Bibliotek Bibliotek
Søk

Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!


Search Options





Avansert søk      Keyboard


Søk
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Verktøy
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Min konto
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
Søk Send Verktøy Språk Min konto
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Tilfeldig element!
 Vilkår for bruk
 Kurdipedia Archivists
 Dine tilbakemeldinger
 Bruker samlinger
 Kronologi av hendelser
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjelp
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 518,353
Bilder 105,514
Bøker 19,422
Relaterte filer 97,447
Video 1,395
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) il...
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-...
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-k...
Bibliotek
Det som var vanskelig å lev...
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Kurd ji hev û ji Kurdistanê dûr dikevin!
Gruppe: Artikler | Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking element
Utmerket
Veldig bra
Gjennomsnittlig
Dårlig
Dårlig
Legg til i mine samlinger
Skriv din kommentar om dette elementet!
Elementer historie
Metadata
RSS
Søk i Google etter bilder relatert til det valgte elementet!
Søk i Google for valgt element!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

İkram Oguz

İkram Oguz
=KTML_Bold=Kurd ji hev û ji Kurdistanê dûr dikevin!=KTML_End=
=KTML_Underline=İkram Oguz=KTML_End=
Kurd ji hest û helwesta netewatîyê dûr in.
Jiber ku hê nebûne netew û xûya ye ji vê gavê şûnda jî nabîn.
Jiber ku rewşa kurdan û şert û mercên netewatîyê hevdu nagrin.
Gor zanyarên civakî şertên netewatîyê pênc in.
Lêbelê ez ji wan du heban bingehîn dibînim, ku ew jî:
Yekitîya axê û yekitîya ziman e.
Her sê şertên din ên ku jê ra dibêjin, yekitîya hiş û hişmendîya dîrokî, yekitîya bazarê û yekitîya olî, bi herdu şertên bingehîn va girêdayî ne.
Axa ku kurd wek welatê bav û kalên xwe dibînin û jê ra Kurdistan dibêjin, yek e.
Lêbelê îro hê çar parçe û du parçeyên wê yên mezin jî bindest û dagirkirî ne.
Li herdu parçeyên piçûk jî şer û fêlbazîyên dagirkeran û dubendîtîya navxweyî kêm nabe.
Di yekitîya ziman da jî pirsgirek he ye.
Kok yek be jî zarava pênc in û kurdê ku bi zaravayek diaxife, ji yên din fam bike jî nikare biaxife.
Kurmancî…
Sorani…
Zazakî…
Lûrî…
Goranî…
Her kurd ziman ya jî zaravaya xwe sereke û bingehîn dibîne.
Navê ziman ya jî zaravaya xwe ji xwe ra wek nasname bi nav dike, xwe ji yên din cuda û mezin dihesibîne û nîşan dide.
Loma hevparîya ziman dibe amûra cudabûnê rê li ber yekitîyeke netewêyî digre.
Di warê olî da jî heman pirsgirek he ye.
Kurd bi bîr û bawerîyên xwe yên olî jî ji hev diqetin û dûr dikevin.
Bi ol ya jî bi mezheba xwe;
Êzdî…
Kakayî…
Elewî…
Misilman e, şafiî û hanifî ye.
Her kom mîna ziman ol û mezheba xwe jî wek nasnameya xwe ya sereke dibîne û gor wê tevdigere.
Êzdî bi ziman û zarava xwe kurmanc e.
Lêbelê nasnameya xwe ya olî derdixe pêş û gor wê nasnameyê xwe pênase dike.
Tu bipirsî, ku tu kî yî, bawerîya te çî ye û ji kuderê yî?
Bersiv bi piranî ev e:
„Ez Êzdî me…
Bawerîya min Êzdîyatî ye…
Welatê min jî Êzdîxan e…“
Misilman ha şafiî ha hanefî ya jî ha kurmanc û soran ha zaza û goran be, bi rêjeyek zêde omedperest e, li nasnameya xwe ya qewmî xwedî derbikeve jî zêde girîng nabîne.
Kî di rojê da carek jî enîya xwe bide erdê û qûna xwe bilind bike, wî ji xwe ra rêber dibîne û mala xwe bi destê xwe xirab dike.
Bersiva misilmanan jî cuda nine.
Ew di jî bersiva xwe da;
“Ez qûlê Xwedê…
Ji Omeda Mihemed…
Li ser axa Xwedê me…” dibêje û derbas dibe.
Jixwe Elewî bi ziman û devoka xwe kurmanc û zaza be jî, ji bilî kurdbûnê, ji tu nav û nûçikeke din eciz nabe.
