Bibliotek Bibliotek
Søk

Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!


Search Options





Avansert søk      Keyboard


Søk
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Verktøy
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Min konto
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
Søk Send Verktøy Språk Min konto
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Tilfeldig element!
 Vilkår for bruk
 Kurdipedia Archivists
 Dine tilbakemeldinger
 Bruker samlinger
 Kronologi av hendelser
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjelp
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 518,643
Bilder 104,742
Bøker 19,287
Relaterte filer 97,569
Video 1,398
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) il...
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-...
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-k...
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Kelheya bajarê Koye û mîratekî jibîrkirî û hêmayekî mezin
Gruppe: Artikler | Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking element
Utmerket
Veldig bra
Gjennomsnittlig
Dårlig
Dårlig
Legg til i mine samlinger
Skriv din kommentar om dette elementet!
Elementer historie
Metadata
RSS
Søk i Google etter bilder relatert til det valgte elementet!
Søk i Google for valgt element!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Kelheya bajarê Koye

Kelheya bajarê Koye
=KTML_Bold=Kelheya bajarê Koye û mîratekî jibîrkirî û hêmayekî mezin=KTML_End=

Ev keleha ku dibû û dibe bibe cihek ku nasnasmeya kevin a bajarê Koyê nîşan bide û wek muzexaneyek çandî sûd jê bê wergirtin. Bi taybet ku li cihekê ku mezar û tirba helbestvanê mezin yê Kurd û avakerê sirûda nîştimanî ya “#Ey Reqîb# ” wate mamosta “#Yûnis Reûf# ” naskirî bi “Dildar” helkeftiye. Ji aliyek din ve jî topa “Wista Receb” hatiye danîn.
Kurdshop - Bajarê “Koye” yek ji bajarên Başûrê Kurdistanê ye, ku hem li warê dîrokî girîngî heye û hem di serdema nû de bi hebûna gelek sedemên girîng, cihê bal danê ye. Di vê nivîsê de îşaret bi çend xalên girîng ên derbarê bajarê Koyê de dikim. Yek ji girîngitrîn taybetmendiyên ku Koyê heye her ji serdemên berê ve hilkeftek cografî û stiatejîk a Koyê hebûye, ku wisa kiriye hem li dîroka berê û hem li serdema nû de, wek pêgeheke nû ya hêzên çekdarî û siyasî yên Kurd, pile û pêgehek bilind hebe. Nîşana wan pile û pêgehan jî hem niha û hem li berê de di şiklê bajêr de diyar in. Li berê de yek ji pêgehên leşkerî yên “Paşayê mezin” bûye û di niha de jî beşeke zêde li şoreşgerên Kurd li başûr û Rojhilat wir rûniştî ne. ji ber aliyê dîrokî ve pir sebeb hene û yek ji wan: Dikarin îşaret bi hebûna “Keleha” kevin a bajarê Koyê bikin. Ev keleha bi Birca Koyê hatiye naskirin, keleheke kevin a leşkerî ye û hemû taybetmendiyên keleha leşkerî ya kevin hundir de hatine berçavgirtin û niha jî her bi vê hatine nûjen kirin û li ser hev kirine wek yek ji asewarên kevin ên Kurdan hatiye parastin û li ser xwe maye.
Her çawa ku behs li ser hatiye kirin, kelhe li destpêkê û li sedsalên neh û deh ên Zayînî de li Ewrupa û piştî hilweşîna “Împiratoriya Karolinjî” hatiye avakirin. Di vî serdemî şûnda zewiyên di nav cotyar û xwediyê zewiyên mezin de hatiye parvekirin û her kesî dest bi ser beşek li zewiyan de girtiye. Lê, tenê dest bi ser de girtina zewiyan bo xwedî zewiyan bes nebûye, belkû wan hewcehî hebûn ku, zewiya ku bidest xistine biparêzin. Parastina wan zewiyên ku li destê xwediyê zewiyên cîranan û herwisa yên ku bi mebesta dagîrkirina zewiyên nû bûn hewce bû.
