, her kesê li jorî (komandar, burokrat, rêveber, serok, Serkan, serdar, lîder û û…)ji pirsan ditirsiya. Pirs û tirs!” û wiha didomîne; “Yên jêr jî ji pirsan ditirsiyan; ji ber ku em kor, ker û lalê pirsan bûn, em ji siya xwe jî ditirsiyan, ditirsiyan ku siya me jî bi zar û ziman biketa û pirsine ji me bikirina;…” (rp.106) Bi dewisandin û çespandina hest û hişên mirovatiyê, avakirina pîroziyan; ‘ax, al, çiya, gelî, newal û heta canekî pîroz jî bi ser de bide’. Bi van angaştan romana Omer Dilsozî, awirên tûj, tund direşîne bi ser şerê kirêt de. Sekna giran ya li ser “pirs”ê bi vê nêrînê ji bo avakirina hişmendiyekê di norma bihn û ava heyatê de ye.
Diyar e ku Dilsozî, bala xwe baş daye nûçeyên ku di rojevê de ne. Lewma bi hêsanî ev zayîatên ‘pîrozî’ bi zar û ziman kirine. “Gelek leşkeran di çeperê xwe de ji guleyek patika stûyê xwe dikuşt. …an jî bi fişekeke xelet dibû zayîata perwerdeyê, an jî di kendalekî de wer dibû, an jî komandarê wî narincoka pîmkêşayî dida destî û bi hevalên xwe re parçe parçe dibû, pişt re jî di nûçeyên êvarê de dihate gotin k udi pevçûn û lêkdanekê, di kemîneke bêbext de ‘şehîd’ bûne, n ana, ne şehîd bêdeng bûne…” Ev bûyerên ku heqîqeten me bi xwe jî di rojnameyan de xwendine an jî di dengûbasan de temaşe kirine bi awayeke serkeftî bûne malê edebiyatê.
Berhemên edebî çiqas bixwazin xwe jê dûr bihêlin jî bi awayekî polîtîkbûna xwe didin dest. Polîtîkbûn û propagandaya Berbiska Zer, piranî xwe di nêzîkbûn û terefdariya xwe ya ‘koman’ de belû kiriye. Komek jê çiqas kirêt be ya din ew qas paqij e. Komek jê çiqas hov be ya din ew qas hessas e. Komek jê çiqas bê raport û bê ser û ber tevbigere koma din ew qas bi rapor û nîzam û întîzam tevdigere.
Û divê ez jibîr nekim ku navên bajar û gundan, bi bihurî û qewimînên xwe, xwe venaşêrin û ev nav heja nin: Tîj û Sêser.
Berbiska Zer, bi mijar, ziman û ya girîng bi hûnandina xwe romana herî serketî ya Omer Dilsozî ye. Romannûs bêtir li ser travmaya ku Emre tê de ye her wekî beşên pêşî bisekiniya ez bawer im ku wê karakterekî bi heytehol hatibûya afirandinê. Berbiska Zer, ji ber guliyên ‘heyamekê’ tê hilanîn û birîn û êşên di bendava wê heyamê de bi zimanekê ku meriv dikare ji bo dewlemendiya kurmanciyê wek numûne nîşan bike bi ber xwendevanan de gêr dike. Di van rojên dawîn de yek ji romanên herî baş ku min xwendiye Berbiska Zer ya Omer Dilsozî ye.
[1]

Merk: PDF-fil for denne boken ikke er tilgjengelig , kan du hjelpe Kurdipedia å få denne filen! Send bok
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 212 ganger
HashTag
Kilder
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.avestakitap.com/ - 07-04-2023
Koblede elementer: 1
Biografi
Gruppe: Bibliotek
Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Bok: Novel
Bok: History
Byer: Istanbul
Dokumenttype: Originalspråket
Provinsen: Tyrkia
Publication Type: No specified T4 1434
Technical Metadata
Element Kvalitet: 89%
89%
Lagt inn av ( ئاراس حسۆ ) på 07-04-2023
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 10-04-2023
Dette elementet nylig oppdatert av ( سارا ک ) på : 10-04-2023
URL
Dette elementet i henhold til Kurdipedia er Standards ikke er ferdig ennå!
Dette produktet har blitt sett 212 ganger
Attached files - Version
Type Version Redaktørnavn
Photo fil 1.0.227 KB 08-04-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Photo fil 1.0.130 KB 07-04-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død

Actual
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
24-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
Biografi
Gelawesh Waledkhani
03-04-2022
شەرارە شەمامی
Gelawesh Waledkhani
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 522,751
Bilder 105,761
Bøker 19,701
Relaterte filer 98,633
Video 1,420
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Folders
Biografi - Education level - Biografi - Education - Biografi - Person type - Writer? Biografi - Person type - Story - forfatter Biografi - Person type - Writer Biografi - Kjønn - Mann Biografi - Dialekt - Norsk Biografi - - Saqiz Biografi - Place of Residence - Diaspora Biografi - - Yes

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Page generasjonstid : 0.485 andre!