Bibliotek Bibliotek
Søk

Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!


Search Options





Avansert søk      Keyboard


Søk
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Verktøy
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Min konto
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
Søk Send Verktøy Språk Min konto
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Tilfeldig element!
 Vilkår for bruk
 Kurdipedia Archivists
 Dine tilbakemeldinger
 Bruker samlinger
 Kronologi av hendelser
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjelp
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 518,680
Bilder 104,759
Bøker 19,295
Relaterte filer 97,575
Video 1,398
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) il...
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-...
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-k...
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Îshak Çekîn - Egîd Cûdî
Gruppe: Martyrer | Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking element
Utmerket
Veldig bra
Gjennomsnittlig
Dårlig
Dårlig
Legg til i mine samlinger
Skriv din kommentar om dette elementet!
Elementer historie
Metadata
RSS
Søk i Google etter bilder relatert til det valgte elementet!
Søk i Google for valgt element!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Îshak Çekîn

Îshak Çekîn
$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Îshak Çekîn
Nasnav: Egîd Cûdî
Cihê jidayikbûnê: Riha
Dayik-Bav: Zuleyha-Taha
Dem û cihê şehadetê: 12-03-2023 / Mêrdîn

$Kurtejiyana şehîd:$
EGÎD CÛDÎ
Hevrêyê me Egîd li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê di malbateke welatparêz a bi eslê xwe Merdînî de ji dayik bûye. Ji ber ku dijmin di salên 1990'î de li ser esasê siyaseta Kurdan ji Kurdistanê derxîne, gundê wan şewitandiye û malbata wî neçar maye koçî Serêkaniyê bike. Piştî ku wî ev rastî dît, hêrsa wî ya li hember dijmin jî zêde bû. Ji ber welatparêziya malbatê û apê wî tevlî nava refên gerîla dibe û piştre şehîd dibe, hevrê Egîd ji zarokatiya xwe ve partiya me PKK’ê nas dike. Ji ber vê yekê evîneke wî ya mezin ji gerîla re hebû û her tim bi kelecan bû ku gerîlayan bibîne. Di xortaniya xwe de li hemberî derdora xwe hestiyar bû û hewl dida bûyeran fêm bike. Xwedî şêwazekî pirsiyariyê ye ku tu carî bi tişta heyî razî nebû û ev tişt bûne sedem ku hevrêyê me Egîd rastiya Kurd û Kurdistanê baştir fêm bike û li ser vê bingehê helwesta xwe nîşan bide. Êrîşên dijmin ên li dijî gelê me, komkujî û pêkanînên nîjadperest ên li ser çand û zimanê Kurdî hêrsa hevrê Egîd a li hemberî dijmin hîn zêdetir kir. Bi tevlêbûna nava xebatên ciwanan wî karî hêrsa xwe veguherîne çalakiyê û ji ciwanên derdora xwe re bibe mînak. Hevrêyê me yê ku bi tevlîbûna xwe ya aktîf û bi coş a di nava xebatên ciwanan de di demeke kin de bû pêşeng, ji bo mezinkirina têkoşîna xwe her tim di nava hewldanan de bû. Hevrêyê me Egîd ku li Mêrdînê dest bi xwendina zanîngehê kir, di sala yekem a zanîngehê de xwendekarên welatparêz nas kir û li vir xwendina xwe domand. Hevrêyê me yê ku li vir jî bi heman leza xebatê dimeşîne, vê carê bi zanebûn tevlîbûnek zêdetir kir. Wî baştir fêm kir ku dijmin bi hemû sazî û dezgehên xwe bi taybet li zanîngehan dixwaze gelê Kurd qir bike û li hemberî vê yekê bi sekna şoreşgerî ya pêwîst, biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Hevrêyê me Egîd ê ku di hemû tercîhan de bi zanebûn tevdigeriya, bi hişmendî, bawerî, heyecan û coşa tevlîbûna xwe ya gerîla ji hevalên xwe yên zanîngehê re bû mînak û xeta herî rast û qada têkoşînê bi pratîka xwe nîşanî ciwanên Kurd da.
