=KTML_Bold=Rewşenbîrên kurd hene?=KTML_End=
#Mahabad Felat#
Gotina dawî ez ê di serî de bêjim; belê, rewşenbîrên kurd hene û ji yên xelqê jî zêde ne
Mirov bi rêya tiştan xwe digihîjine tiştan. Bi rêya ziman, wêje, çand, kevneşopî, huner, muzîk, bermayî û folklora xwe mirov dikare xwe bigihêjîne dîroka xwe. Dîrok, çîroka gelekî ye ku li ser şîn bûye, reng û teşe girtiye, li hember her cure êrîşê kariye li ber xwe bide, hebûna xwe biparêze. Bixwazî gelekî tune bikî, pêşî rewşenbîriya wî gelî tune bike, nehêle ji wê civakê rewşenbîr derkevin û yên heyî an bi kuştin an bi rêyên cuda tune bike. Lewre rewşenbîr, bîr, parastvan, parêzer, têkoşer û motora dînamîzma civaka xwe ne. Eger gelek, ji hemû derfetên di herikîna dîrokê de bi xwîn û xwêdana wî hatiye afirandin, bi darê zorê, komkujî, tecawiz, talan, dek, dolab û xiyanetan hatibe bidûrxistin û li hember her cure êrîşên hovane yên dagirkerên welatê xwe têk neçûbe, ev ji ber xurtiya rewşenbîrî û rewşenbîrên wî gelî ye.
Bê guman em qala rewşenbîran dikin, ne qala qeşmerên ku lawazî, ajo û tirsên xwe li bazarên tewre gemar danîne ser dezgehan û bi delaliya têkiliyên xwe yên tarî hewl didin bifroşin civakê.
Baş e mirov wan çewa ji hev veqetîne? Bê guman divê mirov pêşî wate û naveroka rewşenbîriyê baş zanibe û pîvanên rewşenbîriyê bide ber herkesekî ku bi wê angaştê xwe derdixe pêş, an jî derketiye pêş. Pir zelal e rastî wê demê. Lewre bi yek gotineka bi tenê; rewşenbîrî jixwedayîn e. Di civakên mîna yên me de, di heman demê de milîtanî ye, cî bê şervanî ye, rêberî û pêşengî ye. Rewşenbîrî alîbûn e û ji bo aliyê xwe têkoşîn e, anîna ziman a rastiyan rût û tazî ye. Bêyî fikar û gumanên ferdî ye û jixwe qet ne ferdî ye. Li ser çibûn û neçibûna rewşenbîriyê min çend gotar nivîsîbûn. Kesên bixwazin dikarin di amîdakurdê de bibînin.
Ji dîroka MEDan û heya îroj, gelê kurd bi xêra rewşenbîrên xwe li ser lingan maye. Caran ev rewşenbîr derwêş bûne, caran dengbêj bûne; caran nivîskar, caran çîrokbêj, caran şêx û mela bûne; caran hunermend; caran mahkûmekî serhildêr bûne; caran Xanî, caran Mela bûne, Caran Qasimlo, caran Dr. Şivan bûne; caran Xeyrî, caran Kemal; caran Mazlûm, caran Egîd bûne û caran Zerdeştê hemdem Ocalan bûne. Û ne ji xwe, ne ji malbat, eşîr û berjewendiyên xwe re, lê ji dîroka xwe ya kevnar û hemû nirx û rûmetên xwe re hebûne. Em hemî jî li ser şîn bûne. Me ji wan reng û teşe girtiye. Wan, jiyana xwe dane parastina giyana me. Lewre zanîne bêyî giyan, jiyan bi tenê reben û kole ye.
Aha rewşenbîrî, serîpêlnekirina li hemberî vê rebenî û koletiyê bixwe ye!
Ka îcar binêrin û bêjin; heye gelo gelekî din di dîrokê de ku li hemberî bi dehan împaratorî, dewlet û dagirkerên barbar 2600 salan têkoşiyaye, ji bo parastina hebûn û azadiya xwe? Heye gelo gelekî din ku ewçendî bi ax û azadiya xwe ve girêdayî û li ser lingan mabe û ne bi tenê mabe lê li hemberî hemû gemariya kapîtalîzma hov a mirovahiyê li gel hemû nirx û kesayetiya wê ve têk dibe, bûbe hêvî ji hemû mirovahiyê re?
Tune!
Wê demê, bila kesek bi tenê li başûrê welêt û li Ewropayê nenêre û nebêje rewşenbîriya kurd û rewşenbîrên kurd tunene. Lê rastiyê bibîne ku bi taybet jî li van her du ciyan xwestine rewşenbîriya kurd têk bibin, tune bikin. Çîroka Dr. Şivan û hevalên wî, ya Silêman Muînî û hevalên wî, ya têkbirina Komara Mahabadê, operasyonên Çekîç, Sandvîç, Pençe û bi dehan êrîşên bi navên cuda bi ser Tevgera Azadiyê ve, dîsa helwdanên salên dirêj ên li Ewropayê ji bo avakirina tevgerên li dijî Tevgera Azadiyê, li helwest û hewldanên welatên Ewropayê binêrin, lê bi dil û çavekî pak û bêyî tirs û fikarên ferdî, hûn ê jî pir zelal vê rastiyê bibînin.
Belê, rewşenbîrên kurd hene û ji yên xelqê jî zêde ne û em jî bi xêr û keda wan hene. Dîroka 2600 salî îsbata vê rastiyê ye.[1]