Berî her tiştî xwe mirov dibîne…
Dû ra xwe enternasyonalîst bi nav dike…
Koka xwe bi Xoresanê va girê died û dibêje, “em ji wir bi rê ketîne û di ser Kafkasyayê ra derbasî Anadoluyê bûne…”
Kurd, kurmanc û zaza, soran û goran, bi şikl û şemalê xwe, bi tevger û rêveçûna xwe va wekhev be jî, di hiş û hişmendîya xwe da ji hev cuda û tevlihev e.
Jiber ku ziman yek be, ol ya jî mezheb…
Ol û mezheb yek be, ziman ya jî zarava cuda ye.
Axa ku li ser dijîn yek be û bi hev ra girêdayî be jî, cudahîya ziman û olî rê li ber yekitîyeke qewmî digre, ku jixwe kurd îro li tişteke wusa jî nagerin.
Dema ku were rojêvê, peyva yekitîyê weke benîştê nêrbend bicûn jî, di realîtê da ji hevparîyan zêdetir cudahîyan derdixin pêş, ku wan jî bi sîyaseta xwe ya birdozî dixemilînin.
Di salên borî da kîngê yekitîya qewmî bihata rojevê, gotineke dubarekirî dihat kirin, ku ew gotin jî kêm, zêde ev bû:
„Kurd mileteke bindest, Kurdistan jî ji alî çar dewletan va hatîye dabeş û dagirkirin… Kurd bixwazin jî dewletên dagirker rê li ber yekitîya wan digrin û nahêlin ew nêzikî hev bibin…“
Bêguman ev bi tena serê xwe gotineke maqûl û tespîteke rast bû. Lêbelê di vê tespîtê da her çiqas rastîyek heba, ew bi xwe jî dibû sedemek ji sedemên paşguhkirina cudahîyên navxweyî…
Bi derbasbûna demê ra dinya guherî, bi çarnikalê xwe va kurdistanê jî hate guhartin.
Îro Başûrê Kurdistanê herêmeke federal, Rojavayê Kurdistanê jî herêmeke xweser e.
Lêbelê rikberîya ku di nav kurdên li başûr û rojavayî da bi dijwarî cîh digre, li bakûr û rojhilat nayê dîtin.
Ew bi alîkarîya Amerîka û dewletên hevpeyman, ji bindestîya dagirkeran xilasbûn û li ser axa xwe bûn desthilatdar.
Lêbelê dîsa jî dawî li rikberîya xwe ya dijwar naynîn, hêz û quweta ku bi alîkarîya dewletên dost bidestxistine, li dijberî hev bi kar tînîn.
Kîngê qala yekitîyeke qewmî were kirin, sîwana partîya xwe nîşan didin û xwe û serokatîya derdixin pêş…
Cudahîyên dîrokî û birdozî li hev zêde, hevparîyên ku heta roja îro ma ne jî kêm dibin.
Loma her diçe kurd ji hev û ji Kurdistanê dûr dikevin…
17-03-2023
ikramoguz@navkurd.net
[1]
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 686 ganger
HashTag
Kilder
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://navkurd.net/- 08-05-2023
Koblede elementer: 7
Gruppe: Artikler
Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 17-03-2023 (1 År)
Dokumenttype: Originalspråket
Provinsen: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Element Kvalitet: 99%
99%
Lagt inn av ( ئاراس حسۆ ) på 08-05-2023
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 09-05-2023
Dette elementet nylig oppdatert av ( سارا ک ) på : 08-05-2023
URL
Dette elementet i henhold til Kurdipedia er Standards ikke er ferdig ennå!
Dette produktet har blitt sett 686 ganger
Attached files - Version
Type Version Redaktørnavn
Photo fil 1.0.118 KB 08-05-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død

Actual
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
24-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Det som var vanskelig å leve med
21-03-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
Det som var vanskelig å leve med
Biografi
Gelawesh Waledkhani
03-04-2022
شەرارە شەمامی
Gelawesh Waledkhani
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 518,353
Bilder 105,514
Bøker 19,422
Relaterte filer 97,447
Video 1,395
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Folders
Bibliotek - Provinsen - Utenfor Bibliotek - Bok - Kurdish Issue Bibliotek - Dialekt - Norsk Bibliotek - PDF - Artikler - Bok - Artikler og intervjuer Artikler - Dokumenttype - Oversettelse Artikler - Publication Type - Bibliotek - Bok - Diverse Bibliotek - Bok - Ordbok Bibliotek - Publication Type -

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Page generasjonstid : 0.453 andre!