Bibliotek Bibliotek
Søk

Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!


Search Options





Avansert søk      Keyboard


Søk
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Verktøy
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Min konto
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
Søk Send Verktøy Språk Min konto
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Tilfeldig element!
 Vilkår for bruk
 Kurdipedia Archivists
 Dine tilbakemeldinger
 Bruker samlinger
 Kronologi av hendelser
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjelp
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 523,057
Bilder 105,801
Bøker 19,704
Relaterte filer 98,652
Video 1,420
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) il...
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-...
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-k...
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Dîplomasiya kurd û encam
Gruppe: Artikler | Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking element
Utmerket
Veldig bra
Gjennomsnittlig
Dårlig
Dårlig
Legg til i mine samlinger
Skriv din kommentar om dette elementet!
Elementer historie
Metadata
RSS
Søk i Google etter bilder relatert til det valgte elementet!
Søk i Google for valgt element!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Dîplomasiya kurd û encam

Dîplomasiya kurd û encam
Dîplomasiya kurd û encam
Ahmet Gulabî Dere

Dîplomasî rêbazekê hemdem ya xebatên navneteweyî û navdewletî ye. Dewleta ku di karê dîplomasiyê de qels be, nikare serxbixwe tevgere û nikare berjewendiyên xwe, di qada navneteweyî de, biparêze. Lewre, ji destpêka sedsala 20. vir ve, dîplomasî bûye xebatekê sereke ya dewletan. Di nava wezîrên hemû dewletan de, yê ku zêdetir pispor, naskirî û zana dibin wezîrê karê derve ne, qadroyên heman wezaretê ku di balyozxaneyan de wezîfe dikin jî, di pir aliyan de pispor in. Di warê aborî de jî, heman xebat bi derfetên pir dewlemend têne meşandin.Digel têkoşîna ku gelê kurd di sedsala borî de meşandiye û heya roja îro didomîne, mixabin hê jî di qada dîplomasiyê de kêmasiyên pir mezin hene. Ji ber nenaskirina qada navneteweyî, di nava girseyên gelê me de, wateya vê xebatê jî zêde nayê zanîn. Ez vê nezantiya girseyan pir asayî dibînim, lê mixabin heman kêmasî ji aliyê rayedarên hêzên kurdan ve jî tê jiyîn. Xala ku ez dixwazim rexne bikim û balê bikêşînim ser jî ev e.Ji salên 1970 vir ve, dîplomasiyekê ji aliyê hêzên Başûrê Kurdistan’ê ve, bi taybetî ji aliyê PDK û YNK’ê ve, hatiye meşandin. Heke îro li vê parçeyê welatê me desthilatdariyekê kurdan heye, divê were zanîn ku, tê de rola meşandina karê dîplomasiyê pir mezin e. Çendî, bi taybetî di warê parastina mafê hemû Kurdan de, rexneyên me hebin jî, divê keda Kek Mesût û Mam Celal neyê jibîr kirin. Lê belê, dema ku ez derfetên Hikûmeta Başûrê Kurdistan’ê dinêrim, di karê dîplomasiyê de, hê jî kêmasiyên berbiçav hene. Di vî warî de ez dixwazim çend pêşniyazan bikim ;1) Pêwîste li pir welatan, bi taybetî li hemû welatên Ewrûpa Navîn, nûneriyên hikûmeta herêmî hebin. Divê di  van nûneriyan de qadroyên ku zimanên biyanî dizanin û ên ku tecrûbeyên wan ên dîplomasiyê hene wezîfedar bin. Di nava Kurdên li Ewrûpa’yê de, bi taybetî di nava Kurdên Bakur de, hejmareke baş ya heman « dîplomatan » heye, dê ji wan sûd were girtin.2) Bi navê Hikûmeta Herêmî, di saziyên Ewrûpî de, ên weke Parlemen û Komisyonê de, têkîliyên baş dikarin werin lipêşxistin. Qasê ku ez van saziyên Ewrûpî nas dikim, deriyê wan ji Hikûmeta Herêmî re vekirîn in. Tenê pêwîstî bi hejmareke baş ya xebatkarên vî karî heye. Nûnertiya Hikûmeta Herêmî ku li Brûksel’ê heyî, di nava hewldanên baş de ye, lê belê hêza wî ya qadroyan kêm e û nikare bersivê bide pêwîstiyan.3)  Hewce ye ku her salê bi dehan Konferansên Navneteweyî, li cur be cur welatan (Li