Bibliotek Bibliotek
Søk

Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!


Search Options





Avansert søk      Keyboard


Søk
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Verktøy
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Min konto
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
Søk Send Verktøy Språk Min konto
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Tilfeldig element!
 Vilkår for bruk
 Kurdipedia Archivists
 Dine tilbakemeldinger
 Bruker samlinger
 Kronologi av hendelser
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjelp
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 518,346
Bilder 104,859
Bøker 19,372
Relaterte filer 97,508
Video 1,398
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) il...
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-...
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-k...
Bibliotek
Det som var vanskelig å lev...
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Orhan Kalabalik - Bager Baz
Gruppe: Martyrer | Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking element
Utmerket
Veldig bra
Gjennomsnittlig
Dårlig
Dårlig
Legg til i mine samlinger
Skriv din kommentar om dette elementet!
Elementer historie
Metadata
RSS
Søk i Google etter bilder relatert til det valgte elementet!
Søk i Google for valgt element!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Orhan Kalabalik

Orhan Kalabalik
$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Orhan Kalabalik
Nasnav: Bager Baz
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Zubeyde-Mîhraç
Dem û cihê şehadetê: 16-04-2023 / Serhed
$Kurtejiyana şehîd:$
Qelqelî ku yek ji qadên berxwedanê yên girîng û welatparêz ê Serhedê ye û yek ji cihên destpêkê yên pêşketina Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ye, bi sedan lehengên xwe şand nava refên têkoşînê û di pêşketina têkoşîna azadiyê ya gelê me de bi roleke sereke rabû. Li gel zext û êşkenceya dijmin jî ti carî ji sekna xwe ya welatparêziyê tawîz neda, her tim xwedî li têkoşîna me derket û ked û berdêl da. Malbata hevrêyê me Bager jî weke malbateke hêja ya Qelqeliyê xwedî li têkoşîna me ya azadiyê derket û di vê oxirê de berdêl da. Hevrêyê me Bager ku li nava malbateke bi vî rengî ya hêja de ji dayik bû, bêguman kete bi bandora taybetmendiyên welatparêziyê û çanda Serhedê ya qedîm ya malbata xwe, kesayetiya wî jî bi vî rengî ava bû. Hevrêyê me heta ciwantiyê li gund mezin bû, bû xwedî taybetmendiyên durust û sade yên civaka gund. Ji ber ku ji malbata wî tevlîbûna li nava refên gerîla hebû û hin jê şehîd ketibûn, hevrêyê me Bager hîn di zarokatiyê de partiya me PKK nas kir û bû heyranê gerîla. Dixwest rojekê bibe gerîla û bi vê armancê mezin bû. Hevrêyê me Bager di dema ciwantiyê de ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike neçar ma ku biçe metropolên Tirkiyeyê, li vir rastiya dijminatiyê hîn bêhtir ji nêz ve nas kir. Tevî ku li Kurdistanê şahidî ji zext û êşkenceyê re kir jî li metropolan siyaseta qirkirinê û kiryarên şerê taybet ên dijmin ên li ser gelê me hîn bêhtir ji nêz ve dît. Hevrêyê me Bager li hemberî van polîtîkayên dijmin bû xwedî hêrseke mezin, ji xwe re kir wezîfe ku li hemberî rastiya dijmin têbikoşe û tevlî nava refên têkoşînê bû. Hevrêyê me Bager bû şoreşgerekî profesyone û di demeke kurt de bi pêş ket ku tiştên fêhm dikir yekser dixist pratîkê. Di sala 2019'an de piştî ku xizmekî wî şehîd bû, di çarçoveya dilsoziya bi şehîdan re xwest ku têkoşîna xwe mezin bike û fêhm kir ku ev yek jî bi tevlîbûna li nava refên gerîla dibe, bi vî rengî biryar da ku beşdarî nava refên gerîla bibe.