Lewma xwediyê milkan hewcehî bi vê yekê hebûn ku bînayên mezin û berxweder li hember êrîşan ava bikin ku, hem hejmarek pir ji xelkê li hundir de bicih bikin û hem piraniya beşên embar û cebelxane û … hwd li hundir de bê tiştî û dema desttengiyê ku di demên hewce de bikarin sûdê jê webigirin. Ji aliyek din ve ji vê bînaya ku li bilindahiyê dihat avakirin ber bi panahiya zewî û derdorê be ku bi awayekê bê darêjtin ku li ser çar aliyên derdorê de hakimbe. Ev kelehên han hem wisa dihatin avakirin ku bo êrîşkirin li bar bin û hem li hember êrîşan de berxwederiyê nîşan bidin. Ji aliyek din ve herçend ku keleh zêdetir wek cihên leşkerî mifah jê dihatin wergirtin, lê wek navenda rêberatî û fermanderiyê jî rol dilîsitin. Ev kelhe bi ser du dest li kelhên bajêr de ku li bilindahiyekê an li kêlega bajaran dihatin avakirin û kelehên gund bi ser gundan de jî dihatin parvekirin. Kelhên bajaran bo çavdêrîkirina li ser xelkê derdor û rêyan bûn. Kelhên gundan jî bo çavdêrîkirin li ser binkeyên wek aş û zewiyên biqîmet mifah jê dihatin wergirtin û ji aliyek din ve jî binkeyên desthilat û jiyana xwediyê milk û necîbzade û Axayên wî serdemî berçav bû.
Diviya bû her kelehek li ser girekî, yan bilindahiyekî, ku li her çar aliyan serdest bû, were çêkirin. Yan gir bi awayekê sirûştî li bajar û gundan hebûn û desthilatdaran li ser wan keleh çêdikirin, wek keleha Koyê ya li Başûrê Kurdistanê, an jî gir bi destan hatibûn çêkirin û herî û kevir bi torbe û tûrikan bû dianîn û ew çêdikirin, ku jêra digotin girê tûrik di bin de û bi mil û baskên xelkê dihatin çê kirin û piştre keleha li ser hatî çêkirin, mîna keleha Serdar li bajarê Bokan a li Rojhilatê Kurdistanê.
Piştî ku ji bo kelehê girik hatin çêkirin, ji bo ku dijmin êrîş neke, hewce bû li dora wê xendeq bên çêkirin. Her kelehek, ji van beşan cuda bûn, xwediyê Xançe an bircek ji bo çavdêriyê hebû. Di kelehên mezin de li çar aliyan bircên nobedariyê hebûn, da ku li dora xwe binerin heta bikarin tevahiya derdora xwe çavdêrî bikin. Bircek bo parastinê jî dihatin çêkirin, ku hêla parastinê ya dawî ya berxwedaniyê bû û xwediyê kelehê an jî fermandarê wê tê de bû. Ew beşa kelehê ji hemûyan ewletir bû û cihê kelehê yê dawî bû ku heta ew der neketa destê dujmin keleh nediket.
Her kelehekî ji bilî wana hewşeke mezin jî hebû. Beşên din ên kelehan binkeyên leşkerî, xaniyên lixavkirin û kargehên çekan, embarên xwarin û vexwarinê û bîrên avê bûn ku weke beşên din yên kelehan dihatin hesab kirin. Li gorî çavkaniyên leşkerî, her kelehek di beşên hundirbûnê de zêdetir zirar dighîjê, lewma ji bo ku lawaziyên kelehan sererast bikin, li ber deriyê hemû kelehan yek an du holîk çê dikirin ku bi navê holîka dergehê tê zanîn.
Ew holîkên han ji ber wê dihatin çê kirin ku wir bikarin her tiştî baştir bişopînin. Ji ber ku di deriyê kelehê de xalek xuya nîne û di wateya xwe ya leşkerî de weke noqta kor tê naskirin ango noqteyek ku ji aliyê xwediyên kelehê û nobedarên kelehê ve parastî nine û nayên dîtin tê naskirin. Lewma, li her du deriyan de bo çavdêrîkirina aliyê din holîk çêdikirin. Di beşa hundir bûna derî de jî hewşek hebû ku serbanê wê kun kunî dikirin û ev jî ji ber vê ye ku di dema êrîşê de bikarin li bilindahiyê li dujimin bixin. Her kelehekî dîwarek parastî an warşî heye ku dora kelehê ji xwe digie. Dîwarên kelehê heta 3 metran fireh û 12 metran jî bilind in.
Bi wan taybetmendiyan ger çav li birca Koyê bikî, dibînî piraniya taybetmendiyên kelehên sedsalên 9 û 10 ên Zayînî hene. Birca Koyê li ser bilindahiyekê hilkeftiye ku li ser bajêr de hakim e û herwisa ji aliyek din ve jî li ser zewiyên derdorê hakim e. Ev bilindahî, bilindahiyeke sirûştî ye û asewarên avahiyên derdora kelehê, niha jî tên dîtin. Cuda ji vê ku paniya kelehê 7000 metir e. Ev panahiya mezin bi mebesta çekdarî mifah jê hatiye wergirtin û niha jî pêkhateya kelehê vê nîşanî me dide ku hewş û beşa hundir a kelehê cihê rahênana leşkerî bûye. Dîwar û odeyên kelehê bi geç û keviran hatiye çêkirin. Cuda ji vê ku hola dûr û dirêj a di navbera dîwar û hewşê de ku dibe cihê bêhnvedana serbazan e û birca Koyê de 23 ode hene. Dîwarên vê kelehê 120 santîmetr in. hilkeftiya cihê keleha Koyê bilind e, keleha Koyê 750 qat heye, ku jêra dibêjin pîvana kevin. Di vê pîvana kevin de leşker û çekdaran çavdêriya welat kirine, bi taybet di dema şer de wir dujmin tengav kirine.