Ewrûpa’yê, li Amerîka’yê, li Welatên Ereb, û her wiha li Rusya’yê) werin tenzîmkirin. Dê bi rêya van Konferansan pirsgirêka kurd, bi awayeke giştî, were niqaşkirin. Dibe ku Hikûmeta Herêmî nikare xwe tevlî pirsgirêkên hindirîn, ên Tirkiye’yê, Îran’ê û Sûriye’yê, bike, lê belê ew dikare rêbazên çareseriya herî maqul bike rojeva hêzên navneteweyî.X X XDi navbera salên 1920 û 1930’yî de, hin hawldanên Kurdên Bakur, ên di derbarê meşandina dîplomasiyê de, hatine dîtin. Lê belê, û mixabin, ew xebatên ku hatine pêkanîn, ji zanistiya siyasî û dîplomasiyê dûr bû ye. Lewre, di konferansa Lozan’ê de, navê gelê me jî nehatiye naskirin û welat di nava çar dewletan de hatiye parvekirin.Di navbera salên 1930 û 1980’ê de, bi navê Kurdên Bakur, di qada navneteweyî de ti xebateke nayê dîtin. Piştî ku PKK diçe Rojhilata Navîn, bi rêberiya Abdullah Öcalan, di qada Rojhilata Navîn de, hin dan û standinên ku mirov bikaribe « dîplomatîk »  binav bike tê dîtin. Lê belê heman hewldan, zêdetir bi armanca bidestxistina alîkariya ku hêz bikaribe xwe di herêmê de biparêze hatine pêşxistin.Salên 1990’î weke destpêka pêvajoya karê dîplomasiya Kurdên Bakur dikare were binavkirin. Mezinbûna hejmara Kurdên Bakur li Ewrûpa’yê bû sedemê ku bi dehan komele, yekîtî, komîte û cur be cur sazî ji aliyê Kurdan ve werin avakirin. Ez dikarim salên 1990-1994’an weke pêvajoya çêkirina hîmê dîplomasiya Kurdên Bakur binav bikim. Weke cîwaneke kurd, min bixwe jî di heman pêvajoyê de aktîf cih girtibû. Di nava heman salan de, li hemû welatên Ewrûpa navîn, li Amerîka’yê, li Kanada’yê, li Avûstûralya’yê, li Welatên Dewletên Serbixwe û her wiha li Balkanan, kareke pir aktîf û dorfireh hate meşandin. Di saziyên weke Parlamena Ewrûpa’yê , Konseya Ewrûpa’yê û Neteweyên Yekbûyî de, cara yekem, bi navê Kurdên Bakur, deng bilind dibû. Hê jî bandora wan xebatan li ser dîplomasiya Kurdan heye.Agirbesta yekem ku ji aliyê PKK’ê ve hate êlankirin, di 17’ê adar a 1993’an de, deriyên pir saziyên navneteweyî ji Kurdan re ve kir. Bi dehan komîteyên dostaniyê hatin avakirin.Piştî ku parlementerên DEP’ê derketin Ewrûpa’yê, di sala 1994’an de, li Brûksel’ê Bûroya Hevkariya bi DEP’ê re tenzîm bû. Saleke pişt re jî, Parlemena Kurdistan’ê a Derveyê Welat (PKDW) hate êlankirin. Di sala 1999’an de jî Kongreya Neteweyî ya Kurdistan’ê (KNK) ava bû û heya niha, weke saziyeke bilind, di cur be cur welatên Ewrûpa’yê de, xebatên dîplomatîk dimeşîne. Di nava van saziyan de, her wiha nûnerên Kurden her çar parçeyên Kurdistan’ê jî hene û di karê hatî meşandin de, li ser rewşa hemû Kurdan hatiye sekinandin.Di karê dîplomasiyê de 20 sal zêde dirêj nîn e. Hin dewlet, li ser bingeha sedan salan dîplomasiyê dimeşîn in. Di qada vî karî de, tecrube û pisporî xalên pir girîng in. Lê belê, kes nikare 20 salan jî pir kêm bibîne, di heman pêvajoyê de pir pêşketin dikaribûn werin bidestxistin. Li ser hîmê keda bi hezaran xwendevan, rewşenbîr û zanyarên Kurd, divê îro rêxistineke xurt ya dîplomasiya Kurdên Bakur hebûya. Lê mixabin, ji ber tineya perspektîfeke demdirêj, her ku diçe, di vê qada girîng de, derî li Kurdan têne girtin.X X XJi derveyê kurdên Bakur û ên Başûr, hin xebatên dîplomatîk ji aliyê kurdên Rojhilat ve jî hatiye meşandin. Bi taybetî, di salên 1980’ê de PDK-I di qada navneteweyî de bûye xwediyê hin hewldanên binirx. Bi rêberiya Dr. Qasimlo, bi taybetî li Ewrûpa’yê, dengê kurdên Rojhilat bilind bû, di pir saziyên navneteweyî de rewşa kurdên Rojhilat hatiye niqaşkirin. Jiber hewldanên Dr. Qasimlo, ên di qada navneteweyî de, ew bû hedefa hêzên dewleta Îran’ê, roja 13’ê tîrmeh a 1989’an, li Viyana’yê, hate qetilkirin.Piştî kuştina Dr. Qasimlo, em nikarin zêde behsa karê dîplomasiya kurdên Rojhilat bikin. Bê guman, li Ewrûpa’yê hejmareke baş ya entelektûelên Rojhilatî heye, lê belê mirov nikare encameke karê wan yê dîplomatîk bibîne. Di