Piştî ku tevlî nava refên gerîla bû perwerdeya destpêkê wergirt û bi saya tevlîbûna xwe ya bi biryar û bi daxwaz, di demeke kurt de bû xwedî tecrûbeya bi salan, bû gerîlayekî şareza. Zehmetî nekişand ku hînî jiyana li çiyê û gerîla bibe. Bi taybetmendiyên xwe yên kedkar û fedakar di demeke kurt de pêşengî ji hevrêyên xwe re kir. Ji bo taktîka şer a dema nû fêhm bike û bixe meriyetê, hevrêyê me Bager kete nava hewldanên hîn mezintir, di vê mijarê de ji bo wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih bîne hewl da, xwest bersivê bide pêvajoya dîrokî. Li ser vê bingehê ji çêkirina tunelên şer heta bi perwerdekirina xwe ya li qada leşkerî hewl da ku xwe ji gelek aliyan ve amade bike. Bi van taybetmendiyên xwe bû mînak ji hevrêyên xwe re. Hevrêyê me Bager li Herêmên Parastinê yên Medyayê li gelek qadan kar kir, li her qadê bi hevrêtiya xwe ya ji dil û tevlîbûna xwe ya bêteredût li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirin û hurmetê. Hevrêyê me tiştên ku hîn dibû zû fêhm dikir û dixwest yekser derbasî pratîkê bike. Ji ber vê taybetmendiyê jî li nava refên gerîla xwe bi pêş ve bir û gihand wê astê ku berpirsyariyên giran ên pêvajoyê bi cih bîne. Hevrêyê me Bager têkoşîna bênavber a Rêber Apo ya li Îmraliyê fêhm kir, ji bo têkoşîna me ya ku bi pêşengiya Rêberê me û şehîdên leheng tê meşandin hîn mezin bike, ji bo bersiveke rast bide rastiya şehîdan û Rêbertî xwe pêşniyar kir ku derbasî Bakurê Kurdistanê bibe. Hevrêyê me Bager berê xwe da qada Serhedê ku yek ji qadên herî zehmet ên têkoşîna me ya gerîla ye. Li cografya Serhedê ku ji nêz ve nas dikir, ji xwe re kir armanca sereke ku bibe xwedî pratîkeke serketî. Hevrêyê me Bager weke gerîlayekî Serhedî xelkê herêmê baş nas dikir ku ev yek ji bo wî û têkoşîna wî avantajek bû. Hevrêyê me weke Serhediyekî çanda Serhedê ya qedîm bi rengekî hêja hilgirt û bû milîtanekî pêşeng ê bi exlaq û çanda Apoyî, pêşengî ji gelê me re kir. Hevrêyê me Bager bi biryardarî û hêviyeke mezin çû qada Serhedê, bû nûnerekî girîng ê milîtaniya Apoyî û di 16'ê Nîsana 2023'an de li qada Tendurekê di şerê dijî dijmin de heta nefesa xwe ya dawî bi fedaîtî şer kir û tevî hevrêya me Hêjar şehîd bû. Têkoşîna azadiyê ya ku hevrêyê me Bager radestî me kiriye, em ê biryardariyeke mezin teqez bi ser bixînin, em soza vê yekê didin.[1]
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 365 ganger
HashTag
Kilder
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://anfkurdi.com/- 22-04-2023
Koblede elementer: 2
Datoer & Events
Martyrer
Gruppe: Martyrer
Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Cause of death: No specified T4 645
Kjønn: Mann
Military rank: No specified T4 708
Nasjon: Kurd
No specified T3 81: Nord Kurdistan
No specified T3 82: Van
No specified T3 85: Nord Kurdistan
Person type: Military
Technical Metadata
Element Kvalitet: 99%
99%
Lagt inn av ( ئەڤین تەیفوور ) på 22-04-2023
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 23-04-2023
Dette elementet nylig oppdatert av ( سارا ک ) på : 23-04-2023
URL
Dette elementet i henhold til Kurdipedia er Standards ikke er ferdig ennå!
Dette produktet har blitt sett 365 ganger
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?

Actual
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
24-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Det som var vanskelig å leve med
21-03-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
Det som var vanskelig å leve med
Biografi
Gelawesh Waledkhani
03-04-2022
شەرارە شەمامی
Gelawesh Waledkhani
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 518,346
Bilder 104,859
Bøker 19,372
Relaterte filer 97,508
Video 1,398
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Folders
Biografi - Kjønn - Mann Biografi - Nasjon - Kurd Bibliotek - Provinsen - Utenfor Bibliotek - Bok - Al- Anfal & Halabja Bibliotek - Dialekt - Norsk Bibliotek - PDF - Bibliotek - Bok - Ordbok Bibliotek - Publication Type - Biografi - Education level - Biografi - Education -

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Page generasjonstid : 1.015 andre!