Di nîveka aliyê rojhilatê kelehê de du derence hene ku diçin qata duyemîn, û pênc ode û sê hewş hene, herwiha saloneke mezin a 90 metran dirêj û şeş metran fireh jî heye, ku di dema Osmaniyan de ji bo razanê dihat bikaranîn. Deriyê ku ber bi bajarê keleha Koyê ve ye, deriyê sereke bûye, xwediyê wan taybetmendiyên navborî ye, ku me behs kir, ji ber ku li her du aliyên derî holîkên taybet ji bo çavdêriya kesên ku têkevin, hatine çêkirin.
Bi giştî yek ji bînayên herî xuya yê bajarê Koyê birca Koyê ye. Ev keleha dibû û dibe cihek ku nasnama kevin a Koyê nîşan bide û wek muzexaneya çandî sûd jê bê wergirtin. Bi taybet ku li cihekê ye ku mezar û tirba helbestanê mezin yê Kurd û avakerê sirûda nîştimanî ya “Ey Reqîb” ango mamosta “Yûnis Reûf” naskirî bi “Dildar” wir helkeftiye. Ji aliyek din ve jî topa “Wista Receb” hatiye danîn. Ev topa jî sembola berxwedan û rawestan li hember dujmin e û ji aliyek din ve bo vê ku dîroka dûr a vê xuya ye û sembola pîşesaziya xwemalî bi taybet di warê leşkerî de ye. Ev guherînên “Wista Receb” mil li mil dana Kurd e li hember mezintirîn împtratoriya wî demî ya cîhanê ku mixabin gelek kes ji temaşeçiyên wê jî lê bi agah in.
Mixabin, birca Koyê dibû û bibe yekek li cihên taybet bo ciwanan û nifşa nû û îmkanatên vê yekê li hundir de hebin ku ciwan wir bimînin û seyranê wir derbas bikin û wek seyrangeheke dîrokî sûd jê bê wergirtin, bê naz û vala xuya ye. Li tevahiya bajêr de jî aliyê kêm ez wek rêwiyekê tabloyeke rênivîniyan nabînim ku min bibe ser rêya birca Koyê, ku mîrata derbasiyan û vebîranîna mîrata “Mîr Mehmûd Mîrê Soran e.”
[1]
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 178 ganger
HashTag
Kilder
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/- 20-12-2023
Koblede elementer: 4
Gruppe: Artikler
Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 08-05-2023 (1 År)
Bok: History
Byer: Erbil
Dokumenttype: Originalspråket
Provinsen: Sør- Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Element Kvalitet: 99%
99%
Lagt inn av ( ئاراس حسۆ ) på 17-12-2023
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( زریان سەرچناری ) på 20-12-2023
Dette elementet nylig oppdatert av ( ئاراس حسۆ ) på : 17-12-2023
URL
Dette elementet i henhold til Kurdipedia er Standards ikke er ferdig ennå!
Dette produktet har blitt sett 178 ganger
Attached files - Version
Type Version Redaktørnavn
Photo fil 1.0.138 KB 17-12-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død

Actual
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
24-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
Biografi
Gelawesh Waledkhani
03-04-2022
شەرارە شەمامی
Gelawesh Waledkhani
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 518,643
Bilder 104,742
Bøker 19,287
Relaterte filer 97,569
Video 1,398
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Folders
Biografi - Kjønn - Mann Biografi - Kjønn - Kvinne Biografi - Nasjon - Kurd Dokumenter - Provinsen - Sør- Kurdistan Bibliotek - Provinsen - Utenfor Dokumenter - Provinsen - Norway Bibliotek - Bok - Al- Anfal & Halabja Bibliotek - Bok - Ordbok Bibliotek - Bok - Kurdish Issue Biografi - Dialekt - Kurdisk - sorani

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Page generasjonstid : 0.297 andre!