Hevrêyê me Egîd ê di sala 2014’an de ji herêma Omeryan a Mêrdînê tevlî nava refên gerîla bû, bi nêzîkatî û hevrêtiya gerîlayan ku cara yekem dîtibû bandor bû. Hevrêyê me yê ku piştî demekê li herêma Mêrdînê ma, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, yekemîn perwerdeya xwe li qada gerîla ya li herêma Zapê dît. Hevrêyê me Egîd ê ku dema ji Bakurê Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bû û demekê li herêma Mêrdînê ma, di jiyana gerîlatiyê de xwedî tecrubeyên xwe bû, van serpêhatiyên xwe bi hevalên xwe yên ku pê re perwerde dîtibû re parve kir û pratîkeke ku dişibiya erka xwe ya pêşengiyê nîşan da.. Piştî demekê li herêma Zapê ma, ji bo xwe di warê leşkerî de pêş ve bibe û bersivê bide pêvajoyê, giranî da perwerdeya leşkerî û bi perwerdeya ku dît re bû gerîlayekî jêhatî. Di heman demê de roj bi roj xwe di warê îdeolojîk de pêş xistiye û bûye milîtanekî rast û dilpak ê Rêbertiyê. Hevrêyê me Egîd ê ku xwedî tevlîbûneke domdar bû û bi tevahî xwe gihandiye têkoşîna azadiya gelê me, di nava xebatên navendî de cih girtiye. Li vir, tevlî xebatên ku pêbawerî, jêhatîbûna rêxistinî û kesayetiyek dîsîplîn hewce dikir bû û di van xebatan de xwedî pratîkek serketî bû. Hevrêyê me Egîd yek ji hevrêyên me ye ku bingeha hinek xebatên krîtîk daniye, ti carî xwe sînordar nekiriye û her tim xwestiye tevlî xebatên hîn bi bandor bibe. Hevrêyê me Egîd ê ku ji sala 2015’an û vir ve tevlîbûna şerê ku her roja ku diçe girantir dibe û bersiva êrîşên dijmin daye, ji bo vê xwestiye bibe gerîlayekî profesyonel. Ji ber ku dizanibû tenê weke gerîlayekî profesyonel dikare bersivê bide şerê dijwar, perwerdeya pisporiya leşkerî dît û karî bibe gerîlayekî profesyonel. Piştre jî hevrêyê me Egîd ê ku di qadên cuda de tevlî gelek çalakiyan bû û fikirî ku divê di vî şerî de bi taybetî jî li Bakurê Kurdistanê cih bigire. Hevrêyê me Egîd, pêvajoya şerê dijwar weke şerê li dijî Rêbertiya me dît û destnîşan kir ku divê ew erka xwe ya milîtanekî dilsozê Rêbertiyê bi cih bîne û li ser vê bingehê pêşniyaz kir ku biçe Bakurê Kurdistanê. Hevrêyê me Egîd ê ku ji bo xwe li gorî şert û mercên dijwar ên gerîlatiya Bakurê Kurdistanê bi cih bîne û têkoşîneke şoreşgerî ya bi bandor bimeşîne pêwîstiya kûrkirina îdeolojîk dît û li Akademiya Leşkerî ya Şehîd Îbrahîm tevlî pêvajoya perwerdeyê bûye. Bi kûrbûna ku li vir çêkir, di her warî de xwe ji bo Bakurê Kurdistanê amade kir. Piştî ku perwerdehiya xwe bi serketî qedand, derbasî qada Mêrdînê bû. [1]
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 399 ganger
HashTag
Kilder
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://anfarabic.com/ - 24-04-2023
Koblede elementer: 2
Datoer & Events
Martyrer
Gruppe: Martyrer
Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Cause of death: No specified T4 645
Kjønn: Mann
Military rank: No specified T4 708
Nasjon: Kurd
No specified T3 80: Mardin
No specified T3 81: Nord Kurdistan
No specified T3 82: Ruha
No specified T3 85: Nord Kurdistan
Person type: Military
Technical Metadata
Element Kvalitet: 99%
99%
Lagt inn av ( ئەڤین تەیفوور ) på 24-04-2023
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( زریان سەرچناری ) på 24-04-2023
Dette elementet nylig oppdatert av ( ئەڤین تەیفوور ) på : 24-04-2023
URL
Dette elementet i henhold til Kurdipedia er Standards ikke er ferdig ennå!
Dette produktet har blitt sett 399 ganger
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?

Actual
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
24-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
Biografi
Gelawesh Waledkhani
03-04-2022
شەرارە شەمامی
Gelawesh Waledkhani
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 518,680
Bilder 104,759
Bøker 19,295
Relaterte filer 97,575
Video 1,398
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Folders
Biografi - Kjønn - Mann Biografi - Nasjon - Kurd Dokumenter - Provinsen - Sør- Kurdistan Bibliotek - Provinsen - Utenfor Dokumenter - Provinsen - Norway Biografi - Person type - Writer Biografi - Person type - Story - forfatter Biografi - Person type - Writer? Artikler - Dokumenttype - Oversettelse Bibliotek - Bok - Al- Anfal & Halabja

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Page generasjonstid : 3.328 andre!