=KTML_Bold=Nîqaşa Li Ser Alfabeya Kurdî=KTML_End=
#Şahînê Bekirê Soreklî#
Ger Kurmanc bixwazibin xwe ji hemî kêşeyên nivîsandina elektronî rizgar bikin û bi hêsanî di mîdyaya sosyal û elektronî de binivîsînin, baştir e ew alfabayeke bêyî şanik û kumik û doçik… bi kar bihînin.Em û nifşên li dû me dê her ji mamosteyê me yê nerxbilind Celadet Berdirxan re spasdar bin, lê ne alfabaya wî, ne jî her tiştê ku cenabê wî derbarê kurmancî de pêşniyaz kiriye dê her bêyî guhertin bimînin. Bo pirsên xwe bi zimanê nivîskî ve girê didin jî, kêşeya mezin bo Kurmancan pejirandina encamekê ji aliyê hemiyan ve ye, çimkî ne dewlet û ne jî encûmeneke xwedan otorîte bo pirsên xwe bi zimên ve girê didin hene. Di rewşa îroj de pejirandindana encamekê bi hemiyan, mixabin, ê dijwar be. Dîtina min: Pirraniya tîpên alfabêya Hawarê dikarin wek xwe bimînin. Tîpên li jêr dikarin bihên guhertin Pêşniyaziya min:Ê/ê: bibe “ei” – Eivar / beijing / erei (di almanî de “ei” wek “ay” dihêt xwendin)Î/î: bine “ie” – Iesot / dielan/ derie (di almanî de “ie” wek “î” dihêt xwendin.Û/û: bine “ou” – Oud/ kour/ rou Ş/ş: bibe “sh” – Shal/ nêshan/ reshÇ/ ç: bibe “ch” - Char/ Micho/ machTêbinî 1: Dizanim, hinek kes ê bikarhanîna du tîpan bo dengekî wekî ne normal bibînin, lê va çreseriya dikare Kurmancî ji kêşeya komikan rizger bike. Têbinî 2: Zêdekirina jimara tîpan bo kurmancî ne pêwîst e. Dîtina tîpekê bo her pêdiviyê (nimûne: ker/ kerr) ne pêwîst e. Mirov zû dikeve ser dengan û şêweya xwendina peyvan. Xwendina înglizî, bo mimûne, ji bo biyaniyan berê ne hêsan e, lê mirov zû dikeve ser, fêr dibe. Ligel dijwariya xwendina înglizî jî, ew îroj bûye zimnanekî navneteweyî. Hinek nimûneyên dijwarbûna xwendina înglizî: “But” (wek “bat” dihêt xwendin, lê “put” wek “pût” dihêt xwendin. “sure” wek “şûûr” dihêt xwendin, lê “pleasure” wek “plêjar” dihêt xwendin.“please” wek “plîîz” dihêt xwendin, lê “lease” wek “lîss” dihêt xwendin.
[1]
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 704 ganger
Skriv din kommentar om dette elementet!