van salên dawî de PJAK hin hewldanan nîşan dike, lê mixabin, ji ber sedemê tineya kadroyên pispor û hwd. kes nikare bêje ev rêxistin karekê dîplomatîk dimeşîne.Heke tenzîmeke baş di nava kurdên Rojhilat de pêk were, hebûna wiqasa entelektûelan dikare pir deriyên dîplomatîk bide vekirin. Hêviyên min ew in ku, rojekê zûtir ev potansiyel were bikaranîn.Di derbarê kurdên Rojavayê Başûr de, mixabin, ez nikarim behsa karekê dîplomasiyê bikim. Hêya niha, hêza kurdên vê parçeyê di nava saziyên nêzîkê PKK’ê de hatiye temsîlkirin. Di nava karê dîplomatîk yê KNK’ê de, pirsgirêka Rojavayê Başûr jî tim bûye xwediyê cihekê (piçûk). Heke di nava potansiyela entelektûelên vê parçeyê Kurdistan’ê de tenzîm çêbibe, bandoreke dîplomatîk dikare were afirandin.Di van sê nivîsan de, min xwest ez kêmekê agahî û her wiha nêrînên xwe, ên di derbarê dîplomasiya kurd de, bi xwendevanan re parve bikim. Min di pirtûka xwe a yekem de, (Yekîtiya Ewrûpa’yê û Rastiya Kurd) di derbarê karê dîplomasiya kurdan de dorfirehî agahî daye û analîz kiriye. Di xebatên xwe ên dema pêş de jî, ez ê vê qada mijara gotinê zêdetir binirxînim. Jiber ku hewcetiya me pir bi niqaşên di derbarê karê dîplomasiyê de heye.Encam…Doza gelê kurd êdî nema were înkarkirin. Çi di qada navneteweyî de, çi jî di qada herêmî de, her ku diçe rola qada dîplomasiya kurdan zêdetir dibe. Ji niha ve, li pir deveran û di pir saziyên navneteweyî de, Herêma Başûr’ê Kurdistan’ê bûye xwediyê statûyeke « fermî ». Di nava deh salên pêşiya me de, çi dibe bila bibe, kîjan hêz astengiyan derdixin bila derxînin, gelê kurd wê bibe xwediyê statûyeke navneteweyî. Lewre, ji niha ve, divê hemû hêzên ku xwe « Kurdistanî » dibînin di derbarê xebatên dîplomatîk de amadekariyan çêbikin. Heke em weke bapîrên xwe bikin û sivik nêzîkê bandora qada navneteweyî bibin, mixabin, wê demê qedera me ji ya dema Şêx Said, Seît Riza û Qadî Muhammed cudatir nebe.Ez dixwazim dîsa dubare bikim ; digel ku berpirsyartî dikeve ser milên hemû hêzên kurdan û her wiha entelektûelên kurd, pêwîst e giraniya vî barî ji aliyê BDP’ê û Hikûmeta Herêmî ya Başûr’ê Kurdistan’ê ve were rakirin. Qasê ku ez dibînim, bi taybetî ji aliyê BDP’ê ve, seranserî û xemsariyekê mezin heye. Mixabin, ev jî dibe sedemê wendayiyên ku telafiya wan çênabe.Ev nivîs, weke sê beş, di Rojnameya Rûdaw’ê de hatiye weşandinKaynak: Dîplomasiya kurd û encam - Amîda Kurd
[1]
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 301 ganger
HashTag
Kilder
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 09-11-2023
Koblede elementer: 6
Gruppe: Artikler
Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 14-08-2010 (14 År)
Dokumenttype: Originalspråket
Provinsen: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Element Kvalitet: 97%
97%
Lagt inn av ( ئاراس حسۆ ) på 09-11-2023
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 16-11-2023
Dette elementet nylig oppdatert av ( سارا ک ) på : 16-11-2023
URL
Dette elementet i henhold til Kurdipedia er Standards ikke er ferdig ennå!
Dette produktet har blitt sett 301 ganger
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?

Actual
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
24-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
Biografi
Gelawesh Waledkhani
03-04-2022
شەرارە شەمامی
Gelawesh Waledkhani
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 523,057
Bilder 105,801
Bøker 19,704
Relaterte filer 98,652
Video 1,420
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Folders
Bibliotek - Provinsen - Utenfor Bibliotek - Bok - Al- Anfal & Halabja Bibliotek - Dialekt - Norsk Bibliotek - PDF - Bibliotek - Bok - Kurdish Issue Bibliotek - PDF - Biografi - Kjønn - Mann Biografi - Nasjon - Kurd Bibliotek - Publication Type - Bibliotek - Bok - Ordbok

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Page generasjonstid : 0.563 andre!