Bibliotek Bibliotek
Søk

Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!


Search Options





Avansert søk      Keyboard


Søk
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Verktøy
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Min konto
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
Søk Send Verktøy Språk Min konto
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Tilfeldig element!
 Vilkår for bruk
 Kurdipedia Archivists
 Dine tilbakemeldinger
 Bruker samlinger
 Kronologi av hendelser
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjelp
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 518,860
Bilder 106,092
Bøker 19,349
Relaterte filer 97,413
Video 1,398
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) il...
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-...
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-k...
Bibliotek
Det som var vanskelig å lev...
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Rê û resmên çile û şeva çileyê
Gruppe: Artikler | Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking element
Utmerket
Veldig bra
Gjennomsnittlig
Dårlig
Dårlig
Legg til i mine samlinger
Skriv din kommentar om dette elementet!
Elementer historie
Metadata
RSS
Søk i Google etter bilder relatert til det valgte elementet!
Søk i Google for valgt element!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Rê û resmên çile û şeva çileyê

Rê û resmên çile û şeva çileyê
=KTML_Bold=Rê û resmên çile û şeva çileyê=KTML_End=
Sayîme Xakpûr

Şeva çileyê beşek ji çanda kurdan e ku bi salan e di nava malbatên kurdan de bi coş û germahiyeke mezin tê lidarxistin. Yek ji adab û resmên kevnarê kurdan şeva çile yan şev çile ye ku heman şeva Yelda li nav e. Eger em ji pênaseya wê ya xwezayî bigerin ku guherîn di xwezayê de pêk tê û kurtî û dirêjiya şev û rojan bi ser de tê, di kultura xelkê navçeya rojhilata navîn ên xelkê resen ê mezopotamya û zagrosnişînan de çavkanî digire.
Eger mirov behsa mîtolojiya wê şevê bike, ew şev destpêka ji dayikbûna rojê û germayê ye, hêdî hêdî tarîtî ber bi dawî diçe, temenê şevê kurt dibe, temenê rojê dirêjtir dibe. Ew cejn li ber wê bi rêve diçû û niha jî bi rê ve diçe. Dibêjin ew şev roja ji dayikbûna Mêhrê ye- Mîtrayê bûye, niha jî ew roj di nava Êzidiyan de bi rêve diçe. Di nava êzidiyan de 17’ê kanûnê cejnek bi rê ve diçe ku cejna rojiyên êzidiyan e, lê şeva çile 23 yan 24 kanûnê bi rê ve diçe ku piştre bûye weke roja ji dayikbûna Hz. Îsa ku weke wê hatiye nasandin. Lê ew çand kevintir ji çanda Mesîhiyetê bûne di nava qewmên Aryayî û Îranî de bi taybet nav qewmên îranî de hebûne, weke em dizanin niha weke Yelda tê nasandin, wateya Yelda jî ji dayikbûne, hem bi wê wateyê ye hem bi wateya dirêjtirîn û tarîtirîn şev e. Di nav kurdan de ji ber ku temenê şevê kurt dibe û hêdî hêdî temenê rojê dirêj dibe êdî xelk ber bi hêvîdariyê ve diçin şev bidawî bibe, ew cejn hatiye bi rê ve çûn ku heta vê gavê jî di nav kurdan de bi rê ve diçe.
Di wê şevê de gelek rê û resmên taybet hene ku em ê amaje bi yek-du xalan bikin ku yek ji wan resma Kose ye. Kesê ku dibe Kose cilûbergên taybet li xwe dike û rêdînê ji xwe re çê dike û di şeva çile de wek baba noel derdikeve holê û mal bi mal digere diyariyan kom dike. Ew resm, resma Kose ger e ku di nava kurdan de bi rê ve diçe, lê di nav gelê îranê û kurdên rojhilat de şevekek bi bi navê şeva çarşemê sûrî heye ku dibe çarşema salê ya dawiyê, beriya sala nû ya îranê ango Newroz merasima çarşemê sûrî heye. Di wê şevê de her kes li ber deriyê mala xwe agir pê dixe, keç û xortên malê ku hêj nezewicîne li ser agir re derbaz dibin û daxwazekê dikin. Di wê şevê de jî zarok û ciwan ber deriya digerin û diyariyan kom dikin, di dema komkirina diyariyan de gotinên gelerî weke: serê salê binê salê, tiştekê biavêje binê çalê, Xwedê kurekê bide bûka malê, keça we bibe bûka salê, kurê we bibe zavê salê û hwd…
27’ê çile, xaça file
Rê û resmek bi navê poxîna xidir nebî heye. Ew poxîn bi heft teaman tê hêrandin, beriya êvarê ciwanek ji malê tasekê digire destê xwe û li ber deriyê heft malan digere, dema diçe ber deriyan divê bêdeng be û neaxive, ango xwe lal bike û ji xwediyê malan teamên weke: xwê, şekir, nok, maşe, giwîz, genim, ceh, kom bike û di destarekê de bihêre heta ku dibe poxîn, ew poxîn divê gelek şor be. Kesê yan kesa ku wan teaman dihêre ne divê biaxive. Beriya razanê her yek ji emdamên malê bi taybet ciwanên ber miraz ku hîna nezewicîne mistek ji wê poxîna xidir nebiyê ku gelek jî şor e dixwe û heta sibehê avê navexwe, di xewnê de tênî dibe û li ber deriyê kîjan malê avê vexwe dibe qismetê wê malê. Di şeva çile de resm ew bû ku cemaet li dora hev kom dibûn, di ciyekê de heta derengî şevê dirûniştin xwarinên curbecur çêdikirin, weke xwarinên kevnar ku di nava kurdan de resm bûn. Her wisa şevçire hebûn wekî giwîz û mewîj û xurme, dengbêj û stranbêj dihatin û bi taybet li ciheke giştî de kom dibûn heta derengî şevê stran digotin. Carinan pêkenok, qelpik û mamik digotin, leyîzên weke goranê, gustîlanê di wê şeva de dileyîstin. Di navçeya me de li dewerên Ûrmiyê ew resm hebûn.[1]
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 315 ganger
HashTag
Kilder
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/ - 21-11-2023
Koblede elementer: 5
Gruppe: Artikler
Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 16-02-2022 (2 År)
Dokumenttype: Originalspråket
Provinsen: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Element Kvalitet: 99%
99%
Lagt inn av ( ئاراس حسۆ ) på 21-11-2023
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 25-11-2023
Dette elementet nylig oppdatert av ( سارا ک ) på : 21-11-2023
URL
Dette elementet i henhold til Kurdipedia er Standards ikke er ferdig ennå!
Dette produktet har blitt sett 315 ganger
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død

Actual
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
24-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Det som var vanskelig å leve med
21-03-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
Det som var vanskelig å leve med
Biografi
Gelawesh Waledkhani
03-04-2022
شەرارە شەمامی
Gelawesh Waledkhani
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 518,860
Bilder 106,092
Bøker 19,349
Relaterte filer 97,413
Video 1,398
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Page generasjonstid : 0.297 andre!