Navê pirtûkê: MEMÊ ALAN
Navê nivîskar: EVDIREHÎM REHMÎ HEKARÎ
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Lîs
Sala çapê: 2016
Ev berhema giranbiha a Evdirehîm Rehmî Hekarî cara pêşîn di Kovara Jînê (1918-1919)an de hate weşandin. Gava ku meriv vê berhema wêjeyî ya hêja di bin çavan re derbas dike, meriv dibîne ku Ebdirehîm Rehmî Hekarî zanyarîyên bingehîn ji bo nivîsandina dramayê bi dest xwe ve anîne. Em dibînin ku wî li gor pêbendên vî tovê hunerîyê ev drama xistiye du tekstan: Teksta sereke û teksta tenişt. Di teksta serke de, dîyalogên di navbera lîstikvanan de û monologên ku lîstikvanek bi xwe re diaxive, tên. Di teksta tenişt de, agahdarîyên ku nivîskar ji bo birêveçûna şanogerîyê nivîsandine, wekî raxistin û xemilandina sehneyê tên.
Gava ku em vê berhema wêjeyî ya rewşenbîrê Kurd Ebdilrehîm Rehmî Hekarî li gor mercên nivîsîna dramayê di bin çavan re derbas dikin, em dibînin ku nivîskarê me di vî warê hunerî de xwedî hostatîyeke wisa mezin bû ku em dikarin bi dilxweşî pê serbilind bibin.[1]
Merk: PDF-fil for denne boken ikke er tilgjengelig , kan du hjelpe Kurdipedia å få denne filen! Send bok Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet
for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 874 ganger
Skriv din kommentar om dette elementet!