=KTML_Bold=Kurtejiyana nivîskara nûciwan Necah Ibrahîm=KTML_End=
Nivîskara nûciwan a kurd di dîroka 08-12-2002'an de gunfê Ziravikê ya girêdayîk bajarî Kobanî ya ser bi Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye. Wê zaroketiya xwe li nav gund derbas kiriye. Beriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê wê xwendina xwe li nav dibistanên sûriyayê d-heta refa 6'an xwendiye. Hêjayî gotinê ye ku piştî şoreşa 19'ê tîrmehê di nava dibistnanan de heftê carekê bi kurdî dihat xwendin. Piştî êrîşê daişê li ser bajarê kobaniyê, ew bi malbata xwe re koçberî Bakurê Kurdistanê dibe, piştî azadkirina kobanî ji destên çeteyên Daişê bi aramî vedigere warê xwe li Kobaniyê. Piştî azakirina bajêr êdî gel û milet bi hev re dest bi avakirin û geşedanê kirin. Êdî bi demê re jî sazî û dezgeh ji nû ve hatin avakirin û di nava wan de jî Saziya Zimanê Kurdî –SZK, wê astên zimanê kurdî di gundê xwe de fêr bû. Piştî vekirina dibistanên kurdî li herêmê, refa 9'an ta amadehiyê li gundê xwend.
Û piştî qedandina qonaxa navîn, di sala 2020an de, bi tercîhekê serî li zanîngeha Kobanî da û li zanîngeha Kobanî, beşa ziman û wêjeya kurdî dest bi xwendinê dike xwendina xwe didomîne. Necah Îbrahîm her wiha nêzîkî şeş mehan li navenda çand û hunerê ya Baqî Xido perwerdeya şanoyê dîtiye û niha jî weke akterê şanoyê kar dike. Lê ev hemû pêşketin û serkeftin bi serkeftina Îbrahîm tenê re nebû, rola wê ji ber piştgiriya dê û bavê wê bû, ku ji bo hînkirina wê û dabînkirina hemû pêdiviyên wê yên madî û akademîk gelek xebitîn.
Ji ber vê yekê, bavê wê di qedandina xwendina wê de xwedî roleke bû. Bi vî awayî Necah Îbrahîm di beşa ziman û wêjeya kurdî ya zanîngeha Kobanî de bi serketî û notên baş bi pêş dikeve û ji niha û pê de hînî nivîsandina helbest û kurteçîrokan kiriye. Her wiha jî hewl dide hemû helbestên helbestvanên kurd, wek Melayê Cezîrî, Ehmedê Xanî û yên din ezber bike û fêr bibe.[1]
Çavkanî: wergera ji erebî